Hesreta dila,hesreta,dila

Hesreta dila

A+ A-

Ji bo jiyan û dîroka Kurda gavek girîng dest pê dike. Kurd ji bo mafên axa xwe diçin referandûmê. Yanî Kurd êdî dibên Kurdistana serbixwe îlan bikin. Bi rastî ev daxwaz di dilê her Kurd da bi salan wek hesretek bihuştê ye. Ya herî girîng ew e ku her Kurd bê fikar û bêguman piştevaniya navê Kurdistanê bike. Her çiqas ev biryara Başûr be an jî biryardayîna parlementoya Iraqê be li çar perçeyên Kurdistanê û li hemû cîhanê ew Kurdên ku dilê wan bi navê Kurdistanê diavêje ji bo piştevaniya referandûmê divê bi dil û can alîkarî bikin.

Di rewşek wisan da ji bo navê Kurd û Kurdistanê ev parastina mafên Kurda ye û ji bo ku Kurd bibin xwediyê axa xwe misyonek di cîh da ye. Hukumeta Başûrê Kurdistanê di vê qonaxê da rol û misyona xwe xweş dilîze. Muxalefeta Başûrê Kurdistan jî gelek girîng e û ew rola wan ji bo demokrasî û parastina mafên mirovan di asta herî bilind da ye.

Ew Kurdên ku li ser navê Kurdistanê hesaban dikin pêwiste ku baş bizanibin êdî carek din ceribandina bê axa Kurdistanê nabe û bi vî awayê li mijarê binêrin. Dem dema Kurdistanê ye. Li çar perçeyên Kurdistanê dijmin naxwazin ku Kurd xwediyê axa xwe bin. Zimandirêjî û çavnebariya ku dijminê Kurda dikin tu kes nake! Di serî da Turkiye naxwaze ku Kurd qedera xwe tayîn bikin. Ji bo wê her carê zimanê xwe tûj dikin. Wek ku qedera Kurda di destê wan da ye dipeyîvin. Bi rastî ev nayê pejirandin ku Kurd bindest bin û ev bindestiya wan her dem berdewam bike.

Kurdno, nebêjin dem dema Kurdistanê nîne. Ji bo Kurdistan êdî derfetek dîrokî nakeve desta. Heger Kurdistan hebe ji bo çar perçe parastina mafên Kurdan derfetên cîhanî dikevin destan. Li rewşa xwe binêrin û bifikirin ku çiqas pêwist e em xwediyê axa xwe bin.

Ez li ser nav û hesabên xwe vê biryarê pîroz dikim. Ji niha da dibêjim li gelê Kurd pîroz be.


Gotinên miftehî :