Heger hûn nebin yek, Hûn ê herin yek bi yek.
Dîn û bala xwe bidinê bûyer û rûdanên ku li hemû alîyên welat di nava civaka me da diqewimin û weke tevîhevî, serobinbûn, girremol, kaos û heytehol xwîyanî dikin. Lê belê ev dafik, leystik û xafik yên nexêrxwazên civaka me ne. Ev rewşa serobinbûn, kaos û heyteholê sedîsed li ser civakê bandorreke gelek neyînî dike û li pey xwe gelek birînên kûr dihêle.
Di binê van dekbazî û leystikan da, xasûkîtîyeke wisa gemarrî heye ku serî û mejûyê gelek kes, beş, ber, alî û pekhateyên di nava civakê da, dixe nava tevîhevîyeke pirr komplîke ku ew xwebixwe jî zûbizû wan rûdan û bandorran nabînin. Ew nikarin helwest û sekinandineke efîsîyent di van pevajoyên eksîstensîyel da bistînin û bertek nîşanbidin.
Ji ber ku di rewş û momentên wiha tevîhev da, transparens, ronahîbûn û zelaltî tine. Her der di nava mij û moran da ye. Tevîhevî, girremol û qomplîkasyon hene. Ji ber van heytehol û girremolan meriv gelek car, gelek tiştan nabîne. Ku carcaran hinek tiştan bibînî jî nikarî wan bûyeran bi analîzeke rast, ji hevûdin biqetînî û derxî ku sûretekî ronahî were ber çav û zanîbî ew ‘leystika te leyistandin’ çi leystik e.
Gelo çima ev nexêrxwaz û dilgemarrî di nava civakê da van rewş û wezîyetên aloz, kaotîk û bi mij û moran derdixin?
Ji ber ku di nava kaos û tevîhevîyê da, hemû kes, ber, beş û alîyên civakê, ji hewleriha be jî dikevine nava psîkolojîyeke tirs û fikaran. Ev psîkolojîya tirs û fikaran gelek hevtêkelên civakê dixe pevajoyeke berxwedana manûnemanê û ev tekoşîn û keftelefta di vî warî da tê dayîn, hertim diguhurre. Rê û derfet ji helwestsitandin û sekineke bandordar û aktif wî çaxî an ji hole radibe an jî wan hêzên berxwedêr ji qewet dixîne û lewaz dike.
Gelek caran ev hevtêkel di çarçoveya van ‘rewşên bi mij û moran’ da bihevûdin dikevin û hevûdin bi xayîntî û xwefiroştî tawanbar dikin. Ew hêz û derûdorên nexêrxwaz, hertim agirê wê tevîhevî û heytehola di nav civakê da, mezintir û gurrtir dikin. Çiqas ev agir mezin û gurrtir dibe, ew nexêrxwaz jî wan senaryo û rejîya “agenda”yên malxirabûnê ji nû ve çêdikin û civak û pêkhateyên wê bi van rojevên çêbuwar û jirastîyêdûr mijûl dikin. Bi vî awayî qet û qet nahêlin hevtêkel û pekhateyên civakî ‘rojevên xwe’ çêbikin.
Gelo çi berjewendî û kara wan nexêrxwazan di rewşên wiha da hene?
Berjewendî û kara wan nexêrxwaz û dilgemarrîyên desthilatdar ev e ku civak û pêkhate bihevûdin bikevin û ji hêz û qewetê ketî bin, ew ti car nikarin bi efîsîyens û bandordar rojevên xwe çê bikin. Bi vî awayî ew ê nikaribin bertek û reaksîyoneke yekpare û hevbeş nîşanbidin.
Ew hêzên dilgemarr ji ber van rastîyan ti car nahêlin, di nava hevtêkel û pêkhateyên civakê da tifaq û hevgirtineke yekbûyî çêbibe û ew bigihîjine mirad û mexsedê xwe.
Ev rêbaza van hêz û derûdorên nexêrxwaz ev çend sedsalin bikar tên û mixabin ew di van plan û leystikan da jî bi pirranî serdikevin.
Înca ku hemû kes, kesayetî, beş, ber û alî, ango hemû hevtêkel û pêkhateyên civakî, ku yekbûn, hevgirtin û tifaqa xwe çênekin ev çîrok wê hê gelekî bidome û dawîya vê jî wê ne xuya be.
Weke seydayê Cegerxwîn ê nemir digot: "Heger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.”
28.03.2021, Cemal Bulut