NIRXANDIN,nirxandin

NIRXANDIN

A+ A-

Koma xwendinê ya Amedê pirtûka Şener Ozmenî ya bi navê “Kurê Dêlê” xwend û şêwîra wê çêkir. Şener Ozmen bû mêvanê komê, endamên komê yek bi yek pirtûkê nirxandin.

Serê ewil Mamoste Reşad dest bi axaftinê kir û wiha got: 

“Ez nizanim çawa dest pê bikim, belkî nivîskarê ku min xeyal dikir ev bû. Min jî dixwest wekî wî binivîsim, heyrana wî me. Bernameya me ne rexne ye, tiştên ku em dibînin bi hev ra parve dikin. Min pirtûkên te yên din jî xwendine, ez kêm zêde behsa wan jî bikim. Niha ‘Kurê Dêlê’ li ser novel dinivîse, novel ne cureyek nû ye. Ji berê da novel heye. Navgîna di nav modernîzmê da ye, novel ne çîrok e ne jî roman e. Em bibêjin roman karekteran an jî mekan zêdetir tîne li ber çavan. Çîrok çima bi kurdî çawa wana bi kûrbûnê tîr dike û dide pêş, lê novel mecbûr e hinek zêdetir behsa karekteran bike berfireh bike. Di mijarê da ji bo çi di novelê da qehreman an jî leheng bi zimanê ezê yeke diaxive, qala serborî û encama xwe dike. Di romanê da jî ev heye, gava ez novelê dixwînim, dibinim ku te behsa gelek tiştan kiriye, kaset, vîdeo, kovar, firt, girgir bi peyvên Englishî Ad Virt em fêm dikin ev mijar, mijarên pêşîya derbeyê yan jî nêzîkê derbeyê ne, tu behsa wan rojan dikî. Ji ber ku kuponên gazeteyê tê da heye, zarokek çawa dîtiye jiyana wê da ew întîwa bi wî awayî hatiye ziman. Ev pirseke dibêje çawa dilê wê ketiye dixwaze dengê wê gurmênê ji diya xwe bipirse, dibêje ma şilfê tazî radiketin ev pirs ancax ji devê zarokek derdikeve hemû gorê çavê zarokane hatiye nivîsandin. Tiştê ku min zêdetir eciband fincanên durengî bûn û cîran evna hemû zaroktiya min da jî hebûn me wan dianîya keştan dileyîst. Mesela destanên me yên berê folkor em dikevin bin bandorê tu ji nîşka ve wê bandorê dibirî bi mîzahê kêm dikî ew jî zanabûna te ye. Meseleya hespê ku navê wî cepiye gelo çima di folkorê da navê hespê girîng e? Bibe nebe qehremanê me navek didin hespê xwe te di kafiye (r. 42) yan da bala min kişand bi “yayê” diqede, di destanên me da ev hene. Bi min di vir da wekî postmodernîzmê tu hinek qaliban xirab dikî em jî ji bo îro dibêjin roman nabêjin em dibêjin vebêj anlatî êdî sînorê cureyan tune ye. Tiştek din jî heye her çîrok û roman dor nasînek nû ye. Çîroka Kalo û Risqê Celîlî berfirehiyek mezin dide ber mirov. Mîzah tiştek pirr ecêb e mirov nikare cevapa wê bide mîzah nêrînek nû ye, mesela em bibêjin roman tu dibêjî tiyatro, şano mizah dikevê her cureyê reng vedide di edebiyatê da. Pîrebok pirr xweş bû pîrebok di çîrokên me da hene te gotiye heke şeytan be Kurd e heke cenewar be Kurd e ev jî mîzahek pirr xweş bû. Tefsîrên te heye hinek tişt mina baktarêyê tên min berê Leman, girgir firt dixwend berê Cer, Kup hebû em di vê welatê da li pey xeyalên xwe diçûn li xezîneya digerîyan ew jî tê vê mehneyê çima em xezîneyan digerin ji bo ku sebebên ekonomîka civakî qelse hene. Ez hinek bêm li ser sîyasetê li ser sîyasetê, em ji peyvên te fêm dikin mesala îktîdarê dest dide ser her tiştî, mesala şîşikê, şîşik a CHPê ye. Tîr heye lawikê reş jî karaoglan bû, îktîdar nahîle tu ji malê hez bikî di malê da Kurd heye Kurdbûn heye derve dewlet heye derve û hundir gelek ji hev cuda ne. Li gorî min novel jî edebiyatek mînor e gorî vê rojê ye tu nikarî qala hertiştî bikî û qala tiştên perçebûyî bikî felhçîyek heye fel vedike û her tişt rast derdikeve. Spas ji bo mizaha te.” 

