Li Sûriyeyê Qonaxek û Senaryoyên Nû. Divê Kurd Çi Bikin?
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahîmguclu@gmail.com)
Li Sûriyeyê gûhertinên gelek bi lez tên rojevê. Loma em jî li dû qewimandinên li Sûriyeyê baz didin. Lê dema ku hîn qewimandinek encam neda, qewimandinên nû tên rojevê.
Wek tê zanîn li Sûriyeyê li ser du qewimandinan şîrove û nîqaşeyan dom dikir. Ev dû mijarên girîng: Mijarek Efrînê bû. Mijarek jî vekişandina leşkerên Emerîkayê ji Sûriyeyê bûn. Lê operasyona li dij Rejîma Baasê pêşiya her bûyerekê girt.
GELO DEWLETA TIRK Û RÛSYA DI PIRSA EFRÎNÊ DE LI DIJ HEV IN? OPERASYONÊ NEKOKÎ LI PIŞT XIST?
Wek tê zanîn beriya ku Dewleta Tirk li hemberî Efrînê dest bi operasyonê û îşgala leşkerî bike, guhên dinyayê û kurdan û herêmê li Rûsyayê bûn, ku Rûsya dê ji Tirkiyeyê re qada hawayî veke, an veneke?
Di encamê de derket holê ku Rûsya îzin dayê dewleta Tirk ku dikare li hemberî Efrînê operasyon bike.
Dema ku îzina Rûsyayê aşkere bû, mijara girîng ya duyemîn jî ew bû ku “gelo di navbeyna Dewleta Tirk û Rûsyayê de çi peyman çêbûye?”
Ez bi xwe di wê baweriyê de bûm ku Dewleta Tirk soz daye Rûsyayê ku piştî ku PKK/PYD ji Efrînê paqij bû, ewê Efrînê teslîmî Rûsyayê yanî rejîmê bikin.
Beriya ku operasyona Dewleta Tirk li hemberî Efrînê dest pê bike, ji PKK/PYDê daxwaz kiribû ku ew Efrînê radestî Rejîmê û wan bike. PKK/PYDê ev yeka red kir.
Ew jî dihat wê wateyê ku heger PKK/PYDê Efrîn radestî Rûsyayê bikira, Rûsyayê îzin nedida ku Dewleta Tirk li hemberî Efrînê operasyonê bike.
Di encamê de Dewleta Tirk Efrîn îşgal kir.
Beriya vê hefteyekî Rûsyayê ji Dewleta Tirk daxwaz kir ku Dewleta Tirk Efrînê radestî Rejîma Baasê bike. Helwest û bersîva Dewleta Tirk neyênî bû. Gotin ku “ev daxwaza we şaş e. Em dê kîngê û Efrînê teslîmî kê bikin, em dizanin.”
Helwesta dewleta Tirk diyar kir ku di navbeyna Dewleta Tirk û Rûsyayê di derbarê Efrînê de peymanek tune ye.
Derket holê ku Rûsya wek dewleteke super gelek bi amatorî tevgeriya ye.
Nerînên herdu terefa nekokî û pirsgirêk derxist holê. Şik tune bû ku ev nekokiya dê kûr û fireh bibûya. Lê Qetlîama Dûmayê û piştî qetlîamê operasyona Emerîka, Fransa, İngiltereyê bû sedem ku ew pirsa ji rojevê derekeve û bibe mijara duyemîn.
LI SER TERÎFA OPERASYONA DIJ REJÎMA ŞAMÊ NERÎNÊN CUDA HENE…
Dewletên li dijî Rejîma Şamê operasyon pêk anîn, lê di armanca operasyonê û terîfa operasyonê de cuda difikirin.
Ew jî di pêşerojê de li ser jiyan û çareseriya Sûriyeyê bandorek cuda û nexweş pêk bîne.
Bes terîfeke hevbeş heye, ew jî, dibêjin ku operasyon ne li dijî Esat û Rejîmê ye. Armanca operasyonê tenê pêşî li çekên kîmyevî girtine.
PİŞTÎ OPERASYONA LI DIJÎ REJÎMA ŞAMÊ, DERKETINA LEŞKERÊ EMERÎKAYÊ JI SÛRIYEYÊ DÊ DERENG BIKEVE…
Beriya operasyona li dijî Rejîma Şamê, Serokdewletê Emerîkayê da xuya kirin ku wan li Rojhelata Navîn 11 Trîlyon Dolar meserîf kiriye, lê qezenceke wan nebûye.
Loma jî dê leşkerên xwe ji Sûriyeyê bikşînin.
Dîsa Emerîkayê got ku “divê dewletên din rîsk bigrin ser xwe. Heger Erebîstana Siûdî dixwaze ku leşkerên me li Sûriyeyê bimînin divê meserîfê me bidin.”
Gelek aşkere Emerîka bû parsek.
Lê Pentagonê nerîneke din diyar kir. Got ku “nuha derketina leşkerên Emerîkayê ne di rojevê de ye.”
Vê yekê jî derxist holê ku dîsa serê Emerîkayê tevlihev e. Emerîka li Sûriyeyê xwediyê stratejîyeke diyardar nîne. Rojane tevdigere.
Lê piştî Qetlîam û operasyona li dijî Rejîma Şamê, diyar bû ku Emerîka nuha nikare leşkerên xwe ji Sûriyeyê bikşîne. An jî ji bona ku berjewendaiya dewleta xwe ya super biparêze, divê li ciyê xwe dewletên hevpeyman îkame bike.
Ji aliyekî de jî diyar kirin ku hêzeke leşkerî ya nû ava bikin.
FRANSA Û ÎNGILTERÊ DÊ LI SÛRIYEYÊ JI BERÊ ZÊDETIR BIBIN AKTORÊN XURT…
Beriya Qetlîama Dûmayê û operasyona li dijî Rejîma Şamê, Fransayê diyar kir ku dê bi awayekî xurt beşdarî rewşa Sûriyeyê bibe. Ji bona vê jî leşkerên xwe şandin Menbîçê.
Ev biryara wan piştî daxuyaniya serokdewletê Emerîkayê hatibû pêşkêş kirin.
Fransa û Îngilterê diyar e ku dê ji berê zêdetir li Sûriyeyê xwediyê rolekî bin.
Sûriye, kolonî ya Fransayê ya kevn e.
Îngilterê xwe xwediyê Rojhelata Navîn dizane.
Peymana Sykes Pico bi destê Fransayê û Îngîltereyê çê bû. Rojhelata Navîn gorî vê peymanê hat parçe kirin. Bi taybetî jî Kurdistan û neteweya kurd ji vê peymanê zirar dît. Kurdistan bû çar parçe. Pêşiya dewletbûna Kurdistanê hat girtin.
RÛSYA Û ÎRAN NIKARIN WEK BERÊ SIYASETA XWE BI HÊSANÎ BIMEŞÎNIN…
Gelek aşkere ye ku Rûsya û îran xwediyê Sûriyeyê ne. Heger Rûsya û Îran nebûna, Rejîma Baasê nedikarî ku li ser piya bimîne û jiyana xwe heta îro bidomîne.
Loma jî Rûsya û Îran, gor hesab û planên xwe li Sûriyeyê tevgeriyan. Ji xerabiya Rejîma Şamê re bûn alîkar.
Operasyona Emerîkayê, Fransayê, Îngiltereyê him li dijî Rejîma Sûriyeyê û him jî li dijî Rûsyayê û Îranê ye.
Lê wan nikarî bersîvekî xurt bidin.
Loma jî nuha şûnde an dê hîn zêdetir agresîv bin, an jî dê mecbûr bin ku gav bi paş ve bavêjin.
Bi kurtî Rûsya û Îran nikarin wek berê siyaseta xwe bidomînin û hespên xwe bidin bazdan.
DEWLETA TIRK HETA DAWÎ NIKARE SIYASETA NAVÎN BIMEŞÎNE…
Aşkere ye ku Dewleta Tirk, him endamên NATOyê û muteffîqê Rojavayê. Li Suriyeyê armanca wan ya Dewletên Rojava û Emerîka ne wek hevûdu ye. Emerîka bi taybetî bi PKK/PYDê re alîkar e. Dewleta Tirk jî nuha PKK/PYD ji bona xwe dijmin qebûl dike.
Lê li Sûriyeyê jî bi Rûsyayê û Îranê re di nav tîfaqeke xurt de ye.
Di operasyonê de jî siyaseta navîn û dualî meşand.
Lê piştgiriya xwe ji operasyonê re nîşan da.
Diyar e ku NATO û Rojava jî dixwaze ku partnera xwe Dewleta Tirk ji tîfaqa Rûsyayê û Îranê biqetîne.
Sekreterê Giştî yê NATOyê loma hat serdana Dewleta Tirk. Ji qiymeta Dewleta Tirk ji bona NATOyê derxist ewiran.
Fransayê gelek aşkere diyar kir ku bi operasyonê Dewleta Tirk ji tîfaqa Rûsyayê û Îranê dûr xistine.
Ez jî di wê baweriyê de me ku Dewleta Tirk heta dawiyê nikare siyaseta dualî bimeşîne.
Dewleta Tirk li ser rêya veqetinekê ye.
DIVÊ KURD GUHERTINAN Jİ NÛ VE BI AWAYEKÎ ZÎREK BIXWÎNIN Û ŞIROVE BIKIN…
Piştî operasyona li dijî Rejîma Baasê jî divê kurd opsiyon û pozîsyona xwe ya li hemberî Rejîma Baasê bidomînin.
Li Sûriyeyê ji guhertina Rejîma Baasê re piştgir û daxwazkar bin.
Lê dema ev yeka xwestin jî, nikarin wek ereban tev bigerin. Divê hîn rasyonal û bi aqil tevbigerin.
Rasterast nebin dijminên tu dewletên mezin, lê di heman demê de nebin dûvikê dewletê mezin jî.
Divê ku kurd ji siyaseta PKK/PYDê re nebe alîkar. Bi îsrar daxwaz bike ku PKKê ji Rojavayê Kurdistanê dûr bikeve.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî nebin qûrbana şerê wekaletê.
LI SÛRIYEYÊ NIVÎSANDINA ÇÎROKEKE NÛ DEST PÊ KIR…
Di encamê de dikarim bibêjim ku li Suriyeyê 8 sal in ku çîrokekê dinyayê bû. Her roj û her wext di nava qewimandinên nû de bû.
Piştî operasyona li dijî Rejîma Baasê jî, li Suriyeyê nivîsandina çîrokeke nû dest pê kir.
Amed, 20. 04. 2018