1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ferat Mehmetoğlu
  4. HDP mêzina xwe winda dike
HDP mêzina xwe winda dike,hdp,mêzina,xwe,winda,dike

HDP mêzina xwe winda dike

A+ A-

Di siyaseta Bakûrê Kurdistan da rojên asteng û ewrên tarî qet kêm namîne û mixabin her dem pirsgirêkin navxwe hene. Ya bi rastî ew pirsgirêkên navxwe ji kêmasiya siyaseta me pêk tê. Ji ber ku bi salane mafên siyasetê her dem di deste desthilatdaran da bû ye. Ji ber ku wek sendroma stokholmê em jî hezkirokê kûjerên xwe ne, mixabin siyaseta me jî ji sendroma stokholmê xilas nabe.

Parlementerê HDPê yê dema bûrî Hasîp Kaplan li ser kongreya HDPê ya ku wê di 11 Sibatê da pêk were nêrînê xwe bi awayekî li ser medyaya civakî parvekir. Ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan ve hat rexnekirin û gotin ku ew nêrîna me nîne. Ya zêdetir ji aliyên parlementerên Tirk hatin parvekirin û bi rastî li ser Hasîp Kaplan zimandirêjiyek nexweş kirin. Parlementer Ziya Pîr ji Hasîp Kaplan re got “Serxoş” Sirri Sureya Onder jî got “wek segan gilêz bi devê wî ketiye”

Çiqas tiştên şerm û ji siyasetê dûr in van tiştan. Ma Hasîp Kaplan ji we re got çi? Bi tenê got ku HDP ji %90’ê wê Kurd e û pêwiste hevserokê duhem jî Kurd be. Ji xwe ev tiştê ku Hasîp Kaplan bilêv dike di bernameya HDP da heye. Bernameya hevserokatiyê ji xwe li gor bendên dengan hatibû amadekirin. Lê mixabin dema parlementerek Kurd bi hestên xwe yên asan vê tiştê bilêv kir û ya balkêş jî, ev hest hestên gelê Kurd in. HDP di rexneyên xwe da mafdar e. Lê mixabin ku parlementerê HDP Ziya Pîr û Sirrî Sureya Onder bi wan zimandirêjiya xwe û gotinên xwe yê tûnd didin berçav ku mafên Kurda di nava HDPê da kêm bûye. Ez çima wisan difikirim gelo? Ji ber ku heta niha HDP ji bo Ziya Pîr û Sirri Sureya Onder rexne şermerzarkirinek parve nekir!

Hasîp Kaplan nêrînê xwe anî ziman û di nêrînên xwe da zimandirêjiyê nekir. Bi tenê hestên xwe bi awayekî şaş anî ziman. Lê mixabin hem Ziya Pîr hem jî Sirrî Sureya Onder hem hestên xwe anîn ziman hem jî li ser parlementerek HDP (her çiqas ê dema bûrî be jî) zimandirêjiyê kirin. Ew zimandirêjiya wan ne bi tenê ji Hesîp Kaplan re ye ji dengdêrên gelê Kurd re ye. Heger HDP bi heman şêweyê ji parlementerên xwe yê din re jî hişyarî parveneke wê demê tê famkirin ku ew zimandirêjiya wan ku bi gotinên rezîl hatin parvekirin diparêze an jî dipejirîne. Ya ku mirov pê xemgîn dibe jî eve.

Çawa ku dijminên Kurdan li ser nirxên Kurdan zimandirêjiyê dikin û em pê xemgîn dibin û dengên xwe bilind dikin bi heman şêweyê li hemberê HDP jî em dikarin dengên xwe bilind bikin. Ji ber ku em rojnamevan in û rastiya gelan diparêzin. Di helbijartinê da bi salane min dengên xwe da ye HDP û partiyên beriya wê. Lê mixabin mafên tu kesê nine ku li ser nirxên Kurda zimandirêjiyê bike. Çawa ku parlementerek HDP ji parlemeneterek Kurd re bêje “wek seg an gilêz bi devê wî ketiye” Ev axaftin nayê pejirandin û ez bawerim heger HDP ji şaşiya xwe venegere wê di helbijartinê da gel hesabê vê bêdengiyê bipirse.


Gotinên miftehî :