1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hasîp Yanliç
  4. Heftîyeke Dîrêj Li Amedê
Heftîyeke Dîrêj Li Amedê,heftîyeke,dîrêj,li,amedê

Heftîyeke Dîrêj Li Amedê

A+ A-

Çendek berê rêya min bi Stenbolê ket, li wir komek xwendinê heye, ya romana dixwînin û dinirxînin. Min jî xwest tevlî wê komê bibim ka mêze bikim, ew çawa romana dinirxînin û şîrove dikin. Wan jî ji min xwest ku ez jî romanê bixwînim û zanînê xwe bi wan re parve bikim. Ez di wê baweriyê de me ku me her du alî jî dixwest li tarza nirxandinên hev bineriyana. Rastî jî wiha bû me her du aliya jî ji hevdu gelek sûd wergirt. Agahî û zanînên xwe parvekir. Spas dikim ji bo mahzûbaniya, Koma Xwendinê ya Taqsîmê.
Nerîna min ya li ser romanê ev e;
Kapaxek ji rêzê li ser e, wêneyê li ser kapaxê zarokekî Amedî 10 salî jî dikare wî wêne yî bikşîne. Ya ewil bala min kişand ev bû, min ji xwe re got, çima wêneyek wisa hêsan û amator hatiye kişandin û li ser berga pirtûkê bi cih kiriye. Di rûpelsaziyê de serkeftiye.
Bi Rûpela 9an dest pê dike û di hevoka yekemîn de wisa dibêje, di beşa agahiyan de;
“berhema di nav destên we de ne bîrname ye, ango ne jiyana nivîskarê xwe ye”
Haya min jê heye ku Fawaz Husên hatiye û li Amedê ma ye û ev roman nivîsandiye. Îcar çima naxwaze wek bîrnameyekê bi nav bike min fahm nekir, gelo xwestiye bêje ev “Bîrnameye” bi şaşî gotiye ev ne bîr name ye. Li gorî min bîrnameye, û bîrnameyeke ku xwestiye mîstîk bike û hinek aliyan bi rexneyên bêbînî tewanbar bike.
Di romanê de Mekân Amed e. Ji ber ku cih û war Amed e min bi zêdetir bala xwe dayê û wisa xwend. Ez ê çend gotina li ser mekân binivîsîm û paşê dewam bikim;
Eger ez ne ji Amedê bûma teswîrkirina wî ya ku xwestiye bi nava jî têxe çavê xwendekaran û bêje xwînerno! Min di romanê de mekân nikarî bû bi cih bikira ji ber wî jî ez ê bi nava bi we bidim zanîn ku ev der Amed e. Her çîqas wisa kiribe jî, dîsa serê me tevlî hev kiriye, ji bo Xana Zîroyan, ya ku tirkî jê re dibêjin “Sülüklühan” hema nivîskar xwestiye serê mirov tevlî hev bike, yekî ne ji Amedê be, ger Amedê nizanî be ew ê bêje belkî li du sê mekânan derbas dibe. Bûyer li cihê cuda derbas dibe. Ji ber ku heman mekan bi du sê nava bi nav kiriye. Di rûpela 99an de“…em di nava çakûçên wan re ketin hewşa karwanseraya Zîroyan.” Dîsa di rûpela 103yan de “Ez û Mîrza hemû dana piştî nîvrojê li xana Zîroyan man.” Lazim bû mekan ew qas bi nav nekira, bicihkirina nava bûyeran da bi me bida nasîn, yekî/a ewrûpayî dema xwend roman lazim bû di serê xwe de bigota ev der rojhilata navîne, yekî/a Kurdistan zanîba bigota teqez ev der kurdistan e, yekî/a ku Amed zanîba lazim bû bihgota ev der Amed e, ev derî Deriyê Mêrdîne, Deriyê Çiyê ye, Xana Zîroyan e û hwd. Hema nivîskarê romanê nikarîbûyî wisa bineqşîne mekana bi wêjeyê xurt bike, bi navên şaş û agahiyên şaş roman tije kiriye.
Ji romanê bêhna kurdî tê gelek cihan de biwêjên gelek xweş bikar aniye û bi strana Têlî Têliyê newaya kurdî li ser romanê belav bûye
. Rûpel 13 “Kurmê şîrî heta pîrî”
Di rûpela 20an de Klama Têlî
Were Têlî
Lê lê zalime
Ez ê ji xewa şêrîn radibim dibêjim têlî
Nava rojê dibêjim Têlî
Êvarê dibêjim Têlî
….

Di rûpela 22yan de … wê pênc bajarên mezin rizgar kirine û hûn kêfa gurê manco dikin?”
Dema em zarok bûn, diya min dema dixwest me bitirsîne, bi gurê manco me ditirsand, ji ber ku ew Cenewar e, hema min tucarî ne bihîst ku got “Kêfa Gurê Manco” nivîskar navê Gurê Manco bihîstiye hema nizanîbû çiye, wî jî gotiye “Kêfa Gurê Manco.” Di nava gel de biwêja “kêfa gurê pîr” heye.
Hema dîsa jî bi biwêj û gotinên pêşiya û bi klaman roman xweş kiriye.

Tiştekî ecêb min di romanê de xwend û min got ên ev hevok nivîsandiye ne civaka Kurd dinase û ne jî rojhilata navîn dizane. Ji ber ku di ‘urf û adetên me kurdan de û yê Rojhilata Navîn de yekî ku nû nas bike û jê re qala nav livînê xwe û şabûna xwe û ya jina xwe bike, tune ye.
Di rûpela 24an de wiha didomîne;
“Ez ji te venaşêrim ku demên herî xweş di hemû jiyana min de, min ew li kêleka dotmamê, di nav hêtên Têliya xwe de buhurandine… me bi saetan xwe di hembêza hev winda dikir û min hemû welatên veşartî di hundirê wê de yeko yeko vedinasim.” Û di rûpela 27an de;
“Ew helala min e, ez dikarim her kêlî herim tewafa taximê sîngan û cotê zer ê memikan û devê xwe bixim qulpê guharê wê yê heyderî, lê mixabin ew tişt nema ji min tê. Carinan, di xewê de, bêyî hişê xwe, Têliya min xwe bi min ve dike benîşt, tê parsûyên min bişikîne. Ew ji min dixwaze ku ez weke şîşa tenûrê radimê, …”
Rastî dema min ev hevokan xwend ser rûyê min sor bû min şuna nivîskar fedî kir. Nivîskarekî kurd çima xwestiye civata kurda wiha bide nasîn.
Ji aliyê rast nivîsê û nava dîsa kiriye wek mîna navê mekana hema di navê wek Ehmedê Dîn cih na kiriye Ahmedê Dîn ev jî ji bo yê dixwîne dixe tengasiyê lazim e ku di serî de heta dawiyê standarteke nivîskar hebe, rûpelekê de Ehmed ya din de jî Ahmed nabe, ev jî şaşîyeke ku divê nivîskar neke. Ya din jî ji bo rast nivîsê nivîskar henekê xwe bi kurdiya amediyan kiriye, hema di romanê de çar pênc karekterên alîkar hene, dema lêheng her ku bi kê re axifiye gotiye bi kurdî min re axifî, ez dikarim bejim herî kêm li amedê yê ku nivîskar Fawaz Husên çêtir rêziman û kurdî dizane sed hezar kes hene, hûn şaş nebin. Hema nivîskar ev reşkirin jî bi zane bûn kiriye ez di wê bîr baweriyê de me. Her çiqas nivîskar dibêje ez bi tirkî nizanim jî gelek hevokên wî wek kalibê tirkî ne. Min bi fransizî nizanî bû, hema min pirsî gelo qalibê tirkî û fransizî dişibin hev an nivîskar bi tirkî fikiriye. Ên fransizî dizanin gotin ku tu eleqaya Fransizî û Tirkî tune ye. Hema nivîskar her çi hikmet e bi qalibê tirkî gelek hevok bikar aniye.
Di rûpela 38 û 39an de “ ji min re telefon bik” “min ê jê re telefon bikira” gelek hevokên bi vê mantixê hatiye vergerandin, dema min xwend ji min re ecêb hat. Rastî jî herî zêde ev hevok min kuşt,” Şîrê Şêran” di rûpela 111an de vergera wê ya bi tirkî “Aslan sütü” min heta îro nebihistiye ku kurdekî ji araqê re gotiye “Şîrê Şêran”Çawa nivîskar hevokên tirkî rasta rast vegerandiye kurdî.
Roman nîv mîstîk hatiye nivîsandin. Ev jî cihina mirov ji romanê dixe, mirov nizane ku dema qala bûyerê dike xeyalî ye, an jî rastiye, ji ber di nava mîstîk û rastiyê de çûye hatiye, ev dema xwendinê xwîner dîxe tengasiyê herikbariya wê û fahm kirina çîrokê dûr dixe.

Min di romanê de reş kirineke bi zanebûn dît, reşkirana ku Rêxistina Azadiyê ya ku nivîskar jî li xwe mikur hatiye ku ji aliyê gel ve hatiye rêxistinkirin. Bi hezaran keç û xortên kurda tevlî nava rêxistinê bûye. Û bi lêhengiyeke ku nivîskar fahm neke berxwe didin. Ji bo tevgerê reş bikê, bi zanebûn gelek cihan de; “Hewal, Demokratîk Ulus û karekterên ku têkiliya wan bi rêxistinê re heye biçûk xistiye û hwd” hene. Ev jî li ber çavê me xwîneran nivîskar biçûk dixe. Nivîskar 1978an ji rojava derdikeve hema bûyerê wiha ajîte dike ku û dibêje, ez ji ber “Rêxistana Azadiyê û Hewal” ji Rojava derketim. Hema hemû dinya dizane hema nivîskarê romanê nizane ku di 1978an de hîna Rêxistina Azadiyê li Rojava bi cih nebûbû li Bakur tevdigeriya. Ev çi reşkirine ev çi ne dilreşî ye. Li gorî min di serî de heta dawiya romanê nivîskar bi zanebûn an jî bi piştiriya hinekan ev roman nivîsandiye ku mirov nikare bêje roman e ji ber ku reşkirina Rêxistina Azadiyê kiriye, ez jî bi dilekî saf dibêjim, hey romannûso (siyasetmedaro) dev ji nivîsandina wêjeyê berde ji xwe re siyasetê bike, wêjeya kurdî bi van nivîsên xwe şolî meke. Biçe ji xwe re di rojnameyên ku hişmendiya te diparêzin de quncik nivisîyê bike. Pênûsa xwe ya hatiyê kirîn, li ser wêjeya kurdî venerşîne.


23-03-2018
Hasîp Yanliç


Gotinên miftehî :