MEŞA JIYANÊ
Dema mirov riyeke rast dît, beyî ku dudiliyek bijî bi biryar li ser bibe rêwî û bimeşe.
‘’Her jiyan çîrokek e û çîrok jî rêwîtîya me vedibêje.’’ Bi vê hevokê meşa jiyanê dest pê dike. Her jiyan bi meşa xwe dest pê dike lê meşa jiyana Kurdan çawa dest pê dike? Bersiva vê pirsê di pirtûka Kerem Bîlen a bi navê ‘’Meşa Jîyanê’’de ye. Kerem Bîlen ciwanekî ji Qilabana Şirnexê ye.
Em herî zêde pirtûkên nivîskarên bi nav û deng dixwînin. Li gorî me çiqas pirtûkên nivîskaran hebin ew nîvîskar ewqas serkeftî ne. Nivîskarên ku nikarin dengê xwe bigîhîjînin me gelek in. Ji wan yek jî nivîskarê pirtûka’’ Meşa Jiyanê’’ Kerem Bîlen e. Kerem Bîlen bi vê berhema xwe ya ewil dengê xwe ji zindana Trabzonê digihîjînê me. ’’Meşa Jiyanê’’romaneke ji panzdeh beşan û 382 rûpelan pêk tê. Ji weşanên Aryenê derketiye. Pirtûk bi berga xwe naverokê bi me dide hîskirin. Bi bergê berê me dide meşa jiyana sê hevalan. Mijara pirtûkê serpêhatiya sê hevalan e. Pirtûk ji panzdeh beşan pêk tê. Her beş bi mijarek dest pê dike û her mijar di nav hevde hatiye honandin. Zarokatî, ciwanî, xwenasîn, rexne, êş, kenîn, evîn, dilsozî û hevaltî bûne mijara pirtûkê. Karakterên pirtûkê sê heval in Şivan, Serbest û Evdo ne. Vebêj Şivan e. Em pirtûkê bi vegotinên Şivan dixwînin. Beşa yekemîn bi Şivan re me jî ji xewê şiyar dike. Berê me dide zozanan.’’Hewa hênik bû. Bayê zozanan paqij bû. Li ber bayê hênik û paqij xewa sibehîyan xweş bû. Nemaze xewa zozanan.’’(r11) Şivan dibe rêberê xwîneran wan bi xwe re zozanan digerîne, wan dibe li ser çemê Hêzil. Zozan biharan bê giha nabin Şivan û hevalên xwe Serbest û Evdo bi hev re diçin giha biçinin. Ev her sê zarok bi kêf diçin civandina gihayan lê çûyîna bi kêf vedigere vegerîna bi tirs. Her sê zarok dimînin derengîya êvarê. Êdî roj çûye, cîhê xwe ji tariya êvarê re hiştiye. Zarok ji tirsan êdî nikarin vegerin konên xwe. Di nav tirs û xofê de ji xwe re rêberek digerin ew rêber Evdo ye.’’Evdo wekî herdemê li pêşî bû. Evdo ji me herduyan jî wêrektir bû.’’(r22) Evdo pêş Şivan û Serbest pişt wî benda çirûskek ronahîyê bûn. Ew ronahî bi navê Merwan û Rûbar derdikeve pêşberî wan. Mervan, Rûbar û hevalên din şervan in. Di reşa tarîyê de ji wan zarokan re dibin hêvî. Kefiya ku Rûbar dide Şivan hemû tirsan dinuxumîne. Pirsa Rûbar ku ji Şivan dike ew ê bibe pêşeroja Şivan.’’Tu naxwazî bibî şivanê welatê xwe?” (r39)
Di beşa duyemîn de êdî sal derbas bûbû. Her sê zarok êdî bûbûn sê ciwan jîyan didomiya lê Evdo dixwest wekî zarokatiya xwe di ciwantiya xwe de jî bibe rêberê hevalên xwe. Evdo bi nameya ku pişt xwe dihêle ji hevalên xwe diqete. Wî êdî dabû pişt xeyalên xwe. Çûyîna Evdo li ser Şivan bandor çêkiribû. Şivan geh Evdoyê hevalê xwe difikirî geh jî evîna dilê xwe Lorînê difikirî. Jîyana Şivan bûbû du beş. Beşek evîna welat bû yê din evîna Lorînê bû. Şivan di nav van her du evînan de bê biryar ma bû. Heta ku Rûbar û Evdo hatibû zoma wan. Piştî vê hatinê Şivan û Serbest jî bûbû rêwîyê rîya Evdo. Şivan di vê rêwîtîyê de xwîner deşt û çîyan digerîne. Di vê gera kembax de me bi ciwanekî dide nasîn ev