KONGRA KURDNASÎYÊ YA YEKEMÎN LI YEKÎTÎYA SOVÊTÊ
Hogirên hêja! Ez ê vir û hada hevtê carekê, du hevtîyan carekê, gotarekê ser pirsên jîyana Kurdên Sovêta berê û kurdnasîya Sovêtê belav bikim. Hêvîdarim ew gotar ji bo xwendevanan balkêş bin.
Piştî Şorişa Oktobirê ya Mezin, tevî gelên Ûrisêtê yên mayîn, usan jî ji bo gelê kurd rêyên pêşvaçûnê yên nû vebûn. Bona pêşvaçûnê pirseke sereke hildana nexwendîtîyê bû. Lewma jî pêşiyê Lazo ser bingeha tîpên ermenî sala 1921ê, peyra jî Erebê Şemo û Isahak Moragûlov, ser bingeha tîpên latînî elfebayên kurdî tên saz kirin. Bi elfebaya dawî rojnama “Rîya Teze” tê weşandin, pirtûk çap dibin. Di gundên kurdan de dibistanên netewî têne vekirinê, ku ders gişk bi zimanê kurdî bûn. Zanîyar dest bi berevkirina folklora kurdî dikin. Li hin bajarên Yekîtîya Sovyêtê karê lêgerîna dîrok, wêje, rabûn-rûniştandina gelê kurd hê gêş dibe.
Lê çi qasî gelek kar tê kirin, ewqasî pirsên nû bi pêş de tên. Lewma jî 9ê Tîrmeha sala 1934ê kurdnas û zanyarên sovyêtê, bo kongra kurdnasîyê ya yekemîn li Yêrêvanê dicivin.
Xên ji nûnerên Ermenistanê, usan jî gelek zanîyar ji Moskovayê, Lênîngradê, Tbîlîsîyê, Bakûyê û Aşxabadê di kongrê de amade dibin. Kongre li “Mala Çandeyê” ya Yêrêvanê pêk tê. Çawan rojnamên wê demê dinvîsin, qesra kongrê bi sloganên kurdî, ermenî û rûsî xemilî bû, li sivderê pêşengeha çanda kurdî vekirî bû.
Seroketîya komara Ermenistanê bi êginayî tevî karê kongrê dibe û serokê Komîtêya Karker ya Ermenistanê, Sêrgo Martîkyan kongrê vedike.
Ji bo seroketîya kongrê bi nûnerên hukumata Ermenistanê Martîkyan, Paştoyan, Karînyan re tevayî usan jî Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, Ahmedê Mîrazî, Prof. Çobanzadê, Elî Mamêdov û çend kesên mayîn tên hilbijartin.
Bi navê Komîteya Navendî ya partîya Komûnîst a Ermenistanê, serokê para çand û propogandayê Arîsyan kongrê silav dike û gotara bi navê “Şorişa Oktobirê û pêşvaçûna çanda netewî di nava karker û gundîyên kurd da” dixwîne.
Asîstanê beşa kurdî, ya Înstîtûta Dîroka Çandê, Hecîyê Cindî bi zimanê kurdî di derheqa karê beşê, di warê berevkirina folklorê, pêkanîna peyvên nû û karê çapkirinê da, diaxive. Berpirsîyarê rojnama “Rîya Teze” Cerdoyê Gênco, di derheqa rojnamê da dibêje, wekî “Rîya Teze” bûye dosteke baş ya xebatkaran. Di derheqa çapkirina edebyata kurdî da Casimê Celîl gotarekê dixwîne. Ew diyar dike, wekî sal bi sal hejmara pirtûkên kurdî yên çap bûyî, zêde dibe. Ew dibêje: “Çawan tê zanîn sala 1929ê du pirtûk çap dibin, lê sala 1933yê 22 pirtûk tên çap kirin, lê nav 6 mehên sala 1934ê da 25 pirtûkên kurdî gihîştine destê xwendevanan.” Siloyê Xudo ji navça Artîkê, derheqa lezkirina berevkirina folklorê da diaxive. Ew di gotara xwe da dibêje, wekî pêvîst e zimanê rojnama “Rîya Teze” bê zelal kirin. Nivîskar Ahmedê Mîrazî bi navê kurdên komara Gurcistanê dipeyive û derheqa destanînên xebatkarên kurd ên wê komarê dibêje. Ew usan jî derheqa berevkirin û çapkirina folklora kurda ya sazbendîyê da diaxive û dibêje, ‘gerek em bi taybetî li ser vê pirsê rawestin, nimûnên paqij û bi rengekî netewî bibijêrin.’ Ji Azerbacanê Şahsûvarov derheqa pêşvaçûna dibistanên kurdî de dipeyive.
Bi navê komîta Elfeba nû Erebê Şemo dipeyive. Ew di gotara xwe da li ser Rêzimana Zimanê Kurdî (ya prof. Xaçatûryan amade kirî) disekine û kêmasîyên wê tîne ber çavan. Ew usan jî dide kivşê ku hinek pirtûkên çap dibin, pir sist in û di warê edebî da gelek paşda mane. Emînê Evdal derheqa edebîyeta zara da dipeyive.
Paşê silavname tên xwendin: Nav wan da nûnerê komera Tûrkmênîstanê Velîyêv kongrê silav dike. Ser navê Komîta Pişkavkazê ya Partîya Komûnîst, serokê para çand û propogandayê, Bêdîya dipeyive. Cîgirê prêzîdêntê fîlîlaya Pişkavkazê yê Akadêmîya Yekîtîya Sovyêtê yê Zanyarîyê, Pîrûmyan, berpirsîyarê rojnama “Zarîya Vostoka” Grîgoryan û çendekên mayîn jî kongirê silav dikin.
Prof. Açaryan û prof. Xapansyan derheqa pêkanîna zimanê kurdî yê standart da diaxivin.
Gotara Qanatê Kurdo derheqa bingeha rêzimana zimanê kurdî bû. Pey gotara wî prof. Manandyan, prof. Kalantar, Vîlçêvskî, Rostapçîn, Çerkezê Beko li ser gotara Qanatê Kurdo û pirsa wî bilind kirîye, bawerîyên xwe dibêjin.
Di silavnama Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîstên Yekîtîya Sovyêtê da, bi taybetî ser pêşvaçûna kurdên sovyêtê tê sekinandin. Tenê li komarên Piştkavkazê salên 1933-34an 56 pirtûkên kurdî çap bûne, 88 dibistanên kurdî kar dikin. Li Yêrêvanê rojnama “Rîya Teze” çap dibe, Peymangeha Piştkavkazê Perwerdeyîya kurdî kar dike û ji bo dibistanên kurdî kadroyan amade dike.
14ê Tîrmehê kongra kurdnasîyê karê xwe ser hev da anî. Di pêşnîyarên kongrê da ser 4 pirsên sereke hat rawestandin:
1-Sazkirina zimanê kurdî, yê wêjeyî (standart).
2-Rastnivîsar û alfabeya kurdî.
3-Rêzimana kurdî
4-Çêkirina peyvên nû.
Gor biryara kongrê ji bo bingeha zimanê wêjeyî (standart), zimanê kurdên Ermenistanê hat nas kirin. Di derheqa saz kirina navenda kurdnasîyê û komîta alfabeya nû da biryar hat girtin. Dîsan biryar hat girtin, wekî kongra kurdnasîyê ya duyemîn sala 1935ê li bajarê Bakû derbas bikin. Ji bo amade kirina kadroyên kurdnasîyê biryar dan li ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê beşa kurdnasîyê vekin. Di biryarên kongrê da bi taybetî hat gotin, wekî karê berev kirina folklorê lez bikin.
Ji bo pêkanîna rêzimana zimanê kurdî, ya zanyarî, kongre komîtekê hildibijêre. Nav wê komîtê da Xaçatûryan, Erebê Şemo, Vilçevskî, Qanatê Kurdo, Pehlevî, Hecîyê Cindî û Sûkêrman cîh digrin.
Kongrê ji bo zanîngehên Moskvayê û Lênîngradê pêvîst dît, wekî ser dîroka gelê kurd lêkolînên fireh û bi lez pêk bînin û destnivîsarên ser dîroka gelê kurd çap bikin.
Piranîya biryarên vê kongrê bi rûspîtî hatine pêkanîn. Kurdnasên li Moskvayê, Lênîngradê, Yêrêvanê, Tbîlîsîyê, Taşkendî û bajarên mayîn bi serfirazî bi pirsên dîrok, edebyat, ziman û çanda kurdî ve mijûl dibin.
Ji talebextan re hukumata Azerbacanê ya wan salan, rê neda ku li bajarê Bakû kongra kurdnasîyê ya dûyemîn, bê derbas kirin.