Piştî mamoste Reşad endamê komê mamoste Ehmed dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Ez ê jî piştî mîzahê li ser ewkê bisekinim. Min û mamoste li ser trawmayê ji bo kovara Wêje û Rexneyê hev peyvînek kiribû. Min ji nû ve li wê hevpeyvînê mêze kir, ez dixwazim li ser hêla travmayê bisekinim, min gava ku li wê hevpeyvînê cardin mêze kir û vê novelê xwend min dît ku xalên hevpar tê da hene. Yanî hêla wî ya trawmayî, mirov di vir da dikarê bibêje ew derketiye pêş. Mînak dema ku derbeya leşkerî çêdibe dibistanan dikin wargehên leşkerîyê gelek kesan digirin û diavêjin li wan cihan. Li ser wan zilm û zordarî dikin,  ew trawmaya ku li ser mirov trawma çêdibe ew hêl giran tê. Em dibînin ku lehengê novelê bi xwe weka kesek ku di trawmayê da ye dijî, piştî wan êşên ku tê serê wî ew bi xwe trawmeyek mezin derbas dike ji xwe. Di novelê da jî di gelek cihan da wek ku mamoste jî got: Kesê yekem monolog bû, tiştên hatîye serê wî mirov bi ber firehî dibîne ku gelek hêlên civakî jî ev hemû jî rasterast gotiye.”

 

Piştî axaftina mamoste Ehmed endamê komê Mirad dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Ez jî hinek li ser teknîkê çend tiştan bibêjim. Gava mamoste Şener ji me ra gelek tiştan qal dike, dibêje “lehengê vê çîrokê ez im.” Bala min zahf kişad, ev teknîk li Fransayê jî wisa ye, li Îngîlîstanê jî wisa ye. Yek jî mirov dikare vîya bibêje, “ez naxwazim bikevim nava çîrokê.” Meriv dikare bibêje ku her çîrok neynikek e. Her yek cuda cuda bi hev ve hatine girêdan, ewkekî, benikekî ziraf heye di wê derê da wêje wê derê nabe wek hev. Wek Îspanya ji xwe rastiya novelê ew bû, me dibe ku derê ya ku me dît ev bû yanî bi teknîkî Şener aniye li ber çavên me. Rastîyan bi hev re girêdaye. Balkêş e ku rastiya me ya wêjeya Kurdî tîne pêşîya me. Çi qewimîye ez ê bi vê novelê bînim li ber çavên we. Gava mirov binivisîne gerek bi xwe bawer be. Bi min teknîka wî xurt bû, min rexne nedît tiştek herî xweş rastiya min anîbû nîşanê min dabû mamoste dibêje ava me cihokek da naçe û spas…”

Piştî Mirad endama komê Xecê dest bi axaftina xwe kir û wiha got:

