1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem ARÎN
  4. NIRXANDINA ROMANEKE DÎROKÎ: KELEHA BABEK
NIRXANDINA ROMANEKE DÎROKÎ: KELEHA BABEK,nirxandina,romaneke,dîrokî,keleha,babek

NIRXANDINA ROMANEKE DÎROKÎ: KELEHA BABEK

A+ A-

Li Bakurê Kurdistanê her ku diçe Komên Xwendinê zêde dibin û van komana bi awayekî dibin dibistanên ziman û edebiyata Kurdî. Helbet zêdebûna komên xwendinê cihê kêfxweşîyê ye û em hêvî dikin li her devereke Kurdistanê Komek çê bibe da ku xwendin û nivîsandina Kurdî pêşve biçe û kalîteya wê ya heyî bilindtir bibe. Komana bibin egera pêşveçûn û geşbûnekê.
Koma me ya xwendinê (Koma Xwendinê Ya Amedê) jî yek ji van komana ya herî kevintir e ku nêzî çar sala ye bênavber xwendinên xwe didomîne.
Herî dawî me romana dîrokî Keleha Babek xwend û bi tevlêbûna nivîskarê wê Birêz Nîhat Ekîncî û weşangerê wî Azad Zal em civîyan û me roman bi hûrgulî ji gelek hêlan ve nirxand û helbet hin aliyê wê me rexne kir. Dawîya dawî ev nirxandin û rexneyana rê li ber me ronî dikin û di qada edebîyata kurdî de gaveke din me pêşve dibe.
Berî ku em derbasî nirxandina romanê bibin dixwazim kurteya wê bidim da ku bêhtir di hişê xwîneran de zelal rûne.

Kurteya Romanê

Roman, bi vegotina çîrok û serboriya karaktereke romanê Sîyê dest pê dike. Sî, dayika Babek e, pîreke piştxûz e û dema dijminê wê kêfxeşiya xwe ya ji ber têkbirina kurê wê Babek û aligirên wî pîrozbahiyê dike, bêyî ku kes wê nas bike, di nava gel de çavdêrîyê dike û vedigere çaxên berê, qala tiştên ku qewîmîne û bi ser de hatine dike. Gava meriv romanê diqedîne têdigihê ku ev sehne, beşek ji sehneya dawîya romanê ye.
Li gor agahiyên ku Sî dide, ew zarokek bêmal bûye li ber destê malbatekê mezin bûye. Bi zarokatî ji ber nerehetiya xwe ji ser darê de ketiye û çiqlek di çêv re çûye çavekî wê kor bûye. Di nava malê de peywira wê gavantiya çêleka ye. Di 12 salîya xwe de ji ber ku bavê wê tevlî karwanê bazirganan dihere û êdî venagere, dîya wê jî ji xwe re yarek dîye û zêde guh nade wê, terka malê dike, serê xwe hil tîne dihere devereke din dibe qewraşa malbetekê. Li vir demekê dimîne kar û barê malikê dike, xwediyê malê gelek jê razîye, êdî jineke qerase ye. Rojekê dema karê xwe diqedîne dikeve goleke avê xwe dişo û li ber golê vedikeve. Tu naçe xortekî li ser xwe yê çerçî di wê derê re derbas dibe çav lê dikeve tê cem wê. Ev xort Ferx e. Hevdu nas dikin, kêfa wan ji hev re tê, dibin yarê hevdu. Dikevin têkiliya zayendî. Piştî demekê Ferx ji wir dihere, di pê re xebera kuştina wî tê, Sî jî avis bûye êdî nikare vê yekê veşêrê loma jî ji wê malbatê jî diqete dihere deverek din dibe qewraşa malbatekê. Li vir kurê xwe diwelidîne, navê wî dikin Hesen.
Piştî hesen dibe 15 salî xortekî li ser xwe, bi hêz û qewet e. Ji ber dîya wî bi zarokatî xwe bi xwe hînî bikaranîna tîr û kevan û şer bûye, kurê xwe jî baş hînî teknîkên şer û bikaranîna çekan kiriye. Rokê li ber pêz in, komek şervan pêve derdikevin û tê cem wan dinerên ku Hesen kesekî jêhatî ye û şervanekî baş e, tevî diya wî digrin û bi xwe re dibin kela xwe. Ev siwarana serokê Kela Bezz Cawîdan û çekdarên xwe ne. Xwedî baweriyek cuda ne û li hember hêzên Ereba û dînê wan şer dikin, bawerî, gel û bawermendên xwe diparêzin.
Piştî demeke kin ji jîr û jêhatîbûna xwe Hesen dibe endamê artêşa Cawîdan û navê xwe jî ji ber dişibe yê dijminê wan, diguherîne dike Babek. Êdî Babek di Kela Bezz de gelek bihêz e û serfermandarek e. Piştî serokê kelê Cawîdan dimire Babek dibe serokê gel û pêştirê baweriyê. Di heman demê de berî mirina Cawidan dilê jina wî Zarnîsa ketiye Babek û piştî mirina mêrê xwe bi Babek re dizewice.
Piştî vê merheleyê êdî Keleha Bezz dibe Keleha Babek, ji wî mezintir êdî kes tuneye. Babek roj bi roj baweriya xwe belav dike û bajarên derdorê wek Hemedan, Îsfehan, Erdebîl, Herêma Azerbaycanê dikeve bin bandora wî, artêşa xwe xurt dike û êdî li ber hêzên Ereba radibe, pênc quruşê xwe tê nade. Li aliye din bi Împaratoriya Romê û serokên Ermenan re li hemberî Ebbasiyan tifaqa pêk tîne.
Xelîfeyê Ebbasiyan Memûn li aliyekî bi Romê re şer dike li aliyekî jî bi Babek re şer dike, lê ji ber Keleha Babek di nava çîyan de, deverek asê de ye, nikare Babek têk bibe, her tim artêşa ku bi ser Babek de dişine têk diçe.
Di heman demê de jina Babek Zarnîsa, jineke biaqil û feraset e. Her ku serê Babek dikeve tengasiyê bi hewara wî ve tê, piştgirêk xurt e. Zarnîsa ji bo sîxurtiyê artêşekê ji jina pêk tê ava dike bi qasî 300 jinê ciwan hem ji aliyê bawerîyê hem jî ji aliyê sîxurtiyê ve perwerde dike û dişîne herêmên Ebbasiyan. Peywira wan ew e ku di serî de zayenda xwe tê de hemî hêza xwe bi kar bînin û têkevin qesr û qonaxên Xelîfe û pêştirên Ebbasîyan. Sîxurtîyê bikin. Serokê vê artêşê jî ji ber jîr û jêhatiya xwe Sî ye. Ji ber vê yekê navê vê artêşê yê din Artêşa Sîyê ye.
Di domahiya demê de Xelîfeyê Ebbasîyan gelek caran artêşê dişîne ser Babek lê bi awayekî teqez tu fermandarê wî nikare Babek têk bibe. Piştî vê yekê Ebbasî bi Tirkan re hevkariyê dikin, yek jê fermandarê Tîrk yê herî pê bawer Îsa Afşîn bi artêşek gelek mezin dişîne ser Babek da ku wî têk bibe û Babek bigre bîne ber lingê wî. Piştî berxwedana Keleha Babek a du salan hêzên Afşîn dikeve kelê û Babek tevlî jin û zarê xwe direve xwe davêje bextê axayekî Ermen. Axayê Ermen bêbextiyê lê dike xeberê dide Afşîn û Babek radestî wî dike. Afşîn, Babek tevlî malbata wî digre dibe bajarê Samarrayê û bi fermana Xelîfeyê Ebbasiyan Mûtesim bi destê celladê Babek ê bi navê Nudnud bi saxî dest û lingên wî jê dike û dide kuştin.

