Mirtib û Qereçî ne yek in!
Li ser Qereçî û Mirtiban, Semînarek ji hêla lêkolîner û nivîskarê malpera Çandnameyê Dilazad Art ve di 14ê cotmeha 2018an de li Navenda Komelê ya Şaxa Êlîhê hate dayîn. Di vê semînarê de „Qereçî“ û „Mirtib“ wek yek beş û tevlihev hatine binav kirin. Esas di semînerê de mijar „Qereçî“ ne lê „Mirtib“ jî wek çandek ji vê civatê hatîye danasîn. Ev xeteyek sosyolojîk e û nabe ku em qereçî û Mirtiban bikin yek. Du mijarên sosyolojîk lê ji hev cûda cûda ne.
Mitirb Kurd in. Muzîkjenên aşîrên kurda ne. Her eşîr, Mitirbên wan hebûn û di odeyên axa û begên kurdan de, di dawet û şahîyên eşîran de Mitirb lokên şahî, destan û wêjeya Kurdî ne. Nabe ku em wan bi ser „Qereçî“yan ve bihesibînin. Qereçî miletek xwedî ziman û çand in û cîhê jê hatine kurdistanê dîyar e. Bi kurdî dizanin, lê ne Kurd in.
Dilazad Art, qereçîyan bi navê „Dom“an binav dike û taybetîyên „Mirtib“ û Qereçî“yan dixe serhev û wek Qereçîyan binav dike. Lê di eslê xwe de Dilazad Art di seminarê de bahsa Qereçîyan kirîye.
Ka em binêrin di derheqa mijarê de Dilazad Art çi gotîye:
„Ji dema ku ji welatê xwe ê eslî hatine heta mîladî sala 1990î bi awayê koçberîyê jiyana xwe domandine. Di jiyana dema koçberîyê de bingeha Doma kon û komkon bû. Bi taybetî li gunda kon divekirin. Dom li gorî nasîtî û êlîtîyê koç dikirin. Komkon ji sê – çar kona pêkdihat. Serokê / mezinê her komkonekê hebû. Ev serok bi taybetî ji ê zilam û ji ê herî pîr dihate hilbijartin. Ev hilbijartin bi awayekî sirûştî çêdibû. Ne ku bi rayan dihate hilbijartin. Di nav komkonê de ji zilaman kî pîr bûya ew dibû serokê komkonê.“
Dilazad Art, di vir de ji mere analîzek xweş li ser „Qereçî“yan dike. Lê „Qereçî“ ne „Mitirb“ in.
Li ser vê mijarê di 09ê Gulan 2019an de, di Basnews beşa Tirkî de nivîsek Murat Akkuş derket. Di nivîsa Murat Akkuş de jî „Qereçî“ û „Mirtib“ wek yek grûbê, bi navê „Qereçî“yan hatîye binav kirin. Murat Akkuş, bê ku li ser vê mijarê lêkolînek bingehîn bike hema gotîye; „Romanên (qereçîyên) kurdan mirtib in“(!) û mijar bi gotinên nav civatê xwestîye pesend bike:
„Kurd bi gelemperî ji qereçîyan re dibêjin Mirtiv, Qereçî, yan jî Bengzade!“(!)
Li ser vê mijarê Konê Reş, zelalîyek xweş bi pênûsa xwe pêşkêşî me kirîye. Mixabin tenê beşa „Mirtiban“ zelal kirîye di nivîsa xwe de. Em çend xetan ji Konê Reş bi hev re bixwînin:
Mirtib;
„..amûrên muzîkê wek def û zirnê, kemançe û tembûrê ji xwe re bibijêrin, li ber deng û jenên wan kul û xem, kêf û şahiya xwe bînim ziman û pêre biraqisin.. ji mêj ve, muzîk, stran û semayê rola xwe di civaka wê de listiye û akama xwe di derûna mirovên wê de kola ye. Ta pileyekê ku mirovên wê nikarin dûrî stran û muzîkê bijîn.
...
Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka Kurdistanê kiriye wiha jî hez muzîk, stran û govend û dîlana kurdî kiriye û di encamê de rêzgirtin ji mirovên muzîkjen û dengbêj re girtiye. Ewên ku muzîk bi liva destên wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hunandine..
Ji wan muzîkjen, dengbêj an aşiqan re hatiye gotin (Mirtib). Ew mirtib, ji eynî êlê bûn, xwedî giyanekî sivik yê kêfê bûn. Karê wan yê sereke, şahiyên şokirin û kirîvantiyê bi amûrên mûzîkê wek def û zirnê û kemaçê xweş dikirin û cemawerên beşdar li ber dengê wan û amûrên wan direqisîn û sema dikirin. Hem jî, stranên di pesnê axayê êlê û eşîrên êlê de himberî êlên din re pesin didan.“
„Mirtib“ û „Qereçî“ ne yekin. Tevlihevkirina van, xetayek sosyolojîk e.
Mirtib: Li Kurdistanê her eşîr mirtibên wan hebûn.
Mirtib, dengbêj û muzîkjenên eşîrê bûn. Dîwana eşîrê, dawet û şahîyên eşîrê bi kilam û muzîka mirtiban geş dibû. Wek cûreyek ji hunermendên eşîrê, demek dirêj rolê xwe di nava eşîrên kurdan de meşandine. Bi hesteyarîyek mezin xwedî li çanda kurdî, Wêjeya kurdî derketine û parastine. Estrûmanên wan, def zirne, mey, kemaçe bûn.
Li ser eşîran beşek ji çêkerên pesin, destan û serpêhatîyên eşîrê bûn. Di bin parastina eşîrê de her bi eşîrê re jiyane.
Li gundan, di nava eşîrê de bicihdibin. Runiştînerên eşîrê ne û ne gerokin. Bi eslê xwe Kurd in. Muzîkjenî, hunerekî malbatî, di nava eşîrê de her meşandine.
Mirtib, parsekî, dizî an jî geştgerî nedikirin. Karê wan hunermendî bû. Di bin parastina eşîran de, debara xwe bi dawet, şabaşî û alîkarîya eşîrê dimeşandin.
Qereçî (Roman); Cûreyek dine. Bingeha wan, welatê wan bajarekî Karaçî, ku niha biser Pakistanê ve ye. Ji vî bajarî li pir welatan belavbûne. Kêmhateyek koçber û gerok in li Kurdistanê.
Qereçî; êl êl (Grûb grûb) digerin. Di konan de dijîn. Cîhekî wan yê rûniştinê tineye. Her êl xwedî serokek êlê ne û bi saya serê wî serokî li derdorên gundan dem dem bicîh dibûn. Gero bûn. Her êl, bi hunermendîya xwe debara xwe bi muzîk, çêkirina diranan, bêjingan û seradan Wyd. dimeşandin. Fal û falbazî ji xwe re dikirin kar. Her gundê ku êla wan dihat, mal bi mal li geştê digerîyan. Jinên wan fal vedikirin. Car caran dizî jî dibû kar ji wan re.
Divê em Qereçî û Mirtiban tevlihev nekin.
21.05.2019