Li Ser Nijadperestîyê…
Îsmaîl BEŞÎKCÎ
Di salên 1950yan da, 60an da û piştî wan da, li Afrîkaya Başûr reşik, ji alîyê karîgerîya spîyan ve, ji ber reşikîya xwe bi kirinên cêwaz ra rû bir û diman. Ji reşîkan ra dihat gotin ‘rengê we reş e, nekevin nava spîyan. Rengê we reş e, taxên hûn lê dijîn bila cuda bin. Bila otêl, nexweşxane, sînema, dibistan, kafe û pastaxaneyên we cuda bin…’ ‘Hûn nekevin kafeyên ku spî diçinê, bila zarokên reşikan necin dibistanên ku zarokên spîyan diçinê, bila reşik siwarê wesayîtên komguhêz, otobus, trenên ku spî lê siwar dibin, nebin…’ Ji vê karîgerîyê ra rejîma “Apartheid” dihat gotin…
Di vê çarçoveyê da, qadên pir fireh ên bi strîyên têlan dorpêçkirî ku jê ra “Bantustan” dihat gotin, dihatin avakirin. Reşik li van qadan bi awayê xwe dijîyan, bi zimanê xwe, bi çanda xwe dijîyan. Xizmetên sazîya bingehîn pir kêm bûn. Kanalizasyon li ser hev dixitimîn. Tunebûna kareba, avê li ser hev dixuya. Avahîyên dibistanê lewaz bûn, lê reşik li van qadan bi awayê xwe dijîyan.
Di wê serdemê da li DYAyê jî rewşek wek vê hebû. Reşik nikaribûn li wesayîtên komguhêz ên ku spî lê siwardibin, siwar bibûna. Nikaribûn bikevin kafe, pastaxaneyên ku spî lê rûniştîne. Nikaribûn zarokên xwe bişînin dibistanên ku zarokên spîyan diçinê. Bi taybetî jî li beşa başûr a DYAyê nijadperestîyek pir mezin hebû. Rêxistina nijadperest Ku Klux Klan li van deran hatibû avakirin.
Nelson Mandelayê (1918-2013) ku 27 salan hatibû zîndanîkirin, di serê salên 1990an da, ji zîndanê hat derxistin. Di hilbijartina 1994an da Nelson Mandela bû Serokkomar. De Klerkê lîderê karîgerîya spîyan ku 27 salan Nelson Mandela avêtibû zîndanê, bû cîgirê Serokkomar. Ev dîyarde nişan dide ku li Afrîkaya Başûr, îdeolojîya fermî ya karîgerîya spîyan pir req nîn e û dikare biguhere.
Li Amerîkayê, li hember nijadperestîyê tekoşînek pir girîng hat dayîn. Di pêvajoya vê tekoşînê da Malcolm X (1925-1965), Martin Luther King (1929-1968) hatin qetilkirin… Di hilbijartina Serokatîyê ya 4ê Çirîya paşîn 2008an da, Barack Obama bû Serokê DYAyê. Ev, di tekoşîna li hember nijadperestîyê ya li DYAyê da, serkeftinek pir girîng e. Tê zanîn ku Barack Obama du serdem Serokatî kiriye.
Di 25ê Gulana 2020an da, li Minneapolisê, ji alîyê polîsek ve kuştina George Floydî bi awayek keyfî; li DYAyê bi awayek mezin û berfireh tê protestokirin. Girseyên pir mezin li her alîyên DYAyê beşdarîya van protestoyan dikin. Pêkhatina ji sedî % 65ê van beşdaran ji spîyan jî pir bi wate ye.
Hewildana têgihîştin û vegotina nijadperestîyê bi rengê çermî ra sînorkirin ne rast e. Li Tirkiyeyê, ji kurdan ra wiha tê gotin. ‘Tu dê bi me ra bijî. Lê divê tu ziman û çanda xwe nejî û bi zimanê me, bi çanda me bijî. Tu dê bibî wek me, dev ji xwebûnê berdî. Bijarteyek din tune ye.’ Dîyar e ku ev pêvajo, bi polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê ra tê meşandin. Dîsa tê zanîn ku ev hereketa êrîş û piçûkxistinê ya li hember kurdan tê meşandin, bi ti awayî nikare bê darizandin.
Ev jî nijadperestîyek e, bi gotina Umit Kivançî, ev nijadperestîyeke zalimtir û hovtir e. Nijadperestî çi ye? Layîqnedîtina maf û azadîyên ku ji neteweya xwe ra rewa dibînî, ji neteweyek din ra ye… Li virê têgihîştinek sexte ya wekhevîyê heye. Tê gotin ku li Tirkiyeyê her kes wek hev e. Ji ti grûbek etnîk û dînî ra cêwazî nayê kirin. Her kes dikare wezîfeya xizmetên giştî bigire. Her kes dikare bibe mamoste, leşker, serbaz, parêzger, parlamenter, wezîr, general, serokwezîr, Serokkomar...
Ev têgihîştina wekhevîya sexte ji alîyê çapemenîya tirk ve, ji alîyê universîteyên tirk ve, ji alîyê dadgehên tirk ve, ji alîyê piranîya partîyên sîyasî û sazîyên civakî sivîl ên tirk ve bi awayek tundî tê parastin. Tê cextkirin ku neteweperwerîya tirkan, neteweperwerîya Atatirkî nijadperest nîn e. Dikare bê gotin ku ev têgihîştina sexte ya wekhevîyê, bi sazîyên navneteweyê yên wek Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê jî dane qebûlkirin. Wisa giranîyek mezin dane vê têgihîştinê ku kes li ser şertê bingehîn ê vê têgihîştinê qet narame. Ev şertê bingehîn her dem tê nixumandin. Haleve ku bo pêkhatina wekhevîyê divê kurd, kurdbûna xwe red bikin û bibin tirk. Kurd, bi nasnameya xwe ya kurd, di ti sazîyek fermî da nikarin wezîfe bigirin. Kurd, bi nasnameya xwe, bêtir mehkûm dibin…
Di benda 66. a Destûra tirkan da wiha nivîsîye ‘Her kesê ku bi hemwelatîyê bi Dewleta Tirkan ve girêdayîye Tirk e’. Li gora vê bendê, her tirk û kurdê ku wek tirkek beşdarê hilbijatinê bibe jî dikare bibe parlamenter. Lê parlamenterek kurd ku bi vî awayî dikeve parlamentoya tirkan, dema ku li ser maf û azadîya kurdan raweste, dema bi vê rê dest bi rêxistin û sazîbûnê bike, bi problemên pir giran ra rû bir û dibe. Pêşî parêzbendîya wî tê rakirin. Tê darizandin û davêne girtîgehê. Derbarê wî/ê da gelek tawanên wek damezrînerê rêxistina terorê, endambûna rêxistina terorê, piştgirî-hewandina terorêkirin… amade ne û lê tên sepandin.
Di dîroka parlamentoya tirkan da, bi awayek girseyî parêzbendîya kîjan parlamenteran hat rakirin? Di dîroka şaredarîya tirkan da, ji kîjan şaredarîyan ra bi awayek girseyî qeyûm danîn ser kar? Bi tevî ku berî parêzbendî rakin jî zilmûzora li ser parlamenteran her berdewam e. Bi tevî ku berî qeyûm danînîna ser şaredarîyan jî şaredar bi zilmûzorê ra rû bi rû ne.
‘Li gor nijadperestîya li hember reşikan a ku dibêje hûn dikarin li dervayê qadên em dijîn, bijîn; nejadperestîya ku dibêje divê hûn wek me bijîn, ziman û çanda xwe red bikin…’ nijadperestîyek bêtir zalim, çewsîner, ji holê raker e. Dîyar e ku ev nijadperestî bi polîtîkayên asîmîlasyonê ra hevta têne meşandinê jî.
Nijadperestîya li ser reşikan a ku dibêje ‘tu rengreş î, li derveyî qadên em dijîn, tu dikarî bijî’, îro li her alîyê dunyayê tê le’netkirin. Hemû dunya xwedî vê hişmendîyê ye. Li her alîyê dunyayê, li geşedanên erênî tên rasthatin. Li DYAyê, li hemû qadên fermî rasthatina li reşikan pêkan e. Parêzgerî, bankagerî, polîs, artêş, parlamenterî, senatorî... Polîsên kujer ên wek Derek Chauvin jî bi mieyîdeyan ra rû bi rû dimînin.
Nijadperestîya tirkan a ku dibêje ‘tu dê bi min ra bijî, tu dê xwebûnê red bikî, bi zimanê min bi çanda min bijî, tu dê wek min bibî tirk…’ jî bi hemû sazîyên xwe yên wek çapemenî, universîte, daraz, karîgerîya fermî, polîs, artêş, hepisxane… li ser piyan e, dijî. Tê dîtin ku vê nijadperestîya xwe bi sazîyên navnetewî yên wek Netewên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê jî daye pejirandin. A ku vê nijadperestîyê vedişêre, dinixumîne jî têgihîştina (zîhnîyeta) wekhevîya sexte ye. Lê hêjî bi awayek bi hêz, li hember vê nijadperestîyê hişmendîyek li holê tune ye.
Werger: Ahmed KANÎ