1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Vejîna Kurd
  4. Kurteçîrok 3-Apê Os
Kurteçîrok 3-Apê Os,kurteçîrok,3,apê,os

Kurteçîrok 3-Apê Os

A+ A-

Li deşta gundê me ya sîngfireh, xwezayê destên xwe bi heft avan şûştibûn û tajanên jiyaneke nû didan xwe, ew ji bin zora serme û seqaya zivistaneke tund û dirêj hêdî hêdî hişyar dibû, pelên daran ên nûzîldayî xwe ji ramûsanên tavê re amade dikirin û bilbil vedixwendin simfoniya eşq û evîniyeke bê hempa.

Apê Os li ser danişteka xwe rûniştibû lê ew tabloya xweşik qet bala wî nedikşand, bi tiliyên xwe yên ku ji nivîsandinê westiya bûn cixare dixiste nav lêvên xwe yên terikî û bi xelekên bîranînên xwe diponijî.

Apê Os mirovekî zana, rewşenbîr û kurdperwer bû, berî çar salan, babelîska koçberiyê ew, hevjîna wî û herdu zarokên wî li dewleta Almaniya bi cih kiribûn, keça wî, Kurdê, ya ku tu qedir û qîmet ne ji wateya navê xwe û ne jî ji gotin û şîretên bavê xwe re girtibû, ji xortekî Efexanî hez kir û vê re çû. Lawê wî jî bi keçeke Elmanî re zewicî û niha zarokekî wî heye lê ew bi zimanê kurdî nizane biaxive. Apê Os gelek ditengijî ji ber ku ked û perwerdeya bîst û pênc salan bi agirekî re bûn xwelî û di lehiyekî de winda bûn. Rewşa zarokên wî ya kambax tehlî dadirivand giyanê wî û diranên êşan di dilê wî re diçikandin, êdî ew neditebitî û herdem bi hevjîna xwe re digot: Malavayê! Jiyana biyaniyê dawiya wê tenê malwêranî û poşmamî ye. Tiliyên çerxa felekê birizin, me ne dost û heval ne jî milk û mewal, vaye me herdu zarokên xwe jî winda kirin, were em vegerin welatê xwe berî ku temen ji destên jiyanê bifilite û bikeve.
Lê hevjîna wî bi jiyana derewîn hatibû xopandin û razî nedibû vegere.

Li destpêka zivistana borî, me dît ku ew bi tenha xwe di nav me de ye. Tenê hêviyên têkçûyî û ariya du hezar rojên jibîrkirî di çentê wî de hebûn, rondikan di çavên wî de li ber xwe didan lê nediherikîn û herdem bi xwe re digot: Çi xewneke tehl bû looo!!
Piştî demekê wî deriyê dibistana gundê me ji nû ve vekir û dest bi karê mamostetiyê kir, zarokan pir jê hez kirin û di xwendinê de pêş ketin.
Ez pir diçûm serdana wî, pirtûkxaneya wî ya ku pirtûk mîna serbazên yekîneyeke leşkerî li dû hev rêz bûbûn û hin ji wan pirtûkan berhemên pênûsa wî ya xedar bûn, wan pir bala min dikşand.

Dema wî dît ku ez li pirtûkan pir dimeyzînim bi min re got: Kuro! Rûpel zeviyine xam in, mirov hizir û ramanên xwe li ser dipexşîne, bi hestên xwe av dide, carina şahî zîl didin, carina jî bîranîn û birîn şîn tên..
Min got: Erê apo; min dîwana te ya dawî xwend, di hinava wê de pêtên xem û êşan xuya bûbûn, û dema min li kûrahiya wan nêrî, min siwarekî birîndar, bê rim û mirtal dît, lê mûmên vîna wî hertim geş bûn û tariya jiyanê nikanî roniya wan bipêça û di xwe de noq bikira.

Wî simêlên xwe badan û bi vîn û bawerî got: (Belê kuro! Komkujiyên ku di hindur me de çêbûne zincîr li lingên me gerandine, û daristan di çavên me de hişk kirine, dilê min di çar salên dojehî de bû komir û hîn xeyala malbata min xwe ji ber çavên min nade alî, lê ez bawer im, ku çendî şev reş, tarî û dirêj bin, roj wê dîsa hilê û tîna êşan ko bike. Bila tu zanibî nivîsandin di wî agirî de zozanek ji hênkahiyê ye, û berhemên pênûsê di wê wendabûnê de taveheyv e, her ronahî û hêviyan geş dike.
Kuro! Min nikanî zarokên xwe biparastana, lê ez ê hemû zarokên gundê xwe perwerde bikim û tovên evîna welêt di dilê wan de biçînim, ez ê çîroka xwe ji wan re binivîsim heya pênûs di nav tiliyên min de xulmaş dibe. Tenê serkeftina wan zora min dibe…..).

Axaftinên me mîna morîkên tizbiyan li pey hev rêz dibûn û peyv û hevok xweş dibûn, û li aliyê gund ê din jî xecxecokan nameyên buhareke xweş, rengîn û têrhêvî dixwendin.


Gotinên miftehî :