“Silav min jî gava ku dest bi xwendinê kir zimanê novelê pirr bi problem bû, min go gelo zimanê ewqas tîr dê çawa bi 60 rûpelê çîroka xwe xilas bike. Gava min xwendinê xilas kir min fahm kir jixwe hişê karekter digîne me ku herîkîna hiş heye ew jî rêbazek e. Gava em hişê karekterê têk çûyî çîrokek guhdar dikin. Ez wiha bibêjim hinek a klasik e gava mirinek tê her tişt wekî filmek li ber çavên mirov derbas dibe. Filîma hişê karekter jî tevlîhev e, perçe perçe ye, ev tiştek anî bîra min çîroka Şener Ozmenî çîroka karekterê me yê bê nav e navbûna wî jî tiştekî balkêş e. Di vê çîrokê da pirr karekter hene lê ev karekterên me yên sereke em çîrokê ji hişê wî dixwînin. Navê wî tune ye ew karekterê me gelek zilm û zordarîya dewletê dîtiye gelek caran bûye mijara edebiyata kurda. Piştê girtîgehê karekterê me gelek sehneyên tarî dibîne, wek zindan wek halîsnasyon dibîne bi min nivîskarê me karekterê xwe anîye li ber întîharê. Gelo edebiyata me wek têkçûna wan karekteran îlan kiriye? Dibêje hûn gava li wir derbikevin nikarin bibin yekî normal belkî haya nivîskaran ji hev tune ye, lê çîrokên wiha ava dikin. Bala min kişand karekterên di 60 rûpelan da, li ber zilma dagirker dawiya jiyana wan têk çûye, dê çawa dewam bikin tu car nabin kesê normal, ji alîyê realîteyê ve tişteke din e. Edebiyat ne mecbûr e li ser realîteyê bê ava kirin. Dikare ji xwe re alternatîfek din çêbike Şener Ozmen dikarî bû, di dawîya çîrokê da, tiştek din ava bike. Me wek van çîrokan ji devê gelek kesen guhdarî kiribû, ez rola çîrokan di nav edebiyatê de meraq dikim. Karekterên têk çûyî ma mecbûr in di dawiyê da, bên ber mirinê, bên ber revê û ji wan ra jiyanek din tune ye gelo? Ez bawer dikim edîtoriya vîya Kawa nemir kirîye, lê gelo mudaxaleya hin tiştan kiriye, nizanim şaş im an rast im? Heke ev herîkîna hiş nebûna dê zimanê çîrokê bi min xweş nehatina, min ê bigotana gelek rastîyên şikestî hene. Heta di hîn rastîyên dirêj da mehneya xwe nade der.  Lê ji ber ku em ji hişê karekter van tiştan dixwînin karekter gava ji hişê xwe dinivise û digihînê me, rêk û pêkî namîne. Min li vir xeletîyek dît hin cihan de xalbendî şaş hatibû kirin, ew çîrokên ku di hişê karekter da derbas dibûn min nikaribû bi çîroka mezin ve girê bidim. Karekterê bê nav tiştên dibêje pirr zelal bûn, em çawa ketine binê nêrînê dewletê, keyfxweşiya me çawa têk çûye. Nêrînên me piştî sehneya ku karekterê me xwe dikuje sehneya întîharê jî û rismên wî yên leşkerî yê tên li ber çavên wî, xeyalek halisnilasyonek dibîne li wir resim tên li ber çavên wî, jixwe karekterê me qerara mirina xwe daye li ser mirina xwe fikirîye. Ev karekter ji bo edebiyatê tu riyek ji xwe ra nabîne, ji ber ku întîhar hebû ez xemgîn bûm. Ez dixwazim edebiyat hinek hêvî bide me gava ku çîrokek baş hebe û mirin hebe ew tesîrek li ser mirov çêdike. Di hin rûpela da Bîyan heye û sankî destdirêjî li Bîyanê tê kirin. Em Bîyanê û karekterê bê nav nas dikin. Karekterê me pişt re dibe benîştê devê xelqê. Bi min di cihek da wek Bîyan tüne be, tiştê ku nivîskar hesret maye, di hişê xwe da ava kiriye. Di dawiya romanê da gava ku karekterê me dimire dengê Bîyanê dibîse.”

 

Piştî Xecê endamê komê Mirad Bîlgîç dest bi axaftina xwe kir û wiha got:

“Min xwend ez hîn jî nizanim bûyera pirtûkê çi ye. Bi rastî ne mecbûr e bûyerek rasterast hebe, lê bûyera esasî ku bingehê li ser ava dike gelo rewşa bin destîyê bû? Yanî nehewce ye ku bûyerek jî hebe, jibo ji we re ta bi derziyê ve bikim. Ez ji we re resma bindestîyê çê dikim. Peyam ev bû, gelo min tam dernexist? Lehenga me ya bê nav, meteforek e an na? Ez di dawîyê da tê gihaştim navekî wê tune ye, nav bi tene “Kurê Dêlê” ma ye. Bîyan gelo xeyalê lehengê şoreşgerên têkçûyî ne? Em dibînin ser lehengê me ‘Kurê Dêlê’ jî şoreşger e têk çûye? Ez dibêjim Bîyan xeyala wî ye yan jî tiştên me yên pak e, em bi dest dirêjîyê em bi xwe qirêj dikin an jî metefor e? Hemû tîp û karekterên romanê têk çûne, ha şoreşger ha xwe firoş çima novelek ewqas reşbûyî? 60 rûpel bû ji bo min qasî 300 rûpelan bû. Ez gelek westîyam, hevok dirêj bûn bela wela bûn, herîkîna hiş bû gerek te fahm bikirana çi tê gotin. Metafor dixwaze çi bibêje, belkî ev cure serkeftinek bû min wekî romanek qerese xwend di heman demê de serleheng Celîlî, Biyan, Dayik, Bavê serleheng, hinek din jî hebûn lê hemû têk çûbûn di novelê da kesek serkeftî tune bû. Gelo dê di jiyana me da kesek bi ser nekeve? Nivîskar çima tercîhek wiha kiriye ku di wêjeyê da ronahîyek pê naxe, ji me ra dibêje em tev dê têk biçin yan jî bi vê têk çûyînê dixwaze rewşa bindestîyê bîne li ber çavên me. Dibêje heta em bindest bin ha jîr be, ha şoreşger be, ha oldar be, ha ji rêzê yek be hemû dê têk biçin. Gerek em pêşî rewşa bindestiyê rewşa kolonyalîzmê metîngehbûnê heta ev hebin jîrbûna me çepgiriya me rastbûna me û oldarîya me jî bi kêrê tiştek neyê. Gelo ev peyam bû? Min gava ku xwend ew mekanê ku nivîskar teswîr kiribû, min nikaribû bisêwirînim. Lê ew jî rast bû ne rast bû ez tênegihîştim, yê ku di nav dîwar da bû digo Bîyanê min jî bi mekan enzeleyê anî li ber çavên xwe. Gelo li wir enzel bû, çîrok bi xwe referansê Amedê bi meteforan nav dike, tu dibînî cih bi cih Amed e, lê di nav Şirnex û Amedê de diçe tê, cih nepen bû. Cihê referansa ku tu têdigihîşî behsa kîjan demê dike, dem nepen bû tu fam dikî bûyera mezin bûyera biçûk dîtina wan ji bo min zehmet bû. Nivîskarê me resmên bindestîyê sewirandiye, em dibînin di hemû çîrokên wî da resmên bindestiyê hene lê hewldana çareseriyê di lehengan da, hêza em xilas bibin em nabînin.”

Piştî Mirad endamê komê Saîd dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Ez jî nêrînên xwe bêjim. Li gorî min zimanê Şener Ozmenî tevlîhev û qels hat. Her çiqas ferhenga wî dewlemend û xurt be jî gorî vê pirtûkê ji min ra qels û tevlîhev bû. A duyemîn karekterên wî zêde belawela bûn, zêde saxlem nebûn, karekter perçe perçe bûn. Naveroka çîrokê behtir li ser ceyranci çûbû û hatibû. Her wekî ku dê teqînek çê bibe û dê bûyer hemû li ser wê teqînê bibe çîrok. Nivîskar li wir çîroka xwe vedibêje ji ber ku bûyer di navbera xeyal û rastîyê da tê vegotin, mirov baş nizane ceyranci û bûyerê bi hev ra girê bide. Gava dilopên avê dikevin rê û belav dibin an jî gizgarikên agir belav dibin bûyer jî wiha belav bû. Gava em berhemê dixwînin jê dernaxin guhdar Celîl e an Bîyan e,  mijar tam zelal nîn e. Bîyan karekterek çawa bû tevê vegotin û hinek tiştên ku hatine gotin jî min Bîyanê baş jê dernexist.  Bîyan kengî mir, çawa mir çawa hat nasîn? Nivîskarê me car caran xwe nîşanê me dide metoferên ku nivîskar bikaranîye gelek balkêş bûn. Mînakek tablo gelo temsîleta tabloyê cihê kapîtalîzmê bû, an jî bajarvaniyê bû? Ew metafor gelek xurt bû dîyalektîkek bajarîyê nîşan dida wek nasnameya bajarî, heke kapîtalîzm be, çima yekî welatparêz? Bi rastî jî nakokîyek heye sixur heye navê wî jî Turan e, navê sixur balkêş bû di nav Kurdan da gelek sixur hene û ev bûyer salên 80- 90’î tîne bîra me, di wan deman da hezaran sixur di nav me da çêbûn. Nivîskarê me belkî xwestiye balê bikişîne ser wan deman. Tiştek din karekterê me dîn e û cilên leşkerî li xwe dike gava diçe mala mamoste, li wir dibine, di destê mamosteyan da civak çawa tê guhertin. Nivîskar balkişandîye li ser vê mijarê jî, dibêje baş zanibin dewlet hem bi destê mamosteyan hem bi sixurên xwe, me çawa diguherîne vê êşê xistiye bîra me. Dibe ev ceribandina novelê be.”

Piştî Saîd endama komê Asya dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Min heta xwend serê min tevlîhev bû. Heta rûpela 36an agir li ser serê min dibariya. Ji bo min ev pirtûk hinek tevlîhev bû. Pirtûkên postmodern ji bo min hinek zehmet in. Cihê ku bala min kişand ew cihê ku deng ji bîrê dihat, li wir serê mirov tevlîhev dibe. Carna temayek şablonek li ber çavên min zindî dibe, min xwe dixist nav bûyeran, bi min ev pirtûk wek tabloyek e, çawa ku em tabloyek datînin li ber çavên xwe û li tabloyê mêze dikin. Her şablonek û her cihekî wê bi xwe wateyek dide.  Bi min pirtûk bi xwe wek tabloyek bû. Em mijara pirtûkê ji wêneyê derdixin, jixwe lehengê me jî wênesaz e. Rüniştîye xeyala xwe bi şemayek bi me re parve kiriye.”

Piştî Asyayê endama komê Eyşe dest bi axaftina xwe kir û wiha got:

“Heval hemû li ser novelê û ziman sekinîn ez jî dixwazim çend tiştan bibêjim nivîskar di serî da hevokeke Hesenê metê parve kiriye, ez bawer im nivîskarê me Hesenê Metê ji xwe ra mînak dibîne. Navê pirtûkê “Kurê Dêlê” ye dawîya pirtûkê jî bi wê hevokê diqede. Em ji serî heta dawîyê fahm nakin Bîyan ji wî hez dike an hez nake. Bi min çîrok der dora Bîyanê hatiye avakirin. Dem dîroka nêz bû li alîyê Kurdistanê hatibû nivîsandin. Pêşîyê çîroka Bîyanê honandibû,  der û dora realîzma Kurdan hatibû nivîsandin ku Bîyan ne bi jîyana di wê civakê da karibû serê xwe rake û bijî bi jiyaneke azad. Biya min li vir karekterê me yê sereke jî nikarê bi azad bijî, ji ber ku karekterê me ber bi întîharê ve çûye. Gelo çima nivîskarê me karekterê xwe yê sereke bê nav hêştîye û Bîyanê bi nav kiriye? Bi min xwestîye karektera jin bide pêş.”

Piştî Eyşeyê endamê komê Huseyîn dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Ez jî wiha dest pê bikim. Tarza Şener Ozmen, tarzek cudaye, ev pirtûk jî heman tarz e. Mamoste nîgarkêş e, ew nîgarkêşîya xwe daye pirtûkê jî pirtûka wî ya Kelehê jî heman tarz bû. Nivîskarê me pirtûkên xwe bi pisporî dinivîsîne li gelek cihan gerîyaye. Ji hêla pirtûkên postmodernîzmê ve gelek dewlemend e. Ne mecbûr e dîrokê, mekan û cih bibêje. Karekter antî karekter bin an jî ji rêzê bin ew jî normal e, lê gelek referans û metafor hebûn. Pisika bi navê Aysê, Diyana Wîd Ededrîd vana hemû qiraliyeta Îngilîzan e. Serdestîya wan li welêt heye, nivîskar bi zanayî vana bikaraniye. Mesela şîşikên boxrîya sobê lawikê reş hemû qala salên 80yî dikin, qala zindana Amedê dike, qala Esad Oktay û Coo dike, qala bîr û cuwê dike dibêje Lala xwe bi ava bîrê jî dişo, mêrê wê û hevalên wî vedixwin, lê benh ji Lalayê tê. Celîl hofman ew hofman kîjan hofman e min dernexist gelo referans çîye. Şener qala dêle gurê kiriye, dêle gura ku li Asya navîn e, hatîye kirin. Bi min qala tirkan hatiye kirin, bi rastî jî leşkerîya tirko mirov dîn dike.  Mînakek li welatê me jî heye ku ji leşkerî yê dîn vegeriyan hebûn, ev jî rastiyek e. Xalê Teyfîk xedeme bû û yên ku dikevin binçav şorbeyê dibe ji wan ra ev jî nakokî bû. Min tehmek gelek xweş ji pirtûkê girt.”

