1. Tekst

  2. Gotar

  3. Kafi Alavi
  4. Kurdistana Qahirê li Amedê
Kurdistana Qahirê li Amedê,kurdistana,qahirê,li,amedê

Kurdistana Qahirê li Amedê

A+ A-

Kurdistan landika şaristanîyetê, welatekî pan û berîn, xudanê çemên jînder û çîyayên serbilind û deştên pirr bereket. Welatê ziving û işkevtên sitara mirovên berayî ye.
Kurdistan welatê afirandin û vedîtin û vehewîyana bêderetan û bê penahane.

Kurdistan di kevin da meydana şerên malvêrankere Impiratorîya Rom û Sasanîyan, Osmanî û Sefewîyane û vê dawîyê, welatê rikeberîya Rojhelat û Rojava û parçe parçe bûyîye.
Kurdistan nihe welatê dagîr bûyî û tepeser kirîye, lê bo jînê berxo didet.

Malxêyên vî welatî bûne mêvan û koleyên dagîrkerên mêvan û li mafê berayîye jîyanê bê par û pişk man.
Kudistan welatê tebayî û jîyana hevpar e. Kurdistan welatê biratîya gelan e. Kurdistan welatê gelên zulm dîtî ye.

Di serdemê Osmanî û Sefewîyan da Mîrnişînên welatparê bi serhildan û berxodana xo hewl dan hebûna xo li ser vê axê biparêzin û welatê xo li destên dagîrkeran rizgar bikin. Lê mixabin natebayî û pişta hev negirtina wan mîrnişînan bû sebebê têkçon û şikyana wan û serdestîya dagîrkeran.

Di çerxa 19 û 20ê da hindek kesayetîyên navdar û diyar di kurdistanê de, bizavên rizgarîxwaz rêxistin. Mixabin dîsa liber nebûna rewşenbîrîya giştî û emrazên ragehandina giştî, wan bizavan jî destkevtek ber biçav bi dest xo ve ne înan.

Rojname yek ji emrazên ragehandin û agadarkirin û belavkirina rewşenbîrîya giştîye. Nebûna wê emrazê di serdemê xo da kêmanîyek mezin bû. Hindek rewşenbîr û zanayên wê demê, ev kêmanîye seh kirin û hewla rêxistina wê dan.

Yek ji wan kesan, hêja Midhet Bedirxan, Kurdistanîyê bêy Kurdistan bû ku bo cara yekê li derveyî welat, li Qahirê di sala 1898ê, bi amade kirin û belawkirina rojnameya Kurdistanê, bo xo Kurdistanek afirand û Kurdistan û gelê Kurd û Kdistanî kire xudanê ragehanina giştî. Helbet temenê wê rojnamê kurt bû, lê derîyekî mezin û hivîbexş li ser gelê kurdistanê vekir û rêka rojnamegerîya kurdî û kurdistanî ronahî kir û bû bingeha rojnamegerîya kurdî.

Di salên destpêka çerxa bîstî, liv û bizavên sîyasî cihê tewgerên Kesî û Binemalî girt û piştî ji dayîk bûna çend Komele û Cem'îyetan û hildana Ala Kurdistanê li Serhildana Agirî da, derîyek dî û bi awayekî dî yê xebatê li gelê kurd hate vekirin.

Li ber sîbera şerê dûyê, yê cehanî û rikeberîya bereya empiryalîst û sosyalîst û dagîr bûna welatên dagîrkerê kurdistanê û hişyarîya sîyasî li kurdistanê û libar bûna hel û mercan, liser koka K.J.K(Komele ya Jînyaneva Kurd), Hizba Dumukirat a Kurdistanê, wek yekem Hizba Sîyasîya Kurdistanê, sala 1946ê bi Serokatîya Pêşewa Qazî Muhemmed li Muhabadê ji dayîk bû.

Hizba Dumukirat a Kurdistanê, bo belawkirina bîr û hizrên xo, rojnameyek bi nave Kurdistan belaw kir ku yekem jumara wê di roja 11/01/1946ê di çar laperan da, di jêr çavdêrîya desteya nivîseran ve hate belavkirin. Kurdistan her du rojan carekê dihate weşandin.

Rojnama Kurdistan ku deh rojan berî ragehandina Dewleta Milî li Muhabadê, dest bi weşana xo kiribû, heta jumara 64ê li roja 02/06/1946ê belawkerê hizra Hizba Dumukiratê bû. Lê li jumara 65ê ra wek organa hizbê hate nasandin.

Temenê Rojnama Kurdistan, Organa Hizba Dumukirate Kurdistanê jî, wek temenê Dewleta Milî bi Serokatîya Pîşewa Qazî Muhemmed nebû salek û jumara herî dawî ku li berdeste, roja pêncşenbî li 03/10/1964ê hatîye belawkirin.

Rojnama Kurdistanê piştî têkçona Dewleta Milî, nehate belawkirin. Lê dîsan ji layê Hizba Dumukirat, piştî destpêkirina xebata xwe, wek organa hizbê hate weşandin û heta 04/04/2017ê 697 jumarên wê hatine belavkirin.

Pîştî têkçona Dewleta Milî li Muhabadê û şehîd kirina Pêşewa Qazî û hevalên wî û çona Barzanîyê nemir, Mela Mustefa Barzanî û hevalên wî bo sovîyeta berê, heta sala 1958ê, hemî liv û tevgerên sîyasî û ragehandina Kurd û Kurdistanî ketne bin sîya bêdengîyê.

Piştê şoreşa 14ê Temûza sala 1958ê li Iraqê û vegerîyan Barzanîyê nemir bo Bexdayê û vebûna radyoya Kurdî li Bexdayê, sala 1959ê dewleta Îranê jî Radyoya kurdîye Tehranê û paşê jî ya Qesrişîrînê rêxist û herwisa li jêr çavdêrîya Saziman Emnîyeta Îranê dest bi weşandina Rojnama Kurdistanê bi sernivîserîya Ebdulhemîd Bedî'ulzeman û desteya nivîseran li Tehranê kir û heta 29/05/1963ê, 209 jumarên wê hatne weşandin. Ew rojnama Kurdistanê, dengê rêjîma Şahê Îranê bû, lê li Îran û Kurdistanê nedihate belavkirin û zêdetir bo piropagenda xo, bo navendên kultûrîye derveyî Îranê dihatine şandin.

Rojnama Kurdistanê li Qahirê ji dayik bû, welat bi welat gerîya. Ket û rabû û li Muhabadê geş bû. Li dol û newal û işkevtên Kurdistanê berxo da. Îro bûye xuda mal û li Amedê şevq didet.

Kafi Elevî


Gotinên miftehî :