Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi/Rojnameya Teawun û Terakîya Kurd
DESTPÊK:
Di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20 an da, di nav Kurdan da jî, fikrên netewî pêş da ketine. Pêşengtîya van fikran jî, ronakbîrên wê demê yên Kurdan dikirin. Di serkêşîya ronakbîrên Kurdan da, Kurd organîze bû ne. Cemîyetên xwe ava kirine. Hayê wan ji pêşketinên dinyayê hene. Ew jî, wek gelên din bi rêya weşanxane û çapemenîyê ( rojname, kovar…) xwestine bigihêjin gelê Kurd.
Di sala 1908an da li Stenbolê, bi hişmendîyeke modern û fikrên netewî, cemîyeta Kurd a Teawun ve Terakîyê (Cemîyeta Pêşketin û Alîkarî ya Kurd(an)) hatîye avakirin.
Ji ber ku piştî meşrûtîyetê ye û hin derfetên azadîyê çêbûne gelek kesayetên cihêreng tevli vê xebata rêxistinî bû ne. Li gelek cihan şaxên vê cemîyetê vedibin. (li Bedlîs, Mûş, Dîyarbekir, Mûsil, Erzirom, Xinis û Bexdayê…) Bi heman navê cemîyetê rojnameyekê diweşînin.
Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi(1908), rojnameya vê cemîyetê ye. Piştî rojnameya Kurdistan ê ev, rojnameya Kurdî ya duyem e. Navê rojnameyê Tirkî ye. Lê naverok Kurdî ye.
AVAKlRlNA KÜRT TEAVÜN VE TERAKKİ CEMİYETİ Û ROJNAMEYA KÜRT TEAVÜN VE TERAKKİ GAZETESİ (1908)
Di sala 1908an da li Stenbolê di pêşengtîya malbatên mezin î Kurdan yên mîna; Bedirxanzade, Şemdînanzade û Babanzade da cemîyeta “ Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti” (Cemîyeta Pêşketin û Alîkarî ya Kurd(an)) hatîye avakirin. Ji xêynî fikrên eşîrtî û malbatî, yekem car e bi fikrên netewî û hişmendîyeke modern Kurd wisa organîze dibin. Cemîyet, bi vî heman navî rojnameyê jî derdixe. Ji ber ku piştî meşrûtîyetê ye hin derfetên azadîyê çêbûne û xebatên bi vî rengî serbest in tevî nivîskarên rojnameyê gelek ronakbîr û kesayet li vir cî digirin. Li gelek cihan şaxên vê cemîyetê vedibin. (li Bedlîs, Mûş, Dîyarbekir, Mûsil, Erzirom, Xinis û Bexdayê…)
Serokê cemîyetê Seyîd Abdûlqadirê Nehrî ye. Kesayet û ronakbîrên wek Emîn Alî Bedirxan, Babanzade Zîhnî Paşa, Xelîl Xeyalî, Ehmed Cemîlê Dîyarbekrî, Ahmed Ramîzê Lîceyî, Seîdê Kurdî(Bedîuzeman), Pîremêrd (Süleymaniyeli Tevfik) Babanzade Îsmaîl Hakkı, Şemdinanlı Seyyid, Süleymaniyeli Fethi, Malatyalı Bedri, Seyah Ahmed Şevki… cih digirtin.
Armancên cemîyetê yên herî girîng;
. Tifaq, hişyarî û pêşketina Kurdan.
. Qebûlkirina zimanê Kurdî di fermîyetê da.
. Vekirina zanîngeh û dibistanan li Kurdistanê.
. Derxistina kovar û rojnameyan bi zimanê zikmakî.
. Bicîbûna Kurdan jî, li qadên wek meclis, dadmendî û karên Îdareyê da.
Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, di pêncê berfanbara sala 1908an da (5 Aralık 1908) li Stenbolê dest bi weşanê kirîye. Di rûpela ewil da xwe wek rojnameyeke; dînî, ilmî, edebî, îçtîmayî û sîyasî dide nasîn. Berpirsyarê wê Süleymaniyeli Tevfik (Pîremêrd) e. Sernivîskar jî, Diyarbakırlı Ahmed Cemil e. Rojname, neh (9) hejmaran derdikeve. Gelek ronakbîrên cihêreng tê da dinivîsin. Rojname, di heman demê da di rengê kovarê jî da bû. Armancên xwe yek bi yek, wek beyannameyekê dîyar dikin û di rûpelên rojnameyê da diweşînin. Armancên giştî; pêşketin û modernbûna gelê Kurd û parastina bidestxistina mafên gelê Kurd e.