Teknîka Vegotinê û Honaka Romanê

Keleha Babek bi teknîka flashbellekê hatiye nivisîn ku di vê teknîkê de gelek caran vegêr di dawiya pêvajoya qewimînekê li dema derbasbuyî vedigere weke fîlimekî tiştên qewimîne yek bi yek di ber çavên xwe re derbas dike û ji destpêkê heta wê demê tiştên qewimîne vedibêje. Ev teknîk di gelek romanên modern de hatiye bi kar anîn û ji bo vegotinê teknîkek gelekî guncav e. Meriv dikare bi rehetî bêje ku Nivîskar di Keleha Babek de ev teknîk baş bi kar anîye û li romanê rûniştîye.
Dîsa honaka romanê lihevhatî ye û di binê 30 serenavî de roman beş bi beş diherike. Di van beşana da Nivîskar her carê bala me dikşîne mijarekê an kesekî û agahiyên me divê dide me. Nemaze xwîner gava romanê dixwîne dikeve meraqa çîroka herdu celladên Babekî, Nudnud û Zovzer ku bi saya wan dijmin ji Babekî ditirse û jê re rêzê digre. Nivîskar pêvajoya ku ev herdu însanana kirine ruhstîn pir xweş vegotiye. Gava ev celladana celladê xwe dikujin dilê meriv hênik dibe. Ew trawmayên ku ji zarokekê celladekî çê dike careke din li ber çavên xwîner radixe. A herî trajîk jî celladê ku ser navê Babek ewqas kes kuştiye di dawiyê de wek cellad Babek jî dikuje.
Di romanê de ev beşana giş hevdu temam dike ango nivîskar bûyerên ku di binê van serenavana da vegotiye xweş hûnaye. Tenê di qala cellad Zovzer de serenavê ‘Dara Hêvîyê’ û ‘ Keça ku Xweha pênc birayan’ wek zêdahîyekê xuya dikir. Jixwe di binê serenava ‘Zovzer’ de destpêka çîroka wî serî heta binî heye. Herdu beşên din tevî ku girêdanê de problemek tuneye jî, nebûna jî dibû.
Dîsa di aliye vegotinê de yek tiştan dubare dikir. Mesela pevşabûnê yek jê ev e. Di çar pênc cîyan de sehneyên hevşabûnê bi heman peyv, vegotin û wezyetê diqewime. Helbet erotizm di edebîyatê de dikare were bikaranîn lê ev ne mijara rexneya me ye. Dubarekirin ne hewce bû.

Rastnivîs, Redaksiyon û Edîtorî

Di vê meseleyê de meriv dikare bibêje ku neheqîyek li vê Romanê bûye. berhem ji weşanên J&J’yê derketiye. Gava meriv dinêre wek Edîtor û Redektor navê kesî nanivîse lê li gor agahiyên weşanger Azad Zal dane me, ev kar Nivîskar û Wergêr Muhsîn Ozdemîr kiriye.
Lê gava meriv romanê dixwîne baş têdigihê ku edîtoriyek baş nehatiye kirin. Çimkî di berhemê de di vê mijarê de kêmasiyên berbiçav pir in û hin jê ev in:
1) Di gelek cîyan de peyvên ku şaş hatine bi kar anîn tu mudexale lê nebûne
2) Di vegotinê de bikaranîna raweyên lêkera de tevlîheviya demê heye; mînak: qala bûyerên dema borî bi dema niha hatiye vegotin. An jî beravajî wê.
3) Di kurmancî de daçek pir tên bikaranîn, meriv dikare bêje her hevoka ku daçek tê de derbas bûye, şaşiyek nivîsê jî tê de heye.
4) Di zayenda peyvan de gelek caran qertafên zayenda mê û nêr tevlîhev e.
5) Di gelek cîyan de biwêj û gotinê pêşîya di vegotinê de rûneniştibû, hin qalib û gotinên pêşîya yên ku wek tirkî tê zanîn wergerandibû Kurmancî. Bêjeyên kurdî yê orîjînal divê bihata tercih kirin. Ev yek di vegotinê de wek mantiqa tirkî tê zanîn û bandorek negatif di nivîsa kurdî de çê dike.
6) Tevlîhevîya hevokên dîrek û îndîrekt; gerguhêzî/negerguhêzî
7) Ji Sentaksa hevoka kurmancî dûrketin
Mînakên vana gişan di pirtûkê de cî bi cî peyda dibin lê ne mumkun e ku em bigrin vê derê, nivîs dê gelek dirêj bibe.
Ji ber van pirsgirêkan/kêmasiyan li gel teknîka vegotin û honaka romanê ya sekeftî xwendina romanê gelek zehmet bû, vê yekê bandorek mezin ya neyênê li ser herikbariya wê kiribû.
Di demek ku êdî di bikaranîna Kurmancî de standartbûnek çêbûye û li ser gramer û rastnivîsê hewqas xebat hatine kirin, êdî gelek tişt rûniştine, kêmaniyên bi vî rengî êdî nayên qebûl kirin, ev neheqîyek e ku hem li berhemên Kurdî hem jî li xwînerên Kurdî ye. Divê herkes di vê mijarê de peywira xwe xweş bi cî bîne. Çimkî ne tenê ev berhem hema hema bêje di gelek berhemên Kurdî de ev pirsgirêk heye û hîn çareser nebûye.