Şervanê ciwan e. Şehadeta Şervanê ciwan hem xwîner difikirîne hem xemgîn dike. Şervan çûyîna xwe ya bêwext dilê mirov disojîne. Şivan piştî salekî vedigere malê dixwaze serê xwe bide ser çonga dayîka xwe û xwe ji hemû xirabiyan dûr bixe. Lê ev daxwaza Şivan zû dawî dibe wî ji destên dayîka wî ya dilşewat derdixin û dibin. Wî deh salan ji hezkiriyên wî dûr dixin. Piştî derketina zindanê tu tişt wek xwe ne maye êdî gundê Şivan tune ye. Gund hatiye kavilkirin gundî bûne penaber berê xwe da ne Başûr. Bi alîkariya xwişka xwe û hevjînê wî Şivan jî berê xwe dide Başûr êdî ew jî penaber e. Piştî deh salan her tişt guherîye. Mîrzayê biçûk bûye xort, dê û bavê wî êdî pîr bûne. Şivan piştî deh salan dixwaze sê kesan bibîne Evdo, Serbest û Lorînê. Evcar nameya Serbest digihîje destên Şivan. Ev nameya duduyan e ku digîhîje li ber destên Şivan. Nameya ewil a Evdo bû. Evdoyê ku ji Şivan û Serbest bi nameyek xatir xwestibû û pişt xeyalên xwe çûbû. Nameya duduyan ji Serbest tê û digîhîje destên wî. Ev nameya dawî hemû xeyalên Şivan dikuje êdî Evdo tune bû. Evdoyê rêberên hevalên xwe bûbû qurbana berjewendiyan. Şivan dixwest xwe bigîhîjîne Serbest. Êdî dem nema bû Şivan Evdo wenda kiribû Evdo mirinekî heq nekiribû hatibû kuştin. Dixwest xwe bigîhîjîne Serbest di vê rêwîtîya ku biçe ber Serbest Lorînê dibîne Lorîna dilê xwe lê Lorîn jî êdî evîndara welatê xwe bû. ‘’Jiyan rêwîtîyekê ne diyar e’’(r. 73) Jiyan wek vê hevokê ji bo Şivan rêwîtîyekî ne diyar bû. Bi şehadeta Serbest rêwîtîya jiyanê reş û tarî bûbû. Kerem Bîlen bi van sê karakteran gelek rewşan bi pênûsa xwe xemilandîye. Bi zozanan bêhna gul û sosinan firandîye. Hevaltî û dilsozîyê di her rûpelê de neqişandîye. Şivan, Serbest û Evdo sê zarok, sê ciwan, sê dilsoz, sê rêheval. Şivan geh dibe zarok li zozanan digere geh dibe evîndar deşt û çiyan digere. Evdoyê bi xwe bawer rêwîyê rîya azadîyê! Serbest palpişta Şivan û Evdo!
Di pirtûkê de her beş çarenûsa vî gelî aniye ziman. Ciwanên ku evîna dilê xwe bi evîna welat re diguherînin. Ciwanên ku dibin dîl û di îşkenceyan re derbas dibin. Gundên kavilkirî, kuştina bê heq. Çarenûsa ku li vî gelî hatiye ferzkirin. Di pirtûkê de rexneyan jî cihên xwe girtine. Ciwanên ku bi salan in di zindanê de ne kesên herî nêzên wan li wan napirisin. Rexneyek ji rexneyan e. Nivîskar evîna Şivan û Lorînê di nav zozan û çîyayan de honandiye. Evîna Şivan û Lorîne çarenûsa ciwanên vê welatê evîna Siyabend û Xecê ya bê miraz e. Çîroka pepûkê dibe çîroka birakujiyê û di guhên her Kurdek de olan dide. Nivîskar gav bi gav meşa jiyana Kurdan nivîsîye. Her mijar hesteke dide jiyîn xwîner geh histirên çavan dibarîne geh bi kêf û henekên wan re dikene. Bi xemlandina gotinên pêşîyan tehmek folklorîk dide pirtûkê. Nivîskar serpêhatiya hezaran di nav 382 rûpelan de honandîye. Xwîner dibe Şivanê penaber ji welatê xwe dûr dikeve. Dibe Serbest demeke bê wext bi stêrkên asîman re difire. Dibe Lorîn li çîyayan Siyabendê Xecê digere. Dibe Evdo û diqîre MEZIN BIFIKIRIN Û MEZIN BIJîN. HER MIROV QANDî MEZINBÛNA ARMANC Û XEYALÊN XWE HÊJA Û AZAD E!!!
Rûken AMED