1. Tekst

  2. Ger

  3. İsmail Beşikçi
  4. Konferansa Kurdan li Moskowayê
Konferansa Kurdan li Moskowayê,konferansa,kurdan,li,moskowayê

Konferansa Kurdan li Moskowayê

A+ A-

Federasyona Komeleyên Kurdan ya Navneteweyî, konferansek li Moskowayê li dar xist. Konferans roja 4ê Tebaxa 2018an pêk hat. Federasyona Komeleyên Kurdan ya Navneteweyî, rêxistinek e ku ji 12 komeleyên kurd ên li diyasporayê pêk hatiye. Armanca konferansê ew e ku van komeleyan di binê sîwana konfederasyonê de kom bike. Hejarê Şamilî î ku hewildanek girîng di vê rê de daye, dikirpîne ku ji ber kurdên li nava Federasyona Rûsyayê bi xetereya asîmîlasyonê re rû bi rû ne, me konferansê li Rûsyayê, li Moskowayê li dar xist.

Em wek vexwendiyê Federasyona Komeleyên Kurdan ya Navneteweyî, bi Îbrahîm Gurbuzê endamê heyeta mutewelî yê WÎBê, re di 3yê Tebaxê de, bi balafirê çûn Moskowayê. Nava Stenbol-Moskowayê sê saet dajo… Li balafirgehê Hejarê Şamil û karsazekî em pêşwazî kirin. Karsaz kurdek Êzîdî bû… Em bi hev re, bi siwareya karsaz çûn Otêla Beta-Vegayê ya ku lê bimînin. Êvarê Doç Dr. Îkbal Durreyê mamosteyê pêwendiyên navneteweyî li Zanîngeha Moskowayê, jî hat otêlê. Mamoste Îkbal, di heman demê de xwediyê aşxaneyê ye. Êvarê wî, em birin aşxaneya xwe jî. Di 1992yan de, di rojên ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dihat avakirinê de, ji ber êrîşa Şirnaxê, li avahîya HEPê ya navçeya Beşiktaşê, greva birçîbûnê hebû, ji ber protestokirina Konseya Çapemeniyê gelek binçavkirin hebûn, ez û kek Abdurrahman Durre jî di nava pêwendiyên pir nêzîk de bûn. Wan deman, Îkbal zarokek piçûk bû… Abdurrahman Durre, Mûsa Anter, Huseyin Musa Sagniç jî di nava beşdarên greva birçîbûnê de bûn.

Program Berê Nehatibû Diyar Kirin

Konferans, li Otêla Beta-Vegayê di holek de pêk hat. Ew roj li otêlê, belbî di heman saetan de konferansên din jî hebûn. Di konferansê de, dê kî biaxive, kengê biaxive nediyar bû. Ev kêmaniyek girîng a bernameyê bû. Dihat gotin ku dê konferans, saet di 10.00an de dest pê bike. Ancax saet li dora 11.00an dest pê kir.

Piştî axaftinên vekirinê, nûnerê rêxistinên wek Federasyona Rûsya, Başûr, Rojava, Bakur, Azerbegan, Ermenistan, Kazaxistan, Kirgizistan, Almanya, Hollanda, Swêd, Danimarkayê yek bi yek dest bi vegotina hest û ramanên xwe kirin… di vê navê de, kedkarên çapemeniyê yên beşdarê konferansê, nûnerên komelên civata sivîl, nûnerên TVyan jî dîtin, hest û ramanên xwe vedigotin.

Dê saet di 13.00an de biçûna xwarinê, piştî saet 14.00an hat ragihandin ku dê konferans bidome.
Helbet pêwîst bû ku kesên ji rêxistinên diyasporayê hest û ramanên xwe bînin zimên. Lê ji alîyek ve jî pêwîstbû ku kêşe, kêşeya bingehîn çi ye bê axaftin, bê gengeşekirin. Kêşeya kurd, kêşeya Kurdistanê çi ye? Kurd çima li çar alîyê dinyayê belav bûne? Çima kêşe heta niha nikaribiye bê çareser kirin? Di programê de li ser vîya dîyarîyek jî tune bû. Ev jî kêmanîyek girîng ê bernameyê bû.

