Li Sekesûrê Jenosayda Kurd-Elewîyan
Em di rojên 13-15ê Gulana 2017an da, li Almanya, Stuttgardê bûn. Em beşdarê civînek li ser jenosayda ku li Çiyayê Sekesûrê yê nêzîkê Xozatê, di Tîrmeha 1938an da, pêk hatibû, bûn.
Di jenosayda ku li Sekesûrê pêk hatibû da, 24 kesên ji Ocaxa Axûçan (Ağuçan Ocağı), ji malbata Pîr li malek têne komkirin û şewitandin. Mal bi tevî 24 kesên tê da ne, hatibû şewitandin. Roja 4ê Gulana 2016an, li Çiyayê Sekesûrê li ser vê jenosaydê bîranînek hatibû çê kirin. Hestîyê 24 kesan hatibûn komkirin, amadekarîya çêkirina gora bîrdarîyê bo şehîdan dest pê kiribû. Heman roj li Dêrsimê panelek bi mijara ‘Terteleya Dêrsim 38’ hatibû çê kirin.
Di 14ê Gulana 2017an da, Wek WÎBê ez bi Prz. Mukrime Avci ra beşdarê şeva ku li Stuttgardê hatibû lidarxistin bûm. Li Balafirgeha Stuttgardê, ji Komeleya Dijberên Jenosayda 38an Ali Mutlu, em pêşwazî kirin. Hevjîna Ali Mutluyî Cevriye Mutlu, ji Komeleya Cıvata Kurd a Stutgardê Süleyman Sever û hevjîna wî Besi Sever du-roj li ser hev xizmeta me kirin. Haydar Sever jî kir…
Şeva Dêrsimê ji alîyê hin rêxistinên wek Navenda Civata Kurdên Stuttgardê, Komela Dijberên Jenosayda 38an, Însîyatîfa Sekesûrê ve hatibû lidarxistin… Şeva Dêrsimê wek ‘Şeva Piştgirîya ji 1908an ta 1938an Pîrên Axûçan, Jenosayda Sekesûrê, Gorabîrdarîyê’ hatibû binavkirin.
Nivîskar Munzur Çem, Îsmaîl Belşîkcî, Suat Baranê ji Însîyatîfa Sekesûrê beşdarê panela ku li Arana Stuttgard Kulturhausê, pêk hat, bûn. Pêşkêşvan Ali Gulerê ji Komela Dijberên Jenosayda 38an, bû. Huseyin Matê Serokê Konfederasyona Yekîtîyên Elewîyê Almanyayê jî piştê panelê axivî.
Konsera Ali Baran, Ozan Diyar, Ferhat Tunç a ku piştê panelê hat dayîn, bi eleqeyek mezin hat şopandin.
Du rojên ku em li Stuttgardê bûn, li Hotela Morikeyê man. Otêlek piçûk û şîrîn e. Eduard Morike (1804-1875) şa’irek Alman e. Li kolana ku mala wî lê bû, navê wî hatiye dayîn. Hotela Morikeyê jî li ser vê kolanê ye. Rêveberê Hotel Morike, hevalek Sêwregî, Hasan Yildizbaş e.
Stuttgard bajarek e ku li ser firehîyê mezin bûye. Li dora 600 hezarî nifûsa wî heye. Gelek mesafe di nava navenda bajêr û semtên wî de heye. Bajarê berhînanê ye. Karxanên Mercedes û Boshê li vir in. Muzeya Mercedesê, 200 sal e, karvedana balkêş a berhînanê bi awayek pir karîger nîşan dide. Wek nifûsa li bajarên Alman hilberîn jî bi awayek balansdar belav bûye.
***
Divê di çarçoveyeka berfiretir da jenosayda 1937-38an a ku li Dêrsimê pêk hatibû, bê nirxandin. Bêguman Qanûna Tûnceliyê ya 1935an û di heman demê da damezrîna Mifetîşîya 4., biryara Lijneya Wezîran a 4ê Gulana 1937an dîyardeyên pir girîng in.
Meriv dikare van pêwendîyan heta 1908an, Meşrûtîyeta II., Îtîhad û Teraqîyê bibe. Pêşnumayek Îtîhad û Teraqîyê wek ji nû ve Împaratorîya Osmanî li ser esasê mileta tirk birêxistinê hebû. Îtîhadxwaz li ser vê pêşnumaya dewlet û civatê pir xebitîn. Dê bibûya Împaratorîyek ku ji behra Adryatîkê ta nava Asyaya navîn biya, dê di nava sînorên vê împaratorîyê da bi tenê tirk bijîyana. Gelên Xiristîyan ên wek rom, ermenî, Suryanî, Mûsewî, kurd, kurdên Êzîdî, Elewî li hember pêk anîna pêşnumaya vê dewlet û civakê wek astengên pir girîng derketin holê. Bo ku her kesê di nava împaratorîyê da bijî bibe tirk, dê polîtîkayên wek çi li hember rom, pontûs, ermenî, Suryanî, Mûsewî, kurd, kurdên Êzîdî, Elewîyan (Qizilbaşan) bihatana sepandin? Di civînên Îtîhad û Teraqîyê da, çi yên ji çapemenîyê re vekirî be çi yên nehênî be, mijara bingehîn a ku herî pir dihat axaftin, li serê plan, proje dihatin çêkirinê ev bû. Li ser van mijaran komisyonên pispor jî hatibûn avakirin.
Milîkirina aboriya Osmanî armanceke duyem a Îtîhad û Teraqîyê bû. Ev dihat wateya desteserkirina mal û dewlemendîya rom-pontûs, ermenîyan; pêşkêş kirina vanan bo kontrola bazirganên tirk ên Misilman.
Îtîhad û Teraqîyê di dawîya van xebatan da, plan û projeyên xwe bi vî awayî meşand: Dê rom-pontûsên li derdora Deryareş, romên li Egeyê, li Kapadokyayê bihatana sirgûn kirin. Dê milk û malên wan, dewlemendîya wan bihatana desteserkirin û bo komtrola bazirganên tirk ên Misilman bihatana pêşkêş kirin. Ermenî di bin navê tehcîrê da bêne koçberkirin, nifûsa wan bi temamî bê pûç kirin û bihatana tune kirin. Dê milkên ku ji wan bimana jî bihatana desteserkirin, ev mal milk bo kontrola bazirganê tirkê Misilman bihata dayîn. Dê bo Suryanî, kurdên Êzîdî jî polîtîkayên wiha bihatana sepandin.
Dê kurd bo tirkîtîyê, Elewî bo Misilmantîyê bêne asîmîle kirin. Bi vî awayî jî dê her kesê ku di nava împaratorîyê da dijîya bibûya tirk, Împaratorîya tirk… Misilmantî wek palpişta herî girîng a tirkîtîyê dihat dîtin. Her kesê ku tirk bû dê bibûya Misilman an bihata Misilman kirin.
Îtîhad û Teraqî bo ku van projeyan têxe merîyetê li benda roja xwe bû. Îtîhadxwazan, encamdana Şerê Balkanan ê 1912an bi têkçûnê, wek roja wan hatiye nirxandin. Sirgûna rom-pontûsên derdora Deryareş, romên li Kapadokyayê, li Egeyê dest pê kiribû. Mal, milk û dewlemendîyên rom-pontûsên ku hatine sirgûn kirin, dihatin desteser kirin. Piştî têkçûna Balkanan, koça ji Balkanan ber bi Stenbolê ve dest pê kir. Milkên ku ji rom, pontûs, ermenîyan mabû bo tirkên koçber dihat dayîn. Ev milk wek mikafat ji tirkên koçberên ku rom, ermenî, pontûsan ji cih, warên wan didan revandin, ra dihat dayîn… Di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekem da ev sepandin bêtir hat kirin. Di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekem da nêzîkê milyon û nîv ermenî bi tehcîrê tûşê jenosaydê bûn. Bo Suryanî, kurdên Êzîdî jî polîtîkayên wiha hatin sepandin.
Rêveberîya Osmanî, Îtîhad û Teraqîyê kêşeyên rom, pontûs, ermenîyan di serdema şer da li gor zîhnîyeta xwe çareser kirin. Asîmîlekirina kurdan bi bal tirkîtîyê ve, ya Elewîyan bi bal Misilmantîyê ve jî di vê serdemê da dest pê kir. Lê di dema çareserkirina kêşeyên rom, ermenîyan da ji ber ku pêwîstî bi alîkarîya kurd û Elewîyan jî dihat dîtin, çareserîya asasî ya van kêşeyan bo serdemek paşdatir hat avêtin.
Di serdema tekoşîna mîlî ya tirkan a di nava salên 1919-1922yan da, lîderên wek Mustafa Kemal, Kazim Karabekir bo ku kurdan têxin nava Quwayê Milîye li ser hev digotin “dê Kurdistan bibe Ermenistan.” “Piştî ku tekoşîn bi ser ket dê mafên netewî yên kurdan jî bê dayîn” “Lê ku kurd beşdarê vê tekoşînê nebin dê Duwêlê Muazzama Kurdistanê bikin Ermenistan” Di serdema Kongreyên Erzirom û Sêwasê da ev têgihîştin ji kurdan ra bi awayek aktîf hat gotin. Di protokola duyemên a Amasyayê ku Çotmeha 1919an di nava hikûmeta Osmanî û Quwayê Milîye da hatibû çêkirin, da ev bi awayek pir vekirî hanîn ziman. Serlêdana Mustafa Kemalî di Kanûna 1919an da, dema ji Sêwasê dihat Enqerê bo Dergeha Hecî Bektaşê Welî ya li Newşehirê jî ji vê armancê ra xizmet dikir. Hevdîtina Mustafa Kemalî li virê bi Cermallettin Çelebi efendî û Niyazi Salih Babê re, wê demê di nava Elewîyan da bi balkêşî dihat şopandin.
Peymana Lozan a 24ê Tîrmeha 1923yan garantîyek nav dewletî da dewleta nû. Êdî pêwîstîya dewletê bi alîkarîya kurd, Elewîyan nemabû. Asîmîlasyıona kurdan bo tirkîtîyê, ya Elewîyan bo Misilmantîyê bi awayek pir mezin dest pê kir. Kurd, Kurdî dihatin înkar kirin. Dihat kirpandin ku di nava sînorên dewleta nû da her kesê ku dijî, tirk in, zimanek bi navê kurdî tune ye. Li gundê Elewîyan çêkirina mizgeftê, ji her mizgeftê ra şîyandina meleyan bûbû polîtîkayek girîng. Sozên ku di dema tekoşîna milî ya tirkan da bo kurdan hatibûn dayîn ji zû de, hatibûn ji bîrkirin. Ji bo ku şopa kurdan, kurdî bihata rakirin her cure çalakî dihat kirin.
1925 Şêx Seîd, 1926-30 Agirî, 1920 Çewlîk (Bîngol), 1934-35 Sason, 1937-38 Dêrsim ev înkar û îmha di vê pêvajoyê da pêk hat. Plana Îslahata Şerqê ku di vê demê da hat rojevê belgeyek pir girîng a dewletê bû. Ev belgeyek bû ku di mijara asîmîlasyona kurdan bi bal tirkîtîyê da hatibû amadekirin, bi xwe re pêşniyaz û raporên cur bi cur dianî ku rê li ber asîmîlasyonê vedikin. Ji sala 1927an bi şûn de Kurdistan bi mifetîşên giştî hat birêve birin. Mifetîşîya Giştî ya 1. di 1927an da, Mifetîşîya Giştî ya 2. di 1934an da, Mifetîşîya Giştî ya 3. di 1935an da, Mifetîşîya Giştî ya 4. di 1936an da hat damezrandin. Bi Mifetîşîya Giştî ya 4. ra Qanûna Tûnceliyê derket.
