1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Kurd û kurdistanî Pêşawazîya Roja Referandûmê Dikin!
Kurd û kurdistanî Pêşawazîya Roja Referandûmê Dikin!,kurd,û,kurdistanî,pêşawazîya,roja,referandûmê,dikin

Kurd û kurdistanî Pêşawazîya Roja Referandûmê Dikin!

A+ A-

Piştî bi sedan salan e tûfanên ku hatine serê netewa me re, hêvîyek derketîye pêşberî netewa Kurd û Kurdistanê, bi vê hêvîyê şadbûna xwe, kêfxweşî ya xwe nîşan dide…
Bi kelecanek mezin, piştgirîya van gavên dîrokî dike û xwezîya xwe bi dawîbûna zilm û zordarîya ser Kurd û Kurdistanê tîne. Hêvîya serwerîya Kurd û Kurdistanîyan li ser xaka Kurdistanê, hêjayê pesnê ye ku di dîroka malxerab de her cûre jenosîd, qirkirin, koçberî û ferman bi serde hatine. Li beşekî Kurdistanê be jî, bi dawîhatina van salên nemirovî hevîyek mezin e di geşkirina hestên kurdewarî de.
Ji roja eşkerekirina encamdana referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê û virde; her beşê Kurdistanê, hemû pêkhateyên Kurdistanê yên olî û netewî bi kêfxweşîyek mezin silav li vê rojê (25 Êlûn 2017) dikin. Di çapemenîya Kurdistanê de, di torên civakî de ev kêfxweşî bi şîweyek “îlankirina serxwebûna Kurdistanê“ bandorê çêdike û dimeşe. Ji her çar perçên Kurdistanê, netewa Kurd û Kurdistanî bi piştevanîyek mezin pêşewazîya vê biryara dîyarkirina roja referandûmê dikin. Ev mizgînî û ev heyecan, pêlên bilindbûna daxwaz û hêvîyên dewletbûnê jî derdixe ber me.
Bi pêşewazîkirina eşkerebûna roja referandûmê re yekem heyecana mezin Ji dayîkên cangorîyên doza Kurdistanê hat. Bi hêvî û serbilindîyek mezin dîyar kirin, mesaja mezin ewe ku; “berhema xwîna şehîdan tenê serxwebûna Kurdistanê ye.” û dom kir ku;
“Em piştrastin her kesê niştimanperwer be, dê roja referandomê bi kêfxweşî dengê ‘erê’ bide serxwebûna Kurdistanê.”
Wek ku em dizanin, di êrîşkirina DAIŞê de, pêkhateya olî a ku derba herî mezin xwar Kurdên Êzdî bûn. Kurdên Êzdî Mesaja duyem ji Laleşa nûranî bilindkirin. Desteya Bilind a Bingeha Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş dîyar kir ku:
“Piştî van hemû qurbaniyên ku gelê me dane, niha em nêzîkî azadiya yekcarî bûne, lewma jî em bi giringiyeke mezin berê xwe didin pêngavên serkirdatiya Kurdistanê ber bi referandumê ji bo diyarkirina çarenivîsa Kurdistanê. Herwiha tevî hemû astengiyan jî em hest dikin ku tiştek nabe rêgir li pêşiya xwestek û azadiya gelê me. 25 Îlonê, ew roj e ku bi dehên salan e em çaverê bûn ku ji binê zilm û neheqiyê rizgar bibin.”
Di cîhanê de netewên ku herî mezin êşa bêdewletbûnê kişandine û raserî karesat û jenosîdên mezin bûne, yek ji wan jî Cihû ne. Ji Cihûyên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê jî pêşewazîyek ji bona roja referandûma serxwebûna Kurdistanê hat. Di vê pêşewazîya birayên Cihû de kûranîya bi sedan salan heye. Dibêjin; “Em Kurdên Cihû li Kurdistanê û derve û Îsraîlê piştevaniya referandûma bo serxwebûnê dikin.” Di dûmayîka mesaja xwe de eşkere dikin ku:
“Piştî 100 salî ji bindestî, zilm û zorê ji aliyê rêjîm û hikûmetên ku Kurdistanê perçe kiribûn, ku bi dehan hezar qurbanî dan, ji bilî jenosida ku bi dirêjahiya sed salan li dijî gelên Kurdistanê û pêkhateyan bûne, îro gelên Kurdistanê daxwaza wan ew e ku careke din hikmê zordarî û dîktatorî venegere, ji ber wê mafê rewa û durist yê hemû gelên Kurdistanê ye, ku deng bidin serxwebûna Kurdistanê.”
Berî ku DAIŞ êrîşî Kurdistan û herêmên di bin destê dewleta Federal a Iraqê de bike. Şingal, Mûsil, Deşta Neynewa, Derdorên Xaneqîn, Dîyala, Başiq; di bin parastina artêşa Iraq de bûn. Artêşa Iraqê berpirsîyarê parastina van herêman bû. Lê artêşa Iraqê bi Êrîşên DAIŞê re, herêm neparastin. Çekên di destê wan de ji DAIŞê re hiştin û bi milîyaran dolar teslîmî DAIŞê kirin, şikestin û revîyan. Artêşa Iraqê, herêm bê parastin di nav destê DAIŞa hov de hişt. Pêşmergeyên Qahreman û hêzên ewlekarîya Kurdistanê, bi rijandina xwîna hezaran cangorîyan ev herêm hemû rizgar kirin ji nav destên barbarên DAIŞê.
Pêkhateyên olî û netewî ku li van herêman dijîn; Kurdên Şebek, Kakeyî, Suryanî-keldanî-Aşûrî, erebên Sunnî, Tirkmen, kurdên Êzdî ne. Bi eşkerekirina roja referandûmê re kurdên Şebek û Kakeyî dibêjin:
"Bi sedan gundên kurdên Şebek û Kakeyî li deşta Neynewa ji ber êriş û şerê DAIŞê wêran bûne, beriya DAIŞê jî kurdên Kakeyî û Şebek tepeser bûn. Lê êdî em naxwazin di vê rewşê de bimînin, lewma em ê roja referandomê dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê û em dixwazin ser bi herêma kurdistan ve bimînin."
Bi eynî daxuyanîyê re Erebên Sunne jî dibêjin:
"Referandoma Kurdistanê ne tenê destkefteya aliyên siyasî ye, lê ya hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe û xelkê Xaniqîn û Dîya jî piştgiriya wê pirsê dikin."
Heta niha, ji xeynê Tevgera Goran, Komela Îslamî, PKK û grûbên bi ser ve girêdayî; hemû hêzên Kurd, şexsîyetên payebilind yên Kurdistanî, bi erkekî bilind di nav kerwanê “ji bona serxwebûna Kurdistanê referandûm” de cîhên xwe girtin.
Serkevtin a van hêzan e û netewa Kurd û Kurdistanê ye.

11.06.2017