HELEBCE
Di hişê mirovayetiyê de bihar mîzgîna azadiyê ye. Bi bişkivîna gulan, bi şînbûna gîyayan mirov ji xewa kûr a zivistanê şiyar dibe, bi xemla xwezayê sermest dibe. Serma û seqem dewsa xwe didin germahîyeke dilhebîn, dengê ba û bahoz dewsa xwe dide dengê çivîkan. Asîman rengê şîn li xwe dialîne, hêvî ruhê mirovan geş dike.
Îro jî yek ji wan rojan e ku mîzgîna azadiyê didin. Roj ji şevê desthilatiyê digire, ji bo tîrêjên ronî cih vediqetîne. Lê çend mixabin em bi tevî van xweşîkahîyan bi êşa komkujîyeke wisa dihesin ku bîra hevpar a mirovayetiyê tu car ji bîr neke. Belê bîst û neh sal berê rojeke wekî îro li Halebceyê pênc hezar mirov bi destê rejîma faşîst a Sedam hatin kuştin. Pênc hezar gîyan bihareke bêbext li pêş çavê hemû dinyayê hatin qetilkirin. Ewrên reş û tarî ku ji nişkê ve asîmanê Helebceyê vegirtibûn dilopên mirinê barandin. Belê Newroz di hembêza Helebceyê de hatibû şehîdkirin.
Wê rojê pênc hezar helbestên nîvcomayî ketin destê xwendekarên lal. Dinya wek xwendekarekî lal bêdeng bû, dinya li hember vê hovîtiyê xemsar bû. Kes neçû hewara Helebceyê, Helebce bêxwedî bû, Helebce qetlîameke nefermî bû. Lewre Helebce Kurd bû, di wijdana mirovayetiyê de ne xwedî cihekî bû.
Di ser qetlîama Helebceyê re bîst sal derbas bûn. Armanca qetlîamê qira neteweya Kurd bû, qirkirina têkoşîna azadiya Kurdan bû. Lê ne kirdarên qetlîamê gihîştin armanca xwe, ne jî şêrîkên wan… Kurd îro jî ji bo mafên xwe yên neteweyî têdikoşin, îro jî qadên Newrozan dikin qadên serhildanan. Lê kirdarên vê qetlîamê di dadgeha mirovayetiyê de hatin darizandin. Ne Sedam li cihê xwe ye, ne jî Elîyê Kîmyewî… Belê ew niha bi awayekî trajîk bi encama van kirinên xwe yên nemirovane re rû bi rû man. Lê çend mixabin Helebce hîn jî bi êş û jana xwe di wijdana mirovayetiyê de sêwî maye.
Ji bo ku 16ê Adarê bibe Roja Têkoşîna li Dij Çekên Kîmyewî, Helebceyiyan deh sal berê pêşniyazek şandibûn Neteweyên Yekgirtî. Lê belê ev pêşniyaz neket rojeva Netewên Yekgirtî. Lewre ji bo ku dengê Kurdan bigihîne Neteweyên Yekgirtî tu sazîyek tune ye ku nûnerîya Kurdan bike.
Sedema qetlîama Helebceyê têkoşîna neteweya Kurd bû. Rejîma Baas ji bo ku daxwaza azadiya gelê Kurd ji holê rake serî li vê komkujiyê dabû. Digel ku 29 sal di ser vê qetlîamê re derbas bû, hîn jî dijminên gelê Kurd dixwazin têkoşîna azadiya gelê Kurd têk bibin. Daxwazên rewa yên Kurdan wekî caran bi kuştin û qirkirinan rû bi rû dimîne. Zarokên ku tî ne ji bo azadiya xwe di bin panzeran de tên kuştin, jinên ku ji bo wekhevî û azadîya xwe diruşman bilind dikin tên hepiskirin û şkencekirin. Ango mêjîyê ku komkujiya Helebceyê pêk anîbû, hîn jî desthilatdar e û kiryarên xwe yên hovane didomîne. Şûna Dehakên kevnar zordestên nûjen tên.
Lê digel Dehaqan Kawayên Hesinkar kêm nebûne li Medyayê. Zarokên welatê rojê wekî caran ala serhildanê bilind kiriye, bersiva van kesên ku xwestine agirê Kurdewariyê vemirînin daye. Zarokên Helebceyê jana komkujiyê kiriye al û bi vî şiklî di dadgeha gerdunî de gotinên xwe yên dawîn dibêjin.
Ez di salvegera bîst û nehemîn a komkujiya Helebceyê de careke din bi tevî Helebceyê hemû komkujiyan şermezar dikim:
HELEBCE Jİ BÎR NABE!