Kurd û Ecem
Dê rojek ji rojan dora av vexwarina ji Kanîya Azadiyê, bê ser kurdan jî.
Kurd û Ecem navê pirtûka Salih Mihemed Emîn (Noşîrwan Mistefa) ye. Çapa yekem bi soranî, bi tîpên aramî, bi navê “Kurd û Ecem: Mêjûyî Siyasîyî Kurdekanî Îran”, di sala 1991an de, li Bexdayê hatiye çap kirin. Li gorî agahîyên ku Ziya Avci da me, çapa wê ya duyem wek nivîskar rasterast bi navê Noşîrwan Mistefa derketiye. Di sala 2017an de, ji soranî, Ziya Avci adapteyê kurmancîya bi tîpên latînî kiriye û di nava weşanên Nûbiharê de der çû.
Êdî kurd jî girîngiyê didin dîroka xwe û dinivîsin. Ji ber ku nivîsîna dîrokê ji aliyê dijminê kurdan ve, her bi dijminahîya kurdan hatiye nivîsîn. Wek mînak di vê pirtûkê de em dibînin ku dîrokzanên ecem, ereb û tirkan bi hişmendiya dagirkerî mafê kurdan î neteweyî bi zanîn ji holê radikin. Kurdan wek eşqiya, terorîst nîşan didin.
Pirtûka Noşîrwan Mistefa ji 550 rûpelan pêk hatiye. Pirtûka ku li ber destê me ye ji şeş beşan pêk tê. Lê li gor ku nivîskar di pêşgotina pirtûkê de nivîsîye, ji ber hin sedeman sê beşên pirtûkê wenda bûne. Mijara sê beşên wenda jî ev bûne: a) Dîroka Loran, b) Dîroka Mîrektiya Erdelan, c) behsa Hikûmeta Komara Kurdistanê li Mahabadê bû. Şeş beşên vê pirtûkê jî wiha ne:
BEŞA YEKÊ, bi ser navê “Rewşa Jeopolîtîk û Çarenivîsa Kurdan” e. Di destpêka vê beşê ya bi navê Ecem li Kurdistanê wiha nivîsîye: “Her çend faktora jeopolîtîk roleke aktîf a kêm di biryardana li ser çarenivîsa gelan de heye, lê lêkolîna dîroka kevin û nû ya neteweyê Kurd, bi eşkere dide nîşan ku rewşa coxrafîk a cihê jiyana kurdan a li ser dinyayê, roleke wê ya biryarder di diyarkirina çarenivîsa borî û niha ya wê de hebûye.
Rojhilata Navîn ku ji alîyê xwarê ve Xelîc(kendav) û Oqyanûsa Hindê, ji alîyê rojavayê ve Derya Spî, ji milê jorê ve Deryaya Reş ve hatiye pêçan; sê reşayiyên mezin ên kevin ên avadanî yên dinyayê, Ewropa, Asya û Afrîqa bi hev ve girê dide. Rêyên şer û bazirganî yên van her sê navendan ji vir derbas dibin.
Cihê jiyana Kurdan, yanî Kurdistan, ketiye nav cergê vê navçeyê ku di dirêjahiya dîroka mirovatiyê de, di her qonaxekê de bi awayekî girîngiyeke wê ya cîhanî hebûye.” (2017:25)
Di vê beşê de balê dikişîne ser êrîşa tirkan a Rojhilata Navîn. Bi taybetî jî li ser damezrandina dewleta Îranê ya ku ji aliyê ecem (azerî)yên dagirker ve hatibû damezrandin. Ev dewlet li ser mezhebê Şî’e yê ku bingeha xwe ji terîqeta Sefewî girtiye, ava bûye. Terîqeta Sefewî ji aliyê Şêx Sefyeddîn Îshaq (1252-1334) ve li Erdebîlê ava dibe. Mirîdên Sefewî kumekî sor didan serê xwe. Ew kumê ku wan jê re digot “Tacê Heyderî”, lê xelkê ji wan re Qizilbaş digot. Berî ku Şah Îsmaîlê Sefewî (1501-1524) Rojhilatê Kurdistanê dagir bike kurd li virê dijiyan.
BEŞA DUDUYAN, bi ser navê “Nêrîna Kurd û Eceman a li Hevûdu” ye. Di vê beşê de bi mînakan helwesta dewleta Îranê bi rêya mezhebê Şî’etîyê ya li dijî kurdan tê pêşkêş kirin. Nozdeh mînakên balkêş ên bûyerê ku dewleta Îranê bi bêbextî û hovane anîye serê kurdan di vê beşê de biberfirehî hene.
BEŞA SISIYAN, bi ser navê “Destpêka Xemilîna Hişê Netweyî yê Kurd” e. Di vê beşê de bi berfirehî li ser tevgera Şêx Ubeydulahê Nehrî tê rawestin. Di serê vê beşê de di bin navê “Ronîkirina Hinek Bêjeyan”de wiha dinivîse: “Gotina netewe, hişê neteweyî, hereketê neteweyî, dewleta neteweyî, destkevtîyên neteweyî, armancên neteweyî, şiyanên neteweyî, dewlet-netewe û netwe-dewlet her çend heta niha jî nivîskarên rojava li ser terîfeke dîyarkirî bi temamî li hev nekirine, lê di bîra nivîskarên wan de çarçoveka giştî heye ku ji tecrubeya taybetî ya hereketên gelên Ewropayê derxistine.
Di cîhana sêyem de di van gotinan de tevlihevî heye, ji ber ku rewşa geşbûnê li Asyayê, Afrîkayê û amerîkaya Latînî rêyeke cihê ji ya wan pêve ye. Eger di piraniya welatên Ewropayê de; dewlet yekîneya pîvana siyasî ya netewe be û yekgirtina netewe dewletê pêk anîbe û netewe bi me’neya rûniştiyên dewletek bê bikaranîn, ev di wan welatan de ji ber sebebê cihêtîya awayê guherîn û geşekirina şert û mercên aborî, civakî, siyasî û kulturî ve li hemî cih û hemî caran eynî tarîf bi rastîya jiyana van welatan re naguncin. Ji ber ku dewlet heye çend netewe tê de hene, dewletên du netewe û dewletên yek netewe hene. neteweyên bê dewlet hene. Neteweyên bi ser çend dewletan de parvekirî hene. Neteweyên xwediyê çend dewletan û neteweyên bê dewlet hene.
Eger pîvana binavkirina grûbeka mezin a însanan bi hebûna dewletekê bi netweyê ve girêdayî be, divê hinek ji van gelan netwe neyên hesêbkirin, ku yek ji wan jî kurd in. Rewşa geşekirina gelan ber bi şîyana di bûyîna netewe de di hinek hêlan de eger hinek lihevçûn hebe, lê bêguman, ji bo her neteweyek rêya guherîn, geşekirin û pêgihîştina xwe ya taybetî heye, ev hinek li hev neçûn jî tê de ye. Ji ber vê ev gotinên han jî di zeman û zemînê xwe yê diyarkirî de, xwediyê naverok, têgihîştin û me’neya xwe ya taybetî ye.” (2017:203-204)
Di vê beşê de behsa Îslam û dewletê tê kirin. Ev beş behsa bûyerên berî Şerê Cîhanî yê Yekem û helwesta dewleta Osmanî ya bikaranîna Alayên Hemîdîye li hember Mesîhîyan jî dike. Dewleta Osmanî, zarokên Şêx Ubeydulahê Nehrî û yên Mîr Bedirxan li Stenbolê wek rehîn digre û di karûbarê dewletê de dixebitîne.
BEŞA ÇARAN, bi sernavê “ŞER û AŞTÎ: Her Du Derdên Giran”, hatiye pêşkêş kirin. Mebest ji şer vêketina agirê şerê cîhanî yê yekekm e. Di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem de, dewleta Osmanî bêteref dixuyê. Dewleta Îranê jî bêteref e, lê tu rêz li vê bêterefîya Îranê nehatiye girtin. Plana Şerê Tirkan (Cemîyeta Îtîhad û Teraqîyê) sê alî bû: Yek Enîya Qafqasyayê bû, ku di destpêka şer de hinek serkeftin bi dest xist. Lê paşê bi tevayî şikestin xwarin û bi temamî şer ket ser axa kurdistanê. Heta di vê demê de, sala 1916an piraniya kurdan bi hinceta şer ji Kurdistanê hatin koçber kirin. Enîya Diyem jî ya Mezopotamyayê bû. Li virê jî Birîtanyaya Mezin dest danîbû ser xaka kurd û ereban. Brîtanyayê bi destê xwe ji ereban re çend dewlet avakirin. Lê tu mafekî neteweyî ji kurdan re nas nekirin. Me di nivîsa xwe ya li ser Mark Sykes de behsa helwesta Brîtanyayê kiribû: (http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/makale/Kurd_Nabin_Meriv ) Eniya Sêyem jî Eniya Erebîstanê bû ku Brîtanya û Fransayê li ser parvekirina wê li hev kiribûn. Dîsa çend dewletên ereb li ser vê eniyê hatin avakirin. Başûr û Rojavayê kurdistanê jî li ser Iraqa Mandaya Îngilîzan û Sûriya Mandaya Frnasizan hatibû dabeş kirin.
Di encama Şerê Yekem ê Cîhanî de, li ser rêxweşkirina bo lihevkirinê çend peyman li dû hev hatin îmze kirin: 1) Civîna San Remo di 24ê Nîsana 1920an de bo parvekirina petrola Kurdistanê, bi navê Konferansa aştiyê hat li dar xistin. Brîtanya û Fransa li ser mandatîya wîlayetên Lubnan, Şam, Heleb û Îskenderûn ji Frensîyan re; wîlayetên Mûsil, Bexda, Besra û Filistîn jî ji Brîtanyayê re li hev kirin.
Di dawîya vê beşê de behsa Mistefa Kemalê damezrînerê Komara Tirkan, bi ser navê “Mistefa Kemal, Paşayê Kurdistanê” tê kirin. Wî jî ji Kurdistanê dest bi avakirina komara tirkan kiriye.
BEŞA PÊNCAN, bi ser navê “Asûriyên Kurdistanê” hatiye pêşkêş kirin. Di vê beşê de dîroka mesîhiyên Kurdistanê û bikar anîna wan ji alîyê dewletên emperyal ve tê vegotin. Bi hûrgilî li ser xebata mîsyonerên dînî tê rawestin.
BEŞA ŞEŞAN, bi ser navê “SIMKO: Serhildana Eşîretî yan Tevgera Netweyî” tê pêşkêş kirin. Di serî de behsa Hereketa Meşrûtiyeta 1906an a li Îranê tê kirin. Bi navê Peymana 1907an a Anglo-Rûsyayê, Brîtanya û Rûsyayê Îranê di nava xwe de parve kiribûn. Di vê beşê de, li ser dîroka eşîreta Şikakiyan tê rawestin. Serokê malbata Simkoyî yek bi yek ji aliyê dewleta Îranê ve bi xayîntî û hovî têne kuştin. Berî Şerê Yekem ê Cîhanî Simko li rojhilatê Kurdistanê desthilatdariyek bi dest xistiye. Ew û Evdirezaq Bedirxan bi hev re hewil didin ku ji dewletên wek Rûsya û Brîtanyayê sozê piştgiriyê bistînin û Kurdistanek serbixwe ava bikin. Noşîrwan, di bin navê “SIMKO û ROJNAMEVANΔyê de wiha nivîsîye: “Rojnamevanîya Kurdî li gor rojnamevaniya gelên din dereng ji dayîk bûye. Kurdistana Îranê ji cihên din ên Kurdistanê jî paşvemayîtir bûye. Wekî hinek çavkanî neqil dikin, yekemîn kovar bi Kurdî bi navê “Kurdistan”ê di sala 1912an de ji alîyê mîsyoneran ve li Urmiyê hatiye weşandin. Ew jî gelek nejiyaye. Lê çavkaniyeke din dibêje, Ebdurrezaq Bedirxan di sala 1912an de rojnameka Kurdî li Urmiyê derxistiye, piştî ku Rûsan Ebdurrezaq ji Urmiyê dûr xistin, Simko erkê derxistina wê girt ser milê xwe û ew heta sala 1914an dihat weşandin. Hê agahîyeke bi wî awayî der barê vê rojnameyê de di dest de tune. Dema ku Urmiye di destê Simko de bûye, heftenameke Kurdî-Farisî weşandiye. Piştî ketina Urmiyê ew jî sekiniye.” (2017:478) Di berdewama vê mijarê de behsa rojnameya “Kurd”, bi navek din “Roja Kurd-Şeva Ecem” tê kirin. Dîsa di vê beşê de, bi ser navê “Simko di heftenameya ‘Bangî Kurdistan’de” hatiye nivîsîn ku li Kurdistanê wekî qehremnaekî neteweyî yê Kurd li Simko dihat nêrîn.
Di berdewama vê beşê de tevgera Simko bi berfirehî tê vegotin. Pêwendiyên wî yên bi beşên din ên Kurdistanê re jî bi hûrgilî têne pêşkêş kirin. Di dawîya pirtûkê de, behsa bi xayîntî kuştina Simko ya di 27ê Tîrmeha 1930an de, li Şinoyê pêk hatîbû, dike.
Di encama vê xwendinê de em karin bibêjin ku divê neteweya kurd bi bîreweriyek neteweyî bo rizgarkirina welatê xwe, her di amadebaşîyê de be. Dê rojek ji rojan dora av vexwarina ji Kanîya Azadiyê, bê ser wan jî.
Ahmed KANÎ
19.08.2018