MEQSEDA VEKlRlNA CEMÎYETÊ:
Süleymaniyeli Tewfik ( Pîremêrd) mebesta vekirina cemîyetê wekî beyannameyê (rêzikname) bi awayê helbestekê wiha vedibêje:
. Di rêziknameyê da, armanca me; Hikmên Qanûna Esasî ne. Ev Qanûna Esasî jî, li gor şerîetê ye. (ev qanûn li hember hukmê monarşîyê ye. Ronakbîrên Kurd, alîgirên meşrûtîyetê ne. Îqtîdara Abdulhemîd ji bo ku xwe biparêze şerîetê wekî mertal bi kar tîne û mûxalefeta xwe jî wisa bertaraf dike. Wê demê gel, qanûnên rojava wek kufrê dibinin, ronakbîr jî, mecbûr in ku wê çaxê wisa bêjin.)
. Behsa qewmê Kurd û yên din tê kirin. Gotina etnîk derketîye pêş. Çi ji bo qewmê Kurd pêwîst be em ê wan bi cih bînin. (Nasnameya netewîya Kurd hatîye gotin. Girîng e.)
. Em dixwazin di nav Kurdan da, perwerde bi pêş da bikeve. Hevgirtin(yekîtî) ava bibe. Bi welatîyên xwe ra (Ermen) di nav aştîyê da bin. ( Hatîye dîtin ku, bi destên Osmanî û Rûsan gelên Kurd û Ermen li hember hev hatine bikaranîn. Tê xwestin ku pêşîya vê bê girtin.)
. Em dixwazin mûhafezeya dewletîya Osmanîyan bibe. Bernameyeke me ya ji hev veqitînê tune ye.( Ji bo li hember îqtîdarê xwe neyênî nede xuyakirin wisa hatîye gotin.)
. Heke Meclîsa Mebûsan kom bibe em ê jî firqeyekê(partî) ava bikin û cî bigirin. Em ê Qanûna Esasî qebûl bikin.
. Em ê Qanûna Esasî qebûl bikin.
. Em ê alîgirên xîlafetîya Osmanî bin. Siltanat, bila wek xwe bimîne.
. Tu millet ne li ser miletekî din e. Heke muslumantî(dîn) di navenda sîyasetê da cî bigire û hemû millet jî bibin yek, em ê vê qebûl bikin.
. Em karnameyê (bernameya hikumetê) bi vî şiklî erê dikin(qebûl dikin.)
Ev helbest, duyem helbesta soranîye ku hatîye weşandin.( ya yekem “zeman” a Hacî Qadirê Koyî bû. Di rojnameya Kurdistanê da hatibû weşandin.) Di vê serdema nû da; di helbestê da Soranî, di pexşanê da jî, Kurmancî pêş da dikeve.
Di hejmarên rojnameyê da hin helbestên taybetîyê wê demê nişan didin tên weşandin.
MÎNAKÊN HELBESTAN Dİ ROJNAMEYA KÜRT TEAVÜN VE TERAKKİ GAZETESİ DA:
HELBEST 1
(Ya Süleymaniyeli Tewfik (Pîremêrd) e. Naverok li ser pîrozbahîya meşrûtîyetê ye. Girîngiya perwerdeyê û zanînê vedibêje.)
. Îro cejna me hemûyan e. Kurd jî, ji Çillexaneya Abdulhemîd ( zordestîya 32 salan ) derketine.
. Îmam û cemaet (metbûh û tabih/rêber û gel) divê girêdana wan wek Mem û Zînê ji dil be. Rêveberî, divê li gor daxwazên gel bin.
. Hinek kesên fesad û çeqel(wek bekoyan) navbera gel û rêberan xera dikin.
. Millet ne deng û rengê xelîfe didît û dibihîst ne jî agahîya gel ji xelîfe çêdibû.
. Ne hedê millet bû ku, şîkayetên xwe karibana bigihiştana xelîfe. (rexneya rejîma monarşîyê tê kirin.)
. Âlem tev da bûbûn xizmên şivanê şêxan. Kurd jî, bi wan va dihatin girêdan.
. Wê demê rêveberan bigotina herin Trablûsê jî, Kurd diçûn. Kurd biçûk didîtin.
. Meşrûtîyetê wek vejîna Kurdan dibîne. Kurd jî, li gor xwe bi şeq e şeq deng derdixistin.
. Em di wê serdemê da bê desthilatdar bûn. Zimanê me girtî bû. Me tenê dua dikirin. Wê çaxê tîrên duâyên me ne digihiştin armanca xwe. Niha gihiştîye armanca xwe. Meydana Kurdan wê çaxê teng bû. Niha fireh bû ye.
. Ev tiştên xerab şukur nema.
. Em hemû bira ne. Bila em gilîya hev dû nekin. Em vê rojê dest bidin hev dû. Destên yekîtî û xêrê em bidin hev.( hemû miletên Osmanîyan.)
. Em gelek in. Lê em xwe xur in. (em xwe dixwin.) Em xwe rast dibinin û xwe diecibînin. Ji ber van nexweşîyan em paş da ma ne. Nakevin pêş.
. Ji bo xatirê Xwedê vê carê em bi dil, bê vir dû wê da em bibin bira û karên xwe bibin serî.
. Em comerd in, baş in, biwefa ne lê heyf e emzexel (tiral/tembel) in.
. Ji bo eşqa pêxember û xwedê, heta kengî em ê bixwin û rakevin. Em rabin ji xew.
. Hindik ma ye erdhêjek(zelzele) di welatê me da pêk were.
. Ji me ra xîret û pêşketin lazim e. Ji bo van jî, hevgirtin lazim e.
. Destpêka hertiştî, perwerde û hişyarî ye. Rê ya ronahîya saedetê ye. Feydeyên wê pir zêde ne, Zerarên wê tune ne.
. Paşeroja milk û millet, sermîyana rizgarîyê ye. Pêşketina xêr û xweşîyê ye.
. Darek ku zer û bê fêkî, encax bi zanînê rizgar bibe.
. Niha ji bo pêşketin û paşeroja Kurdan, gelek ronakbîrên Kurdan li Stenbolê kom bû ne, li ser miletê xwe difikirin. Tedbîr, fikir û qûwetê tînin ber hev û malên xwe jî, li ser dikin da ku cehaletê ji nav gel rakin.
. Hûn jî, li ku dera welat bin, tifaqa xwe ava bikin. Da ku xwedê jî rêveberîya we bike, we xelas bike. (we bîne rêya rast.)
. Mal û milkên xwe di oxira milletê xwe da bi kar bînin. Xizmeta gelê xwe bikin. Da ku em bimirin ew ê navê me belkî wek eserekê bimîne.
Bi vî rengî û hişmendîyê hin helbest û nivîsên din jî hene. Dîsa di helbestekê da rewşa kambaxîya Kurdan û ji bo xilasbûnê reçeteya wê hatîye vegotin. Ji kurdîya wê wek ya Kurdekî Botî ye.
HELBEST 2:
. Însan lazim e xwe ji xerabîyê biparêze. Cîhanê tev da, xwe bi hurrîyetê germ kir. Kurd jî ew ê xwe ji xerabîyê biparêze? Ew ê roj li wan jî derkeve?
. Dilo nabe xwe şîyar ke ji xewê. Qey tu şerm nakî, bi tiştên cûr be cûr mijûlî?
. Di rewşeke wisa da, xwezî ez jî, ji dayika xwe nebûbama. Dema çêbûbama jî ez mirî ba ma.
. Ez heqasî birîndarim ku, Hekîmê Lokman jî nikare bibe derman ji bo min.
. Îttîfaq(yekîtî) derman e ji bo me. Civak niha baştir e. Derfet bêtir in.
. Di nav yekîtîya Osmanî da em îtîata hukumeta nû bikin û em jî bi yek bin. ( gotinên bi vî rengî dîyar e ji ber şertên fermîyeta wê çaxê ye.)
HELBEST 3:
Hin mînakên balkêş jî ku satirik û bi rê ya mizah û mecazê da peyam û nesîhetan dide hene. Ev helbest wisa ye. Helbest li ser forma kevn hatîye nivîsîn lê naverok, wate nû ye. Hin beşên helbestê wisa ne:
. Xêr û qencîyê bikin. Meriv bila ji we xweş bin. Berê xwe bidin we.
. Xerabî û nebaşîyan nekin meriv bila ji we aciz nebin, ji we nerevin.
. Eger tu ji cahşê kerê ra axurek ji zêran jî çêbikî, Platon bikî mamosteyê wî/wê, Îbnî Sîna bikî Saqîyê wî/wê, tu ji kanîya heyatê avê bidîyê, ji dêvla êm tu behîv û xurmeyan bidîyê jî, bawer neke ku ji wî kerî tu huner derkevin. Dîsa ew ê wek bavê xwe ker be! Dema te ew ji eywanê derxist ji bilî zirandinê ew ê tiştekî din neke.
( rexneya reşkirina nezanîyê bi zimanekî balkêş hatîye vegotin. Meriv ku nezan be, mîna kerekî/ê ye. Tu çi bike, çawa bike jî, ker, ker e.)
Di van çarçoveyan da nivîsên Xelîl Xeyalî jî hene. Xeyalî, ji bilî Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, di Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Jînê da jî nivîsî ye. Kesayetekî gelek girîng e. Ji bo standartkirina zimanê Kurdî xebat kirine. Bingeha alfabeya Kurdîya Soranî ya niha tê bikaranîn danîye. Li gor nivîsek Seîdê Kurdî ( heval û hemşehrîyê Xeyalî ye) Xeyalî rêzimanek nivîsîye. Lê mixabin wenda bû ye. Li gor hin îddîayan Zîya Gokalp û ew bi hev ra xebitîne. Ziya Gokalp vê xebatê jê dixwaze, fikre wî ji xwe ra diguherîne û ew rêziman jî şewitandîye. Tê gotin ku her roja înîyê li çayxaneyek Dîyarbekrîyan bi ciwanan ra sohbet dikir. Tesîra Hacî Qadirê Koyî gelekî li ser wî heye. Xwedî gelek berhemên edebî, gotar û helbestan e. Du helbestên M. Akîf Ersoy jî wergerandîye Kurdî.(Divê wek wergervanê edebî yê pêşî bê hesibandin.) Mûsa Anter jî, di bîranîn xwe da pesnên Xelîl Xeyalî dide, dibêje piştî Xanî ew e! Nivîsên wî yên Wetan û Îtîfaqa Kurmancan gelekî girîng in. Di nivîsa Wetanê da li ser hezkirin û nirxên welêt, girîngîya perwerdeyê û rewşa Kurdan radixe ber çavan. Nivîsek gelek dirêj e. Hin kurtebeşên nivîsê wiha ne:
. Wetan tu çiqas ezîz û latîf î. Lalezarên te ji xwîna şehîdan e. Simbil û rîhanên te jî, rindîya egîdan e…( xweşikbûna welat bi tefsir, bi çêjeke edebî vedibêje. Dû ra pê ra dikeve dîyalogê û qala şer û tesîrên wê dike…)
. Hikumeta zalim me li hev elimandine. (dibêje: dewlet(Abdulhemîd) bi rêya Alayên Hemîdîyeyan me li hember hev bikar anîne. Ewil zilm, li xwe Kurdan dû ra, li Ermenan kirine. Ev alayana wekî hêzên paramîlîter hatine bikaranîn.)
. Li ser navê hesabên xelkê xerabî û zerar bêtir li gelê xwe kirine.
. Ji bo wan zaliman em bi hev dikevin. Em bi ya wan dikin. Îro zaroyên wan di nav jîyaneke xweş da ne.
. Jinên me jinebî, zaroyên me sêwî dihiştin. Me ji dinyayê ra wek eşqîya didan xuyakirin. (Bi kirinên van alayan ku li ser Kurdan û li ser Ermenan, bi zanebûn wê çaxê, li hember ewropayê bi rêya hemû derfetên ragihandin û çapemenîya hikumetê û bi tesîra propagandaya Ermenan, Kurd wek; zalim, cahil, eşqîya(terorîst!), paş da mayî, bê îrade, qels… dane xuyakirin da ku tu piştgirî ji wan ra neyê dayîn!)
. Van zaliman, Kurd ewil ji xwendinê dû ra ji tîcaret û zerîetê mehrûm kirin. Xwedê û pêxember nedihatin bîra wan!
. Pesnê meşrûtîyetê û başbûna Kurdan dibêje. Dibêje em jî, ji rewşa xwe îbretê bistînin û wek milletên din (mîna Arnawit û Qeredaxan…) nasnameya xwe bidin qebûlkirin.
. Di cî na da ji ber ku hesasîyeta gel dizane rasyonalîzma dîn jî dike. (ji bo nirxên nasname û netewî, dîn dike referans) Wekî; Hezkirina welat, Şîreteke pêxember e. Di cihan da jî, hedîs û ayet jî wekî referans dane.
. Gelî hevalan! Mekteban vekin û zaroyên xwe bidin xwendin… Nivîs bi vê naverokê dewm dike…
Piştî “31 Mart Vakası” (Bûyera 31ê Adarê) cemîyet û rojname tên qedexekirin. Ev rojnameya Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi di sala 1998an da ji hêla M. Emin Bozarslan va, li Swêdê ji nû va hatîye çapkirin.
ENCAM:
. Piştî îlankirina Meşrûtîyeta duyem Kurdan jî, bi destên zanayên xwe, li gel hemû bêderfetîyan jî, cemîyetên xwe ava kirine. Organîze bû ne. Kovar û rojname weşandine. Hay ji pêşketinên dinyayê hene. Di hemû van xebat û organîzasyonan da armancên wekî; girîngîya perwerdeyê, zanîn, tifaq, pêşketin, bi giştî bidestxistana mafên kurdan hevpar in.
. Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti, bi pêşengîya kesayet û ronakbîrên Kurdan va hatîye ava kirin. Hişmendîyeke modern û netewî hâkim e. Li gelek cihan şaxên vê cemîyetê vedibin. (li Bedlîs, Mûş, Dîyarbekir, Mûsil, Erzirom, Xinis û Bexdayê…)
. Bi heman navê cemîyetê rojnameyekê diweşînin. Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi (1908) rojnameya vê cemîyetê ye. Bi giştî li ser temayên; pêşketin, zanîn û tifaqa Kurdan, girîngîya xwendin û perwerdeyê, bidestxistina nasname û mafên Kurdan… sekinîye.
. Ji ber ku dewleta Kurdan tune ye û ji hêza derfetên dewletê bêpar in, gel bê çare û di halê xwe da ne. Tu erk û rêveberî ya ku bide pêşîya gel jî tune ye. Dawî li rêveberîyên mîrektîyan hatine. Ji ber van rengî sedeman hemû bar dikevin ser milên ronakbîrên wê demê. Ew jî, ji vê hişmendîyê dûr nemane û gotine “çi ji bo gelê me lazim be em ê wê bi cî bînin…” Bi kar û xebatên xwe vê, ispat jî kirine.
. Ronakbîrên wê demê di nav şertên heyî da, bi gelek zahmetîyan xebitîne. Bi gelek awayan gelek caran mecbûr ma ne ku xwestekên xwe carinan bi ser girtî, carinan bi pesidandinên hikumetê, bi gelek cûreyên edebî… xwestine derd û mebesta xwe bînin ziman.
Wekî dawî; divê Kurd, hay ji paşeroja xwe, kevneşopîya xwe hebin. Ji bo pêşketin, zanîn û rizgarîyê, bi nerîteke kurdewar, ji bo ronahîya pêşîya xwe, divê her dem xwe bispêre kelepora xwe…
Amadekar: Ömer Bozkurt
Nîsan 2020
Çavkanî:
1. Gazeteler. Arîyen Kurdî
2. Osmanlı Dönemi Kürt Basın Tarihi. Yazarlar: İlhan Kaya, Enver Yalçın, Gülşah Savaş Çakmakcı 1 Yayınları/ UKAM İstanbul/Uluslararası Kültürel Araştırmalar Merkezi
3. Tarihten Bir Kesit: Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti, Hilal Ataş 12.02.2016
4. Notên Dersa Mamoste: Zülküf Ergün. Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê. Beşa Edebîyat û Zîmanê Kurdî. Dersa Edebîyata Kurdî ya Modern.