HDP û Govenda Hirçan!
Li Bakurê Kurdistanê, serê werîsê Têkoşîna Rizgarîya Kurdistanê, ketiye destê dagirkeran û gav bi gav ji bona xurtkirina sîstema kolonyalîst û pêşîlêgirtina avakirina dewleta netewî ya Kurd û Kurdistanê, ev enerjîya kurdan tê bikaranîn. A xeter ew e ku ev cewhera vê enerjiya netewî, ji rêk û edeba netew, niştimanî derketiye û bi destê tevgerek ku "dijî netewebûnê" û "dijî dewletbûnê", ji bona xurtkirina sîstema kolonyalîst tê bikaranîn. Wateya "Xweseriya Demokratîk" di virê de xwedî rolek mezin bû li henber Tekoşîna Rizgarîya Netewa Kurd.
Piştî hilbijartinên meclîsa tirkan; roj bi roj ew şerê biqirêj geştir û dijwartir bû. “Şerrê hendeka" bû sebebê qetilkirina 10 hezar keç û xortên kurdan û 13 bajar hatin hilweşandin. Yek milîyon Kurd li welatê xwe bûn aware, bê mal û bê debar man. Li ser metodên vî şerî bi balkêş, ne PKK û ne qelemşorên derdora PKK û ne jî tevgera wê ya legal helwestek berpirsîyarî dananî. Car caran wek “xwerexnekirin- uzur xwestin" tiştin derketin, lê dîsa gel dihat şermezar kirin ku “çima hîn xurtir piştgirî nade. Ji şer direve û enîya berxwedanê terk dike!"(!)
Hilweşandina 13 bajarên Bakurê Kurdistanê ku bibingeh kurdperwer û xwedî dînamîkên têkoşîna netewî bûn, beşek ji vê projeyê bû. Ka îro di nav PKKê de, di nav HDPê de û li derdorên wan çend kes wan kirinên ku hatin serê wan bajaran şîrove dikin?
Yek bi yek bi şîweyekî erzanî hatin jibîrkirin. Ji hafiza girsa xwe, ji hafiza malbatên şehîdên xwe derxistin. Wek ku berî bi demekê li van bajarên Bakurê Kurdistanê tiştek nebûye, îro bi 1000 parêzeran re dikevin doza Figen Yuksekdag.
Lê kesek napirse; ka hun ê bi 1000 parêzeran li dadgehê çiyê Figen Yuksekdagê biparêzin?
Dema ku em li parastina Figen Yuksekdagê dinêrin, ne peyva Kurd û Kurdistanê, ne jî “doza xweserîya demokratik û şerên hendekan!“ tê de nabînin. Ev ne tesadufî ye! Cîhgirtina van “çepên tirkan“ li derdora PKKê û di nav rêveberîya tevgera sivîl a kurdan de sabotekirina Têkoşîna Rizgarîya Netewî ya Kurdistanê bi xwe ye.
Li gor banga serkirdeyên PKKê Mustefa Karasu û Duran Kalkan; HDP beşdarî banga Kemal Kılıçdaroglu û partîya wî CHPê bû. HDP û CHP mil dan hev bi rêyan ketin û li “edalet“ê digerin(!) Bi CHPê re hêvî dikin ku ji vê “meşa gera edalet“ê ya K. Kılıçdarogluyî tiştekî xêrê derkeve! Bêyî ku CHF(Cumhurîyet Halk Fırkası)-CHP û avakirina Cumhurîyeta Tirkan, nîjadperestîya CHPê û dîktatorîya CHPê, yasa û qanûnên ku CHPê li ser qirkirin, koçberî û “îslahkirina kurdan“(!), dagirkirina Kurdistanê derxistine bibîr bînin!
Çima eyarên doza Kurd û Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê ewqes erzan ket vê asta xerab û bêhêvî?
Bi pêşkêşîya PKKê, bi bandora PKKê û şaxên wê; li Bakurê Kurdistanê, roj bi roj, ji kurdan re jiyan zahmettir û bi astengtir dibe. Hêviya dûdirêjîya tekoşîna netewî dişkîne. Hêvîya avakirina dewletek serbixwe dişkîne. Dînamîkên netewî ji hev perçe perçe dike. Dixe bin metirsîyê. Ji bona ku girseyek pir mezin ji bingeha welat biqete û koçberî metropolên kolonyalîst bibe; ev enerjiya ku bi dînamîkên netewebûna Kurdan derdikeve holê, wek "çeka hilweşandina nirxên netewî" têt bikar anîn. Bi destê wê hêza (PKK) ku li Bakurê Kurdistanê enerjiya van dînamîkan di destê xwe de digire.
Piştî “hewldana leşkerî" ya tirkan, rewşa tirkan hat guhertin. Pêvajokek din destpê kir. Destpêka vê pêvajoyê jî Mitînga ku li Stenbol, “Yenî Kapi" hat pêşkêş kirinê. Di vê “mitînga Yenî Kapı“ de nijadperestîya tirkan di bin wê ala bixwîn de, bi astek herî bilind Kurd tehdîdkirin!
HDPê jî daxwaz kir ku di nav wê girsa dest bixwîn de bi van erkanên nîjadperestên tirkan re cîhê xwe bigire, lê wan HDP qebûl nekir. Ne ku HDP ew qebûl nekirin(!)
Çima?
HDPê pir xwest ku di nava "ji nû ve avakirin û restorekirina dewleta tirkan" de cîhê xwe bigire, lê wan got "cîhê we di nava me de tune ye, em nikarin hesab bidin şehîdên xwe"(!)
HDP Ji ber ku di “mitînga Yenîkapî“ de nehat qebûl kirin dilşikestî ma! Lê peyva “em nikarin hesab bidin şehîdên xwe“ neanî bîrê ku “şehîdên kurdan jî hene“ û HDP dikare “hesab bide şehîdan“ an na(!) HDP ti carî wek tirkan ku xwedî li mirîyên xwe derdikevin jî nebûn berpirsîyarên şehîdên kurdan! Ewan hertim bi şîweyek erzan ji bona siyaseta xwe ev xwîn û cesedên şehîdan bikar anîn.
Îro Dewleta Tirkan a dagirker li ser van xeterî û alozîyên mezin siyaseta xwe a dijraberî Kurd û Kurdistanê dubare dike. Hin li rojhilata navîn û hin li ser bakurê Kurdistanê bandora xwe zêde dike. Di “bazara li ser Kurdistanê" de dixwaze kerta destê xwe xurt bike. Divê siyasetmedarên PKKê ev rastî baş bikarîbana binirxînin! Lê ew şensê wan tune ye. Ji ber ku îro pir eşkere derdikeve holê û zalal dibe ku hevsarê PKKê ne di destê kurdan de ye.
Mixabin di demek wusa nazîk de her gava ku hat avêtin, xizmet ji xurtkirina kerta tirkan re kir û cîh li kurdan teng kir. Niha jî bedela wê siyaseta bêwate tê dayîn...
Îro eger Dewleta Tirkan a dagirker, bi hawayekî gelemperî ji mamoste û rojname-rojnamegeran, heta serokên şehredarîyan, heta wekîl-serokên partîyê dest bi girtinê kiribe. Divê em sebebên vê wêrektîya dewletê binirxînin ku em bigihêjin netîceyekê!
Lê ku em ji kirinên xwe û ji siyaseta xwe ya çewt dersan negirin, wê bûyer her ji me re dubare, sêbare bibin...
05.07.2017