Gera Danmarkê,gera,danmarkê

Gera Danmarkê

A+ A-

Di rojên 26-29ê Gulana 2017an da, em li Danmark, Kopenhagê bûn. Federasyona Civata Kurdan a Danmarkê bo konferansek me dawet kiribû. Bo konferansê em wek WÎBê, bi Prz. Ruşen Aslanê Endamê Lijneya Rêveber ra beşdar bûn. Li Balafirgeha Navnetewî ya Kopenhagê, hevalên wek Serokê Federasyonê Adnan Axacan, (Hekarî), Mehmûd Erdem û hevsera wî Kewê (Cîhanbegî, Konya), Ercan Sarısaltık (Pîran, Diyarbekir), Behzat Baskın (Sêwreg), Siddik Boga (Gewaş, Wan), Behram Duman (Qilaban, Şernex), Musa Cîbran (Sêwreg) Musa Kaplan (Qilaban, Şernex) Şivan Axacan (Hekarî) em pêşwazî kirin. Di pêşwazîyê da hevalên wek Turan ên Çorûmî ji Navenda Kultura Elewîyan ku li bajarê Ringstedê sazkiribûn jî hebûn.

Van hevalan, 3-4 rojan li ser hev, bi me re ji nêzîk ve eleqedar bûn. Li Danmarkê, Kopenhagê, em li mala Adnan Axacanî man. Mazûvanê me Adnan Axacan û hevsera wî ya Danmarkî û zarokên wan eleqeya xwe ya germ ti car ji me nebirîn. Sidik Boga û hevsera wî Guven, Mehmûd Erdem û hevsera wî Kewê, Selma, Aynur Rahşan Bayram jî me bi tenê nehiştin.

Ev heval 20-30 sal e li Danmarkê dijîn. Wek karker, penaber çûne. Niha kar, mal kargeha her yek ji wan heye. Beşek mezin ji wan, bo Tirkiye û Kurdistanê jî diçin tên…
Nifûsa Danmarkê li dor 5 milyon û nîvan e. 500 hezar ji nifûsê penaber in. Zemîna wê 45 hezar kîlometreyê çargoşe ye. Hinek ji zemîna Konyayê mezintir e. Ji nîv giravek (Jylland) û du giravan (Fyn, Stalland) pêk tê. Kopenhag li girava Stallandê ye. Li Danmarkê ji van sê perçe erdên mezin pê ve bi hezaran giravên piçûk jî hene.

Li Kopenhagê li ser kanalan, bi keştîyên piçûk, bi turîstan re bi qasî saet û nîvek em gerîyan. Dema li ser kanalan hûn berê xwe bidin bakurrojava dê bigihîjin Okyanusa Atlasê ya li peravên Norwecê. Dema ji kanalên Kopenhagê berê xwe bidin başûrrojava dê bigihîjin derya Baltikê, peravên Almanyayê.

Li Danmarkê bajar li ser firehîyê mezin bûne. Xaniyên li texm û taxan bi piranî yek qat in. Mal bi bexçe ne. Baxçe fire ne. Li bexçeyan darên cur be cur hene. Darên fikîyan jî xetên sewzeyan jî hene. Hevalan digotin li bexçeyê hin mala kox çêkirine, mirîşkan jî xwedî dikin. Hin malbatên ku li malê nanê sêlê çê dikin û li marketan didin firotin jî hene. Axaftina jinek kurd a penaber bi malbata wê ya li Hekarîyê ra balkêş bû. Jinikê ji malbata xwe ya li Hekarîyê, ji dîya xwe ra digot, em li bexçeyê xwe mirîşkan xwedî dikin. Behsa piraniya hêk û mirîşkan kirîye. Dîya wê ya ku li Hekarîyê dijî, bi zimanek ku hesreta rojên berê dikişînin wiha gotiye: Li Hekarîyê ti tiştek me nema. Gundê me jî tune, axa me jî tune, dar, bexçe, mirîşkên me, ti tiştek me nemaye. Em ê ku li Hekarîyê vanan peyda nakin, hûn li welatê gawiran çawa mirîşkan dibînin, çawa xwedî dikin…

