Kurdek,kurdek

Kurdek

A+ A-

Kurdê/a ku di vê nivîsê de ye, kurdek ji rêzê ye. Di nivîsa sê kurd de, behsa sê tîpên kurd hatibû kirin. Yek jê kurdek bû ku ji ber raman û kirinên xwe yên neteweperwer, welatperwer hatibû îdam kirinê. Yê duyem kurdek bû ku vî kesî dabû girtin, bi darizandinek sêwrandî hukmê îdamê dabû û vê bi cih anîbû. Yê sêyem jî kurdek e ku dema pê dihese xelat bo dangirtina kurdê li mala wî mêvanê wî heye, bo girtina vê xelatê, mêvanê xwe îxbar dike dide girtin. Em karin van sê helwestan wek sê zîhnîyet dîyar bikin. Dîtin û ramanên van sê zîhnîyetan jî ku li dora raman û bawerîyên wan pêk dihat pir cêwaz bûn. Zelal e ku zîhnîyetên di kategorîyên duyem û sêyem de cih digirin ew zîhnîyet in ku palpiştiya hev dikin û hev zêde dikin.

Pêvajoya bi sê kurdan re eleqedar di çaryeka ewil a sed sala bîstan de pêk hatibû. Gelo, sed sal paşê, van rojan rewş çi ye?

Îro her sê beş jî hebûna xwe didomînin. Kurdên welatperwer-neteweperwer zêde bûne, zêde dibin. Lê kesên ku bi sepandina taktîkên cur be cur dixwazin pêşî li kurdên welatperwer, neteweperwer bigirin jî zêde dibin.

Diruşmeyek Îtîhad û Teraqîyê hebû ku bi awayê ‘tevahîya welat’ derdibirîn. Di serdema 1908an a Meşrûtîyeta Duyem de, Di dema Şerê Cîhanî yê Yekem û piştî wê de, vê diruşmeyê li ser hev dianîn zimên. Lê di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekem de, bi Peymana Sykes-Picot-Sazanofî ya ku di 1916an da pêk hat, bi Peymana Sewr a 1920î, welatê Osmanî dabeş bû, parçe bû, parvebû. Di nava vê pêvajoyê de, Kurdistan jî di nava parçeyên ku dabeşbûyîne de, wekî dî hat dabeşkirin, parçekirin, parvekirin. Peymana Lozanê ya li ser karên Rojhilata Nêzîk, peymanek e ku vê pêvajoyê digre bin garantîya navnetewî. Rewşenbîrên kurd ên wê serdemê, li hember carek dî dabeşbûna Kurdistanê bi parçeyên welatê Osmanî re yê ku hatibû dabeşkirin, bertek nîşan dabûn.

Di 20ê Çotmeha 1921ê de, di navbera Fransayê û Hikûmeta MMM(Meclîsa Mileta Mezin) da peymanek hatibû îmzekirin. Vê peymanê sînorên bakur ên Sûrîyê, mandaya (kolonî) Fransayê dîyar dikirin. Ev peymanek e ku bi fermî kurdan, Kurdistanê dabeş dike. Mebûsên kurd ên ku wê demê li MMMê ne, li hember vê peymanê pir derketine. Hikûmeta MMMê û MMMê ji ber ku vê peymanê pejirandîye, rexne kirine. Axaftinên li MMMê yên Yûsiv Zîyayê ku wê demê wek mebûsê Bedlîsê kar dikir, balkêş in.

Peymana Lozanê ya bi karên Rojhilata Nêzîk ve eleqedar, peymanek e ku dabeşbûn û parvebûna welatê Osmanî û di nava van parçeyan de, wekî dî parçekirin û parvekirina Kurdistanê dipejirîne û vê digire bin garantîya navnetewî. Konferansa Lozanê di 21ê Mijdara 1922yê de, dest pê kiriye. Dewletên ku bang bo konferansê kirin Îngiltere, Fransa, Îtalya, Japonya ne. Li layek Tirkiye, li layê dî Yûnanistan, Komara Sirp-Hirvat Sloven, bo hemû van hevdîtinan hatine vexwendin. DYA bo hemû van hevdîtinan hatîye dawet kirin, lê wê wek çavdêr beşdarîya Konferansa Lozanê kirîye. Rûsya, Bûlgaristan, bo hevdîtina avlengan(bogaz) hatine dawet kirin. Belçîka û Portekîz, bo mijarên bazirganî û bicihbûnê hatine bang kirin. (Baskin Oran, ed. Türk Dış Politikası, Kurtuluş Savaşı’ndan Bugüne, Olgular, Belgeler, Yorumlar, Cild I 1919-1980, Weşanên Îletişim, çp. 2. 2001, Stenbol, r. 216- 217

Heyetek di binê serokatîya Îsmet Înonuyî de bo Konferansa Lozanê beşdar bû. Di heyetê de, navên wek Dr. Riza Nur, Yahya Kemal (Beyatli), Ruşen Eşref (Unaydin) Yusuf Hikmet (Bayur) cih girtin.

Ji mijarên girîng ên ku Konferansa Lozanê diaxivî yek kêşeya Kurdistanê bû. Ev konferansek bû ku dahatuya kurdan, Kurdistanê dîyar dikir. Lê kurd li konferansê nedihatin temsîl kirin. Konferansek ku dahatuya kurdan dîyar dikir lê beşdarîya kurdan hatibû asteng kirin… Hevdîtinên li ser vê mijarê her li kulîsan hatin çêkirin. Kêşe bi hevdîtinên ku di kulîsan de dihatin çêkirin hat çareser kirin. Di danişînên fermî de ev encam li ser kâxiz hatin nivîsîn. Mistefa Kemâlî, vê rewşê bi awayê balkişandina hevdîtinên li Sewrê û li Konferansa Londonê, Adara 1922yan, piştî dibêje ‘nehat behis kirin’, li Lozanê, ‘nehat hiştin bê rojevê’ dîyar dike. Yusuf Hikmet Bayur, Yeni Türkiye Devleti’nin Harici Siyaseti, Edebiyat Fakültesi, Talebe Cemiyeti Neşrîyati, Stenbol 1935, r. 116-139

Hevdîtinên ku di Konferansa Lozanê de, heyeta tirk pêk anî bû, li MMMê jî dihatin gengeşe kirin. Di dema hevdîtinan de hatîye famkirin ku pêvajoya li ser dabeşkirin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê jî hatîye pejirandin. Di 4ê Sibata 1923yê de, hevdîtinên Lozanê qut bûn. Heyeta tirkan vegerîya Enqereyê. Heta 23yê Nîsana 1923yê, yanî, heta ku ji nû ve Konferansa Lozanê dest pê kir, li ser vê rewşa Kurdistanê gengeşe bûn. Yûsiv Zîya û mebûsên dî yên kurd li MMMê ji ber dabeşkirin, parçekirin û parvekirina Kurdistanê heyeta tirkan bi gotinên sext rexne kirin. Dîyarkirin ku dê ev bo kurd û Kurdistanê bibe felaket. Welatê Osmanî bi tevayî parastin. Gotin ku dabeşbûn, parvebûn bibe jî divê Kurdistan li welatek bimîne, parçe nebe.

Beşek girîng a kurdên roja me, ne di nava helwesteke hesas de ne li hember mijara dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê. Halbukî, ev rewş, bingeha kêşeya kurd, Kurdistanê ye. Bi taybetî jî di nava beşek kurdên ku bi tirkî dinivîsin de, dîtina xemsariya bo vê pêvajoyê pêkan e. Kesên bi tirkî dinivîsin, di bin navê ‘bêlayenî’yê de, li ser kêşeyên xwe na, lê wek ku li ser kêşeyên welatek li Afrîkayê, li Rojhilata Navîn gengeşe dikin tevdigerin. Wek mînak dikare bê gotin ku li hember kêşeya erebên filîstînî germtir eleqedartir in. Nivîsîna lêkolêran bi zimanê wek îngilîzî, fransî, almanî di naveroka vê kêşeyê de guherînek çênake. Bi qen’eta min ev kêşeyek bi zimên re eleqedar e. Hûn bi kîjan zimanî binivîsin, bi kîjan zimanî biaxivin, hûn bi çanda sîyasîya wê dewletê, wî gelî hereket dikin. Ev pêvajoyek e ku di binê hiş de bipêş dikeve. Dikare bêgotin ku kesên bi kurdî dinivîsin, diaxivin, bo vê pêvajoya bingehîn, germtir, baldartir nêzîk dibin.

Wek gelemperî çi lêkolêrên tirk, çi lêkolêrên rojavayî, peymana Sykes-Picot-Sazanofî, Peymana Sewrê, Peymana Lozanê, bi awayê parvekirina xaka Împaratorîya Osmanî, ereban vedibêjin. Hin nivîskarên kurd jî wiha vedibêjin. Ev nivîskar bi behsnekirin ji kurdan, ji Kurdistanê û bi tune hesibandina Kurdistanê jî di çarçoveya xakên ereban de dinirxînin. Halbukî, Kurdistan welatek ji xaka ereban cuda ye. Divê Bakurê Mezopotamyayê, Kurdistan cuda bê nirxandin. Nirxandina Kurdistanê di nava xaka ereban de têgihîştinek Baaswarî ye. Ev tê wateya li ber çavan negirtin, tune hesibandina tekoşîna netewî ya kurdan ku ji 1920an ve didome.

Di navbera dabeşbûna dinyaya ereban a 1920an û dabeşbûn, parçebûna Kurdistanê de cudahîyên pir mezin hene. Parçeyên dabeşbûyî yên civaka ereban paşê wek dewletên serbixwe cuda cuda organîze bûne. Lê bi baldarî kurdan, Kurdistanê jî bêstatu hiştine. Parçeyên ku hatine dabeşkirin wek xaka dewletên eleqedar tên hasibandin. Manda, kolonî di astek jêr de be jî statuyek e. Kurd, Kurdistan bêstatu ne.

Ez diramîyam dema ku netew, welatên hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirinê, van operasyonên dîrokî têbigihîjin dê tekoşîna netewî bi awayek pir bilez û ber fireh bipêş bikeve. Lê dema em vê pêvajoyê li qadê dişopînin, dibînin ku rewşa fi’îlî wisa bipêş nakeve. Têgihîştina vê rewşê bi hêsanî pêk nayê. Em dibînin ku dînamîkên derve ji yên hundir karîgertir in.

Dema ku netew, welatên hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirinê têne rojevê, li dinyayê pêşî kurd, Kurdistan têne hişê meriv. Li Rojhilata Nêzîk û Navîn, Wekmînak, rewşa Belûcî û Belûcistana ku di nava Îran, Afganistan û Pakistanê de bi operasyonên wiha re rûbirû maye jî wiha ye. Lê, rewşa kurdan pir cuda ye. Dewlemendîyên bin erdê ên ku kurd, Kurdistan xwedî ne, bêtir wan kirine hedefa polîtîkayên emperyal.

Dema dînamîkên derva tên gotin, divê bo kurdan, karîgerîya ku ji Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyê û ya ku ji dewletên mezin ên wek Îngîltere, Fransa, DYA, Rûsyayê tên cuda cuda bêne nirxandin. Ev karîgerî helbet li gor dem û mekanê diguherin. Divê ev karîger wek dîrokî bêne lêkolînkirin.

Dema ku em li pêvajoyên bingehîn ên roja me binêrin vê dibînin: Karîgerîyên ku ji dewletên nêzîkê Kurdistanê û kurdan tên dîyarkertir bûne. Pêkane ku behsa karîgerîyek dualî ya van dewletan li ser raman û kirinên kurdan bê kirin. Carekî dikirpînin ku li hember mafên kurdan in, mafên ku ji kurdbûna wan, ji civat, netewbûna wan tên. Li hemberbûna xwe li gor cih û demê ji derbirîna bi daxuyanîyên qet’î, xwe paşve nadin. Dikirpînin ku li hember dewleta kurd, federasyona kurd, xweserîya kurdan û hwd. ne. Wek duyem hewil didin bo ku nelihevîyên di civata kurdan de dertên holê mezin bibin, kûr bibin, zêde bibin û ber fireh bibin. Mezinkirin, kûrkirin û berfirehkirina van nelihevîyan dibe wek polîtîkayek sîstematîk a dewletê.

Dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurdan, Kurdistanê dîyardeyek pir girîng e. Têgihîştina vê pêvajoyê, lê varqilîna vê pir girîng e. Encamek pir girîng a vê pêvajoyê ev e ku bi dabeşbûna erdê re, li gor berjewendîyên van dewletan dabeşbûna partî, rêxistinên sîyasî jî bû. Partî, rêxistin li gor berjewendîyên giştî yên Kurdan, Kurdistanê nayên ber hev, her partîya sîyasî her rêxisitn berjewendîyên xwe yên rêxistinî der dixe pêş. Ev rêxistin, ev partî bi angaşta ku berjewendîyên rastîn ên kurdan, Kurdistanê ev in berjewendîyên xwe yên rêxistinî diparêzin. Rêya yekane ya çareserîya vê rewşa pir neyînî, têgihîştina dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê ye. Bo vê divê hişmendîya payebilind a kurd/Kurdistanê girîng be. Dema ku têgihîştina vê rewşa pir neyînî pêk bê, dê ji ber xwe ve hevkarî pêk bê.

Ji van hêlan ve nikare çav li pevçûna ku roja 3yê Adara 2017an, li Şengalê çêbû bê girtinê. Îran li hemberê raman û dîplomasîya Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê ku di mijara serxwebûna kurdistanê de bipêş dixe ye. Îran dijîtîya kurdan li her cih, her dem îfade dike. Haşdî Şa’bî rêxistinek e ku li Iraqê li hemberî kurdan e. Li ser hev vî rûyê xwe, bi raman û kirinên xwe derdixe holê. Haşdî Şa’bî hêzeke milîsî ye, li nîk artêşa Iraqê. Hikûmeta Navendî ya Iraqê pereyên ku li gor qanûnan pêwîst e bide pêşmergeyan nade, lê, Haşdî Şa’b., bi her çekên şer dixemilîne. Haşdî Şabî, ji hikûmeta Bexdayê mûçe digire. Haşdî Şabî, ji DAIŞê bêtir bi kurdan re şer dike. Li qadên ku pêşmerge ji DAIŞê rizgar dikin hewil dike ku baregeh ava bike û wan qadan dagir bike. Xwedî piştgirîya mezin a Îran û Iraqê ye.

YBŞ rêxistinek e ku li Şengalê, piştî Tebaxa 2014an, ji alîyê PKK/KCKê ve hatîye damezrandin. Rêxistinek e ku bala wê li ser kurdên Êzîdî yên Şengalê jî bikişîne nava xwe ye. YBŞ bi Haşdî Şabî re di nava pêwendîyê de ye. Ji Haşdî Şabî, bi vê rê ji hikûmeta navendî ya Iraqê mûçe digire. Iraq, Îran bo YBŞê palpiştiya leşkerî didin.

Roja 3ê Adara 2017ê, hêrîşa YBŞê, PKKê, li ser pêşmergeyan li ber çavan e. PKK/YPGya ku pişgirî dide derbasbûna Haşdî Şabî ji Başûr bo Rojava, lê astengkirina wê ya derbasbûna Pêşmergeyên Rojê tê wateya cîbicîkirina daxwazên Îran, Iraq, Sûrîya ku li hemberê Kurdistana serbixwe radiwestin. Tê zanîn ku ev hêrîş, di serdema daxuyanîyên bo Kurdistana serbixwe de, pêk tên. Dîsa tê zanîn ku ev hêrîş di demek kurt a piştî serdana Tirkiyê ya Serok Mesûd Barzanî, di rojên 26-27ê Sibata 2017ê de, pêk hatine. Bicihanîna dijîtîya kurdan a Îran, Iraq, Sûrîyê bi destê PKK/KCKê, pêvajoyek pir girîng e ku di raoja me de tê jiyîn.
Geşedanên wek gotina ‘me bo parastina nasnama Iraqê bi Kurdistanê re şer kir’ a fermandarê YBŞê Seyîd Hesenî û banga PKK/KCKê ji Ewrupayê re ya çek nedin hikûmeta Kurdistanê vê pêvajoyê zelal dikin.

Beşek ji YBŞyîyan dibêjin ‘em ne kurd in, Êzîdî ne’. Ev ew Êzîdî ne ku di serdema rejîma Sedam Husên de cerdevanî kirine. Tê gotin ku ew komek piçûk in. Pisporên Êzîdî dikirpînin ku gotinên ‘em ne kurd in, Êzîdî ne’ jî bi kurdî têne gotin. Ev der dixe holê ku îdeolojîya Baasî çawa karîgerî li ser ramana Êzîdî, civata Êzîdî jî kiriye. Ev nîşan dide ku Partîya Baasê Êzîdîyan ji civaka wan dûr xistîye.

PKK/KCK dikirpîne ku li hemberê dewleta serbixwe ya kurdan e. Dibêje ku ‘Armanca me, demokratîkkirina Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn e.” Wê demê pirskirina vê pirsî girîng e: Ger bo demokratîkkirina Tirkiyê tekoşîna gerîla pêwîst be, çima li Deryaspî, Ege, devera Deryareş, li beşên nava Tirkiyê, Trakyayê û hwd. gerîla tune ye? Ji ber çi her bajarên kurdan tên sotin, hilweşîn? Bi serê xwe ramîn, lêpirsîna pêvajoyê ya merivan girîng e.

Pêwendîyên hikûmeta kurd a li Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re, bi awayê ‘hikûmeta Başûr piştgirîya zilma ku Tirkiye li Kurdistanê dimeşîne, dike’ nirxandin, nirxandinek ne dirust e. Divê ev pêwendî di çarçoveya pêwendîyên ekonomîk, dîplomatîk de, bêne nirxandin. Di vê mijarê de nivîsa Çetin Çekoyî, AKP û KDP, pêvajoyê dinirxîne. (www.nerinaazad.com 11 Adar 2017

Nîşe: Li ser nivîsa berî vê (Du Kurd) rexneyên rastnivîsa kurdî hatibûn kirin. Ev rexne mafdar in. Baldarîya rastnivîsa kurdî helbet pir girîng e. Bernameya kompîtura me ya tîpîn kurdî hebû. Ji dest çû. Dibe ku di vê nivîsê de jî kêmaniyên wisa hebin. Ez ji xwendevanan lêborîn dixwazim.

Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :