JI NIVÎSKARÊ KURD Ê KAFKASYAYÊ PIRTÛKA NOVELÊN KURDÎ
Têmûrê Xelîl nivîskarekî kurd ê Kafkasyayê ye. Ew li Erîwanê (paytextê Ermenîstanê) ji dayik bûye, li wir mezin bûye, dibistan xwendiye, bûye mamoste, zarokên kurd perwerde kiriye û herweha di rojnameya kurdî ya here jîyandirêj – ”Riya Teze” û radyoya Erîwanê beşa kurdî de xebitiye. Ew sî sal in ku di nav kar û xebata nivîskariyê de, bê rawestan dixebite.
Têmûrê Xelîl kedkarê çand, ziman û edebiyata kurdî ye. Wî hinek berhem afirandiye û gelek pirtûk wergerandiye kurdî. Di radyoya kurdî ya Moskow de gelek programên bi kurdî amade kiriye.
Wî di hêla wergerê de jî kar û xebatên hêja kiriye. Werger ziman dewlemend dike. Di nav wergêrên kurd de yê herî jîr û kêrhatî yek jê jî Tîmûrê Xelîl e. Wî gelek pirtûk li kurdî wergerandiye.
Pirtûka wî ya novelan, navê wê ”Dengê Xwînê” ye. Pirtûk di nav weşanên ”Lîs”ê de li Amedê derketiye. Pirtûk 93 rûpel e, û tê de du kurtenovel û yek novela dirêj hene. Sernavên çîrok û kurteçîrokan ev in : ” Dengê xwînê” , ”Bûka rû bixêlî” û ”Hem şîş dişewite, hem jî kibab”.
Naveroka pirtûkê û zimanê nivîskar baş e. Têmûrê Xelîl berhema xwe bi zimanekî edebî û bi şêweyeke hunerî afirandiye. Hunandina çîrok û kurteçîrokan herikbar e, xwe bi mirov dide xwendin. Mijara evîna du însanên ji neteweyên cuda balkêş e. Li rojhilata Navîn û li herçar parçeyên Kurdistanê evîna însanên (keç û xortên) ji olên cuda û ji neteweyên cuda dibe pirsgirêk, dibe sedemê gelek probleman û astengî derdikeve pêşberê evîndaran. Min jî di romana xwe ya herî dawî de ku navî ”Evîna Feqiyê Teyran” e, mijara evîndarên ji olên cuda û neteweyên cuda nivîsiye. Dema keç yan xortekî misilman û xiristiyan ji hevûdu hez bikin, yan jî kurdek Êzîdî û kurdek misilman ji hevûdu hez bikin nikarin wisa bi hêsanî bi hevûdu re bizewicin. Sed cure asteng û problem derdikevin pêşberê wan û evîndar nagihîjin miradê xwe.
Di novela dirêj a di pirtûkê de evîna Temo û Alînayê tê ravekirin. Temo kurd e û Alîna nekurde, biyanî ye. Gelek kurdên ku bi biyaniyan re dizewicin, ji ber cudabûna çandî / kulturî û sedemên din yên curbecur, ji hevûdu vediqetin. Hinek nivîskarên kurd bi keç û jinên Tirk, Swêdî, Alman û hwd, re zewicîn, heta zarokên wan jî çêbûn, lê paşê ji hevûdu veqetiyan. Nivîskarekî kurd ku bi yeka tirk re zewicî bû, paşê hevûdu berdan, ji hev veqetiyan û wî nivîskarî navê zewaca xwe û zewacên bi vî rengî danî ”zewaca şaş”. Nivîskarê pirtûkê bi xwe jî, di rastiya jiyanê de bi keçeka rusî re zewicîbû û digel ku zarokên wan jî hene, dîsa jî ji hevûdu veqetiyane.
Nivîskarê kurd Têmûrê Xelîl, çîrok û kurteçîrokên xwe bi şêweyeke serketî, bi teknîkeke nû nivîsiye û wî bi zimanekî hêsan û zelal hevokan lihevaniye û taswîran pêkaniye. Di pirtûkê de hêla girîng jî ravekirina mijara psîkolojîk e. Psîkolojiya însan, derûniya evîndarên xwedî evînên têkçûyî taswîrkirin karekî hêsan nîn e. Jê re zanîn, westatî û xwedan hunera edebî pêwîst e. Jîrîtî û westatiya hunerî ya nivîskar xwe di hêla ravekirina derûniya însanên evîndar de dide nîşandan.
Niha ez ê bi kurtahî behsa naveroka novela dirêj ku tê de pêvajoya evîna Temo û Alînayê tê qalkirin, ji xwendevanên kurd re rave bikim.
Temo kurdekî Ermenîstanê ye. Temo û Alîna evîndarên hev in, ji hevûdu hez dikin. Alîna diçe Moskova û li wir di Zankoyê - Ûnîvêrsîteyê - de dixwîne. Temo çend car diçe serlêdana wê û hercara diçe çend roj li Moskova dimîne. Temo kurdekî welatparêz e, ji Alîna hez dike lê ji bo zewacê ew dixwaze bi keçeka kurd ku weka Alîna be re bizewice. Ew piştkule ku heger bi yeka nekurd re bizewice zarokên wî wê bi kurdî nizanibin. Temo dixwaze ku zarokên wî kurdewarî mezin bibin, bi kurdî bijîn, bi kurdî bistrin û bireqisin.
Dema mirov di rastiya jiyanê de li hinek kurdên ku bi keçên neteweyên din re zewicîne, dinêre (ku ez bi sedan kurd nas dikim ku ew bi keç û jinên neteweyên din re zewicîne) zarokên wan fêrê kurdî nebûne, ango bi kurdî nizanin. Loma jî ev şika Temo ku ew bi yeka nekurd re bizewice dê zarokên wî bi kurdî nizanibin di cî de ye.
Temo ne tenê kurdekî welatparêz e, herweha ew rewşenbîr e, nivîskar e, gotaran dinivîse, danûstandin li gel kurdên Ewropayê û Kurdistanê pêk tîne, civînên kurdî amade dike û piştgiriya tevgera kurd dike.
Di vê novela dirêj de nivîskar bi devê vebêj û bi ravekirina pêvajoya çîroka evîna Temo û Alîna’yê psîkolojiya jinan û êşa evînê radixe ber çavan. Miradê Alînayê û Temo naçe serî. Ew ji hevûdu vediqetin, Temo bi yeka din re dizewice û paşê Alîna jî bi zilamekî din re dizewice. Lêbelê ew dîsa jî di dilê xwe de ji hevûdu hez dikin.
Temo bi keçeka kurd ku navê wê Nenê ye re dizewice. Temo dilbikul e, keyfa wî ne di cî de ye. Yanê ew ji rû ve gul bû û ji dil ve kul bu. Piştî zewacê ji Temo û Nenê re keçek dibe û navê wê Berîvan datînin. Paşê keçek din jî ji Temo re dibe û zarokên wî mîna dê û bav, kalik û pîrikên xwe bi kurdî mezin dibin.
Di çîrokê de temaya bingehîn ravekirina evîna rasteqîn e. Binêrin Temo û Alîna evîndarên hevin, lê bi hevre nazewicin û bi kesên din re dizewicin. Lêbelê piştî ku herdu dibine xwedî zarok û temenê wan dibe pênce salî jî, dîsa jî ew hîsa hezkirinê, evîn di dilê wan de ye. Evînên rasteqîn ji bo ku naçin serî û evîndar nagihîjin miradê xwe lewre jî dibine nemir. Ji tecrûbeyên salan û ji rastiya jiyanê ez vê derdixim ku; dema mirov bi hezkirê/a xwe re bizewice, evîn şikil û reng digehurîne û dibe wek hurmetgirtin û qedirzanînê û ew evîna germ namîne. Yanê zewac evînê dikuje. Lêbelê dema ku evîndar bi hev re nezewicin, êşa evînê bikşînin, ew evîna wan pîroz e, nemir e.
Pirtûka Têmurê Xelîl baş û xweş e. Ev pirtûk hêjayê xwendinê ye. Bi hêviya ku ew gelek pirtûkên din li pirtûkxaneya kurdî zêde bike û bi berhemên xwe yên edebî edebiyata kurdî dewlemend bike.
Têbinî – Têmurê Xelîl kurdê Ermenîstanê ye, lê niha ew li Swêdê dijî.
Di kongra ”Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê” de hate hilbijartin, kete komîteya birêvebir û bu sekreterê Komela Nivîskarên Kurd.