Li Bakuê Kurdistanê Siyaset
Di vê pêvajoya ku em niha li Bakurê Kurdistanê tê re derbas dibin, weke mirov pê li agir dike û bi vî halî dixwazî siyasetê bike. Lê li gor min siyaset weha nebe. Ji ber ku gelek zehmetî, feq û astengî li pêş siyaseta kurdan hatiye danîn.
Em hemî dizanin ku îro Bakurê Kurdistanê bûye weke zîndana Diyarbekirê. Yên li wir manin dizanin ev tê çi watayê. Loma min xwest rewşa îro ya Bakurê Kurdistanê bi mînaka zîndana Diyarbekirê şirove bikim.
Heta ku 12 îlona sala 1980 nehatibû. Em dîsa di zîndana leşkerî de bûn. Lê me li wir her tişt bi ya wan ne dikir. Bi saya gelek berxwedanên me, carna me hin maf bi dest dixist.
Lê dema em girtî birin wê zîndana bi navê 5 noliyê û bi hatina darbeya 12 îlonê, em jî weke gelê xwe ketin nava agirê ku hemî welat û welatparêz dişewitand.
Di destpêkê de hêdî hêdî, bi nermî û germî bi me meşa leşkerî dane kirin û sirûda tirkan ya neteweyî jî ji ber kir. Diaya xwarinê bi me dane xwendin. Lê destpêk bû û bi yek car tofan li ser serê me ranekirin.
Dûre çi bû, çi anîna serê me girtiyan jî êdî diyar bû, ya jî hate fêmkirin bê em ketin çi rewşê. Bi dehan welatparêz hatin kuştin û bi sedan ji ber wan êşkenceyên ku li me dikirin, aqil avêtin. Ango dîn û şêt bûn.
Niha rewşa Bakurê kurdistanê jî weha ye. Bi hatina Erdogan ya desthilatiya xwe ewil hin gavên baş avêt hin tiştên ku gel pê kêfxweş bibe kir.
Lê mixabin her ku cihê nigê xwe saxlem kir, êdî zilm û zilmdariya wî jî hêdî hêdî dest pê kir. Wî jî polîtikaya xwe eynen weke ya wê zîndanê meşand.
Her ku çû bi zilm û zordariya xwe, lê hêdî hêdî çavên xelkê tirsand. Piştî ku xelk hemî hêsîr girt û fêm kir ku êdî ji bona wî xeter nema. Êdî dest bi girtina rojnemevan, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd û tirkan kir.
Bi vê yekê jî xwest ku li seranserê tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibe desthilatekî yekem ku hemî tiştên heyî li gor wî bi rê ve herin û niha weha jî bû.
Li zîndana Diyarbekirê ew zilm û zordariya dihat kirin, bi berxwedan û serîhildana girtiyan hinekî germ bû. Ew tade û lêdanên bê hempa ne bi temamî jî be kêm bû.
Ji bona ev rewşa niha ku Erdogan ji bona Kurdan tune bike, çi ji destê wî tê wê dike. Lê gelo em kurdên Bakurê kurdistanê jî li hember vê helwesta wî, çi ji destê me tê em wê dikin. NA!
Aha mesele û kêmaniya me kurdan ew e. Em ji rabirdûyên xwe dersan dernaxin. Em dîroka xwe nizanin ji ber ku em naxwînin.
JI bona em ji vê rewşê xilas bibin divê em çi bikin?
Berê her tiştî kar li ser pişta partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û Kurdistanî ne. Heta ku ew weha belawela bin, heta ew weha kêmhêz bin. Tu rewşa ku rast bibe jî xuya nake. Ji bona guherandina rewşê an li hember vê zilm û zordariyî divê eniyek an cepheyek ji hemî partî, kes û rêxistinên ku xwe kurdistanî dibînin pêk bê.
Bi pêkanîna qaweteke weha em ê bi hev re çavên dijmin bitirsînin. Kesên li ewropa jî wê bikevin nav xebatê da ku bikaribin karekî ji bona gelê xwe bikin.
Heger em kurdên li seranserê cîhanê bi hev re tevnegerin wê ev rewş her berdewam be. Berdewamiya vê rewşê jî tê wê wateya tunekirina gelê kurd. Ya tê tune bibe ya jî ji bona xweparastinê, bi hev re tevgerekê pêk bînin Ji bilê vê tu rêyek din tune ye. Êdî bi hêzên biçûk û bê qawet tevger nema dibe.
Ma yên vê rewşê nizanibin hene? NA dibêjim. Lê çima vê pêk nînin? Divê herkes ji xwe ji partiyên xwe vê pirsê bikin…
Bûbê Eser