Li Xwe Mukirhatin
Roja yekşemê (10.11.2019), li Amedê şêwra Koma Xwendinê ya Amedê, li ser romana Welat Dilken a bi navê “Şeva Dawê” hebû. Min jî derbarê şêwrê da li binê wêneyê komê wiha nivîsî bû: “Me îro Li Amedê wek koma xwendinê ya romanên KURDÎ romana bi navê Şeva Dawî ya helbestvan, romannûs û yekem Nivîskarê pirtûka çîrokên wêjeya minîmal a KURDÎ, Welat Dilkenê ciwan gotûbêj kir.” Dema min vê nivîsê li ser hesabê twitter ê Rojnameya Kurdistanê parve kir. Rexneyek bi vê nivîsê: “Welat Dilken hevalê min e lê ew ne “yekem nivîskarê çîrokên mînîmal” e. Berî wî jî di nav wêjeya kurdî de yên çîrokên mînîmal nivîsandine hene. Ger mijarek haya we jê tunebe nebêjin “yekem”…” ji aliyê Cemil Oguzî ve hatibû kirin. Mala wî ava be linka vê mijarê jî wiha parve kir: “Rifat Arya di sala 2007’an de nivîsiye, fermo
http://diyarname.com/article.php?Idx=81...” Min spasiya wî kir.
Min, berî ku wê nivîsê binivîsim li ser malpera diyarname.comê, link: http://diyarname.com/news.php?Idx=39009 nivîsa Laleşa Ûsiv a li ser pirtûka Welat Dilkenî, ya bi navê “‘Orîjînîa’ mudaxeleyeke li wêjeya me” xwendibû. Tê da wiha hatibû nivîsîn: “Wekî encam: Wekî lewn, çîrokên minîmal di wêjeya cîhanê de heye, lê belê, bi qasî dizanim di wêjeya kurdî de Orijînîa yekem mînaka wê lewnê ye!”
Ez bawer dikim ku bi bandora vê hevokê min ew peyva “yekem” bikar anîye. Dîsa jî ev nabe mazeret ji bo kêmaniya min. Loma min xwest ez li ser girîngiya mukirhatinê çend hevokan binivîsim.
Bi vê munasebetê min biryar da ku çend gotin li ser girîngiya mukirhatinê binivîsim. Ji zû ve bû ev mijar li ser mejiyê min diçû û dihat. Ev bûyer jî bû sedem ku gotarek li serê binivîsim.
Dema min mijarê li ser googleê nivîsî çend aforîzmayên ramyaran derketin pêşberî min, du ji wan dinivîsim. Yek jê ya Cicero bû ku wiha dibêje: “Ez jimukirhatina nezanbûna xwe ya derbarê tiştên ku ez nizanim da, şerm nakim.” Duyem ramyar jî Andre Gide ye ku gotîye: “Dilşadiya herî mezin ya piştî evînê, mukirhatina evînê ye.”
Bi rastî jî ez evîndarê xwendinê me. Di vî warê da min bîr û rayê xwe pênc sal berê di rojnameya herêmî, Tigrisê da nivîsî paşê jî min heman nivîsê bi navê “Xweşîya Xwendinê” di vê linkê da parvekir: “http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/makale/Xwe%C5%9F%C3%AEya_Xwendin%C3%AA”
Dema em bên ser mijara xwe, dikare pirseke wiha bê kirin. Tu bo çi lixwemukirhatinê girîng dibînî? Bersiva vê pirsê ez karim bi rewşa me kurdan a bêtifaqîyê ve girê bidim ku Ehmedê Xanî di Mem û Zînê da wiha nivîsîye:
“Ger dê hebûwa me ittifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir mi ‘ilm û hikmet”(1)
Em karin bibêjin ku her kurdek bo kêmanî û nezanîna xwe li xwe mukirbihata û bi hev ra hevkarî bikira wek seydayê Xanî gotiye dê dîn û dewleta me pêk bihata û dê me bikarîya perwedeya zanîn û hîkmetê jî bidîta.
(1)Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Şîrove û Kurdiya Îro: Jan Dost, Weşanên Avesta, Stenbol 2010 (r. 136)
Têbinî: Ev nivîs pêşî li ser malpera Diyarname.comê weşîyaye.