HEVOKSAZÎ/SENTAKS (SYNTAX)
Peyva sentaksê ku bi kurdî jê re hevoksazî tê gotin, bingeha xwe ji yunanîya kevin a bi wateya sazkirin, rêzkirin digre, di hemû zimanan de bûye têgehek/termek zimannasîyê (linguistics). Ev term xebatên zanistî yên li ser rê û rêbazên hevoksazîyê digre nava xwe.
Xebatên zimannasîyê yên wek dengnasî/fonolojîyê (phonology), peyvsazî/morfolojîyê (morphology), watesazî/semantîkê (semantics) û hevoksazî/sentaksê (syntax) ji demek gelek zû ve dest pê kirine. Lê meriv kare bibêje di destpêka sedsala bîstan de, bi xebatên Ferdinand de Saussureî re gihîştine asteke sîstematîk a zanistî. Di warê hevoksazîyê de sê xebatên cuda wek xebatên kevneşopî, binyadî (structural/yapısal) û hilberînî (productional/üretimsel) hene.
Di xebatên kevneşopî de Aristo, hevokê (sentence) wek bihevxistina peyvên xwedî wateyên serbixwe û zelal binav dike. Meriv dibîne ku Aristo balê kişandiye ser têkiliya lêkerê ya bi demê re, lê têgeha pêvebera hevokê ji lêkerê biwatetir dîtiye. Yanî hemû wateya hevokê bi pêveber ve girêdayî ye. Ji rêzimannûsên Dibistana Îskenderiyeyê Apollonios Dyskolos (Sedsala II. B.Z.), bi taybetî li ser rêzkirina peyvan a di hevokê de rawestiye. Li gor wî divîya ku zimannasî li ser rê û rêbazên rêzkirina peyvan di hevokê de rawestîyaya. Li ser xebatên kevneşopîyê Serwet Ornek wiha dinivîse: “Nêrîna kevneşopî li gorî taybetmendîyên zimanan, hin rê û rêbazan ava dike û di çarçoveya van rê û rêbazan de, zimanan analîz dike. Hetanî serê sedsala 20an bi giştî rê û rêbazên kevneşopî hatine bikaranîn.
Bingeha nêrîna binyatî ji aliyê zimanzanê Swêdî (Swîsreyî) Ferdinand de Saussure (Doğan, 1987, r. 11-12) ve di serê sedsala 20an de hatiye danîn. Li gorî nêrîna binyatî (structuralism/yapısalcılık) ziman tenê komala dengan, peyvan û hevokan nîn e. Ziman pergaleke berfirehtir e. Nêrîna binyatî li pey bersiva van pirsan dikeve: Di çêkirina hevokê de komepeyv û hêmanên hevokê çawa pêk tên; rêzkirinên wan çawa ne; bandora rêzkirina hêmanan li ser wateyê û kirpandinê çi ye; têkiliyên hêmanan çi ne û li gorî kîjan qalib û qaydeyên destnîşankirî pêk tên? (Aldemir, 1980, r. 129-130)
Nêrîna sêyem jî nêrîna hilberînî (productional/üretimsel) ye. Pêşengê nêrîna hilberînî zimanzanê Amerîkî Chomsky ye. (Aksan, 1987, r. 11-12) Chomsky di sala 1957an de, di pirtûka xwe ya bi navê “Syntactik Structures” de ji nêrîna Saussure (binyatî) îlhamê digire û vê nêrînê berfirehtir dike. Li gor Chomsky, ziman bi du teşeyan tê vekolandin. Yek ji wan li gor qaydeyên ziman rastiya zîhnî ya razber e. Teşeya duyem jî bi şixulandina têgehên razber bi destxistina encamên şênber e. Bi marîfeta qayîdeyên hilberînî têgeh û ramanên razber, bi dengan şênber dibin û hevokan derdixin holê. Li gor Chomsky, di rastiya zîhnî ya razber de avakirina hevokan û cureyên hevokan bêsînor e. Lê dema têgeh tên şênberkirin ev derfet ji holê radibe û bisînor dibe. (Aldemîr, 1980, r. 142-143)”(1)
Li ser mijara rêza hêmanên hevokê di kurmancî de zêde nehatiye xebitîn. Îbrahîm Seydo Aydogan li ser vê mijarê wiha dinivîse: “Piraniya rêzimanên kurdî ji ber rêzimanên zimanên din û bi xema fêrkirina zimanê kurdî hatine amadekirin. (…) Di rêzimanên kurdî-kurmancî de, çi gava ku mijar hatiye ser hevokên ku bi tevneke kompleks ve hatibin sazkirin, zimannasan bi çend nimûneyan ve xwe ji mijarê xilas kiriye û ne xwastiye têkilî wan bibe.”(2) Samî TAN jî wiha nivîsîye: “Li ser vê yekê (rêzbûna bêjeyan) heta niha xebateke berfireh nehatiye kirin. Di kurmancî de bi giranî kirde (subject) di destpêkê de, lêker (verb) li dawiyê cih digire. Lê di hin hevokan de lêker piştî kirdeyê tê. Hevokên ku bi lêkera negerguhêz (verb intransitive) pêk tên û hokerên (adverb) wê daçekan (preposition) nagirin hevokên bi vî rengî ne:
Ez diçim dibistanê.
Em hatin mala xwe.
Hûn derketin derveyê malê.
Lê dema ku daçek bikeve ber hokera cih, lêker diçe dawîya hevokê.
Ez ji mala bavê xwe têm.
Ew dê li malê binive.
Dema ku lêker gerguhêz (transitive) be, ku bireser (object) bigire, bi awayê KBL (K.kirde, B.breser, L.lêker) rêz dibe:
Ez te dibînim.
Zozanê name dixwend.”(3)
Brahîm Xelîl Taş jî li ser vê mijarê wiha nivîsîye: “Di avanîya zimanên cîhanê de, di nava hevokê de, rêzkirina van sê hêmanan (KBL) ne wek hev in. Bi gelemperî, van sê hêmanan, (kirde, bireser û lêker) di nava hevokê de bi şeş awayî tên rêzkirin.
KBL=> kirde-bireser-lêker
KLB=> kirde-lêker-bireser
LKB=> lêker-kirde-bireser
LBK=> lêker bireser-kirde
BLK=> bireser-lêker-kirde
BKL=> bireser-kirde-lêker
Di zimanê cîhanî de, piranî bi şêweya;
KBL=> kirde-bireser-lêker
KLB=> kirde-lêker-bireser
LKB=> lêker-kirde-bireser
Hêmanên hevokê tên rêzkirin.
Mînak:
Sentaksa kurdî, tirkî, farisî li gorî KBLyê tên rêzkirin.
Sentaksa îngilîzî û fransî li gorî KLByê tên rêzkirin.
Sentaksa erebî û îbranî li gorî LKByê tên rêzkirin.”
Meriv kare bibêje ku rêza bêjeyan di hevokên xwerû(sade) yên kurdî de, bi kirdeyê dest pê dikin û li gor tevgera kirde rêz dibin.
(1)Serwet Ornek, Ceribînek li ser Hevoksaziya Kurmancî, Weşanên J&Jyê, çapa 2. Amed îlon 2018 (r. 14)
(2)Îbrahîm Seydo Aydogan, Guman-1 Zimanê Kurdî, Weşanên Lîsê, Amed, Gulan 2013 (r. 119-120)
(3)Samî Tan, Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî, Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, Gulan 2005 (r. 275-276)
(4)Brahîm Xelîl Taş, Waneyên Rêzimanê ya Pola Mamostetiyê (zaravayê Kurmancî), Weşanxaneya J&Jyê, Amed 2019 (r. 104-105)
Ahmed KANÎ
ÇAVKANÎ:
AKSAN, Prof. Dr. Doğan; Her Yönüyle Dil ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu Yayınları, Ankara 2009
AYDOGAN, Îbrahîm Seydo; Guman-1 Zimanê Kurdî, Weşanên Lîsê, Amed Gulan 2013
ORNEK, Serwet; Ceribînek li ser Hevoksazîya Kurmancî, çapa 2. Weşanên J&Jyê, Amed 2018
Saadallah, Salah; Ferhenga Îngilîzî Kurdî ya Selahedîn, çapa 2. Weşanên Avestayê, Stenbol 2000
TAN, Samî; Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Gulan 2005
TAŞ, Brahîm Xelîl; Waneyên Rêzimanê ya Pola Mamostetîyê (Zaravayê Kurmancî), MED-DER, Weşanên J&Jyê, Adar 2019