HINGÊ Û PÊHISANDINA QEHREMANEKÎ BÊHEMPA
HINGÊ: ji 6 çîrokan pêk hatiye, ev çîrok bi tarzên bîranîn, rexneyî, çîrokên mîzahî/qerfî/ henekî ne.
Ziman û zimanê Nivîskar dewlemend e di pirayiyên çîrokan da kurdiyeke xweş û hinek farqînkî ye
Mînakên farqînkiyê:
Çawan î?
Bi rê û zê kirin
Xeberdan
Heft xwezil
Kuçiksanî
Qûna hev dîtin
Bercemala Mihemed selewat û hwd... zimanê farqîniyan di bin bandora Ereb û tirkan da maye.
Peyvên nivîskar pir dewlemend in û piriyên wan peyvan zêde nayên zanîn
Dewlemendiya nivîskar di hêla peyvan da:
Pêrgîngeh
Mefer
Dirav
Nependî
Hindav
Layezal
Seremişt
Vîrtoqî
Şêl
Mesder
Qatûvan
Giramgîr
Sisyarek
Gerew
Zerp
Zilhimokî
Mesîl
Poxang
Topenane
Gêdûk
Xeybane
Fesal
Hewima masiyan
Dermanê bijûndariyê
Ji hêla honandin û girêdaniyê va piçek qels be jî ji ber ku ziman hêsan û xweş bû herekbar bû, di hevokên dirêj da çewtiyên vegotin û mantiqê pir derneketine ber çav lê belê di çîrokan da hevokên ku bîna mantiqa Tirkî jê dihat hebûn…
Mînakên ku weke mantiqa Tirkî ne:
rpl23- Axaftin axavtinê vedikir( laf lafı açıyordu)
Rpl27- Nan û ava me cihê nediçû( yediĝimiz içtiğimiz ayrı gitmezdi)
Rpl28- qet av di navbira wan da derbas nabe(aralarında su sızmaz)
Rpl35- ji qabilê xwêya xwe di xwarinê da hebe( çorba tuzum olsun kabilinden)
Rpl43- pasaport stendin(pasaport almak)
Rpl44- serê min negihîşt vî karî/îşî( Aklım bu işe ermedi)
Rpl45- hêvî dikim ev çi gotine ( rica ederim o nasıl söz)
Rpl48- xwe dîtina ji nî`metan ( kendini nimetten saymak)
Rpl54- serî binî têjika pisîkê ye( altı üstü bir kedi yavrusu)
Rpl62- ji efendiyê xwe ra bêjim ( efendime söyliyeyim)
Karekter hinek lewaz mabûn bi pirayî jî karekterên jin, ku pirr zêde jin jî di çîrokan da tine bûn.
Tasvîr û monologên edebî pir tê da tine bûn
Dem diyar e lê mekân hinek qels maye.
Nivîskar daçekê weka Celadet Elî Bedirxan bi kar aniye
De-da
Re-ra
Ve-va
Nivîskar di çîrokan da pir bi zanayî tevgeriya ye û weke dersdayîn rexneyan kiriye… Ku em yeko yeko behsa çîrokan bikin ya herî baldar ya Mihemed Elîyê qelşo çîroka paşiyê ye.
TE EVÎ ZIMANÎ JI KU DERÊ ANÎ: Çîroka pêşî ye, peyvê erebî zêde hene. Karekterê vê çîrokê mele Miheme Elî Erebî li nav Kurmancî dixe û wisa xelkê dixapîne û debara xwe dike, îsmet efendî esnaf e, Tirkiyê li nav Kurmancî dixe. Rojen Barnas jî dixwaze ku xwerû bi Kurdî binivîse… Eceleya Erebî bi kar nanîye şûnda wê peyvê "helîz" bi kar aniye.
DE WERE BINIVISÎNE…
Tespîtkirin û rexneyên baldar di vê çîrokê da hene, ji bo standartkirina axaftin û nivîsa Kurdî çîrokên rasteqîn in.
HEFT XWEZIK BI WAN ROJA
Çîrokeke bîranînê ye, fikir û ramanên realîst tê da hene. Di wê demê da sextekariya bajarvaniyan û tiştên ku anîne serê gundiyan bi tarzeke tîrajîkomîk derxistiye holê
ŞÎFA BI XWEDÊ YE
Bêmecaliya demekê daye ber çav ku malbat bi nezanî û cahiliya xwe dikare çiqas hewl bide. Ew dem ji olê ra pê baweriya bê şik bi tarzek realîst hatiye vegotin.
KA MERIVATÎ MAYE?
Honandina vê çîrokê baş bû, tarza bîranînê ye, herakbar û zimanek hêsan hatiye nivisîn peyvên balkêş hatine bikaranîn.
HECÎ MIHEMED ELÎYÊ QELŞO
Bi temamî bîranîn in, lê belê hem rasteqîn û him jî nivîskar bi xwe ji devê Karekter van çîrokan bihîstiye. Heke ev rûs bûya wê xwe bigihanda asteke çawa an wê çîrokên çawa li serê bihatana nivisandin pînokyo ku mînakeke balkêş e ku hûn jî dizanin pirtûk û fîlm li ser hatine çêkirin. Weka ku nivîskar jî dibê ku ev karekter weliyekî xas bû heke ku Ereb bûya wê serpêhatiyên wî bi Erebî binivsandana û bikirana pirtûk û weke berhem wê bi hezar salan zindî bimaya heyf û heyf. Ez jî dibêm ku mala nivîskar ava be ji ber ku pêhisandina efsaneyekî bêhempa weka mihemed elîyê qelşo bi me daye hisandin.
Du pirs
1- Nivîskar peyvçêker e an peyvên veşartî ku nayên zanîn derxistiye ber xwîner.
2- Biwêj û gotinên pêşiyan di çîrokan da hene lê çima hinek lawaz in? Ew dem ferhengê biwêjan û ferhengê gotinên pêşiyan tune bûne ku nivîskar sûd negirtiye?
Encama şêwrê:
Hingê, Pirtûkeka naverok realîst e, xwedî peyam û bi rexne ye, ziman fesîh e, bi biwêjên farqînkî hatiye xemilandin, bîr e ji bo referansiya salên niha û siberojê, behsa zimanên ku ketine binê bandora hev hatiye kirin, ya herî girîng ku nivîskar efsaneyekî wekî Mihemed Eliyê qelşo bi xwîner da nasîn. Spas mamoste Rojen Barnas. (Nirxandina Hingêya Rojen BARNASî ji Alîyê KOMA XWENDINÊ ya FARQÎNÊ ve.)
Husên Çalişcî koma Xwendinê ya Farqînê. Ji şêwra yekemîn ya 13.09.2020î
Nîşe: ji bo amadekirina vê nivîsê keda mamoste Diyadîn, xwedîyê Peyman Kitêbê pirr hebû mala wî jî ava.
ROJEN BARNAS KÎ YE:
Navê wî yê fermî Mehmet Gemici ye, Ku li Farqînê di 1945an da ji dayik bûye. Xwendigehên: destpêk û Navîn li Farqînê, lîse û Enstîtuya hînkariyê(Eğitim enstitüsü) li Diyarbekirê xwendiye. Di 1966an da wekî hînkarê koma Edebiyatê(Edebiyat grubu eğitmeni) dest bi kar kiriye û li hin xwendegehên Navîn û lîseya silîvan xebitiye. ji ber xebatên xwe yên welatparêzî û siyasî 2 sal ceza xwariye, di 1979an da beşdarî xebatê beşên Kurmancî yê kovara tîrêjê bûye, di tîrêjê da bi nasnavên cûda helbest, çîrok, çîrokên mîzahî, bend û nivîsên folklorîk nivisîye. Yek ji kesên koma xebata Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parisê ye. Rojen barnas bi navê Flît totanî çîrokên mîzahî nivisandiye, çîrokên vê pirtûkê jî dem dem di hejmarên kovara tîrêjê da hatine weşandin. Weke pirtûkê pêşî nûdemê paşê jî Nûbiharê di 2014an da çap kiriye. Nivîskar di hêla helbestê da pirr xwe pêş va biriye û asteke bilind da cî girtiye ku helbestên wî weke stranan jî hatine bihîstin, lê mixabin em ji bo çîrokan vê yekê nikarin bêjin…