Kevroşk û Kengrû
Bi têlên bistirî der û dorên daristanan hatibûn çîtkirin û bibûn parq ji mirovan re. Ajalên daristanê dihatin girtin û di hundirê qefesan de xwedî dibûn.
Mirov li wan parqan, ji xwe re digeriyan û li wan heywanên qefesan temaşe dikirin.
Kangrû jî hatibû girtin û di qefesekê de dijîya. Ji cîhê xwe nerazî bû. Bîna wê teng bû û pir aciz bû.
Hertim xilmaş dibû û ew daristana azad û şêrîn di xewna xwe de didît. Yeko yeko hevalên wê dihatin ber çavên wê û bi xewnên xwe şa dibû.
Dema ku şiyar dibû, didît ku ew di hundirê qefesê de ye, dîsa agir bi dilê wê diket!
Bi wî hawayî dem hat û çû, şev û roj derbas bûn.
Rojek ji rojan, kevroşkek jî anîn û avêtin qefesa kêleka wê. Wexta ku çavê wê li Kevroşka Bezog ket, qîjînî ji dilê Kangrû hat!
Di ber xwe de got:
-Ax axxxx, ev kevroşka bezok û xweşik jî girtin û anîn wî cîhê xerab!
Daristan hat bîra wê. Nêçîrvan hatin bîra wê. Di nava daristanê de ew kevroşkên bezok û navbelek hatin bîra wê.
Dema ku li nav daristanê bû, hertim xweziya xwe bi kevroşk û beza wan tanî.
-Min, berê xweziya xwe bi kevroşkê tanî. Min digot ku ez wek kevroşkê bezok bû ma, tu caran seydvanan nikarî min bigirta. Lê va ew jî anîn vir.
Nêzîkî têlên dora qefesa kevroşka Bezok bû û silav lê kir. Kevroşka Bezok, xwe kiribû wek gulokekê. Serê xwe xistibû ber xwe.
Kevroşka Nûgirtî serê xwe bilind kir û li Kangrû mêze kir.
Girtina wê hat bîra wê. Agir bi dilê wê jî ket. Nêzîkî têlê bû.
Silava Kengrû girt.
Kengrû û Kevroşka Nûgirtî li ber têlan nêzîkî hevûdû bûn. Li hev û dû mêze kirin. Hevûdû nasnedikirin.
Xemgîniya wan, qedera wan, bêşensiya wan, birînên wan ew nêzî hev dikirin.
Kangrû pir sal di qefesê de derbeskiri bûn.
Di navbera Kengrû û Kevroşka Nûgirtî de sohbetek kûr destpê kir.
Kangrû ji Kevroşkê pirsî:
-Tu çawa hat girtin, tu ewqas bezok bû?
-Qet nepirs e!
Xefik li ser rêka min hatibû vegirtin. Ez bi herdû lingên xwe yên pêşî ketim xefkê. Paş re seydvan hatin û min ji xevkê derxistin û anîn vêderê.
-Daristan çawa bû?
Hîn nava daristanê mîna berê xweş e an na?
-Daristan berê pir xweş bû! Kêf kêfa me bû di nava daristanê de. Belê aniha tama daristanê nemaye. Azadî nemaye ji me re! Em ji destê seydvanan ve ketine qilaqê. Bi çekan tên ser me, li rêya me xefikan vedidin..
Di şevên daristanê de, wexta ku heyva çardeh sîwan digerand û stêrkan li hawîrdorê heyvê govend digirtin, bêhna hendeko, gul û beybûnan dida rûkê ajalên daristanê. Bêtirs, ji xwe re digeriyan û diçêriyan.
Ew şevên xweş û azad hatin bîra wan. Dilopên hêsran ji çavê Kangrû hat xwarê û li Kevroşka Nûgirtî mêze kir.
-birreve kevroşkê birreve!
Kevroşkê li dora xwe mêze kir. Li qefesê mêze kir. Li têla navbera xwe û Kangrûyê mêze kir û hêrs bû.
Qevz da xwe. Li binguhê têlê ket. Zîz bû û ket erdê. Bêçar li Kangrû mêze kir.
Li erdê ricifî. Têlên bi stirî ew birîndar kiri bû.
Bêhna kulîlkên nîsanê, bêhna benîştên daran, xwuşîna pelên daran hat bîra Kevrojka Nûgirtî. Çêlikên wê hatin bîra wê. Azadiya wê hat bîra wê. Seydvanên dilxerab, bêbextî hatin bîra wê. Keserek kişand!
Kangrû xwe ji bîr kiribû. Bextreşiya wê nedihat bîra wê. Dilê wê bêtir bi Kevroşka Nûgirtî dişewitî.
-Rabe ser xwe. Tu çara revê nemaye. Emrê meyî mayî wê di virde derbas bibe. Çelengîya te di vir de fêde nake. Bêbextî li me bû û em girtî ne Kevroşka Nûgirtî:
Dem çûn dem geriyan
Neçîrvan li me geriyan
Mêrg û daristan heliyan
Kusî bi me keniyan.
Daristan xweş û rind bû
Em Gerok û çeleng bûn
Şev li wir ji me re kin bûn
Em azad û serbilind bûn
Nêçîrvanan xefik vedan
Li daristanan star ji me re neman
Em bûn kole ketin destan.
05.06.2006
Şeyhmus Özzengin