Bêguman Qanûna Tûnceliyê, qanûnek pir antî-demokratîk bû. Li ser raborî jî dihat sepandin. Îdîaname bo bertawanan nedihat dayîn. Biryarên dadgehê misoger bûn. Mafê îtîrazê tune bû. Mifetîşê Giştî yê 4em, di heman demê da Parêzger bû. Dozger bû, dadger bû. Erka wî ya bicihanîna biryarên îdamê hebû. Pejirandina MMMTê ne pêwîst bû. Sepandina vê qanûnê pirtir antî-demokratîk bû. Wergêr tune bû.
Helbet li Dêrsimê, di 1937-1938an da jenosaydek pêk hat. Bi gazên jehrdar kuştina jin û zarokên ku ketibûn şikeftan delîlek girîng a jenosaydê ye. Lê delîla girîngtir polîtîkayên ku li hember zarokan dihatin meşandin bû. Zarokên ku dê û bavên wan dihatin kuştin, kom dikirin didan malbatên tirk. Navê wan dihat guherîn. Wek tirkên Misilman dihatin perwerdekirin. Birayên ku dihatin sirgûn kirin, zarokên xizmê hev, li rojavayê Tirkîyê li bajarên cuda dihatin bicihkirin. Bo ku ji hev agahdar nebin her cure asteng dihatin çêkirin. Îro li her alîyê Dêrsimê gorên komî hene. Li Gelîyê Mûnzûrê, li Gelîyê Pêriyê, li Avareşê gorên komî hene. Li Mazgirdê, Bîrdariyek heye ku ji alîyê Dara Kirmizitoprak ve hatîye çêkirin. Xebatên ku di vê mijarê da dihatin kirin, hatin rawestandin. Bo agahîyên berfirehtir ên van mijaran binêr: Qanûna Tûncelîyê 1935 û Jenosayda Dêrsimê, ÎBV Yayinlari, 2013, Îstanbul; Elewîtî-Miilmantî, 28.05.2015, http://www.nerinaazad.net/columnists/ismail_besikci/alevilik-muslumanlik; Tunceli Kanunu, Getirdigi Esaslar ve Devletin Asimilasyon Planlari, 11.05. 2016 http://www.zazaki.net/haber/tunceli-kanunu,-getirdigi-esaslar-ve-devletin-asimilasyon-planlari-2012. htm; Dersim Seyahati, 07.12. 2013, http://www.ismailbesikcivakfi.org/ Wekî dî bnr. Munzur Çem, Qurzeli Usiv’in 70 Yili, İletişim Yayinlari, 2014, Îstanbul. Di vê berhemê de, di nava Qurzeli Usiv, Nazimiye-Civrak da Bertal Efendî û ji vê malbatê 54 kes, çawa bi gulebaranê hatine kuştin û paşê jî hatine şewitandin tê vegotin. (r. 104 vd.)
Elewîtî Çi ye?
Dema Dêrsim tê gotin, bi kurdîtîyê ra kêşeya bawerîyê jî tê rojevê. Bo vê, pirsîna pirsek bi awayê “Elewîtî Çi ye?” divê girîng be. Bo vê jî bi kurtî agahî li ser têgeh û rîtuelên Îslama Şi’a dayîn girîng e.
Têgehên Îman Ali, Îmam Hesen, Îmam Huseyin, Kerbela, Dozdeh Îmam, Ehlêbeyt, Dîya Fatima… têgehên Îslama Şi’a ne. Rîtuelên ku li dora van têgehan çê bûne jî hene. Elewîtîya ku îro heye di binê bandora van têgeh û rîtuelan da ye. Bi taybetî di Elewîtîya Dêrsimê da dîtina vanan pêkan e.
Elewîtî Çi ye? Dema em van têgehên ku îro di Elewîtîyê de hene jê derxin, rîtuelên van têgehan derxin, tiştê ji berê bimîne, ew e Elewîtî. Cem, Cemxane, Semah, Sazbendî Elewîtî ye. Rêzdarî û hezkirina ji ax, avê û çiyan ra Elewîtî ye. Bavê Mûnzûr, Bavê Duzgun, Siltan Silbus, Huseyin Xazî, Xidir, Ebdal Mûsa Elewîtî ye. Rêber-Pîr- Murşîd Elewîtî ye, Mûsahîptî, Kirîvtî Elewîtî ye. Ocax Elewîtî ne. Lê gotinên ‘em ewladê Kerbela ne’, ‘em ji Mûsa Kazimî tên’ û hwd. ne Elewîtî ne.
Elewîtî bawerîyek e ku jîyana meriv digire navenda xwe, ji xwezayê ra, ji merivan ra rêz digire. Dibe hevparê êşa mezlûman, hewil dide pêştgirîya wan bike. Nevîyên Muhammed Pêxember çi serdema Emewîya, çi serdema Ebasîyan da her zilim dîtine. Cihgirtina Elewîyan li cem mezlûman siruştîye. Lê xwe xistina cihê wan, gotina ‘em ewladê Mûsa Kazim in…’, ‘em ewladê Kerbela ne…’ û hwd, çewt e. Em bifikirin ku hestîyên Pîrên Axûçan ku di 1938an da hatibû şewitandin, ancax 78 sal paşê karibûne bêne komkirin, dê bîrdarîyek bo wan bê çêkirin… Hal ew e ku ji 1938an vir ve her sal Îmam Huseyin, Kerbela tê bibîranîn. Piştî rojîya Muheremê, bo Zeynel Abidinê ku ji Kerbelayê filitîye aşûre tê amadekirin û belavkirin. Di nava hemû vê demê da gelo Dêrsim, jenosayda 1937-1938an hatîye bîranîn? Ma dest pê kirina van bîranînan, ancax, di deh salên dawîn da nîn e? Hal ew e ku kesên li Kerbelayê hatine qetilkirin 72 kes in. Du kes sax filitîne. Li Dêrsimê kesên ku hatine qetilkirin, kesên bi jenosaydê ra rû bi rû mane belbî 72 hezar in. Elewî, wek mînak, qetlîamek ku 1300-1350 sal berê pêk hatibû û pir eleqeyek wê bi wan ra jî tune ye bibîrtînin, bi gotina ‘Huseyin’ li xwe didin; lê ji qetlîama ku 70 sal berê li ser bapîrên wan pêkhatibû ra çavên xwe digirin. Gelo li virê kêşeyek tune ye?
Elewîtî bawerîyekî pir pir berî Îslamê ye. Gotina ‘Elewîtî ne Îslam e’, wek gotina ‘Elewîtî ne Xiristîyanî ye’, ‘Elewîtî ne Mûsewîtî ye’ gotinekî ye. Gotinên ‘Elewîtî ne Xiristîyanî ye’, ‘Elewîtî ne Mûsewîtî ye’ çawa ku ji Xiristîyantîyê ra, Mûsewîtîyê ra ne heqaret be, gotina ‘Elewîtî ne Misilmantî ye’ jî wisa ye. Bêguman ev gotin jî heqaretek nîn e. Ev peyîtandina dîyardeyên şênber e.
Seyîd Riza kesekî pir birûmet e. Berxwedaye, teslîm nebûye. Berî her tiştî Meriv e. Her dem li cem mezlûman cih girtîye. Êşa wan parve kiriye. Hewil daye alîkarîya wan bike. Lê ‘… em ewladê Kerbela ne…’ gotinek çewt e. Ewladên Kerbelayê kî ne? Kesên ku ji Huseyinê Îmamê sêyem û Hesenî tên ne. Ewladên Kerbelayê, ji Aliyê Îmamê Yekem destpêkirindan rasttir e. Îmamê Yekem Ali ye. Ali, di heman demê da, Xelîfeyê Çarem ê Îslamê ye. Hesen Îmamê Duyem e. Huseyîn Îmamê Sêyem e. Îmamê Çarem kurê wî Zeynel Abîdîn e. Îmamê Çarem kurê Zeynel Abîdînî Muhammed Bakir e. Îmamê Şeşem kurê Muhammed Bakirî Caferê Sadiq e.
Îmamê Heftem kurê Caferê Sadiqî Mûsa Kazim e. Caferê Sadiq, li cihê Îsmaîlê kurê xwe yê mezin bike Îmam, kurê piçûk Mûsa Kazim dike Îmam. Berteka Şî’îyan kişandiye. Bizava Îsmaîlîyan wiha derketîye. Keleha Alamûtê, Hesen Sebah di pêvajoya mixalefetek wiha da derketibû. Hesibandina pêgirtîyên Îsmaîlî jî ji ‘Ewladên Kerbelayê’ ne, rast e. Ti eleqeyek vî şerê ereban yê desthilatdarîyê, bi kurdan re, bi Kurdistanê re tune ye.
Divê ev pirsek girîng be. Gelo elewîtî bawerîyek, dînek berê Îslamê ye? Dînek ku xwezayê, meriv datîne şûna Xweda. Elewî wiha dibêjin ‘Min di awêneyê re li xwe nihêrî, Ali derket pêşberî’ Asas divê wiha bigotana ‘Min di awêneyê re li xwe nihêrî, Xweda derket pêşberî’
Wê demê divê lêkolîna têgeh û rîtuelên Îslama Şî’î, çawa bandor li Elewîtîyê kirine, vê bandorê kengê dest pê kiriye û bi pêş ketîye, mijarek girîng be. Mijara duyem jî dibe ku ev be. Elewîtî şerek serwerîyê di Îslamê da ye. Wê demê çima Elewîtî ne li Mekkeyê an ne li dinyaya ereban, lê li nava farsan, li Îranê, li bajarê Qumê ava bûye? Divê ev jî mijarek girîng a lêkolînê be.
Di nava Îslam û Elewîtîyê da, ji hêla têgihîştina dinyayê û felsefeya jîyanê ve cêwazîyên pir mezin hene. Di Îslamê da du partiyên mezin, du bizavên mezin hene. Îslama Sunî, Îslama Şî’î… Çi Îslama Sunî, çi Îslama Şî’î be, armanca her duyan jî ew e ku dinyayê bikin Îslam, Îslamê li her aliyê dinyayê belav bikin. Ev ji destpêka Îslamê de wiha ye. Îro armanca bingehîn a rêxistinên wek el qaide, el Nusra, DAIŞê jî ev e.
Îmamê Dozdemîn Mehdî, di 4-5 salîya xwe da wenda bûye, carek dî kesê wî nedîtîye. Lê di vê mijarê da bawerîyek Îslama Şî’î heye. ‘Dê Mehdî rojek vegere dinyayê û dê ji hemû dinyayê re aramî û dadê bîne.’ Li virê têgihîştina ‘dê ji hemû dinyayê re aramî û dadê bîne’ girîng e. Elewîtî ji kesî re teklîfa Elewîbûnê nake. Armancekî wî ya fetiha dinyayê, belavkirina Elewîtîyê li dinyayê tune ye. Armanca bingehîn a Elewîtîyê, di nava Mûsewî, Xristiyan, Misilmanan da bi azadî bijîn, li gor baweriyên xwe bijîn.
Cem, Cemxane, Semah sazîyên bingehîn ên Elewîtîyê ne. Ev sazî di Îslamê da qet tune ne. Îro dema Cemxane tê rojevê, Serokatîya Karê Dîyanetê bi gotina ‘Cihê îbadetê Misilman mizgeft e’ reda Cemxaneyê dike. Hal ew e ku, Elewîtî ne Misilmantî ye, Cihê îbadetê Elewîyan jî Cemxane ye. Zewaca bi jinek tenê ra jî taybetmendîyek girîng a Elewîtîyê ye. Di be ku îro di nava Elewîyan da jî li kesên ku ji jinek zêde bi jinan ra zewicîne bê rast hatin. Divê ev jî wek bandora Îslamê ya li ser Elewîyan bê nirxandin. Çi Îslama Sunî be, çi Îslama Şî’î be gelekên wan bi çend jinan ra zewicîne. Zewaca ji jinek zêdetir, di nava kurdên Êzîdî da jî tê dîtin. Divê ev jî wek bandora Îslamê bê nirxandin.