Ez difikirîm ku vê mijarê biaxivim. Min hêvî dikir ku hema piştî vekirinê biaxifim. Feqet, wisa nebû. Dor bo rêxistinên kurd ên li diyasporayê hat dayîn. Saet dihat nêzî 13.00an. Di vê rewşê de ez difikirîm ku ez ê piştî nîvroyê axaftin bikim. Dema ku saet ji 13.00an re 20 deqe ma, serokê civînê Prof. Dr. Kinyazê Birahîm ez vexwendim ser dikê. Em bi Doç. Dr. Ekrem Onenê ku dê axaftinê wergerîne kurdî re derketin ser dikê.

Mamoste Kinyazê Birahîm ji Kazaxistanê, xeftanek anîye. Xeftanek bineqiş… Wî ew li min kir. Wî em vexwendin Kazaxistanê. Piştî vê merasima piçûk min dest bi axaftinê kir.
Bi analîzkirina têgeha mêtingehê min digot ji ber ku mêtingeh bi sînorên diyarkirî têne avakirin Kurdistan ne mêtingeh e jî, bi awayek pir kêm be jî mêtingeh statuyek e, Kurdistan ne xwediyê sînorên diyarkirî ye, ne jî xwediyê statuyek e. Min hewil dida ku mêtingehên Îngilîz, Fransiz, Portekîz ên li afrîkayê û Kurdistanê berawird bikim. Min hewil dida ku ez bi kirpînim bi tevê hewildana kurdan a peymana 11ê Adara 1970yan, benda 140. a destûra Iraqê ya 2005an, referandûma 25ê Îlona 2017an ku bi rêjeyek wek ji % 93 dengê erê jî kurd di dîyarkirina sînoran de bi ser neketine. Berawirkirina mêtingehên Afrîkayê û Kurdistanê ji hêla sînoran ve, di vê mijarê de agahîyên girîng dide me. Mêtingehên li Afrîkayê jî bi peymana Berlînê ya 1885an saz bûne, sînor wê gavê hatine diyarkirin. Mêtingehên li Afrîkayê, piştî Şerê Duyem ê Cîhanê, bi rêberiya Netewên Yekgirtî li ser sînorên dîyarbûyî serxwebûna xwe bi dest xistine. Biryara Meclîsa Giştî ya Netewên Yekgirtî ku di 14ê Kanûna 1960an de bi jimara 1514an hatibû dayîn ji vê hêlê ve pir girîng bû. Mamoste Ekrem Onen jî axaftina min bi awayek pir xweş û rihet werdigerand kurdî.

Dema ku axaftin bi vî awayê didomîya, serokê rûniştinê Kinyazê Birahîm bi gotina ‘Pir xweş pir xweş, gelek spas, gelek spas!... Pir baş bû… Em ê niha biçin xwarinê, tiştê mayî jî piştê xwarinê, di beşa pirs û bersivan de tu dê vebêjî…’ axaftina min birî, Saet 13.05 bû…
Min axaftina xwe neqedand. Piştî rûniştin belav bû, Îbrahîm Gurbuz got ku axaftin pir baş çû. Helbet çavdêriya Îbrahîmî girîng bû, lê pêwîst bû ku gelek mijar bêne vegotin. Ji xwe di demeke pir neguncav de mafê axaftinê dabûn min. Rêveberê rûniştinê Kinyazê Birahîm, bo her axaftvan 15 deqe dem dabû. Ez ê jî bi rêya wergerê biaxivîyama. Axaftina min 15 deqe jî tune bû. Di civîna piştî nîvroyê de beşa pirs-bersivan qet pêk nehat. Piştî nîvroyê jî nûnerên diyasporayê, kedkarên çapemeniyê, nûnerên saziyên civata sivîl û hwd. axaftin kirin, daxwazên xwe anîn zimên… Heta hinek nûneran ji carek zêdetir mafê axaftinê girtin û axivîn… Lê bi raya min kêşeya bingehîn bixwe nehat axaftin. Nifûsek nêzîkî 50 milyonî… Lê hê jî ne endamê malbata neteweyên dinyayê ye… Hele hele endamek yeknesan qet nîn e… Hûn nikarin nûnerek kurd li saziyek wek Netewên Yekgirtî, Konferansa Îslamê bibînin…
Piştî konferansê, di dema xwarina ku bo beşdaran hat dayîn de jî axaftin hatin kirin. Min pêwîstî bi axaftina dema xwarinê nedît. Cih û dema ku dê kêşeyên bingehîn lê bêne axaftinê konferans bû…

Welatek ku li ser pênc parçeyan dabeş bûye, gelek ku bi sirgûn û qirkirina etnîkî re rû bi rû maye… Partîyên siyasî yên kurd hê jî di nava şerê ezezîtîyê de ne. Bi tevî ku pêşmerge di nava şerek pir dirêj de bedelên pir giran dane jî nikaribûne hest û ramanên kurdî, Kurdistanî biafirînin. Ev hest û ramanan Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî nikaribûye biafirîne… Biryargeha Ewleyî ya Navenda Sileymaniyeyê, di dema enfalê de, zulma ku li kurdan hatiye kirin bi awayek zindî nişan dide… Jibîrvakirina kurdan a vê zulmê pir behêtkar e… Gerîla jî bi tevî şerek pir dirêj û bedelên giran jî hest û ramanên wiha neafirandiye… Hal ew e ku, bo kurd û Kurdistanê kêşeya herî girîng ev e. Berxwedana herî girîng li hember asîmîlasyonê ev e. Jiyana bi zimanê kurdî, afirandina mercan bo zarokê kurdan fêrî kurd bibin. Dema ku zimanê kurdî tê gotin, dikare behsa rêveberiya Herêma Kurdistanê bê kirin. Dikare bê gotin ku li wirê ji bexçê zarokan heta zankoyê bi zimanê kurdî perwerde tê kirin, lê li wirê jî hestên kurdî, Kurdistanî bipêş neketine. Ev rexneyek di cih de ye. Wê demê gotina ‘bi zimanê kurdî jiyan, fêrkirina wî bo zarokan helbet pir girîng e, lê têr nake…’ rasttir e. Ya ku dê têr bike, bihêzkirina hest, ramanên kurdî, Kurdistanî ye. Di nîvê Tîrmeha 2018an de, êrîşkirina sê ciwanên kurd ên 16-17 salî ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn birêxistin, bi ser Parêzgeha Hewlêrê ve, divê rêberê kurdan pir bide ramandin. Meriv dikare bibêje ku Parêzgeha Hewlêrê qadeke wek dilê Kurdistanê ye… Ewlekariya wê helbet kêşeyek pir girîng e… Ev, bi afirandin û bihêzkirina hest û ramanên Kurdî, Kurdistanî ya Pêşmerge, ya Rêveberiya Herêmîya Kurdistanê re, ji nêz ve eleqedar e.

Divê bi van hemîyan re eleqedar, kirpandina vê jî girîng be. Di 4ê Tebaxê de, li Moskowayê, Konferansa Kurd hatiye çê kirin, lê mijarên wiha bi cidîyet nehatine axaftin. Divê di konferansên wiha de, çêkirina bernameyên zelal û diyar, di pêş de agahdarkirina beşdaran girîng be.

Çavdêrîyek min a wiha heye. Ez difikirim ku pêwîst e, em vê bibêjin. Kêfa kurdan, bi taybetî kêfa rewşenbîrên kurdan pir ji behskirina rewşa dabeşkirin, parçekirin û payvekirina Kurdistanê re, ji analîzên ser vê pêvajoyê re, ji kirpandina bêstatutîya Kurdistanê re, ji berawirdkirina wê bi mêtingehên li Afrîkayê re nayê. Hal ew e ku, divê lêkolîna hîpoteza ‘Kurdistan ne mêtingeh e jî’ pir girîng be. Lêkolîna bêstatutî tê çi wateyê pir girîng e… Di vê çarçoveyê de, berawirdkirina Kurdistanê bi welatên ku berê mêtingeh bûn û zûde ye serxwebûn bi dest xistine re, jî bi xwe re hewildanek zîhnî tîne. Tiştî ku dê di derbarê mêtingehan de, di derbarê kurd û Kurdistanê de, zanîna me zêde bike, pir bike ev e…

Zelîmxan Motsoyîv

Zelîmxan Motsoyîv, beşdarên konferansê vexwend şîvê. Zelîmxan, li Federasyona Rûsyayê, di hilbijartinên dawîn ên parlamentoyê ku 18ê Îlona 2016an de hatin kirin, cara pêncem, bû mebûsê Dumayê… Mebûsek kurdê Êzîdî ye. Di partiya serokkomar Pûtinî de siyaset dike. Bo Başûrê Kurdistanê, bo Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê çend car çûye hatiye… Tê kirpandin ku bi Mesûd Barzanî re dostaniyek wî ya nêzîk heye. Tê kirpandin ku Zelîmxan Motsoyîv, di nava 20 dewlemendên li Federasyona Rûsyayê de jî cih digre. Di vê xwarinê de jî beşdaran li ser kurdan, Kurdistanê gelek axaftin kirin. Ji WÎBê Îbrahîm Gurbuzî jî axaftinek kir…
Aşxaneya ku Zelîmxanî em vexwendinbûnê, bi qasî saetek dûrê Otêla Vegayê bû. Meriv di daristanên pir gur re derbas dibe diçe vê aşxaneyê. Trafîka rê pir herêkbar e… Trafîk, li navenda Moskowayê jî herêkbar e…
Moskowa li ser qadeke ku ji bakur bo başûr 40 km. ji rojhilat bo rojava 35 km. fireh e, cih digre. Nifûsa wê 16-17 milyon e. Di rojên ku em li Moskowayê man de, hewayek germ a wek hewaya Enqereyê, Stenbolê hebû.

Mala Mele Mistefa Barzanî li Moskowayê

Sibeha 5ê Tebaxê, em çûn mala ku Mele Mistefa Barzanî li Moskowayê lê mabû. Mele Mistefa Barzanî di navbera salên 1954-1958an de li vê malê maye. Piştî mirina Stalînî, di sala 1954an de, bo ku Mele Mistefa Barzanî lê bimîne li Moskowayê ev mal hatiye dayîn. Em neketin nava vê malê. Li ser cadeyê, li ber derê wê kom bûn. Malek di avahîyek 3-4 qatî de ye. Li ser alîkî deriyê ketina avahiyê, tabelayek bi Rûsî heye… Li ser tabelayî hatiye nivîsîn ku Mele Mistefa Barzanî, di navbera salên 1954-1958an de li malek vê avahîyê maye…
Ev mal, di serdema Perestroyka (ji nû ve avakirin) û Glasnota (zelalî) ku di navbera salên 1985-1991î de û piştî wê ku sendina milkan serbest bû de, kesek wê malê sendîye… Di wê serdemê de nesendina vê malê bo kurdan kêmaniyek girîng e… Di salên paşê de PDKê hewil daye ku bistîne, lê ji ber ku xwediyê wê pereyek zêde xwestiye dîsa nehatîye sendin. Bi raya min sendina vê malê dîsa jî girîng bû. Di roja me de, divê Dezgey Xêrxwazî Barzanî bi cidî vê bifikire.

Beşdaran li ber vê avahîyê, bi kurtî hest û ramanên xwe derbirîn. Min jî ev gotin: ‘ Salên Mele Mistefa Barzanî û Pêşmergeyan yên li Yekîtîya Sovyetan, salên bi êşên pir mezin tijî ne. Em vê bi palpiştiyên diyardeyî yên pir dewlemend ji nêzîk ve dizanin. Dikare dabeşkirinek li ser berî mirina Stalînî û piştî mirina Stalînî bê kirin. Lê bi raya min piştî mirina Stalînî jî rewşek baş derneketiye holê. Çi Mele Mistefa Barzanî be, çi Pêşmerge bin ti carî muameleya penaberên siyasî nedîtine. Pêşmerge li gund û çoltarên Kirgizistan, Kazaxistan, Ozbekistan û hwd. bi awayek ji hev bêagah wek 2-3 kesî û koleyên axê hatine bicihkirin. Serokê Partîya Komunist a Azerbeganê Cafer Bakirof, Serokê Partia Komunist a Ozbekistanê Yûsifof, Wezîrê Navxweyî Beriya, muameleyek pir xerab bi Pêşmergeyên kurdan re kirine. Dîsa em dizanin ku vê muameleya xerab li ser daxwaza Tirkiye, Iraq, Îran, Sûrîye, Brîtanya û DYAyê kirine. Di vê polîtîkaya ku li ser penaberên kurd hatiye sepandin de, bi ti awayî bandora pirtûk, nivîsên ku Lenîn, Stalîn, di 1910an de, di derbarê Mafê Netewî yê Dîyarkirina Dahatuya Xwe de nivîsî bûn jî tunebû… Em dibînin ku piştî 1954an, bo Mele Mistefa Barzanîyî li Moskowayê malek hatiye dayîn, bo wî û çend Pêşmergeyan mafê çûna akademîya leşkerî tê dayîn… Ez Mele Mistefa Barzanî û Pêşmergeyan bi hezkirin bibîr tînim…’

Bi raya min di diyarkirina vê pêvajoyê li virê, de sûdek heye… Salên Şerê Duyem ê Dinyayê… Ew sal in ku bi milyonan mêrên Sovyetê di şer de winda bûne… Di qadên çoltaran de kêşeya kêmaniya mêran wer bandor li jinên Sovyetê kiriye ku bi Pêşmergeyên kurdan re bizewicin.
Di bihara 1947an de, Mele Mistefa Barzanî bi nêzîkî 500 Pêşmergeyan re koçî Yekîtîya Sovyetan kiriye. Ji vanan hinek dema ji Çemê Arasê derbas dibin, bi guleyên Artêşasor têne kuştin.

Piştî kudetaya 14ê Tîrmeha 1958an ku li Iraqê pêk hat, em dibînin ku Pêşmerge vedigerin Iraq û Kurdistanê. Pêşmerge bi keştîyê vegeriyan Iraqê. Keştiya ku Pêşmergeyan dibir Iraqê di 16ê Nîsana 1959an de gihîşt bendera Besrayê. Di keştiyê de, bi tevî jin, zarok û hwd. 787 kes hebûn. Pêşmerge bi jinên Rûsî re zewicî bûn, nifûs zêde bûbû. Mele Mistefa Barzanî di 6ê Çiriya Pêşîn a 1958an de, li Qahireyê, piştî hevdîtin bi Cemal Evdilnasirê Lîderê Misrê re kir, bi balafirê çû Bexdayê.

Piştî Komara Kurdistanê li Mahabadê hilweşîya, di 1947an de li dora 500 Pêşmerge xwe avêtin Yekîtîya Sovyetan. Di 1958an de bi qasî 787 kesî vegeriyan… Ev hejmar di bergê duyem ê pirtûka Mesûd Barzanî ya bi navê Barzanî û Hereketa Azadi ya Netewî ya Kurd de derbas dibe. (Weşanên Dozê, Çile 2003, r.477)
Piştî ziyareta mala Mele Mistefa Barzanî, em beşdarê xwarina ku PDKê bo beşdaran da, bûn. Ev xwarin, li aşxaneyek ku xwediyê wê erebek bû hat dayîn. Aşxane, du qat di binê avahîyek de bû. Qadek ku bi kehrîba dihat ronîkirin… Dema meriv dikeve vê aşxanê, pirsa gelo çima li aşxaneya mamoste İkbal ku bi şînahiya daran xemilandî, li bexçeyek bi hewuz û fiskîyeyan hênik e, nayê dayîn, tê heşê meriv… Li virê jî hinek beşdaran axaftinên dirêj dirêj kirin…
Piştî xwarinê mamoste İkbalî, bi siwareya xwe em hinek li Moskowayê gerandin. Zankoya Moskowayê li qadek hinek bilind hatiye avakirin. Ji virê dikare hemû Moskowa bê dîtin. Di ber bexçeyê zankoyê re Çemê Moskowayê diherike… Zankoyek mezin e. Xwendekarên ku derin-tên, li nava bexçe digerin, dikevin avahiyan derdikevin pir in. Her alî bi daristanên pir gur, bi darên dirêj û gur tijî ne… Bi xwendekar, xebatkar û mamosteyên xwe zankoyek dînamîk e…

Qad û Rêyên Moskowayê…

Li Moskowayê cade pir fireh in. Cadeya Kutuzofî pir dirêj û pir fireh e. Cadeyek pir balkêş e… Kutuzof generalek rûsî ye ku fermandariya şerê 1812yan yê Fransiz-Rûsan kiriye. General Kutuzofî bi awayek pir hostane, artêşa Napolyonî kişandiye nava Moskavayê… Napolyon û leşkerên xwe bi coşa me Moskowayê dagir kir, ketine nava zewq-sefayê, ketine bar û pavyonan… Artêşa rûsî ya di binê fermandariya Kutuzofî de, yekîneyên Napolyonî yên li ber Moskowayê, bi lêdanek pir ji nişka ve îmha kirine. Tolstoy di romana xwe ya Şer û Aştî de, bi awayek hûrgilî vê pêvajoyê vedibêje…

Di xalên serî, navî û duryanên cadeyan de, meriv li ser hev rastê qadan tê. Qadên pir fireh hene. Qad ew sazî ne ku civatên demokratîk tînin bîra merivan. Di civatên demokratîk ên rojavayî de, rasthatina li qadan pêkan e. Qad wek cihên ku dê meriv lê kom bibe, daxwazên xwe yên li hember hikûmetê ragihîne, hin caran hikûmetê rexne bike, tên dîtin. Hikûmetên demokratîk, ji kombûna gel, ji rexnekirina hikûmetê û hwd. natirsin, xwe paş ve nadin. Ji vê hêlê ve ji qadan gazind nakin. Lê, li civatên ne demokratîk ên Rojhilatî, ên Rojhilatanavîn, li bajaran rasthatina li qadan ne pêkan e. Li bajarên wek Bexda, Besra, Şam, Tehranê rashatina li qadên fireh ne pêkan e. Li bajarên wek Stenbol, Enqere, Diyarbekirê jî dema bo mitîngan serlêdan tên kirin, her dem parêzger bo mitîngê cihên derveyê rêyên mezin, ji der veyê bajêr nîşan didin… Di civatên Rojhilat, Rojhilatanavîn de, desthilatdar ji kombûna merivan, tew ji rexneya dewletê pir ditirsin, zivêr dibin. Ji civîna merivan metirsîdar in ku dê bicivin û desthilatdarîyê hilweşînin. Ji vê hêlê ve dema bajar ava dibin zêde cih nadin qadan. 

Rûsya jî civatek demokratîk nîn e. Lê balkêş e ku di avabûna bajarên wan de qadên pir fireh cih digirin… Di civîna ‘Hevalên Taxê’ de em vê doxê diaxivîn. Hevalek ku Rûsyayê ji nêz ve dizanî, li wirê kar kiribû, bi bîrxistina rejîma sosyalîst, komunîst a 1917-1990an, got ku bo rejîm îdeolojiya xwe di nava girseyê de belav bike pêwîstîya wê bi qadên wiha hebû. Cadeyên fireh, qadên fireh ne tenê li Moskowayê ne, amaje pê kir ku li Rûsyayê, li hemû bajaran plansazîyek bajaran a wiha heye. Dema em difikirin ku dîroka bajaran sed salî ye, dikare bê gotin ku ev agahîyek maqûl e. Pêkan e ku bê bîra meriv di hin romanan de behsa qadên pir fireh li hin bajarên serdema Qeyserîyê jî tê kirin.

Piştê ku WÎB hat sazkirin, derfeta beşdariya konferans, panel û hwd. li gelek bajarên Ewropayê pêk hat. Ev pêvajo di salên 2012-2013an de dest pê kir. Dema em li van bajaran digeriyan, min li gor xwe kalîteya riyên van bajaran û riyên li Tirkiyeyê ji hêla kalîte, nûkirinê ve berawird dikir, ez difikirîm ku kalîteya rêyên li Tirkiyeyê pirtir bilind e. Rêyên li Moskowayê jî bi qasî rêyên li Tirkiyeyê bikalîte û nû ne.

Balafirgeha ku em lê peyabûn li Moskowayê, yek ji sê balafirgehên li wirê bû. Balafirgehek zêde boş bû. Ketin û derketina wê pir zêde bû. Meriv li van deran xwe, wek li qadek mitîngê be, hîs dike. Otêla Beta-Vegayê jî wisa ye…

Li qada ku ev otêl lê ye, bi heman mîmariyê pênc otêl li ber hev in. Di her yekê ji wan de 2400 jûr hene. Xwediyê van her pênc otêlan jî cihûyek Bakûyî ye… Otêla ku em lê diman pir boş bû. Li vê Otêlê gelek holên konferansê hebûn. Hemû jî di heman demê de dikaribûn bêne bikar anîn… Dibe ku yek ji sedemê boştîya li otêlê jî ev be. Di civîna ‘Hevalên Taxê’ de em vê mijarê jî axivîn. Hevalê me yê ku Rûsyayê ji nêz ve dizanî, li wirê kar kiribû, di vê mijarê de ev gotin: ‘Li wirê bazarek pir mezin heye. Ji herêmên cuda yên Rûsyayê meriv bo ku li vê bazarê danûsendin bikin tên virê. Bêtir jî li vê otêlê dimînin. Ji qadên wek Kazaxistan, Kirgizistan, Ozbekistan, Ermenistan, Azerbegan û hwd. kesên ku bo van bazaran tên jî hene…’

Sibeha 6ê Tebaxê, hevalê Behrî em bo xurîniya sibê vexwendin aşxaneya xwe. Behrî jî wek Îbrahîm bi dirêjiya salan di nava Kawayê de siyaset kiriye. Paşê jî wek ku piraniya Kawayîyan kiriye, beşdarê PKKê bûye… Di 2000an de ji PKKê jî veqetiyaye vê aşxaneyê ava kiriye… Debara xwe wiha dike. Meriv dibîne ku bêtir kesên tên vê aşxaneyê rûs in. Li aşxaneya mamoste İkbal jî kesên bêtir dikevin ber çavê meriv rûs in. Hevalê Behrî, bi me re li ser polîtîkaya Îngilîzan a Kurdistanê dûrûdirêj axivî. Bi dirêjî kirpand ku çavkaniya hemû xerabiyên ku têne serê Kurdistanê îngilîz in. Mamoste İkbal jî beşdariya xurîniya sibehê kir.

Li çeprastê aşxaneya Behrî mizgeftek bi qubeya avzêrî heye. Tê gotin ku Serokkomar Recep Tayyip Erdoganî, çendekî berê, vê mizgeftê jî bo xizmetê vekiriye…

Hejarê Şamil, em bi rêya metroyê birin aşxaneya hevalê Behrî. Tê kirpandin ku dirêjiya metroya Moskowayê 360 km. ye. Bo ku em herin aşxaneya hevalê Behrî, me di metroyê de, sê caran trên guhart. Metro pir deqîq dixebite. Dema em ji metroyê derketin jî pêwîst bû em hinek bimeşin…

Paşê em bi siwareya mamoste Îkbalî çûn balafirgehê. Di pêvajoya ku em li Moskowayê bûn de, çi li otêlê be, çi di rêyan de be, li her derî Hejarê Şamil bi me re bû. Di dema ziyaretê de, li pirê cihan, Mele Muhammed û xwarziyê wî Mîrza jî bi me re bûn. Eger ku mamoste Ekrem nebûya, di dema konferansê de, dê Mele Muhammed wergerê jî bikira… Di ketin û derketina bo Federasyona Rûsyayê, bo Moskowayê de, kontrola pasaportê hinek dirêj ajot, lê kêşeyek derneket.

Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :