Kurdistan berî her tiştî-III-
Wergera ji erebî: Heyder Omer
Va ye kûrahiya me ya jiyopolîtîk di dîrokê de
Va ye em, bê dewlet, derbas sedsala 21ê bûn, welatê me di navbera çar dewletan (Îranê, Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê) de parve kirî ye, û ji heftemîn sedsala piştî jidayikbûna Îsa pêximber de û heya serdema Osmaniyan, Kurdistan di destên deweletên, ku bi navê îslamê hukumdar bûn, de bû, beriya wê jî, li pey hev di destên Ekkadiyan, Babiliyan, Exmînan, Parsiya, Sasaniyan, Yonanan û Aşûran de bû.
Gelo ev hemî tê wê wateyê, ku em di dîroka cîhanê de, miletekî bê rehên polîtîkî ne? ev tê wê wateyê, ku em ji bo avakirina dewletan û birêvebirina civakan û ya têkiliyan li gel xelkên din, di demên aşîtiyê û cengan de, çi li herêmê û çi jî li cîhanî de, bê sermiyanê polîtîkî ne?. Teqez na, rerhên me yên polîtîkî di kûrahiya dîrokê de hene, û sermiyanê (mîrasê) me yê polîtîkî bi ser çar qunxên sereke de parve dibe:
Qunaxên dîroka me ya polîtîkî:
Qunaxa yekem: Pêşiyên me Somer kevintirîn rista polîtîkî ya dewlet-bajaran, li rojhilata navîn, û heye (belkî) li tevayê cîhanê, ji sêymîn hezarsalên b . z de, ava kirin, ewana di vî warî de bêtir ji 2 hezar sal di pêş Yonanê de bûn, hinek jêderên dîrokî teqez dikin, ku ewana (Somer) ji çiyayên başûrê Kurdistanê ber bi Mezopotaya de dageriyan, û ewana hilgirên şaristaniya Guzana bûn; ew şaristaniya, ku di navbera salên (5000 – 4500 b.z) de li Kurdistanê geş bûbû(1).
Her weha pêşiyên me Îlam jî şahnişînek li başûrê welatê me, di destpêka sê hezar salên berî jidayikbûna Îsa pêximper ava kirin, û desthilata wan gîha hinek beşên kendava somerî (niha bi kendava (farisî / erebî tê navandin), û derdora (1500) sal, li rojavayê Asiyayê, hêza giring bûn, û li hember Ekadiyan û Babiliyan rabûn, ta ku Aşoriyan ew lawaz kirin, û paşê jî Farisan ew talan kirin, û welatê wan li derdora heftemîn sedsala b.z dagîr kirin(2).
Di beşê navîn yê çiyayên Zagros de pêşiyên me Gotî /Jodî mîrnişînek ava kirin, li hember talakerên Ekkad rabûn, û paşê jî, di welata wan de, dan ser wan, û li gor dagertirîn vebêjeyan, sala (2230 b.z) şahnişîna Ekkad gêr kirin, û hukumdariya wan li ser Somer û Ekkad (91) salan dirêj kir, û di yekemîn hezar salên b.z de navê (Gotî) ser piraniya pêşiyên me yên zagrosî girt(3).
Qunaxa duwem: Di hijdemîn sedsala b.z de pêşiyên me; Kaşiyan şahnişînek li Luristanê, bakurê Îlamê ava kirin, û li pêşberî Babiliyan, ku qeralên wan di navbera (1741-1726 b. z) Gandaş bû, rabûn û paşê jî li derdora sala (1590 b. z) dest dan ser şahnişîna Babil, û heya sala (1157 b. z) li ser wan û welatê Somer hukumdar bûn(4).
Di serdema Kaşiyan de pêşiyên me Horî diyar bûn, û ji Kerkûkê heya deryaya Sipî şahnişîn ava kirin, û Mîtan jî ji nav wan diyar bûn û şahnişîneke hêzdar ava kirin, desthilata xwe dan ser piraniya beşên Kurdistanê, û di çardemîn sedsala b. z de gîhan tepela hêza xwe, û bajarê Waşokanî, nêzîkî bajarê Serê Kaniyê ye, li rojavayê Kurdistan, ji xwe re kirin paytexta şahnişînê, û li hember Aşûriyan û Hissiyan û Mesriyan ketin cengan, û paşê jî Hissiyan ew talan kirin, û Aşûriyan jî sala (1275 b. z) şahnişîna wan gêr kirin(5).
