Ma tew çaryeyekî te jî tunebû malxirabê?
Li Navçeya Erxenî pismam û dotmamek, çend roj berê bi hev re zewicîbûn. Dizekî navdar jî wan dişopîne ku çi wext derkevin derve, zêr û zîv û xişrê wan bidize. Yek roj, du roj, heft roj… Bûk ji zilamê xwe re dibêje:
“Pismam, ev çend roj e em li hundur gemar bûne, bê nefes mane, em fetisîne. Ez dixwazim em hinekî derkevin derve, bila bêhna me hinekî were ber me.”
Pismam dibêje:
“Belê dotmam, ez jî wek te difikirim. Em gavekî biçin li ser Çîyayê Zilkîf Pêxember, hinek hewaya paqiş bikişînin dil û cegerê xwe.”
Bûk şîvê ji ser argun datîne û ew û zilamê xwe bi destê hev digirin û berê xwe didin Çîyayê Zilkîf Peyxember. Dizê navdar jî wan dişopîne ku bûk û zava ji mal derketin çûn. Bi lezgîn derî vedike û diçe hundir. Çi heye, çi tuneye tev dide. Ne nivîna, ne balîfa, ne jî textebenda berdide. Ji alîyê xişr ve tu tiştekî nabîne. Bê çare diçe aşxanê û di nihêre ku qûşxane tije xwarine. Devika qûşxanê radike û zikê xwe dide ber xwarinê, xwe têr dike. Wexta çûyinê peyamekî wiha ji kebanîya malê re dinivisîne:
“Bûka delal û zelal; çi derewa bikim, ev xwarina ku te amade kiriye gelek xweş bû. Min zikê xwe têr kir. Lê tu zanibî ez tew dilxweş nebûm. Hey qehbika qehbik! Ma tew zêr û zîvê te tûne bû? Tu çawa jin î? Hey bê miradê, ma çaryekekî te jî tunebû?”
Resûl SERGEWRE