1. Tekst

  2. Helbest

  3. Azad Zal
  4. HEVÎRÊ HILHATÎ YÊ SERXWBÛNÊ
HEVÎRÊ HILHATÎ YÊ SERXWBÛNÊ,hevîrê,hilhatî,yê,serxwbûnê

HEVÎRÊ HILHATÎ YÊ SERXWBÛNÊ

A+ A-

Azad ZAL

azadzal@hotmail.com

Min Kurdistana xwe ava kir li aliyê çepê yê welatê dilê xwe
Ez dixwazim bibim ferîşteyê azadiyê
û ez dixwazim fêrmiskên hemû dayîkan kom bikim
û li nava dilê xwe yê birîndar bigerînim, bikim dermanê azadiyê...
Bila fêrmiskên dayîkan bibin xwîna jiyanê
û di nava tamarên bedena min de bigerin...
Min berê xwe daye evînistana welatên bilind,
ez dixwazim hemû Kurdistanan kom bikim ji nava dilan
ez dixwazim hemû Kurdistanên nava dilê azadîxwazan ên aliyê çepê tomar bikim
û bi ser erdnîgariya dilîstanên wêrek de bibarînim...
Min pişta xwe daye feleka xayîn
ez li deriyê demistana tirsonek didim
û jê re dibêjim;
"waye ez hatim...
"ka derî veke...
"min bi xwe re dilopek azadî,
pariyek evînî,
parçeyek jiyaniyê aniye...
"min bi xwe re hevîrê hilhatî yê serxwebûna welatê xwe aniye,
"min arduyê tenûra dilşewatiyê li milê xwe kiriye,
"min ramanên têr û tije û giranbuha bar kiriye, daye pişta xwe,
"te dadaye agir di hundirê tenûra dembuhêrkan de,
"dilê min dişewite bi agirê tenûra derengmayî...
"êdî ez jî dixwazin hevîrê me yê hilhatî li tenûra demên şoreşê, ya ku bi dilê dayikan tê dadan bikeve...
"ez dixwazim pariyên nanê ku li tenûra dembuhêrkên şoreşî dikeve bixwim û xwe pê têr bikim...
"wa ye ez hatim...
"ez bi xwedanê şev û rojan bikim, tu derî venekî jî, ez ê deriyê girtî yê ku hincetê tirsonekiyê ye bişikînim û dakevim nava warê dilîstanan...
û ez ê hemû Kurdistanan azad bikim ji nava dev û lêvên newêrek û xapînok...
û ez ê di nava dilê hemû diyikan de Kurdistaneke çargulî daçikînim ku giyana keç û xortên nûhatî pê şîn were..."
û min Kurdistana xwe ava kir...
Ka a we?

01.01.2016 / Roja yekemîn a welatê dilê min