Mala Adnan Axacanê Serokê Federasyona Civaka Kurdan a Danmarkê, mazûvaê me pir fireh e. Bexçeyê wê jî fireh e. Adnan Axacan mamosta ye. Li dibistanek dixebite. Xanima wî ya Danmarkî jî mamosta ye… Li dibistanên cuda dixebitin. Dibistanên wan nêzî mala wan ne. Birayê Adnan Şivan Axcan karebasaz e. Mala Şivanî bi siwareyê 10-12 xulek dûre. Li Kopenhagê kêşeya trafîkê tune ye…

***

Konferansa ku ji aliyê Federasyona Civakên Kurd ya Danmarkê ve hatibû li dar xistin, di 27ê Gulanê da pêk hat. Konferansa bi mijara Gelên Bêdewlet û Jenosayd… Di konferansê da behsa Cihû, Ermenî û Kurdan hat kirin. Jenosaydên ku li ser Cihû, Ermenî, Kurdan pêk hatibûn hatin axaftin. Hinek jî îşareta jenosaydên ku li Bosna-Hersekê Boşnakî, li Afrikayê, Ruandayê, Tutsî rû bi rû ma bûn hat kirin.

Berî konferansê Prz. Ruşen Aslanê Endamê Lijneya Rêveber a WÎBê, di heqê xebatên Weqfê da axaftinek kurt kir.
Hevalên ku bo konferansê ji Swêdê û Almanyayê hatibûn hebûn. Çend sal berê ez bi Husên Duzen re li Polonyayê, Austwichê geriyabûm. Em di zîyareta herêma xweser a Kopenhagê da jî bi hev re bûn. Em piştî herêma xweser, li Qada Qeyzertî û Bexçeyê Qeyzer jî gerîyan.

Carek Dî Qet Na…

Di roja me da Cihû bi îsrar gotinek dikirpînin, vê gotinê bi îsrar dibêjin. Carek dî qet na… Ev gotinek e ku balê dikişîne ser pêwendîyên Cihû-Nazîyan ên 1930an, 1940an. Bi gelemperî wiha tê gotinê: Me wek Mûsewîyan, wek Cihûyan, di 1930an da, 1940an da, her ferman, her dîrektîfa ku ji alîyê Nazîyan ve dihat dayîn bicih dianî. Hat gotin ‘Bi komî ji malên xwe derkevin…’ Em derketin. Hat gotin ‘Di virê ra bimeşin…’ Em meşîn. Hat gotin ‘Bi hev ra neaxivin…’ Em neaxivîn. Hat gotin ‘Li Trênê siwar bin…’ Em siwar bûn. Hat gotin ‘Peyabin…’ Em peya bûn. Hat gotin ‘Xwe tazîkin…’ Me xwe tazî kir. Hat gotin ‘Bikevin Hemamê…’ Em ketinê…
Di dawîya vê pêvajoyê da, em tûşê jenosaydê bûn. Bi milyonan merivên me jin-mêr, zarok-marok, kal-ciwan bi jenosaydê hatin tunekirin…
Di konferansê da ev mijar bi awakî berfireh hat vegotin. Ev retorîk wiha dewam dike: Di roja me da êdî helwestek wiha heye. Dema ku carek dî em bi fişar û hêrîşê ra rû bi rû dibin, dema em fişarek piçûk jî bibînin, êdî napejirînin. Em li hember wê dertên, hewl didin fişarê, hêrîşê bidûr xînin… Em dibêjin. Carek dî qet na… Di konferansê da ev helwest jî bi hûrgilî hat vegotin.

Bi vî awayî me berê gotinê da kurdan, Jenosaydên li ser kurdan pêk hatin vegoti. Kurd jî tûşî jenosaydên pir giran bûne. 16ê Adara 1988an Helebce jî jenosaydek bû. Enfal jenosayd bû. Pêkan e meriv li Baregeha Ewlehîyê ya Navenda Silêmanîyê ku niha kirine muze, vê jenosaydê bi awakî hûrgilî bişopîne. Lê bi tevî van jenosayda hê jî kurd nabêjin ‘Carek Dî Qet Na.’ Dema ku Kurdistana serbixwe bê rojevê rêxistinên sîyasîyên wek PKKê, beşek ji YNKê, Goran dîtin û ramanên wek ‘em bi yekîtîya Iraqê ra ne, li hember Kurdistana serbixwe ne’ dibêjin. Rewş ew e ku her bûyera di pêvajoya Enfalê da hate jîyîn divîya bi kurdan ‘Carek dî qet na…’ bida gotin. Bi tevî ew qas fişar zilim û jenosayda ku hatîye jîyîn hêjî behsa yekîtîya Iraqê ji alîyê kurdan ve, derketina wan a li hember serxwebûnê; li hember serxwebûnxwezan, li kêleka dewletên ku zilmê dikin cih girtina wan, di vê zilmê da beşdarîya wan mijarek balkêş e.

