Laçika Aştîyê,laçika,aştîyê

Laçika Aştîyê

A+ A-

Peyva "laçik"ê di Kurdî de bi wateya çefîya spî tê bikaranîn. Gelê Kurd dema ku di nav xwe da bikevin şer, jinekî bi lehengî radibe dikeve nava yên ku şerdikin û laçika serê xwe derdixe davêje nava meydanê, herwiha li gor kevneşopî û normên exlaqî yê Kurdan; ji wî pê ve şer radiweste, kî şerî bidomîne şerm e. Di navbera folklora gelê Kurdî û nirxên exlaqî de laçik, bi serê xwe ramanî, çandî û felsefî ye.

Di nava civatê de wexta şer û dîjminatî çêbe jinê jîr laçika xwe davên erdê da kû her du serî teqez dest ji şer berdin. Loma laçik tê wateya namûsê. Laçik ji bilî wan jî; ser girtina jinê li serê wê, ango ku jin be ma dê rewşa wê çawa bê famkirin? Li gor kelepûrê Kurda de ev tişt hene. Şerê nav eşîran ango şerê nav malbatan de pêk bê, hêla ku aştî bixwaze jinekî jêhatî û rêzdar dişînin alîyê hember laçika serê xwe datîne ber lingê wan bila ev şer çênebin êdî. Hêla hember ku bêje me laçika te hiland û li ser serê me cîhê wê heye aştî çêdibe. Lê ku bêje laçika xwe bibe bila mêrê te dayne ser serê xwe, wê demê aştî çênabe naxwe. Di nav eşîran de ev bûyer biqewime nexweşî qedîyaye û divê ku pewîste dê biqede. Laçika jinê di nav Kurda de li gor sal, çîn û kategorîyên cûrbicûr û rengên pîvanî de tê guhertin. Çanda Kurda de jin zayinî, berhemdar û malbatê de jî wekî berhevkar tê dîtin ji ber wî jî pîroz e. Li Kurdistanê wexta ku mêr lihevnakin jî jin dîsa derdikeve holê; bi dirûşmeya û rihê sereke va rola xwe ya aştîyane dileyîze. Di demên wiha da navbera alîyan da ji bo şer û pevçûna rawestînin rola xwe ya pîroz dileyîze û dibêje laçika min namûsa min e û davêje erde. Mêr jî di vê xalê de ji ber pîrozahîya jinê rêz digire. Herwiha şer û pevçûn diqede. Lê belê jin berîya ku vê helwestê bide, hêlên ku şer û pevçûn derketîye di nav civatê de cîh, çand û kelepûra wan û girêdanî û rêzdarî ya wan dinirxîne piştra dest bi çalakîya xwe dike. Lewra jin nerazîye ku di nav civatê de pîrozî û rêzdarîya xwe tune bike. Ji ber wî ye ku berîya pêkanîna bûyera xwe her tiştê dihesibîne. Dîsa jî kî bê qedrîyê li hember helwesta jinê bike li ber çavê civatê de qiymeta wan jî namîne. Di nav civatê de bawerî bi wan kesan nayê û bi çavekî piçûk tên dîtin. Ji bo vê bûyerên jin ketî navçîtîyê û laçika xwe avêt erdê bi gelemperî bi aştî ve bidawî dibin. Lê belê îro girîngîya vî nemaye. Di tomarên çanda Kurdî de çawa bişaftin, dejenerasyon çê bûne bi heman awayê mijara laçikê jî di bin vê bandorê de bi tunebûnê re rûbirû ye. Civatê de gelek nirx wenda bûne û nema ne.

Di çanda Kurda da cûreyên sergirtina jinê, li gor heremê, komên salê, kategorîya çînî ra wekî reng, mezinahî û qalîta qumaşê ve berfirehin. Bi navê şarpe, tevazî, şar, laçik, kefî û kofî tên binavkirinê. Li gor heremê û pêçanên çînî li ser û kêleka kofîyê him rengan him jî di qumaşê da cûdatî hene.


Gotinên miftehî :