1. Tekst

  2. Hevpeyvîn

  3. İsmail Beşikçi
  4. Hevpeyvîna Arti Xeberê, Pirs:
Hevpeyvîna Arti Xeberê, Pirs:,hevpeyvîna,arti,xeberê,pirs

Hevpeyvîna Arti Xeberê, Pirs:

A+ A-

1) Hûn meşa dadê çawa dinirxînin?

2) Meşa dadê û mitînga duh dê çi ji Tirkiyê ra bîne?

3) Li gora we daxwaz têr dikin? Manîfestoya 10 xalî hêvîyên we dibersivînin?

4) Tiştên hûn bixwazin lê zêde bikin pir birûmet in.

Bersivên ÎsmaÎl Beşîkcîyî
Kurdan, bi biryara Meclîsa bajarê Kerkûk û Parêzgerîya Kerkûkê, di 28ê Adara 2017an da, li hemû avahîyên fermî yên Kerkûkê Ala Kurdistanê hildan.

Wê demê Meclîsa bajarê Kerkûkê ji 41 kesan pêk dihat. 26 jê kurd, 9 tirkmen 6 jî ereb bûn. Bi tevî vê jî li hember vê biryar û sepandinê, li Tirkiyê berteka pir mezin hat nişandan. Devlet Bahçeli Serokê Giştî yê Partîya Hareketa Miliyetperest, bi gotina‘potik’ behsa Ala Kurdistanê dikir. ‘Daxînin wê potikê…’

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan jî bi gotina ‘dê bedela vê giran be…’ Rêveberîya Herêmîya Kurdistanê rexne kir.

Berteka rêveberên CHPê jî ji vê dîyardeyê, ji pêvajoya dîyardeyî ra tund bû. Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Ozturk Yilmaz, di axaftina xwe ya 4ê Nîsana 2017an da, li MMMTê, bi balkişandina ser hildana Ala Kurdistanê bo zîyareta Tirkiyê ya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi rexnekirin û tawanbarkirina hikûmet û Serokkomar digot ‘ew potik li seraya te jî hat hildan…’ Di daxuyanîya Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Veli Agbaba ya ku di 4ê Gulana 2017an da, di Rojnameya Yeniçagê da hatibû weşandin da bi gotina ‘goya ala Kurdistanê’ behsa mafê tirkmenan kir. Pirsa ‘We ji tirkmenan destûr girtîye?’ kir.

Ji vê helwesta CHPê dad peyda nabe. Ji zîhniyeta ku hê jî hewil dide li ser kurdan, li ser Kurdistanê wesayetê bimeşîne dad dernakeve. Eger meş heta Edirneyê jî biçûya dîsa dernediket. Çunkî ev zîhniyeteke derheyamê ye. Zîhnîyeta ku kirpandina maf, hiqûq, azadîya xwe dike, bo ku vana bidest bixe hewil dide; maf, hiqûq û azadîya yên dî tune bihesibîne, hewil bide ku mafê kurdan ê ji kurdbûna wan, ji civat, netewbûna wan tên binpê bike zîhniyetek derheyamê ye. Ev zîhniyeta derheyamê, ne kategorîyek e ku bi meşê bê rakirin. Bo dad, bo maf û azdîyan, bo azadîya derbirînê, bo rexneya azad, bo zîhniyeta demokratîk, bo guherîna demokratîk a ku pir behsa wê dike pêwîstîya pir mezin a CHPê jî pê heye. Şertê vê jî di kêşeyên wek kurd/Kurdistanê da, kêşeya ermenî, jenosayda ermenîyan da, di kêşeya Elewîyan da, xwedîbûna zîhniyetek demokratîk e. Divê azadîya derbirînê, rexneya azad, maf, hiqûq, dad, azadî, wekhevî… di serî da, di van mijaran da werin rojevê.
10 Temmuz 2017

Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :