Li ser Rexneyên Fahriye Adsayê…
Fahriye Adsayê di Heftenameya Basê hejmar 12 a 20-26 Adar 2017an de, nivîsek bi sernivîsa “Bersiv bo Birêz Îsmaîl Beşîkcîyî” weşand. Di vê nivîsê de, îfadeyên Fahriye Adsayê bi awayê “Beşîkcî, hemû şêxan di nava heman kategorîyê de dinirxîne, dikirpîne ku ti ferq di nava wan de tuneye” hene. Ev nirxandin li ser nivîsa Sê Kurda ne.
Di dawîya nivîsa ‘Sê Kurd’ da agahîyek wiha heye: “Ez ne di wê qen’etê de me ku Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî yên pê re hatin îdamkirin, piştgirî dane rejîmê di tehcîra ermenîyan de, paşê beşdarîya talana malê ermenîyan kirine û ji vê talanê jî par girtine. Lê dema ku rabirdûya kes, şêxên li hember berxwedana Şêx seîd bi rejîmê re tevgerîyane bê lêkolînkirin, dikare bê gotin ku wan di tehcîra ermenîyan de li kêleka rejîmê cih girtîne, beşdarîya talankirina malê ermenîyan kirine û ji vê talanê para mezin girtine. Divê ev dîtin di qadên cuda yên Kurdistanê de bê test kirin.”
Bi tevî ku di nava şêxan da ji hev cudakirinek wiha pir mezin hatîye kirin jî gotina Fahriye Adsayê ya “Beşîkcî hemû şêxan di nav heman kategorîyê de dinirxîne” neheqî ye.
Rexneyek dî ya Fahriye Adsayê bi awayê “Beşîkcî gotiye hemû şêx beşdarê talana malê ermenîyan bûne, ji vê talanê par girtine”. Beşa nivîsa Sê Kurd a ku li jorê hat dîyarkirin jî nîşan dide ku ev rexne jî bêpalpişt e.
Di nivîsa Sê Kurd da li ser çavkanîyên welatperwerî, netewperwerîya kurdan dihat rawestin. Di vê çarçoveyê de, balkişandina Fahriye Adsayê ya ser Ubeydullah Nehrî di cih de ye. Dikare bi hêsanî bê gotin ku welatperwerî, neteweperwerîya Ubeydullah Nehrî û zarokên wî jî ji medreseyan tê. Helbet bêyî behskirina ji medreseyên li Şemzînanê behskirina Medresa Barzan kêmanî ye. Ev kêmanîya min e… Ger Ubeydullah Nehrî û zarokên wî li akademîyeke leşkerî ya Stenbolê an Bexdayê perwerde dîtibana, li gor qen’eta min ew qasî welatperwer, netewperwer nedibûn. Wê demê dê ne kurdan, Kurdistanê, Osmanî biparastana. Divê lêkolîna rewşa perwerdeya kurdên welatperwer, netewperwer ku di dîrokê de hatine dîtin û nirxandina çavkanîya welatperwerî, neteweperwerîya wan girîng be.
Yek ji rexneyên Fahriye Adsayê jî bi awayê ‘dema ku Beşîkcî dîtinên xwe vedibêje çavkanîyek nîşan nade’ bû. Di nivîsa Sê Kurd da, pirtûka Şakir Epozdemirî ya li ser Medereseyê Kurdan, pirtûka Armenouhie Kevonianî ya Dîlana Reş a Gulîzerê, Çîroka Rastîn a Keça Ermenî ku ji alîyê Begek Kurd ve hatî revandin, pirtûka Îbrahîm Sediyanî, Bi Her Alîyê Xwe, Qiyama Şêx Seîd wek çavkanî hatine nîşandan. Di nivîsa Sê Kurd da, kunyeya van pirtûkan bi awayek ber fireh hatîye nîşandan. Bi taybetî pirtûka Armenouhie Kevonianî çavkanîyek pir girîng e. Pirtûk cara pêşîn, di sala 1946an da, li Parisê bi ermenkî hatîye weşandin. Tirkîya wê di 2015an de, li Stenbolê hatîye çapkirin. Di pirtûkê de tê dîtin ku revandina keça ermenî ji alîyê Hecî Mûsa ve, cînayetên wî, şewitandina gundan, fişar-zilma li ser ermenîyan, sirgûn… her gav ji alîyê şêxan ve bi awayê ‘minasibê Îslamê ye’ hatîye nirxandin. Di vê serdemê de kurdan çek hildaye. Alayên Hemîdîye û hwd. Çek hildana ermenîyan, çek girtina wan qedexe ye.
Divê behsa pirtûkek ku di nivîsên berî nivîsa Sê Kurd da behis hatibû kirin û di vê nivîsê de behis nehatîye kirin jî bê kirin: Pêwendîyên Civakî li Diyarbekirê di Serdema Osmanî de (1870-1915) Berhevkar, Joost Jongerden-Jelle Verheij, Weşana Universiteya Bilgi Stenbol, Kanûn 2015
Di vê pirtûkê da, nivîsek Jelle Verheij, bi sernivîsa Diyarbekir û Qeyrana Ermenî 1895 heye. (r.87-148) di dawîya pirtûkê da, pêvekên vê nivîsê hene. Pêvek A, bi sernava Lîsteya Miweqet a bicihbûna Xeyrêmisliman li dor salên1900an, li Parêzgeha Diyarbekirê (r. 301-337). Pêvek B, bi sernivîsa Çarenûsa Beşa Çoltarê Diyarbekir û Qeyrana Ermenî 1895 (r.339-348) hatine dayîn. Ev lîste, pir zelalkar in. Zelalî bo gelek mijaran dihînin.
Rexneya azad, azadîya derbirînê di zanistên civakî de pir girîng in. Ev mercên sereke yên berhemînana zanistê ne ku bêyî wan zanist pêk nayê. Dixwazî bê ecibandin, dixwazî neyê ecibandin, dixwazî bersiv bê dayîn, dixwazî neyê dayîn rexne her dem girîng e. Nivîskar di nivîs, pirtûkên xwe yên paştir da van rexneyan li ber çavan digire.
Di vê navê da, divê em vê mijarê jî bi bîr bînin: Nirxandina nivîsên Sê Kurd, Du Kurd û Kurdek bi hev re rasttir e. Ez vê jî piştî nivîsa Kurdek fêr bûm ku Ebdilah Cewdet (1870-1931) nivîsên xwe bi nasnavê Kurdek dinivîsîye…
Werger: Ahmed KANÎ