Ehlê Heq (Yaresan) li Îranê, Kakaî li Iraqê pir nêzî awayê jiyana Elewîyan in. Lê bi taybet bandora Îslama Şî’î li ser van gelan jî heye. An ev gel, bo ji ber şûrê Îslamê bifilitin, wek ku hinek xusûsên Îslamê pejirandine xwe nîşan dane. Bi taybetî jî Îslama Şî’î ya ku mixalefeta Sunîtîya bizava serwer kirine, li ser van gelan bibandortir bûne.
Di serdema Osmanî da, di serdema Îtîhad û Teraqî da û Komarê da, asîmîlekirina Elewîyan bi bal Misilmantîyê da pir girîng bûye. Bo asîmîlekirina Elewîyan bi bal Misilmantîya Sunî ve hewildanek pir mezin hatiye kirin. Lê Elewî (Qizlbaş), bêtir di binê bandora Îslama Şî’î da mane.
Em ne Kurd in, Elewî ne…
Li Dêrsimê, hin kesên wek Kemal Kiliçdaroglu, Kamer Genç, Huseyin Aygun dibêjin ‘em ne Kurd in, ji Xorasanê hatine, em Elewî ne…’ Divê ev wek reva ji kurdîtîyê bê nirxandin. Bi vê minasebetê ev kes, ji kirinên bapîrên xwe, ji nasnameya wan a kurd jî şîkayetdikin. Dema ku dewletê digot ‘Dêrsim bar e, em ê wê ji ser milê xwe bavêjin…’ behsa avêtina çi dikir? Plana Îslahata Şerqê çi bû? Armaca wê çi bû? Di 1960an da, 1970yan da, 1980yan da, kesên ku behsa kurdan, kurdî dikirin, bi mieyîdeyên îdarî û cezayî yên pir giran ra rû bi rû diman. Di van şertan da hin kurdan hin tiştên wek ‘ez şoreşger im, sosyalîst im, enternasyonalîst im, nabim netewperwer’… digotin. Ev jî revek ji kurdîtîyê bû. Kesên wiha digotin ji cezagirtinê, ji takîbatê rizgar dibûn. Kesên behsa kurdan, behsa kurdî dikirin ceza digirtin… Kesên digotin ‘Ez enternasyonalîst im, sosyalîst im, şoreşger im…’ dibûn ‘pêşverû’, kesên behsa kurdan, kurdî dikirin dibûn ‘paşverû’…
Naqîbul Eşraf
Di serdema Împaratorîya Osmanî da sazîyek bi navê Naqîbul eşraf hebû. Ev sazîyek bû ku bi kesên ji malbata Pêxember dihatin ra eleqedar dibû, hewil dida ku ew kes jiyanek xweş bijîn. Li ser kesên ku ji van malbatan dihatin secere amade dikir. Ji kesên xwedî van secereyan ra eleqe dihat nîşandan.
Di Îslamê da, ji kesê ji nesla Îmam Hesen ra Şerîf, yên ji nesla Îmam Huseyin ra jî Seyîd dihat gotin. Çi di nava kurdên Misilman da be, çi di nava kurdên Elewî da be, gelek kes, malbat hene ku xwe wek Seyîd bi nav dikin. Ev bi serlêdana sazîya Naqîbul eşrafê, bi awayê ‘em ewladê Mûsa Kazim im’, ‘em ewladê Xalîd bin Welîd in’… secere didan amadekirin. Ên ku koka xwe digihîjînin Pêxember jî hene. Jixwe vekîrî ye ku amadekirina secereyan jî bi pereyek mezin e. Kesên ku wiha secere didan amadekirin, hewil didan ku xwe bi erebtîyê ve girê bidin. Hal ew e ku, Kerbela şerek serwerîya ereban bû, eleqeyek wê bi kurdan ra, bi Kurdistanê ra tune ye. Ji vê hêlê ve, dikare bê gotin ku van secereyan hemû sexte ne.
Werger: Ahmed KANÎ