 Piştî Huseyîn endamê komê Mem dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Ez ê jî çend tiştan bibêjim. Hinek hevalan go ev novel e. Ez bawer dikim jixwe li ser bergê jî dinivîse novel. Wek reqamê romayê 1-2-3 belkî bala we jî kişandîye. Tiştek ku di vê pirtûkê da bala min kişand, min got belkî çîrok serbixwe ye, gava min xwend, mid dît ku wî jî wekî Sîdar Jîr zîncir bi hev ve girê daye, mirov nikare bibêje ev çîrok in an zîncîr çîrokin. Mirov wek romanê jî nikarê bibîne, bi min ceribandinek nû ye. Ez ê hinek behsa lehengan bikim, lehengên têkçûyî. Bi min ev çîrok di vegotinê da jixwe rêbaza hişherikînê ye. Karekterê me yê sereke ji hişê wî  çi herikîye,  wî ji me re gotiye. Ez tê negihiştim mijar çi bû. Hin cihan tevlîhevî hebû. Çawa ku em dibêjin karekter hemû têk çûne û hêvîya wan tune ye. Bi min ne problem e. Gelek di wêjeya Kurdî sedî 90 leheng têk çûne. Nayê bîra min lehengek piştî badîreyan hevîyek wî hebe û nekeve piskolojîya têkçûyînê, pirr kêm in. Bi min romaneke realîst e gelek caran tê girtin edebiyat û wêje wênaya civakê ye bê guman, çi di nav vê civakê da hebe nivîskar vê civakê vedibêje. Salên dawî ev metneka antîkolonyal e ji esker bigir,  heta mamosteyan bigir riya qirkirin û kolonyalîzmê ye, di kilamek da derbas dibe dibêje çîyayên me tev qelişîne riyan tev xirab kirine. Mînak Salihê dîn kincên leşkerîyê li xwe dike bi min metnekî antî -kolonyal e, dibe ku metnekî propagandist be,  tiştên sîyasî bi awayek req tê de hene. Bi min gelek bi edebî bû ev jî estetîkeke edebîyê bi xwe re tîne. Ez bêm li ser karekteran têk çûne û piskolojîya wan xirab bûye bi rastî di 40 salên dawî da gelek tiştên nebaş qewimîn di erdnîgariya Kurdistanê da, her çiqas serhildan û xebat hebe jî gelek çîrokên trajîk û çîrokên tekçûyî hene, nivîskar nikarin derbên wan bigirin û hunermend nikarin derewan bikin, 10 tiştên xweş  biqewimin lê tiştek trajedî biqewime ew li ser  hunermend bandor çêdike. Em bên li ser ziman di vê pirtûkê da zimanê wî gelek xweş bû vegotina wî edebî bû, di rûpela 56an da diya vebêj bi zimanê botanê kurmanciyek req û xweş diaxive.  Çîrokên ku hatine vegotin dawîya wan nixumandî ne, ji fikr û tesewira xwendevan ra hêştîye. Çîroka Bîyanê serbixwe ye. Em dikarin bibêjin serpêhatîya Celîl bi xwe jî çîrokek din e, kuştina Bîyanê jî çîrokek din e heta em dikarin bibêjin Risqê û celîl jî çîrokek din edebiyat û wêjeya bê nav weke çîroka Risqê ta derzî ve dike. Gelo hemû halîsînasyon bû? Dayika Nesrin qala wê ji meta wê re dike. Bîyan li qesebayê hemûyan destdirêjiya wê kirine heta oldaran jî destdirêjî lê kirine, ji aliyê malbata xwe ve tê kuştin.”

Piştî Mem endamê komê Azad dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Ez ê nekevim dubareyan xwezî ez nizanibûma Şener xêzekêş e. Ez çiqas berhemên wî dixwînim sankî tabloyek dixwînim. Bi min berhemek piskolojîk e, rasteqîna civakê ye, piskolojik û sosyojik hatiye nivîsandin ku ez bi çend peyvan temam bikim di nav vê pirtûkê da herikîna hiş, kesayetên têkçûyî, evîn, meteforên cuda, îronî û mîzah hebûn.”

Piştî Azad endama komê Sevgul dest bi axaftinê kir û wiha got:

“Min jî bi kêfxweşî xwend. Pirtûkek weke xaçepirsê bû û tarza Şener Ozmen bû. Di serî da pirtûk xwe diyar dike,  bi metefora kiras ku vebêj dibêje kirasê xwe da diya min mirov êdî fahm dike dê tiştekî bê serê karektera me. Di naveroka pirtûkê de evînek jî hebû. Gelo çima mekan eşkere bû Amed e, jiber îskan evlerî, payiz kafe û hin cihên din. Tiştê ku bala min kişand bi karekteran na lê bi mijarên xwe yên veşartî serkeftî bû ji ber ku mekan eşkera bû, lê mijara çîrokê veşartî bû. Di rûpela 7an da wiha hatibû gotin, dê Kurdistana dinyayê nedin we jî mirov li vir fahm dike em bi qirêja serdestan em nagîjin mirazê xwe. Mihemedê entirîk dibêje li vir Xwedê ez im ji bo Mihemed Lala û Efrîn bi rih qirêjin her çiqas Lala xwe dişo jî ji wê re dibêjin bêhn ji te tê. Gelo ji bo ku Fileh in gava bi zayendî bi hev ra şa dibin li wir wan tewanbar dikin her tim ji wan re dibêjin bêhn ji we tê gelo ew jî nivîskar bi zanebûn xistiye bîra me? Bi min nivîskar navan gelek xweş li karekterên xwe anîye ê ku Misliman e Mihemed ê ku Fileh e kiriye Lala û Efrîn ev jî serkeftinek bû. Di rûpela 33an da dibêje Yexsîre Hemle ye Nezmîyê bêvilcilmî di zindana tarî da nav lê kirin. Dilê faşîstan jî halê wan şewitîbû di vê çîrokê da em fahm dikin li her derê destdirêjî li me tê kirin. Di rûpela 9an da karektera me Xalîse bi devoka herêma xwe diaxive, em bi erdnîgarîya xwe devoka xwe û urf û adetên xwe li ser pîyan in. Fêlbazek hebû û her tiştan rast derdixistin gelo qedera ku bi Kurdistanê ve girêda ye, lê fêlbaz dibêje Kurdistanê nedane tu kesî dê nedin we jî. Rexneyek li nivîskaran jî hatiye kirin dibêje li payiz kafeyê kovarên tirkî digirin destê xwe lê mixabin qaşo nivîskar in. Di rûpela 6an da dibêje; Ez bavê Teyro me, Mergo me, Zingo me, ez bavê Adem im, nivîskar jî dibêje em jî bibin bavê Adem û hemû cîhanê bên qutkirin. Ev jî hêvîyek bû. Qala 12ê Îlonê hatiye kirin qala êşên civakê û destdirêjîya neyar. Qala cuha avê hatiye kirin gelo dengê me di nav wan cuhan de hat fetisandin an xwîna me bi wê ava cuhê hatiye şuştin? Ez bêm li ser 9 çîrokan her çîrokek bi serê xwe bû êşa civakê û derûnîya civakê bû, qirêja ku li ser jinan tê kirin û bi kîjan xal me diqedînin. Novelek serkeftî bû.

Piştî axaftinên endamên komê qediyan Şener Ozmen dest bi axaftinê kir û wî jî wiha got:

“Ez nizam gelo ez ê dilê we rehet bikim an na di serê serî da her cara ku ez ji bo xwîner roman an çîrok dinivîsînim ez ji xwe ra vîya dibêjim: Şener şaşîtîyê neke berê xwîner nede ser gêjîtîyê. Baweriya bê hêvîtîyê ji rih dernakeve. Ev civak ne civakeke ku ji xwe re xeyalek çê bike her tu çi dinivîsînî binivisîne, lê nivîskarek gorî bîr û baweriya xwe an jî gorî çavkaniya xwe endezyariyê dike, ev ne ji bo min derbasdar e, ji bo gelek nivîskaran derbasdar e. Gava ku endezyariyê dikin ez di destpêke da spasiya we hemûyan dikim ku we pirtûkê kêlî bi kêlî xwendiye û rexneyên ku we hemûyan kirin yek bi yek bi cih bûn qelsiya karekteran, tevlîhevî, anîna şorbeyê û malbatek antîpolîtîk helwesteke din derdikeve rast e mirov gava ku dixwîne nakokî derdikevê holê kesek bê îdeolojî û di bin çav da şorbeyê dibe. Gelo mecbûr e ku malbateke şoreşger gerek zarokên wan jî şoreşger bin lê mixabin carna berevajî jî dibe. Ez bêm li ser postmodernîzmê ez jî dixwazim tiştekî xweş binivisînim lê carnan piştê du-sê paragrafan û hinek xwendinan ez jî têk diçim. Ez asta xwînerên kurd gelek bilind digirim çimkî dixwînin ez dibînim deh kes bin jî ew ji bo min gelekî girîng e. Ez ê di edebiyatê da hewl bidim ku ji bo deh kes bin jî ez ê binivîsînim. Ji ber ku dibistanên me tune ne, dê tune bin jî tiştekî em dibêjin wêjevanek ku edebiyata wî dîroka wî dewleta wî bajarê wî gundên wî dam û tezgêhên edebiyatê de vana hemû hêvîyek dide wî nivîskarî. Tiştê ku ji bo min girîng e, wêjevanekî bê hêvîtîyê dest pê dike lewheyek vikî vala li hemberê te ye û tu ji xwe ra xeyalek dikî. Gelo çima di salên 90î da lehengê romana Kurdî berê wan li Stenbolê bûn? Ji ber ku ji bo wan lehengan entelektuela modernîzmê tiştên di nav modernîzmê da, di nav wê jiyanê da Stenbol bajarek buhem bû. Amed ne bajarek buhem bû ne buhem bû lê bûbûna bajarekî postmodern ev tişt ne pêkan bû. Sûr li ber çavên me têk çû niha festîval li ser sûran çêdikin. Ez wan rojan çûm, her tişt gelek xweş kirine,  gel bi kêfxweşî li ser wan sûrên ku jar li ser serê me barandin hemû weke ku tu tişt nebûye. Axx vaye ji we ra mekan ez ê ji we ra qala çi bikim. Rewş ev be dê ji min ra bibêjin ez ê çawa tiştekî baş binivisîn im. Ez gelek nivîskaran hez dikim ji gotinên wan çîrokên wan, heta dixwazim bibim wek wan. Kes heye ku zimanê wî/wê neqels be? Niha wêjevanên di nav vê meselê da wek Joys jê dipirse te çima bi zimanê xwe nenivîsand? Zimanê ku hin li ser gramera wî hemû fikir nîn in ez ê çawa wê zimanî binivisînim, em li ser çi hem fikirin gelo? Vegotin, devok an ferheng devoka Cizîrê, Hezexê, Amedê ez ê tenê devokek binivisînim ku ez bikim Colemêrg Amed û hwd dê xwîner aciz bibin. Ez îronîyek nakim, yekî ji min pirsî got: Çima lehengê edebîyata Kurdî têk diçin çima evînek dernakeve û rengîn biqede hertiştê xweş biqede gerek her tişt ayidê te û Kurdewarîyê be. Ku tu bibêjî ez nivîskar im welatên derewkar dibêje tu kîjan zimanî dinivîsîn hinek dizanin hinek dibêjin gelo bi wî zimanî edebiyat dibe, nabe êdî em ji wê merheleyê derbas bûn mijara ‘Kurê Dêlê’ bi tu awayî hinek ne tê da nivîskar azad bû her tiştî her devokî her metotî bi rê û rêbazê binivisîne ku tu qala postmodernîzmê bikî kîjan di qîrênê da modernîzm hat hêştin ku Kurd modernîzmê bijîn gelek entelektuelên wan demên 40î berê xwe dan Rojava bûn pêşmerge û bûn Gerîlla xeynê her tiştî bûn Osman Sebrî, Nuredîn Zaza ew jî entelektuelên me bûn. Ji edebiyata rojhilat jî hin tiştan girtîye ne hemû ayidê Kurdan in. Ez bêm li ser karekterê romanê ceryancî ew qala çiruskên ku dikevin erdê li wir qala serhildana elektropola hatiye kirin gelek îşkence bûye û gelekan hişê xwe wenda kirine. Tiştek rast heye û ew jî îktîdar û dewlet bi xwe ye min xwest bi karekterê ceryancî qala îktîdarê bikim. Em bên li ser Bîyanê rast e an metefor e, ez tişteke realîst nanivîsinim û nikarim binivisînim heqîqet pirr aliye ya dê bibe novelek polîtîk yan jî evînek bê hêvî. Ez wek Kurdek bi rê û rêbaza niviskarîyê ez ê minaka Kawa nemir bidim heta Kawa nemir sax be dê ev tişt bên gotin û em jî bê qisur binivisînin. Dest dirêjiya Bîyanê destdirêjiya mirovan e zarokatiya te di wêjeyê da li te diqelibe ji te naqete. Pirtûk hem sosyolojî hem jî piskolojî bûn. Ez ê Joys her tim bixwînim dibe sebeba nivîsandina min dê çi bibe.  Têkçûna me têkçûna bajarê me, dîroka paşeroja me pêşeroja me, ez dikarim ev bibêjim tu nivîskar di nav vê qirecirê da nanivisîne. Gerek em bi curet bin û her tişt bipeyîvin û binivîsin.

DEŞÎFRASYON: SEVGUL ŞAŞMAZ


Gotinên miftehî :