Ji Aliyê Naverokê de

Nivîskar di romanê de behsa şexsekî dîrokî Babekê Xorremî dike. Ev kes di destpêka salê 800 de li Azerbaycana îro hatiye dinyayê û di esasê mesele de fîgurekî olî ye. Koka baweriya xwe li gor hin çavkaniyên dîrokî ji baweriya Mazdek digire. Dema Mazdek tê kuştin jina wî Hurrem, piştî wî baweriya wî belav dike û navê vê baweriyê vediguhere Hurremîtîyê. Di Romana Keleha Babek de nivîskar rengekî kurmancî lê kiriye û gotiye Xoremî, di pirtûkê de her car wek Babekê Xoremî derbas dibe. Di derheqê nijada Babek de nivîskar qeneatekê diyar nake, nabêje hutul batil Babek kesekî Kurd e. Ev yek elbet bi zanebûn kiriye. Ji ber ku mijara Nivîskarî ne meseleya nijada Babek beravajî wê baweriya Babek e. Şer û têkoşîna Babek ji bo baweriya wî ye. Li hemberî kiryarên qirêj ên li ser navê îslamê bi destê Ereban tê kirin, li hember derketina qedexekirina çand, ziman û azadiya gelê wî ye.
Bêguman îhtîmala Kurdbûna Babek heye lê ev şexs li Kurdistanê ji aliye kêmkesan ve tê zanîn û nas kirin. Lê li Azerbaycanê wek pêşengekî dîrokî tê zanîn û di salvegera wî de pîrozbahî çê dibin, gel dimeşe çîya û Kela Bezzeyan.
Ji ber bîr û bawerî û rîtuelên gelê Babek û sembolên wan em tê digihîjin ku nivîskar silavek daye baweriya Qizilbaşiyê jî lê ev yek bi awayekî berfireh di romanê de cî nagire.
Dîsa di dumahiya romanê de vegotina li ser jinan gava meriv bi xwendineke femînîst bixwîne dibe ku meriv aciz bike. Çimkî gelek caran behsa emilandina jinan ya ji aliye zayendî ve tê kirin. Ji keç/qîzanî xistina jina gelek caran derbas dibe. Helbet ev rastiyek wê demê ya qesr û serayên devletmezina ye, ne sûcê nivîskar e. Jinên şervan hene lê bi kurtasî meriv dikare bêje gelek caran çeka wan zayenda wan e. Bi alîkariya vê çeka xwe di karê xwe yê sîxurtiyê de bi ser dikevin. Ji aliyê baweriya Babek de ev peywireke pîroz e û ger ji bo nirxên welatê meriv pêwîst be ne tenê zayend meriv canê xwe jî feda dike. Herwiha di karakterên wek Sî, Zarnîsa û Azrayê de aliyê aqil, feraset, siyaset û zanebûnê li pêş in û gelek cîyan de pesnê wan tê dayîn. Dibin aqilmendê mîr, xelîfê û fermandaran.
Karakterê romanê yê sereke Babek be jî gelek karakterên din jî di romanê de xurt hatine afirandin, li ser gelek aliyên wan sekinîye, xweş teswîr kiriye. Ev yek jê aliyê serkeftî yê romanê bû.
Dîsa wek ku di gelek romanên dîrokî yên din de jî leqayî me tê, va romanê jî problema anakronîzmê di xwe de dihebîne. Wek mînak; li gel ku navekê nû ye jî bikaranîna navê Azerbaycanê, meseleya qedexekirina çand û zimên, cîdayîna helbesta Seydayê Tîrêj ya bi navê Bilbilê Dilşad û hwd.

Wek Encam

Kelaha Babek romaneke dîrokî ye ku li ser bîr û baweriya şexsekî disekine û li gor qeydeyên romana dîrokî bêyî ku di atmosfera vegotina destanekê de bimîne hatiye nivîsandin. Ya rast ger redaksiyon û edîtoriyek baş lê hatiba kirin wê romanek gelekî serkeftî bûya. Dîsa jî ji bo edebiyata Kurdî dewlemendiyek e. Ev, ji romanên nivîskar yên bi kurmancî ya 3yan bû. Mala nivîskarê me ava be, di kurdî de her berdewam be. Bi hêvîya xwendin û nivîsandina gelek romanên Kurdî yên din…

                                                                                                                                                                        Mem Arîn