Lêkolîn û Guman 2
Bi sed salan e lêkolîner û zanyarên kurdan hewil didin ku wêjeya kurdî jî wek wêjeya faris, ereb û tirkan ên cîranê xwe, bibe wêjeyek ku li bazarê pere bike. Ehmedê Xanî ji vê rewşê gazindan dike û wiha dinivîse, sê sed û bîst û du sal berê: “Çibkim ku qewî kesad e bazar/Nîn in ji qumaşî ra xerîdar” (Xanî. 2010:141) Mebesta min bi vê destpêkê ew e ku ez balê bikişînim ser xebat û lêkolînên giranbiha yên wêjeya kurdî. Lê mixabin ku her dem pêşî lê hatîye girtin. Wek mînak îro jî bi milyonan kurd li ser axa welatê xwe ji mafê perwedeya bi zimanê xwe hatine mehrûm kirin. Bi tevî vê pêşîlêgirtinê jî lêkolîner û zanyarên kurdan her dema ku derfet dîtine bi awayek xwebexşîyane xizmeta ziman û wêjeya kurdî kirine. Ez ê di vê nivîsa xwe da pirtûka Îbrahîm Seydo Aydoganî ya bi navê “GUMAN 2 Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî” binirxînim.
Me di nivîsa xwe ya “Lêkolîn û Guman 1”ê da: http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/makale/L%C3%AAkol%C3%AEn_%C3%BB_Guman_1 balê kişandibû ser lêkolînên Îbrahîm Seydo Aydoganî yên li ser zimanê kurdî.
Berî ez dest bi nirxandina pirtûkê bikim dixwazim balê bikişînim ser pêşkêşa Îbrahîm Seydo Aydoganî ya bi navê “Romana Kurdî û Rexne û Ziman” ku di 23yê Adara 2013an da, li Kulûba Xwendinê ya Diyarbekirê kiribû û di hejmara sêyem a kovara Wêje û Rexneyê da hatibû weşandin. Ev pêşkêş jî dikare wek kurteya pirtûka Guman 1 û 2yê bê nirxandin.
Pirtûka GUMAN 2 Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî ji lêkolînên nivîskar ên ku li ser wêjeya kurdî û romana kurdî hatine kirin pêk tê. Di nava Weşanên Rûpelê da, di sala 2014an da derketîye. Di pêşgotina pirtûkê da li ser girîngîya rexneya zanistî bi palpiştîya gelek pisporên romanê, hatîye rawestin. (Aydogan. 2014: 11) Her kesek li gora xwe cureyên rexneya edebî dîyar dike. Wek mînak di pêşgotina Guman 2yê da hatîye nivîsîn ku akademîsyenê fransî, pisporê romanê, rexneyan li ser sê beşan dabeş kirîye: Yek danasîna pirtûkên wêjeyî di kovar û rojnameyan da, du rexne û nivîsandinên nivîskaran li ser berhemên hev, ya sêyemîn ku wek bîra wêjeyê jî bi nav kiriye, rexne an lêkolînên zanistî ne. Di dawîya pêşgotinê da nivîskar balê dikişîne ser rexnegirîya kurdî û bi awayek ku gelek kes ji bo wî dibêjin, gotinê tîne ser quretîya rexnegir û bi xwe dibêje ku em çi qas nefspiçûk bin jî rexne bi xwe dê fortan li nivîskaran û berhemên wan bike. (Aydogan. 2014: 21)
Nivîskar gotarên xwe yên ku di demên cuda cuda da nivîsandîye li ser du beşan dabeş kiriye: Beşa yekê bi navê wêjeya kurdî ye ku tê da heft gotar: 1-Wêjeya Kurdî û Bîr, 2-Roman û Vegotin, 3-Ziman û wêje di ber çapemenîya kurdî re, 4-Pexşan û roman di wêjeya kurdî de, 5- Celadet bedirxan, çavkanîyên hawarê û kurdanîya bîrewer, 6-Di metbexa ziman û wêjeya kurdî de jina kurd, 7-Di wêjeya kurdî de lehengên jin di romanên mêran de, cih digirin. Bi min her du gotarên dawîn ên bi navê “Di metbexa ziman û wêjeya kurdî de jina kurd” û “Di wêjeya kurdî de lehengên jin di romanên mêran de” girîng in. Di naveroka pirtûkê da jî ev du gotar ji alîyê nivîskar ve hatine binxêzkirin. Wek me berê jî nivîsî ji xwe mafê perwerdeya bi zimanê xwe ya kurdan hatîye bin pê kirin. Mafê jina kurd ya perwedeyê tew bi riya te’asuba dînî ji alîyê civata kurd ve jî kêmtir bûye. Lewma meriv kare bibêje ku ev du gotar di vê mijarê da çavkanîyên giranbiha ne.
Beşa duyem bêtir ji goterên rexneya romanên kurdî pêk tê. Gotara pêşîn sernivîs bi navê “Romanên Mehmed Uzun” e. Binnivîs jî bi navê “Avakirina lehengan û tevna vegotinê” ye. Nivîskar bi nîşeyan dîyar kirîye ku ev nivîs di gelek kovarên Başûr (Nûbûn) û Bakurê (Çirûsk) Kurdistanê da, di demên cuda cuda da hatîye rewîzekirin û weşandin. Wek tê zanîn dema Mehmed Uzun li heyatê ye rexne hîn tundtir in ji rewîzeya piştî mirina wî. Ev nivîs jî bi yazdeh fotografan hatîye dabeşkirin ku du jê jî wek destpêk û encama nivîsê li Mehmed Uzunî ne. Gotara duyem a beşa duyem bi sernavê “Stockholm Dibêje Bê Çi Dîtîye”, romana Bavê Nazê ya bi navê Stockholmê te çi dîtîye bêje, ye. Gotara sêyem jî li ser romana Hesenê Metê ya bi navê “Labîrenta Cinan” e. Gotara çaremîn jî bi sernavê “Sorê Gulê û Romanek Nîvcomayî” ye. Di vê gotarê da romanên Silêman Demîrî têne nirxandin. Di gotara pêncan da bi sernivîsa “Fîlozof û Romannivîsîya Lokman Polat” rexneyên tund li romannivîsîya Lokman Polat têne kirin. Di gotara şeşan da jî bi sernivîsa “Sobarto û Romannivîsîya Helîm Yûsif” romannivîsîya Helîm Yûsif tê nirxandin. Di gotara heftan da bi sernavê “Romaneke Marjînal: Jar Lê Sermest û Lokman Ayebe” mijara balkêş a romana Lokman Ayebeyî tê nirxandin. Gotara heştan bi sernavê “Firat Cewerî Çawa Xwe kuşt?” e. Di vê gotarê da li ser romana Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim û romannivîsîya wî tê rawestin. Ji dervayê berhemê hinek helwestên Cewerîyî jî têne nirxandin. Di gotara nehan da bi sernavê “Şevbihêrkên Şevên Xalî ya Enwer Karahan”î li ser çîrokên Enwer Karahanî tê rawestin. Di gotara dehan da bi sernivîsa “Heyama Nû” û binnivîsa “Mexzena Xwînê an jî koleksîyonên binhişîna nifşên nû” li ser helbestên nûjen ên Rênas Jiyan radiweste. Di gotara dawîn a yazdehan da, bi sernavê “Bandor û Entertekstualîte” Li ser bandora piralî ya nivîskaran li ser hev û têkilîya di navbera tekstan da radiweste. Bi min ev gotar hêjayê pesindayînê ye ku hinek pîvanên rexnegirîyê zelakirîye.
Wek encam em karin bibêjin ku Îbrahîm Seydo Aydoganî mamosteyek hêja yê Ziman û Wêjeya kurdî ye. Bi weşandina gotarên xwe yên ku di dersên kurdî da bêjing kirîye, di panel, semîner û konferansên navnetewî da pêşkêş kirîye, wek pirtûk xizmetek giranbiha kirîye. 01.08.2017