1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Jan û Berxwedan
Jan û Berxwedan,jan,û,berxwedan

Jan û Berxwedan

A+ A-

“Belqitî” navê romana Xurşîd Mîrzengî ye. Ev roman cara pêşîn ji aliyê Weşanxaneya Komalê ve hatiye çapkirin. Paşê Weşanxaneya Nûbiharê çapa duyem a vê romanê kiriye. Min çapa yekem xwend, ez ê li gora vê çapê nirxandinên xwe binivîsim.

Roman ji bîst û pênc beşan pêk hatîye, du sed û pêncî û yek rûpel e. Meriv kare bibêje ku vegotina romanê bi şayesandina mekanê bûyerê dest pê dike. Paragrafa pêşîn wiha ye: “Ba û Bahoz (yek ji navê lehengê romanê ye. Gelek navên leheng hene: Belqitî, Bahoz, Şêrko, Keko û Mehemed Can), çîlspî bû cîhan. Tevlê barîna berfê jî, hişkayiyeke xidar hebû. Her pelik û kuliyeke berfê, wek pelên titunê bi ber bûn. Guliyên dar û ber (beran) fena heciyên dora Beyta Şerîf şas(ş)ikên spî li serî, ji berfê re serî tewandibûn. Tiştekî reş û rengîn li derve nemabû, erd spî, ezman spî bû. Ji bilî herikandina (herikîna) ava kaniyên esîl, çem û kaniyên direwîn hemî çikiya bûn. Seqemê digot ez mîr, berfê digot ez wezîr im.” (2004;7)

Ji vê şayesandinê xuya dibe ku dê bûyerên neçê pêk bên. Wisa jî dibe gurên birçî bi zûrînên xedar hêrîşê gund dikin, ji birçîna hev dixun. Di vê rewşê de, Êma dîya Dilo û Dijwar dikeve ber welidandina Belqitî. Dema Dilo diçe bang pîrikê bike gurê birçî li pêşiya wî ye, lê ji roniya agir xwe nade ser wî. Pîrik, jidayîkbûna zarok aciz dibe û dibêje ev belqitiyê hanê zarokek nebaş e, loma vê rojê hilbijartîye û bi rihetî jî nawelide. Meriv kare bibêje ku jana lehengê romanê berî ku ji dayîk bibe dest pê kiriye. Ji ber ku bêbav tê dinyayê, bavê wî berê mirîye. Gotinek kurdî heye, bê Xweda dibe, bê xwedî nabe. Bêxwedîtîya Belqitî gelek êş û janê pê dide kişandin.

Roman li ser çîroka Belqitî tê vegotin. Dema ku birayên wî jê re çaroxek dîyarî dikin, ji tirsa ku dê biqete naxe nigê xwe û ji diya xwe dixwaze ku heta zivistanê jê re helîne. Lê çaroxa wî ji aliyê rovîyan ve tê dizîn. Ew nefretek pir mezin ji rovîyan dike û bi awayek ecêb tola xwe ji rovîyan distîne. Ji diranên wan tizbî ji xwe re çê dike.

Navên gundîyan balkêş in. Xirtoyê Kerr, rojek wî di bexçê xwe de digire. Guhên wî badide, badide ku dicil’itîne. Kîna wî jî dikeve dilê Belqitî û tola xwe bi awayek xidar jê hiltîne. Navê yekê Kaşoyê Şelbate bû. Wî jî diziya mirîşkên gund kiribû stûyê Belqitî û gundî li ser serê wî kom bûne ku wî bikujin, ew ji tirsan ji gund direve.

Pêşî li gundekî deştê navmalîtîya Kaloyê nazirê mala Cemîl Paşa dike. Zêrê bûka wan didize û diçe Amedê dibe mezinê pêxwasên Amedê. Bi awayek dadwerî ji zaliman distîne dide feqîran. Li alîyek jî zilma dewletê ya li ser zimanê kurdî bi rêya rezîlkirina Dûrmûş û Satilmîşê bekçîyê dewletê ku bi eslê xwe kurd e, peyama herî baş a berxwedanê dide me.

Alîyê herî xurt ê romanê ew e ku çanda kurdî baş anîye ziman. Ji nifirên kurdî bigire heta lavayên dînî. Ji bikaranîna biwêjan bigire heta zimanek helbestî bi her awayî çanda kurdî li ber xwendevanan radixe.


Gotinên miftehî :