Qunaxa sêyem: Gava şahnişîna Mîtan a Horî hino hino hildiweşî, neviyên wan Xaltî li bakurê çiyayên Zagros (welatê Horiyan ê bingehîn), diyar bûn, ew çiyayên, ku bi Orarto (Ararat) tên naskirin, û niha jî Ermenistan e, û Aşoriyan jî ewana bi (Naîrî) navandin. Wan şahnişînek ava kirin, paşê jî qeralê Sardor (Serdar) ewna di şahnişîneke hêzdar de bi ser hev de anîn, û bi talana Aşûriyan re rû bi rû bû, lê dawî Aşûriyan, di dawiya sedsala heftemîn b.z de dest dan ser şahinişîna wan(6).
Qunaxa çarem: Gêrkirina şahnişîna Med ji hêla Farisan de lêdaneke xedar bû di dîroka me ya polîtîkî de, û li hember hewildanên rêvebirê Medan Gomata, ji bo gêrkirina dagîrkeriya Farisan, û vejîna şahnişîna Med; li hember wan hewildanan, qeralê duwem ê Farisan Qembîz (Gembociya) beriya sala (522 b.z) bimire, tembînameyek ji serdarên Farisan re nivisand, tê de gote wan: “Ez di kêliyên dawî yên jiyanê de me, divê tiştê, ku dixwazim hûn pêk bînin, ji we re bidim xuyakirin. Bi navê xweda yê, ku malbata şahnişîna me diparêze, dibêjim we, nemaze jî Exmîniyên we, ku li vir amade ne, divê hûn nehêlin Med careke din desthialatê vegerînin” û gefûgur li Farisan kir, ku eger ew bihêlin Med careke din şahnişîna duwem ava bikin, dê lanet (leinet) bi wan ve we re(7).
Encama vê rika Farisan, ku nehêlin şahnişîneke Kurdistanî ava bibe, ew bû ku pêşiyên me li dirêjahiya hezar salî bê dewlet man, û ew mîrnişînên biçûk, ku li hinek deverên Kurdistanê ava dikirin jî, hêza wan sînorkirî bû, û kêm – zêde jî bi şahnişînên derdorê ve girêdayî bûn, û paşê jî, bi encama şikestina dewleta Sasanî li pêşberî Ereban sala (635 z), bi ser dewletê xîlafetê ya erebî îslamî ve xistin.
Û gava dewleta xîlafetê ya erebî ji sedsala (11)piştî jidayikbûna Îsa pêximber de lawaz bûbû, û desthilat ketibû destên Buweyhîyan (tê gotin Faris bûn, lê Kurdibûna wan, ku zaze bûn, dagerî ye), û paşê jî ketibû destên Turkmenên Selcûq, careke din hizra polîtîkî Kurdistanî hate vejandin, û hinek Kurd mîrnişîn û dewletên otomonî di navbera her du sedsalên (9 – 13 z) de ava kirin; ew dewletan jî ev bûn: Dewletên Rewadî û Salarî û Şedadî li Azerbeycanê û hinek deverên Qefqasê, û dewleta Enazî li başûrê Kurdistanê, û ya Dostikî li bakurê Kurdistanê, û ya Eyobî li Misirê, ku li ser rojavayê Kurdistanê û gelek beşên başûr û bakurê Kurdistanê desthilatdar bû. Her weha hinek mîrnişînên Kurd li Kurdistanê desthilatdar bûn, heya ku Osmaniyan sala (1845 z) dest dan ser mîrnişîna dawî (mîrnişîna Botan) li navenda Kurdistanê.
Sermiyanê me di kûrahiya dîrokê de:
Dêmek em ne miletekî bê nasmane ye, belê pêşiyên me, ji destpêka sêyemîn hezar salên b.z de û heya sala (550 b. z); ango li dewamiya (2500) sal mîrnişîn ava kirin, û sê şaxên wan pêşiyan (Gotî, Horî û Med) ji bo pêkhatina me ya netewî ya tevayî, xwediyên giringtirîn rolê bûn. Û di qunaxên dûhatine de, her ku derfet lê dihat, pêşiyên me penahên (kiyan) polîtîkî, çi biçûk û çi mezin, ava dikirin, lê her tim jî rêvebirên Farisan ûTirkan, ji hêla polîtîkî de, ziyan bi me kirin, dewlet û mîrnişînên me herifîandin, û ta roja îroyîn jî nehêştin dewleta me were avakirin.
Damezrandina pêşiyêm me gelek dewlet û mîrnişîn, ji hêla polîtîkî de, gelek wate hene; hebûna ramana polîtîkî kurdistanî (bi pîvanên wê serdemê), û pirogramên polîtîkî, û sazûmanên, ku ew pirograman bi pilanan û destkefiyan diguhertin yek ji wan wateyan e, her weha hebûna rêvebiran û karmendên, ku ew sazûmanan bi rê ve dibirin, û hebûna rêwresman û zagonên, ku kar û barên civakê û dewletê organîze dikirin (bi rê dixistin), û damezrandin û bi rêxistin û bi çek-kirina artêşan jî yekek ji wan wateyan e. Her weha ev yeka dide xuyakirin, ku pêşiyên me, ji bo avakirina têkiliyên aştiyê û cengê li gel mîrnişînên derdorê, û ji hev veqtandina dostan ji dujiminan, û rêkirina balyozan û pêşwazîkirina wan, û avakirina hevbendiyên polîtîkî, jîrekiya polîtîkî bi dest xistbûn.
Di bin sîbera wan dewlet û mirnişînan de, pêşiyên me; Sûmeriyan destpêkên şaristaniyê li başûrê Mezopotamyayê ava kirin, û pêre jî destkeftiyên wan bûn hêvanê piraniya çand û şaristaniyên, ku li devera Rojhilata navîn di pey wan re peyda bûn, û pêşiyên me; Med gelên rojavayê Asiyayê ji bin zora împeretoriya Aşûr rizgar kirin, û evê yekê di pirtûka pîroz (hevpeymana kevin) de deng veda, û pêşiyên me; rêvebirên dewleta Dostikî, di warên aşîtî û geşbûnê di navbera gelên rojavayê Asiyayê de, û avakirina têkiliyên aştiyane yên beramber di navbera dewletên derdorê de, nimûneyên payebilind diyar kirin, û Eyobiyan jî gelên rojhilata navîn ji talanên xaçeperestan parastin.
Ev sermiyanê polîtîkî yê resen û dêrîn, kûrahiya me ye di dîroka cîhanî de, ku dihêle em careke din desteftiyên pêşiyên xwe yên gewre vejînin, û dewleta xwedî bandor ava bikin, di bin sîbera wê de mafê jiyana serbest û azad di welatê xweser de bi kar bînin, û têkiliyên polîtîkî û şaristanî li gel gelên din, dûrî hizra talanê û zordestiyê û pişafitinê, ava bikin, û li gel wan bibin hevparên pêşvebirina şaristaniyê, û belavkirina aşîtiyê û bextewariyê.
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
(1)Biner: Corc Ro: El-Îraq El-Qedîm, rû 123. Jîms Mîlart: Eqdem El-Hedarat fî El-Şerq El-Edna, rû 162-163. Mihemmed Beyyomî Mehran: Tarîx El-Îraq El-Qedîm, rû 20, 90.
(2)Biner: Ehmed Fexrî: Dîrasat fî tarîx El-Şerq El-Qedîm, rû 198, Wilyam Langer: Meusoet tarîx El-Alem, 1/92. Morîs Kirozê: Tarîx El-Hedarat El-Aam, 1/214.
(3)Biner: Jirnot wîlhêlm: Horî, Tarîxuhum we hadaretuhum, rû 112. Deyakonov: Mîdya/Med, rû 109, 110, 117. Jîn Potro û hinekên din: El-Şeraq El-Edna, El-Hedarat El-Mubekkere, rû 112. Arşak Safrestiyan: Kurd û Kurdistan, rû 37. Wilyam Langer: Jêdera navborî, 1/55.
(4)Biner: Erşak Safrastiyan: Jêdera navborî, ru 41. Deyakonov: Jêdera navborî, rû 124-125, 127. Jîms Mîlart: Jêdera navborî, rû 62.
(5)Biner: Wilyam Langer: Jêdera navborî, 1/62. Jîrot wîlhêlm: jêdera navborî, rû 42, 48, 58, 61, 73. Jîn Potro û hinekên din: Jêdera navborî, rû 134.
(6)Biner: Jîrnot Wilhêlm: jêdera navborî, rû 83. Cemal Reşîd Ehmed: Zuhor El-Kurd fî El-Tarîx, 1/131-134, 2/166-167. Wilyan Langer: Jêdera navborî 1/87. Bongard – Lîvîn: El-Cedîd Hewle El-Şerq El-Qedîm, 527-528.
(7)Biner: Hêrodot: Tarîxa Hêrotot, 246-249. Deyakonov: Jêdera navborî, rû 390. Wilyam Langer: Jêdera navborî, 1/93.
27. 05. 2017