
Kîsincer-Potîn = Saykis-Pîkozeka nû

Drêjbûna kêşa Sûrya û tirajîdiya wê bala xwe li ser tev kêşên cîhanê da şêşaye û bûye kêşeka cîhanî ya jimare êk. Çareseriya wê û nehêlana sedemên hilpijîna wê bi vî rengê diramatîkî xala hemû danûstandin û kombûnên nihênî yên zilhêzên cîhaniye.
Vexandina van danûstandin û kombûnên nihênî yên zilhêzên cîhanî li ser kêşa Suriyê dûr ji çavên Medyayê wek wan kombûnên li ser demê şerê êkê yê cîhanê(194-1918) dihatine kirin li ser lêkvekirina axa zelamê nexweş( Împratoriya Osmanî) û ji encamê wan hevdînin û kombûnên nihênî peymannama Saykis-Pîko hate encam. Bi heman vexandin û lêkçûneka van kombûnên nihênî yên zilhêzên cîhanî yê amadekariya nexşekî diken ku ji yê Saykis-Pîkoy cudatire çinku berhemê wê peymannamê zordariyeka sor û sor û bê wêne li gelek netewe û peygirên Olên din yên li rojhelata navî dijîn, hate kirin ji wan netewan Kurd ku bo sedemê parçekirina Kurdistanê û bêbehir kirina netewa Kurd ji statoyeka serbexwe, bo milletên ne Îslam jî j,bilî kuştin û talankirinê neçar kirina axa bab û kalan bicih bihêlin û koçberî cîhanê bibin û yên mayîn jî dibê behirin ji kêmtirîn mafên mirovî û tirajîdiya Mesîhî, Êzidî, Diroz, Qoptî û Elewiyan diyare û hewcey çi nimûnan naket û rewşa wan ya diyare.
Çûna Hinrî Kîsincerî bo Musko li 29.06.2017 û kombûna wî digel serokê Rosya Vladîmîr Potîn dûr ji pirotokolên siyasî û dîplomatîk di vî demî da ku layenên pişkdar di korbeqa Suryê da ji kas keftine û çi layenan şiyanên sepandina rojeva xwe bi ser layenên din da nîne û şer her yê dirêj dibît û çi asoyên li hevhatinê diyar nînin û ew bizavên dihêne kirin ji layê dewlet’ên herêmî ve bi taybet Turkiya û Rosya bo bi dawî hatina kêşa Suryê hemû bi herwe çûn û dê çin ö dibê necamin çinku sedemên bûyne hilpijîna vê kêşê liber çav nahêne girtin bitaybet Turkiya çinku ji wê êkê ditirsît ku statoyeka Kurdî weku ya başurê Kurdistanê bibîte dewleteka dîfakto û dûr nîne di paşerojê da herdu dewletên dîfakto hev bigrin û bibîte dewleteka serbexo, hingî dê bandoreka nerênî li êktiya axa Turkiya hêlît.
Roj bo reojê tirsa Turkî ji statoya Kurdî ya zêde dibît bitaybet piştî Başurê Kurdistanê pirsa rîfrandomê kirye rojev û mewdayê paşgezbûnê nehêlay û piştevaniya Emrîka bo PYDê bivê hêzê û çûna Kîsincerî binihênî û bêyku Rosya yan jî Emrîka vê çendê aşkera biket, didet xûyakirin ku peymannamek birêveye binavê Kîsincer-Potîn bo rojhelata navîn li şûna Peymannama Saykis-Pîko.
Berî bi dawî bûna kêşa Sûrya û çespandina nexşê piştî Saykis-Pîko çinku diyar nîne kanê ewe nexşe dê yê çewa bît û kanê dê di berjewenda milletên rojhelata navîn dabît bo nehêlana wan tirajîdiyên ji encamê wê paymannama negrîs bi ser gel û netwe û olên deverê da hatîn yan jî li gor berjewendên zilhêzan dabît û dever ber bi şerekê dijwartir ji yê nuke ve biçît.
Jiber hindê hindî zûtire hêzên Kurdistanî tev şiyanên xwe biken êk û pişkdarî rîfrandomê bibin û dewleta dîfaktoy Kurdistanê biveguhêzin bo dewleta serbexoya Kurdistanê û Başûr û Rojava hêzên xwe biken êk libin çi Ala û nav da bît negiringe ya giring dever ya beref guhorînên mezin ve diçît û bihîviya zilhêzên cîhanê û ew nexşê di rêda ne diyare tiştek bihête şikefa Kurdî, tinê bi êk helwêstê nîştamanî em dikarîn bigehîne armancên xwe yên netewî.
01.07.17
Berlin