16ê Adara 1988an Helebce, xala lûtkeya jenosaydê bû. Rêveberîya Sedam Husên di navbera 1983-1988an da, ceribandina ‘gazê herî bijehr kîjan e’ dikir. Vê ceribandinê jî her li gundê kurdan, li ser girtîyên kurd ên di zîndanê da dikir. Eger îro jî Malîkî, Heşdî Şe’bî bibin desthilatdar, dewlet hêz bigire, kurdan jî lewaz bibînin, dîsa dikarin jenosaydê bînin rojevê, dubare bê jîyîn. Texmînkirina ku dê jenosayd bi tenê li hember aligirên Partîya Demokrat a Kurdistanê, li ser serxwebûnxwezan pêk bê şaşîyek e. Çi digot Ali el Mecidê xwarzîyê Sedam Husên, Walîyê Giştî yê Bakurê Iraqê (Kurdistanê), Elîyê Kîmyewî? Em ê bi dehan Helebce pêk bînin, vê gelê paşverû ji kokê da tune bikin… Ji ber vê bihêzkirina pêşmergeyan, çekdarkirina wan bi her cure amûr û alavên şer girîng e… Tekane pêvajoya ku dê jenosaydê asteng bike rûbirûbûn e. Rêveberîya Iraqê vê rûbirûbûnê pêk anîye? Bi tevî hemû vanan hê jî negotina kurdan a Carek Dî Qet Na… behêtkar e.

Antropolojî jî wek Dîrokê, wek Sosyolojîyê, wek Zanistên Sîyasî û Aborîyê şaxek Zanistên Civakî ye. Ev helwesta ku di beşek girîng a kurdan da tê dîtin ku helwestek ne hemdemî ye, lêkolîn û lêgerîna wê bi rêbazên Antropolojîyê girîng e. Ger kesek li Filistînê bibêje ez li hember Dewleta Ereb a Filistînê me. ‘Em bi yekîtîya Îsraîlê ra ne,’ dê bi bertekên çawa ra rû bi rû bibe? Gotina ‘Em li hember Dewleta Kurdan a serbixwe ne, em bi yekîtîya Iraqê ra ne…’ çima li ba Kurdan siruştî tê dîtin? Bi awakî antropolojîk di lêkolîna van hemûyan da sûd heye.

Heta îro dewletan, zanistên wek Antropolojîyî, Dîrokê, Sosyolojîyê di asîmîlasyona kurdan da, wek mînak bo selimandina tirkbûna kurdan bikar dianîn. Helbet ev ne zanistî bû, helwestek îdeolojîk bû. Divê kurd jî raborî û dahatiya xwe, wek zanist bi rêbazên antroplojîyê lêkolîn û lêgerîn bikin.
Eger Dewletek we tune be…

Theodore Herzl (1860-1904) di 1896an da kitêba Dewleta Cihûyan weşand. Di vê kitêbê da, Herzl behsa pêwîstîya avabûna Dewletek Cihûyan li welatê Kenan, li Filistînê, dike. Vê mijarê dikirpîne. Theoore Herzl, rojnamevan e, di heman demê da hiqûqnas e. Di hevdîtinên ku bi karsaz û dewlemendên Cihû ra li Awusturya, Almanya, Fransa, DYA, Rûsya, Spanyayê û hwd. kiribû da, digot ‘Eger dewletek we tune be, ti qîmetek vê dewlemendîya we tune ye, eger dewletek we tune be ev dewlemendîya we bi awayek pir hêsan ji destê we dişiqite diçe…’ Di heman demê da, bo sendina erd ji dewleta cihûyan ra, ji wan pere dixwest. Karsaz û dewlemendên cihûyan bi metirsîya ku pêwendîyên wan û dewletan dê xera bibe, ji van hevdîtinan aciz dibûn. Lê pereyê ku dihat xwestin jî didan. Theodore Herzl jî bi îsrar van gotinan digot. Di vê rê da gelek pere tê komkirin.

