1. Tekst

  2. Gotar

  3. Barış Seyitvan
  4. Helebce û Pêşangeha wê
Helebce û Pêşangeha wê,helebce,û,pêşangeha,wê

Helebce û Pêşangeha wê

A+ A-


Îro bi nûçeyek pir xemgîn dinyaya min bi ser serê min de hilweşîya. Ev nûçeya dilovanîya Kekê me yê hunermend Fexredîn Hecî Selîmê ku li Helebceya Başûrê Kurdistanê dijiya bû. Bi rastî jî ez nizanim ku ez ê çi bibêjim, çawa dest pê bikim û çawa hestên xwe der bibirînim. Di 11ê Îlona 2015an de, sal û sê meh piştî hêrîşa DAIŞê, mamosteyê Helebceyê çûye ser dilovanîya xwe. Me derfeta hevnasîna Kak Fexredîn sala 2014an di pêşangeha ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî kiribû û min jî kuratorîya wê kiribû de, bi dest xist. Di Newrozê de hatina wî ya Amedê, wî gelek dilşad kiribû. Bi tevî ew qasî janên ku wî kişandibû bi helwestek nefspiçûk rastîya xwe bi hunerê der dibirî. Wî, wêne û peykerên ku wî çê dikirin rastîya kurdan vedigotin.
Di nava salên 1986 – 1988an da, li Başûrê Kurdistanê Hesen Elî Mecîdîyê pismamê Sedam Husên ê bi nasnava Elîyê Kîmyewî dihat nasîn di dema Şerê Iraqê de, dest bi operasyonek herî hovane ya dîroka Dinyayê bi navê enfalê kir. Bi jenosayda Helebceyê jî ev wehşet kete rojeva cîhanê. Di encama hêrîşa kîmyewî de bi hezaran kurd hatin kuştin, di nava kuştîyan de pênc zarokên Kek Fexredîn, xizmên wî, cîran û gelek kurdên sivîl ên nasê wî bi jenosaydê re rû bi rû mabûn.
Dema Kek Fexredîn hêrîşa Helebceyê vegotibû rondikên me herduyan jî wek baranê hatibûn xwarê. Bi nexşeya ku di wêne de dixuyê û wî bi xwe alîyên hêrîşa yekîneyên tank, firoke û balafirên şer yên Sedam Husênî ku di 1988an de hêrîşê ser Helebceyê kiribûn, dukomanteke dîrokî xêz kirîye.

Bi vê tenê nemabû û li ser kevirê kolanên ku keçên wî li ber wan şehîd ketibûn jî wek rolyef pêlavên wan, peykerên ku ji derî, pencere û depên bombe lêketî û parçekirî çêkirîye, her yek wek şahidê zindî li hember me radiwestîyan.

Wî dîyar dikir ku ev êşek wisaye ku ew dixwaze vê êşê wek dukoman bo dîrokê bihêle. Bi hûrkirin û renglêkirina kevirên Helebceyê ku bombe lêketibûn û parçekiribûn jî berhemên niwaze diafirand û serdemê pêşkêşî me dikir. Di pêşangeha ku deh rojan vekirî ma de, her roj bêyî ku biweste, ji her kesê ku dihat pêşangehê re dubare dbare bûyerê vedigot.

Di dema pêşangehê de me dukomantera bi navê “Zarokên Winda yên Helebceyê” ya Derhêner Ekrem Heydoyî jî nîşan dabû. Temaşevanên ku vê temaşe dikirin bi girîn derdiketin derve. Gelek merivan Trawmaya ku Helebceyê afirandibû ew roj fam kiribû.

Wî di hemû axaftinên xwe de digot ku ez dixwazim wek şahîdê karesatê, van berhemên xwe li gelek welatên cîhanê nîşan bidim. Ez jî soz didim ku di vê mijarê de çi ji destê min were ez ê bikim. Bi boneya dilovanîya hunermendê kurd ez bi xemgînî ji hemû gelê kurd re û ji malbat û xoşevîstên wî re dubare sersaxî dixwazim. Amadekar: Bariş Seyîtvan (08.03.2017)


Gotinên miftehî :