Di serdemek ku hê Hîtler, Nazî li holê tune ne da, bi vî awayî axaftin, mijarek balkêş e. Di konferansê da piştî axaftina vê mijarê, wek mînak, bi li ser hevdîtina Siltan Evdilhemîd bi Wezîrê Derve yê Britanyaya Mezin ra, gotin hat ser kêşeya ermenîyan.

Di 1908an da, piştî îlana Meşrûtiyeta Duyem, bi demek kurt, li Osmanî, dirûşmên azadî, wekhevî, biratî berz dibin û serdemek tê jîyîn. Di nava vê seqayê da, karsazek ermenî ku li Xarpêtê dijî kurê xwe yê ku bo perwerdê şandîye Brîtanyayê vedixwîne ba xwe. Dibêje“ êdî li Osmanî her tişt ketiye rê, tu jî vegere virê, li virê bixebite.” Kurê wî yê ku bo perwerdê çûye Brîtanyê, piştî perwerdê li wirê maye, bûye xwedî otêl, dewlemend bûye. Li ser daxwaza bavê tê Xarpêtê. Bi rêya bankê pereyên xwe yên li Brîtanyayê vediguhêze bankayên li Xarpêtê.

Di rojên Şerê Balkanan da an di rojên ku Şerê Dinyayê Yekem dest pê kiribû da êvarek derîyê wî lê dikeve. Dema derî vedike li hember xwe sê merivan dibîne. Yek Midûrê Bankayê, yek fermandarê jendirmeyan, yek midûrê ewleyîyê, sê meriv… Di destê wan da kaxizek heye. Ew dixwazin ku vî kaxizî, li bin navê xwe îmze bike. Li ser kaxiz nivîsîye ku sê kesên ku li jêr navê wan nivîsîye karin perê wî yên li bankayê bikişînin… Karsazê ermenî vê zordarîyê qebûl nake. Naxwaze kaxiz îmze bike. Li wirê wî dikujin. Bi zordarî kaxiz bi jina wî didin îmzekirin, diçin. Pereyên karsazê ermenî bi carek ji nava destê wî dişiqitin û diçin. Dê li cem kê şîkayet bike? Ma postek ku karibe lê şîkayet bike maye?

Hê ne 1915 e. Di 1915an da çi bû ji nêz ve tê zanîn. Li Tirkiyê îro çavkanîya dewlemendîya burjuwazîya mezin malê rom, pontûs û ermenîyan e. Çavkanîya dewlemendîya hin şêx û serokeşêrên kurd li Kurdistanê dîsa malê ermenî, suryanîyan e. Sûd di vekolîna veguheztina samanê, veguheztina milkê erdan da, li her derî, di nava dem û cihan da heye.
Di konferansê da li ser jenosaydên ermenî, Cihû, kurdan hat rawestin. Behsa jenosayda 1995an a li Bosna-Hersekê, Serebrenikayê ku bi serê Boşnakan da hatibû, hat kirin. Di 1994-1995an da, li Afrika, Ruandayê, di pêwendîyên Hutu-Tutsîyan da, jenosayda ku bi ser Tutsîyan da hat, hat behskirin.

Konferans bi pirs û bersivan dom kir. Gelek pirs hebûn. Referandûma li Başûrê Kurdistanê û pêvajoya serxwebûnê pir hat pirsîn. Vê pirsê bi gotina dema ku serxwebûn pêk hat dê beşek mezin ji pirsgirêkên kurdan çareser bibin, hinek jê jî bikevin rêya çereserîyê û dê kurd karibin xwe bidin hev, hat bersivandin.

Elewîtî Çî ye?

Roja 28ê Gulanê, li Ringsteda ku 65 km. li başûrrojavayê Kopenhagê ye konferansek pêk hat. Elewîyê Çorûmî yê ku li Ringtedê dijiyan vê konferansê li dar xistin. Navenda Kultura Elewîyên kurd ên li Ringtedê, ji nêz ve li kêşeyên elewîyan xwedî dertê.

Berî Konferansa li ser Elewîtîyê, Prz. Ruşen Aslanê endamê Lijneya Rêveber a WÎBê, li virê jî di heqê WÎBê da, di heqê xebatên Weqfê da axaftinek kurt kir.
Di konferansa li ser Elewîtîyê da, piştî kirpandina dîyarkarîya têgeh û rituelên Îslama Şî’î di Elewîtîya ku îro çi li Tirkiyê, çi li Kurdistanê be, tê jîyîn da, bi pirsîna pirsek awayê Elewîtî Çi ye? Hat domandin.

Hat gotin ku du partîyên mezin ên Îslamê bi awayê Îslama Sunî û Îslama Şî’î hene, mezhebên wek Henîfîtî, Şafi’îtî, Malikîtî, Hembelîtî mezhebên Sunî ne. Hat kirpandin ku têgehên wek Îmam Elî, Îmam Hesen, Îmam Husên, Kerbela, Dozdeh Îmam, Ehlêbeyt Dîya Fatîme têgehên Îslama Şî’î ne. Rîtuelên ku li dora van têgehan dertên jî hene.

Piştî dîyarkirina têgeh û rîtuelên Îslama Şî’î, bersiva pirsa Elewîtî çi ye? Wiha hat dayîn. Ji Elewîtîya ku îro tê jîyîn em têgeh û rîtuelên Îslama Şî’î derxînin, Elewîtî tiştê ku jê mayî ye. Cem, Cemxane, semah, saz Elewîtî ne… Rêza ji çiya, çem, av û daran re Elewîtî ye. Raman, awayê jîyana ku meriv digire navendê, ku siruştê, meriv wek Xweda qebûl dike Elewîtî ye. Lê pêwendî danîna bi Kerbelayê re, gotina eslê me ji dozde îmaman tê, em Ehlêbeyt in, ne Elewîtî ye. Kerbela, şerek serwerîya Îslama ereban e. Îslama Sunî-Îslama Şî’î bi vî şerê ve girêdayê ji hev qetiyaye. Pêwendîyek vî şerî bi elewîyan ra, bi kurdan re tune ye.

Elewîtî bawerîyek berê Îslamê ye. Bawerîyek kokdar a Mezopotamyaya Bakur e. Bawerîyek wek a Ehlê heq a li Îranê (Kirmanşan, Rojavayê Hemedanê, Sine) (Yeresan), wek a Kakaîyên li deverên Mûsil, Kerkukê, li Iraqê ye.

Dema ku Elewîtî hat rojevê, du pirs girîng in:

Ya yekem ev e: Kengê têgeh û rîtuelên Îslama Şî’î ketine ramana Elewî, awayê jiyana Elewî? Ev karîgerî kengê, çawa dest pê kir, çawa kar vedaye?

Çi Osmanî, çi Îtîhad û Teraqî, çi Komar be, wan dixwast Elewîtîyê (Kumsorîyê) bikin Misilman, bo Îslama Sunî asîmîle bikin. Lê pêvajo nîşandide ku Elewîtî bo Îslama Şî’î asîmîle bûye. Ev li qadên wek Dêrsimê bi awayek bêtir vekirî tê dîtin.

Pirsa duyem dikare ev be. Ger Kerbela, Şerek serwerîya Îslamê be, gelo çima Îslama Şî’î ya ku ji Îslama Sunî qetîya ye li Mekkeyê an li dinyaya ereban na, li Îranê di nava farsan da, li bajarê Qûmê saz bûye? Sûdek pir mezin di lêkolîna van du pirsan bi têgehên zanistê, da heye.

Îro, çi li Tirkiyê, çi li welatên Rojava be, enstîtu, sazîyên lêkolînê yên ku Elewîtîyê vedikolin têne avakirin. Enstîtu, saziyên lêkolîner ên ku li Tirkiyê, li zankoyan, bo vekolîna Elewîyan vedibin ne pêkan e ku di vê mijarê da xebatên zanistî û baş bikin. Çunkî, armanca esasî ya wan ew e, xebata selimandina Misilmantîya Elewîtîyê bikin. Armanca esasî ya van enstîtu, sazîyên lêkolîna Elewîyan ew e ku biselimînin Elewîtî dînê tirkan e, ji Asiyaya Navîn hatîye anîn. Sazîyên lêkolînê yên ji dervayê zankoyên li Tirkiyê dikarin bêtir zanistî û azad tevbigerin. Lê sazîyên ku li welatên Rojava, li saziyên unîversîteyên Rojava û sazîyên civaka sivîl hatine avakirin, dikarin di van mijaran da baştir zanistîtir xebatan bikin.
Di vê çarçoveyê da, li nakokîyên sedsalên 14. û 15. ên Osmanî-Sefewîyan, li nakokîyên Osmanî-Tirkmenên Elewî nêrîn girîng e. Li salên nivîsîna pirtûka Sefwetu’s Sefa ya di mijara dîroka Şî’îtîyê da kitêbek girîng e û salên piştî wê (1357 û paşê) û di serdemên salên paştir wek mînak, Şêx Cuneyt (m. 1460) Şêx Heyder (m. 1488) û Şêx Îsmaîl (1487-1524) da, zêdekirinên li vê kitêbê, li guherînên di vê kitêbê da hatine çêkirin nêrîn girîng e. Lêkolîna helbestên heft Hozanên mezinên Elewîyan girîng e. Heft hozanên mezin… Seyîd Nesîmî (1369-1417), Şêx Hatayî (1487-1524) Fizûlî (1504-1556), Yemînî ( dawîya sedsala 15. Serê sedsala 16. ), Vîranî ( sedsala 16.), Pîr Siltan Evdal (sedsala 16.), Qûl Hîmet (nîvê duyem ê sedsala16.). Li kêleka van hemûyan, Sazîya Naqîbu’l eşraf a Osmanî, divê lêkolîna vê sazîya ku secere amade dikir girîng be.

Konferansê bi pirs-bersivan, di nava seqayek dînamîk a fikran da dewam kir û di nava vê seqayê da bi dawî bû. Dema ku Cemxane tê rojevê, Serokatîya Karê Dîyanetê dibêje ‘Cihek îbadetê ya Misilmanan heye, ew jî mizgeft e.’ Divê Elewî jî di vê mijarê da wiha bibêjin: ‘Em ne Misilman in, Elewî ne, cihê îbadeta Elewîyan jî Cemxane ye.”

Dema ku rojev Elewîtî-Misilmantî be, sûd di xwendina van nivîsan da jî heye. Dema li Googleê Îsmaîl Beşîkcî bê nivîsîn dabînkirina van nivîsan pêkan e.
Jenosayda Kurd-Elewîyan li Sekesûrê, Qanûna Tûncelîyê û Esasên ku Anîye, Polîtîkaya Asîmîlasyonê ya Dewletê, Yaresan (Ehlê Heq) Rêya Heqîyê, Êzdan, Elewîtî-Misilmantî, Berteka li hember Îdeolojîya Fermî, ‘Raza Mezin a Elewîyan’, Sergêjiya li cem Elewîyan… Nivîs jî malperên ku nivîs lê hatine weşandin jî bi hûrgilî tê dîyarkirin.

***

Dema em ji Rinsgtedê vedigerîyan Kopenhagê, me rêyek dî şopand. Ev rêyek bû ku ji bajarê Roskildeyê digihîşt Kopenhagê. Çi otobana Kopenhag-Ringtedê, çi rêya di ser Ringsted-Roskildeyê ra digihîşt Kopenhagê… derdora her du rêyan jî bi zevîyên pir fireh ên genim tije bûn. Li dora rêyan qadên şênwar jî hebûn. Dîsa li dora rêyan meriv rastê kerîyên pez jî dihat. Zevîyên ku ji yekê 25-30 didan…
Bo Ringsted, bo konferansa Elewîyan, em bi Adnan Axacan, Sidiq Boga û Xanima wî Guven, Mehmud Erdem, Behzat Baskin, Ercan Sarisaltik re, bi du siwareyan çûn.

Vegera Stenbolê
Ji Balafirgeha Kopenhagê Mehmud Erdem, Ercan Sarisaltik, Sidiq Boga, Behzat Baskin em verêkirin. Mazûvanên me Adnan Axacan û xanima wî ji ber dersên dibistanê sibehê zû ji mal derketin. Mehmud Erdemî em birin balafirgeha Kopenhagê. Li Balafirgehê jî em rastê Behzat Baskin, Ercan Sarisaltik û Sidiq Bogayî hatin.
Ew sibe, Mehmud Erdem zû hat malê. Helbestvan, pirtûka xwe ya bi navê “Mor Kayalar” jî dîyarî kir. Kitêb di sala 2015an da, li Enqereyê, ji alîyê Kurgu Kultur ve hatîye weşandin. Edîtorê kitêbê Kadir Okutan e. Perçeyek siruşta Cihanbegîyê jî ji pirtûka helbestan ra bûye nav…
Li Balafirgeha Navnetewî ya Atatirk a Stenbolê, Necip Yeşilê damezrînerê weqfa me û endamê Lijneya Şêwirmend, em pêşwazî kirin. Dostê me Necip Yeşil di heqê Orhan Kayayî da, karsazê hêja yê Hezoyî, yê li Başûrê Kurdistanê ku li Qada Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê dijî, agahî da me. Min di nîvîsek bi navê “Navenda Lêkolînê bo Merivayetîyê” da, nivîsî bû ku Orhan Kayayî mebûs e. Min axaftinê çewt fam kiribû. Kêmanîya kêmbihîstinê… Kesê mebûsê ku li ser nan behsa wî hatibû kirinê, yekî dî bû. Ez ji karsazê hêja Orhan Kaya lêborîn dixwazim. Orhan Kaya, ji deh salan zêdetir e ku bi malbatî li Hewlêrê dijî. Bi tevî qeyrana aborî hewil dide ku karê xwe bimeşîne.

Nivîsa Rustem Polatî
Li ser nivîsa “Li Sekesûrê Jenosayda Kurd-Elewîyan” Rustem Polat nivîsek weşand. Li ser vê nivîsê dikarin ev bêne gotin:
Kurteya nivîsa Îsmaîl Beşîkcî û ya Rustem Polatî ev e. Beşîkcî dikirpîne ku Kerbela şerek serwerîyê ye, di nava Îslama ereban da, eleqeya wî bi kurd, Kurdistan, Elewîyan ra tune ye. Dikirpîne ku têgehên wek Îmam Elî, Îmam Hesen, Îmam Husên, Kerbela, Dozde Îmam, Ehlêbeyt, Dayîka Fatîme, rîtuelên ku li gor van têgehan karvedane, têgeh û rîtuelên Îslama Şî’î ne. Dîyar dike ku pêwendîya vana bi kurdan ra, bi Kurdistanê ra, bi Elewîyan ra tune ye.

Rustem Polat jî wek dê ji nivîsa wî jî bê famkirin dibêje ‘eslê me ji Ehlêbeyt û Dozdeh Îmaman tê’. Eslê kurdan, di vê navê da Dêrsimê ji Ehlêbeyt tên, hatina wan ji Dozdeh Îmaman yanî ji netewa ereban, rewşeke wisa ye ku bi rastîya dîrokî re li hev nake. Bi îsrar gotina ‘em ji Dozde Îmaman tên’ jî dogmatîzm e. Rexne helbet kategorîyek pir girîng a ramanê ye. Lê bi vê dogmatîzmê nikarin bigihîjin cihek. Divê ev bê gotin: Dema hûn bibêjin du cara du, dike pênc, vê helwesta xwe bi îsrar bidomînin, hûn nikarin ji çewtîyan rizgar bibin.

Gotina ‘Elewîtî ne Misilmantî ye’ gorinek wek ‘Elewîtî ne Xristîyanî ye.’ Dîyar e ku heqaret tê da tune. Gotina ‘Dêrsim, Kurd e, Elewî ye. Dêrsim, ne Ehlêbeyt e, ji Dozde Îmaman nayê yanî ne ereb in’ gotinek wek ‘Dêrsim ne tirk in’ e. Dîyar e ku di vê gotinê da heqaret tune ye. Kesên ku dikarin ramanên xwe bi têgehên zanistî vebêjin pêwîstî bi heqaretê nabînin.

Di vê nivîsê da û di nivîsên berê da jî hewil hat dayîn ku kêşeya bingehîn a di van pêwendîyan da bê dîyarkirin. Nivîsa Rustem Polatî ji nivîsek rexneyî bêtir, nivîsek e ku bo piçûkxistin û heqaretê ye. Dema ku bê gotin piçûkxistin çi ye, heqaret çi ye, divê bi hev ra li nivîsên Beşîkcîyî û ya Rustem Polatî bê nêrîn û bê nirxandin…
Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :