1. Tekst

  2. Gotar

  3. İsmail Beşikçi
  4. Gengeşeyên Giştpirsî-Serxwebûnê
Gengeşeyên Giştpirsî-Serxwebûnê,gengeşeyên,giştpirsî,serxwebûnê

Gengeşeyên Giştpirsî-Serxwebûnê

A+ A-

Sê-çar salên dawîn, li Başûrê Kurdistanê, li ser dahatûya Herêma Kurdistanê civîn, gengeşe têne kirin. Gengeşeyên li ser vê mijarê piştî Adara 2017an, ku li Kerkûkê, bi biryara Parêzgerîyê, ala Kurdistanê li hemû sazîyên fermî hat daliqandin, bêtir zêde bûn.

Îro, çi li qada Herêma Kurdistanê be, çi li cihên cur be cur ên dinyayê be, ev mijar bi awayek ber fireh di zanîngehan de, di çapemenîyê de, di sazîyên civaka sivîl da, di sazîyên navnetewî da tê gengeşekirin. Li dinyayê, li her cihan konferans, sempozyûmên bimijara ‘Serxwebûn, Derfet, Asteng…’ têne li dar xistin. Pêkan e ku meriv li bajarên wek Paris, Londra, Roma, Berlin, Washington, Moskova, Stockholm, Kopenhag, Stuttgard, Enqere, Stenbolê… li konferans, sempozyûm, lêkolînên Kurdistanê yên bimijra zimanê Kurd, edebîyata Kurd, dîroka Kurd, muzîka Kurdan rast bê. Li ser mijarên wek penaber, penaberî, dîyaspora, zarok, perwerdeya zarokan, perwerdeya bi du zimanî, jinên kurd; panel, konferans, sempozyûm têne çêkirin. Wek mînak, di sempozyûma bi navê “ji Federasyonê bi bal Serxwebûnê” da, endamên birûmet ên dinyaya zanîn û sîyasetê, entelektuel diaxivin, gengeşe dikin. Ev li gora demên 15-20 sal berê karvedanek mezin a Kurdistanî ye. Li gor qen’eta min ev rewş ji nêzîk ve bi xwe ferzkirin û hatina rojevê ya serxwebûnê ve eleqedar e. Sedema bingehîn a vê rewşa ku 15-20 sal berê nedihat jîyîn, ev e: Ev pêvajoya nû bi hêrîşa DAIŞê ya Hazîrana 2014an li ser Mûsilê û desteserkirina wê ra û bi hêrîşa ser Kurdistanê ra bi pêş ket. Hêrîşa DAIŞê lixwehaybûna Kurdan dabîn kiriye, pêşketina hestên netewî bo kurdan anîye. Bi vê rê dê Heşdî Şe’bî jî kurdan bike xwedî dewlet.

Kurdish Studies Network awêneyek pir girîng e ku vê pêvajoyê nîşan dide. Îro li bajarên wek Paris, London, Stockholm, Oslo, Kopenhag, Washington Roma, Moskova, Berlinê, li zanîngehan, bi rêya çapemenîyê, di sazîyên civata sivîl da; akademîsyen, nivîskar, kedkarên çapemenîyê li ser kurdan, Kurdistanê xebatan dikin. Roj bi roj ev xebat zêde dibin. Ev akademîsyen, nivîskar xebatên xwe bi rêya Kurdish Studies Networkê, dîyar dikin. Ji akademîsyen, nivîskar û hwd. ên ku xebatên wiha dikin alîkarî dixwazin. Li ser daxuyanîya van akademîsyen, nivîskar û hwd.an, akademîsyen, nivîskar û hwd.ên ku dê karibin alîkarî bikin pêwendî saz dikin. Bi vî awayî, Kurdish Studies Network dibe navendek ku akademîsyen, nivîskar û hwd.ên li cihên cuda yên dinyayê dihîne ber hev.

Wekî dî Kurdish Studies Network di heqê bernameyên ku li ser, kurdan, Kurdistanê li welatên cur be curên dinyayê têne li darxistin agahî dide. Di derbarê li kû derê, kengê, konferans, panel, sempozyûm û hwd. têne lidarxistin, axaftvan, beşdar kî ne û hwd. da agahîyan dide. Ji pêvajoyên bi vî awayî kesên pêwendîdar agahdar dike. Pêwir û rûmetek pir mezin a sazîyên wiha di pêvajoyên avadanîya netewan da heye. Pêwira Kurdish Studies Networkê ya di vê mijarê da mezin e.

Ji dervayê vê, di xebat û weşanên li ser kurdan, Kurdistanê da jî zêdebûnek bilez tê dîtin. Xebat, weşanên di mijara dîrok, ziman, edebîyat, muzîk û hwd. da jî zêde dibin. Jimara rojname, kovar, TV û radyoyên ku bi kurdî weşan dikin jî zêde dibin. Bi vanan ra sazîyên nû yên di heqê kurdan, Kurdistanê da têne avakirin.

Biryara Rêveberîya Herêma Kurdistanê ya giştpirsîya 25ê Îlona 2017an, cihê dilşadîyê ye. Sûdek mezin di pêkanîna vê giştpirsîyê da, bêyî ku bi paş ve bê avêtinê, heye. Dibe ku li Rojhilata nêzîk û navîn, dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyeyê bertek li hember vê pêvajoyê nîşan bidin. Lê ez wek kes nafikirim ku dê ev bertek dîyarker bin. Ya girîng piştgirîya kurdan bi awayek bibiryar bo vê pêvajoyê ye. Ji vê hêlê ve pêkanîna giştpirsiyê di dîroka 25ê Îlona ku hatiye dîyarkirin da, pir girîng e. Dema ku di encamê da dengên erênî li dora ji % 80-85an derkeve, ti kes ti hêz nikare pêşîya kurdan bigire.

Ji holê rakirina Nîzama Antî-Kurd a Navnetewî
Di 1920an da, di serdema Cemiyeta Miletan da, du nîzamên antî-kurd ên wek pêwendîdar pêk hatibûn. Ya yekem nîzama navnetewîya antî-kurd a ku hêzên emperyal ên serdemê wek Brîtanyaya Mezin, Fransa, piştî hilweşîn û perçebûna Împaratorîya Osmanî pêk anîbûn. Li Rojhilata nêzîk û navîn di 1920an da nîzamek nû hatibû avakirin lê vê nîzamê bo kurdan, bo Kurdistanê ti statuyek nedabû. Di asteke pir nizim da be jî kolonî statuyek bû lê kurd, Kurdistan ne xwedî statuya kolonî jî bûn. Bêguman hêzên emperyal ên wek Brîtanyaya Mezin, Fransayê, vê nîzamê bi hevkarîya rêveberîyên tirk, ereb û farisên li Rojhilata nêzîk û navîn pêk anîn. Bi tevî ku Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan mafê dîyarkirina dahatuya xwe ya netewan pir diparast jî bi awayek piştgirîdan vê pêvajoyê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bi tevî parastina 14 Xalên Prensîbên Wilsonî piştgirîya tekoşîna Kurdistanê û daxwazên kurdan nekirin.
Xaka Împaratorîya Osmanî ya li Mezopotamyayê, xaka ereban di nava Brîtanyaya Mezin û Fransaya ku di Şerê Yekem ê Dinyayê da biserketibûn, da hatin parvekirin. Iraq wek kolonî bo Brîtanyaya Mezin, Sûriye bo Fransayê hatin avakirin. Urdun, Filîstîn kolonîyên Brîtanyaya Mezin, Lubnan jî ya Fransayê bûn.

Wê demê li Başûrê Kurdistanê, bi serokatîya Şêx Mehmûdê Bezencî tekoşîna Kurdistana serbixwe hebû. Şêx Mehmûdê Bezencî ji Brîtanyaya Mezin re digot ’Ez melîkê Kurdistanê me, Melîkîya me, serxwebûna me nas bikin… ‘ Hêzên emperyal ên serdemê wek Brîtanyaya Mezin, Fransayê, wê demê Kurdistana serbixwe li hêlekî bihêle, destûra avabûna Kurdistanek kolonî jî nedan.

Divê pirsa di wê dema ku kolonîyên Iraq, Urdun, Filîstîn, Sûriye, Lubnan hatin avakirin da, çima kolonîyek Kurdistanê nehat avakirin, pirsek pir girîng be.
Ev tifaqa antî-Kurd a navnetewî, heta dawîya Şerê Duyem ê Dinyayê dewam kir. Piştî Şerê Duyem ê Dinyayê Brîtanyaya Mezin ji Iraqê, Fransa ji Sûriyeyê derket. Brîtanyaya Mezin, berê di 1932 da ji Iraqê vekişiya bû, serxwebûna Iraqê dabûyê. Lê leşkerên wê li wirê hebûn. Divê bê gotin ku hebûna leşkerên Brîtanyayê yên li Iraqê piştî Şerê Duyem ê Dinyayê jî dewam kiribû.

Tifaqa Antî-Kurd a Herêmî
Bêguman piştî Şerê Duyem ê Dinyayê jî tifaqa navnetewî ya antî-Kurd dewam kir. Lê wek tifaqa duyem a antî-kurd, tifaqa herêmî ya antî-Kurd jî dest bi hêzgirtinê kir. Bêguman tifaqa herêmî ya antî-Kurd a ku Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyeyê pêk anîbû, ji alîyê tifaqa navnetewîya antî-Kurd ve jî dihat piştgirîkirin. Bi demê re ji alîyê DYA û Yekîtîya Sovyetan ve jî dihat piştgirîkirin.

Di serdema şerê sar da tifaqa herêmî ya antî-Kurd pir hêz girt. Di vê serdemê da Tirkiye û Îran di binê bandora DYAyê, Iraq û Sûriye jî di ya Yekîtîya Sovyetan da bûn. Di vê serdemê da, kurd di rewşeke ku nikarin xwe tevbidin da ne. Bi paşvekîşîna Yekîtîya Sovyetan ra û bi xerabûna vê balansa di nava DYA û Yekîtîya Sovyetan da, kurdan dest bi bêhnvedanê kir.

Tifaqa herêmî ya antî-Kurd, wek mînak, di 1980yan da, di 1990an da pir bi bihêz bû. Wek mînak, di dawîya 1990an da, di Civînên Dewletên Cîranê Iraqê da ku di pêşengîya Tirkiyeyê da dihatin li dar xistin, bi giştî dê çawa kurd bêne fetisandin dihat axaftin. Ew civîn bûn ku kurd nikaribûn beşdar bibin, destûra beşdariya kurdan nedihat dayîn; lê di van civînan da her kurd, Kurdistan dihatin axaftin, di ‘eleyhîya kurdan, Kurdistanê da biryar dihatin girtin û sepandin. Dewletên Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Urdun, Erebîstana Siûdî, Kuweyt, beşdarîya van civînan dikirin.

Di Hazîrana 2014an da, bi desteserkirina DAIŞê ya Mûsilê, bi hêrîşa wê ya Kurdistanê ra, bi têgihîştina ku DAIŞ ne tenê bo kurdan, belbî bo dinyayê, bo Almanya, Fransa, Îngîltere Spanya, Îtalya, DYA, Rûsya û hwd. jî xetereyek e; tifaqa navnetewîya antî-Kurd jî dest bi mehandinê kir. Di vê serdemê da alîkarîya leşkerî û dîplomatîk bo kurdan hat rojevê. Çimkî, derketibû holê ku çi li Iraqê be, çi li Sûriyeyê be hêzên ku di tekoşîna bi DAIŞê ra serkeftî ne, kurd in. Helbet bombebarana hewayî ya hêzên koalîsyonê pir girîng e, lê hêza bejayîya encamgir hêza kurdan e.

Tifaqa Antî-Kurd a ku Kurd Dixwazin li Hember Kurdan Ava Bikin
Dikare bê gotin ku îro tifaqa navnetewîya antî-kurd êdî bêbandor maye. Bi lewazbûna tifaqa navnetewî ya antî-kurd ra, tifaqa herêmî ya antî-kurd jî lewaz bû. Êdî pêk anîna civînên wek Civînên Dewletên Cîranê Iraqê pêkan naxuyê. Lê divê ev jî bê kirpandin ku di dema ku tifaqa antî-kurd a navnetewî bandora xwe wenda dike û tifaqa antî-kurd a herêmî belav dibe da, pêkhatina tifaqek nû ya antî-kurd jî divê ji balê neyê dûrxistin. Ev jî tifaqa antî-kurd a ku kurdan li hember kurdan avakiriye ye. Goran, beşek ji Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê, hin partîyên Îslamî, PKK/KCK… dikirpînin ku li hember Kurdistana serbixwe ne. Behsa yekîtîya Iraqê dikin. Piştgiriya Heşdî Şe’bîya Îrana ku polîtîkayek dijî kurd/Kurdistanê dişopîne dikin. Li ba kurdan na, li ba kesên ku dixwazin kurdan, Kurdistanê tune bikin cih digirin. Bêguman ev karvedanek pir neyînî ye. Li gor qen’eta min, pêkhatina giştpirsîya 25ê Îlonê û di rewşa girtina encamek erênî da, dê ev tifaqa antî-kurd a nû pêkhatî ya ku kurdan li hemberî kurdan sazkiriye jî bandora xwe wenda bike.

Bandorên Neyînî yên Çep û Rastên Tirkan ên li ser Binyada Zêhna Kurdan û Sîyaseta Kurdan
Di demên borî da, beşek girîng a kurdan, dema ku kêşeya kurd dihat rojevê, dema ku mijarên wek zimanê kurdî, xweserî, federasyonê dihatin gengeşekirin, digotin ku kurd, tirk, ereb bûn ne girîng e, ya girîng meriv bûne. Behsa enternasyonal bûna xwe dikirin. Bi taybetî kurdên xwendekarên zanko û lîseyan, mamosta û hwd. ên ku di binê bandora çepê tirkan da mabûn wiha digotin. Beşek ji vanan, ji ber ku kurdan, zimanê kurdî bêrûmet didîtin digotin ‘Ez enternasyonalîst im’. Ev rewş di nava kurdên ku di dibistanên dewletê da xwendine pir zêde bû. Lê kesên ku li medreseyan xwendine bêtir di nava helwestek kurdî de bûn.

Kurdên ku di binê bandora rastgirên tirkan da mane jî xwedî diruşmeyek wisa ne. Wan jî digot tirk bûn, kurd bûn, ‘ereb bûn, faris bûn ne girîng e, ya girîng meriv bûn e. Digotin ‘dê biratîya Îslamê, biratîya umetê her kêşeyê çareser bike.’ Bi rastî ev reva ji kurdîtîyê bû. Ev diruşme reva ji kurdîtîyê dinixumand. Çimkî, yê ku dibinê fişarê de bû zimanê kurdî bû, kurdîtî bû. Dema ku zimanê kurdî bihata parastin, behsa kurdan, kurdî bihata kirin, bi mieyîdeyên îdarî û cezayî yên pir giran ên dewletê re rû bi rû diman. Bi gotina ‘ez sosyalîst im, enternasyonalîst im…’ ‘piştgirê umeta Îslamê me’ û hwd. ra dema ji kurdan, ji kurdî dûr bimana, bi mieyîdeyên îdarî, cezaî ra rû bi rû nedibûn.

Li virê kêşeya bingehîn a ku divê bê lêkolînkirin ev e: Kesê ku nikare wek xwe be û ji xwe bireve, hewil bide wek kesên din bibe çawa dibe meriv? Parastina kesayetîya xwe ne mercê bingehînê merivbûnê ye? Ger li ser nirxên nasnameya xweyî fişar bê kirin, bo ku van nirxan neparêze, bo ku ji vana birevî tu hewil bidî bibî merivek din merivatî di kûderê vê de ye?
Di demên borî da, dema ku kurdan li hember dewlet û hikûmetê daxwazên xwe yên netewî derdixistin pêş, wiha bersiv digirtin: ‘Li Tirkiyeyê cêwazî tune ye, cudahîyek bi navê tirk-kurd tune ye, her kes dikare bibe mamosta jî bibe qaymeqam jî bibe parêzger jî bibe mebûs jî dikare bibe her tişt li Tirkiyê yanî wezîr, serokwezîr, serokkomar û hwd. cêwazîya kurd-tirk tune ye, cêwazî-mêwazî tune ye, netewperwerîya Atatirkî netewperwerîyek hemdemî ye…’ Deh sal berê Umit Fırat bo rexnekirina vê helwesta dewlet û hikûmetê, vê dîtina wê wiha gotibû: ‘Kurd li Tirkiyê dikarin bibin her tişt. Mamosta, qaymeqam, parêzger, mebûs, wezîr, serokwezîr, serokkomar… dikarin bibin her tişt lê nikarin bibin kurd…’

Ev tê wateya ku kesê nasnameya kurd neparêze, kesê bo kurdan, bo kurdî maf, azadî nexweze, kurdên ku li nasnameya tirk a li serê hatiye ferzkirin îtîraz nekin, bi kêfxweşî dê karibin werin ser her wezîfeyê, di wezîfeyê da, karibin bilind bibe, lê bi parastina nasnameya kurd, bi tekoşîna bo wê ra nikarin werin ser ti wezîfeyê. Helbet ev polîtîkayek nejatperest e. Li gora nejatperestîya ‘tu naşibî min, çermê te reş e, tu li cihên cuda bijî, tu li mekanên ji mekanên ku ez lê dijîm cuda bijî…’, nejatperestîya ‘tu bi min re bijî lê bi şibandina min bijî, nasnameya xwe ji bîr bike, nasnameya min bihebîne, an na tu najî…‘ nejatperestîyek pir hovtir e.

Cur bi cur riyên reva ji kêşeyên mafdar hene. Wek mînak, di 1920an da, di 1940an da, çi Brîtanyaya Mezin be, çi Yekîtîya Sovyetan be, bo reva ji kêşeya Kurd/Kurdistanê, vatişên wek hev bikar dianîn. Yekîtîya Sovyetan bo ku alîkarîya kurdan neke, bo ku kêşeya kurd/Kurdistanê neyne rojevê digotin ‘Mistefa Barzanî merivê Îngilîzan e…’ Brîtanyaya Mezin jî bi gotina ‘Mistefa Barzanî Komunîst e…’ ji kêşeya kurd/Kurdistanê xwe dûr didan. Ev vatiş wek berevajî hev bixuyên jî wek hev in.

Yek ji bandorên neyînî ya çepgiriya tirk, li ser binyada zêhna kurdan jî di diruşmeya ‘her cure neteweperwerî xerabe’ da xwe nîşan dide. Helbet neteweperwerîya tirk, ‘ereb, faris xerab e. Çimkî, her sê jî li hember kurda ne, her sê jî asîmîlasyonkar in, dagirker in. Her sê jî hewil didin kurdan bitepisînin. Kurd ne di nava pêvajoyek wek xakên din dagir bikin da ne. Dixwazin li qadên ku lê dijîn, li Kurdistanê, ji fişarê, ji zilmê dûr bijîn. Armanca wan a bingehîn ew e ku bi parastina zimanê kurdî yê di binê fişarê da û bi kurdîtîyê ra, vana geş bikin bidin jîyîn. Ji vê hêlê ve wekhevdîtina neteweperwerîya tirk, ‘ereb û farisan bi ya kurdan re çewt e. Yek jê bo ku nasnameya kurd, Kurdistanê tune bike fişarên neheq dike, ya dî bo ji vê fişarê rizgar bibe hewil dide. Helbet her du ne wek hev in.

Polîtîkaya Bingehîn a Dewletê: Asîmîlasyon
Polîtîkaya bingehîn a dewletê bo kurdan asîmîlasyon e. Asîmîlasyona kurdan bo tirkîtîyê. Ev polîtîka, di serdemên dawîya Osmanî de, di serdema Îtîhad û Teraqîyê de peyîtandin û wê serdemê hatîye sepandin. Di dema Şerê Yekem ê Dinyayê da, di dema sirgûnîya Rom-Pontûsan, Jenosayda ermenîyan da jî di 1916-1917an da, ji 700 hezarî zêde derxistina kurdan ji Kurdistanê, sewqkirina wan bo bajarên Rojava, bi darê zorê wan li Rojava hîştin, destpêkirina sepandina polîtîkaya asîmîlasyonê ye. Li virê pirsek girîng tê rojevê. Çawa karibîye ‘Merivê Nexweş’, bi vê nexweşîya xwe vanan bike?
Lê polîtîkaya esasî ya asîmîlasyonê bi Komarê ra ketîye merîyetê. Înkara kurdan, kurdî, piçûkxistina wan, ferzkirina nasnameya tirkan, tirkî, çanda tirkan yek ji pêdivîyên polîtîkaya asîmîlasyonê bûye. Bo ku kurdî bide jibîrkirin, bê jibîrkirin li cem sazîyên wek dewlet, dibistan, qişle, çapemenî, malbat, dînî terora dewletê jî bikar anîye.
Aha di vê xalê da, sûd bi kurtî di nêrîna bo tekoşîna gerîla, bo raman û çalakîyên PKKê, bo binyada zêhna wê da, heye. Divîya di serî da gerîla li hember asîmîlasyonê rawestaya, bi kurdî biaxiviya,

bi kurdî binivîsa, kurdî biparasta, belav bikira. Lê wisa nebû. PKKê ji 1985an bi şûn da, bo gerîlayên ji Bakur, ji Başûr, ji Rojava, ji Rojhilat… dersên tirkî da, lê pêwîstî bi fêrbûna kurdî nedît. Li Gelîyê Beqayê, li Qendîlê kursên tirkî vekir lê bo kurdên bi kurdî nizanin an têra xwe nizanin kursên kurdî venekir. Perwerde, ders, konferans, name, çapemenî, ragihandin û hwd. hemû bi tirkî… Ev jî ji xeynî alîkarîkirina polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê, meşrûkirina polîtîkaya asîmîlasyonê pê ve, tiştek dî nîn e… Di mijara polîtîka û sepandinên asîmîlasyonê da em dewletê rexne dikin, divê ji vê hêlê ve PKK/KCK jî bêne rexnekirin. Dibe ku îroj hinek rewş guherîbe, dibe ku êdî bêtir girîngî bo kurdî bê dayîn lê ev rewşa di salên 1980yî da, 1990an da, 2000î da ji balan nikare dûr bê girtin.
Lêkolîna sepandinên asîmîlasyonê ku guherînên çawa li ser dinyaya hestî, ramanî ya reftarên kurdan û giherînên çawa li ser dinyaya wan a zimanî afirandîye, pir girîng e. Lêkolîn, lêgerîna sepandinên asîmîlasyonê di rehenda dem û mekânê da ku ji îlana Komarê ve ye bi awayek mezin bipêş dikeve girîng e. Di dema ku di nava kurdan da di hin qadan da, di hin deman da, di pêvajoya asîmîlasyonê da; bi tirkî axaftin, wek tirkan ramîn, tevgera wek tirkan rûmet digirt da; kurd ketine rewşek wisa ku ji axaftina bi kurdî, ji cilûbergên kurdan, ji tevgera kurdan, ji rabûn û rûniştina wek kurdan fedî kirine. Di vê serdemê da, dîyarkerê çi kirêt e, çi xweşik e, çi rast e, çi çewt e her dewlet bûye. Dîyarkerê çi pêwîst e di bîrê da, di bîra kolektîf da bê girtin; çi pêwîste bê ji bîrkirin û çi bêrûmet e her dewlet bûye. Di sazîyên wek dibistan, qişle, çapemenî da, her hatîye fêrkirin ku sazîyên kurdan bêrûmet û ne girîng in. Di seqayek wiha da kurdek ku were navendên wek Enqere, Îzmîr, Stenbolê… xwe wek kesek ku hatîye welatek bîyanî hest dike û pê re mi’ameleya kesek bîyanî tê kirin.

Ji alîyê dewletê ve, dîyarkirina çi birûmet e, çi bêrûmet e, pêvajoyek girîng e. Dewlet, di dibistan da, di pirtûkên dersan da, di qişleyan da, di dîyarkirina van dudilî, reftarên berevajî hev da, di rewşeka te’yînker da ye. Divê bê kirpandin ku ev pêvajo jî di pêvajoya propagandaya ku înkar, piçûkxistina kurdan, kurdî, tunebûna kurdan û kurdî dike, tirkîtîya her kesê û yê tirk birûmet e, da bipêş ketîye. Di vê seqayê da, wek mînak leşkerî bi serê xwe sazîyek e. Di leşkerîyê da îta’et tê fêrkirin. Ji merivan ra tê fêrkirin ku dê bo çi xwe feda bikin. Li virê ji kurdan ra tirkîtî, zimanê tirkî tê fêrkirin, fedîkirina ji çi pêwîst e tê fêrkirin, bi sazîyên dadê ji vanan ra meşrûîyet tê dayîn. Çapemenî, pêşketin û belavkirina vê pêvajoyê dabîn dike.

Di nava pêwendîyên wiha da, jinek kurd a ku kurê xwe di dema tekoşînê da wenda kiriye, negihîştîye cenazeyê kurê xwe jî di sempozyûmek ku tê da fişar, zilim û jenosayd mijar bû, akademîsyenên tirk jî beşdar bûne da; jiber ku nikare bi tirkî biaxive, jiber ku mecbûre bi kurdî biaxive, gotîye ‘ez fedî dikim’.

Vê jina ku di pevçûnê da kurê xwe wenda kiriye, vê jina ku cenazeyê kurê xwe jî nedîtîye, di sempozyûmek ku tirk jî beşdar bûne û tê da fişar û zilma li ser kurdan hatîye behskirin, jiber ku nikaribûye bi tirkî biaxive, jiber ku mecbûre bi kurdî biaxive dibêje ‘ez fedî dikim’ gelo ji tekoşînê, bo kurdan, bo Kurdistanê başîyên wek çi dipê? Divê lêkolîna vê jî girîng be. Bo ku li hember akademîsyenên tirk, nikaribûye bi tirkî biaxive, vê jina ku jiber mecbûre bi kurdî biaxive fedî dike, gelo tekoşînê, gerîla bîrek çawa daye wê…

Ev pir girîng e. Kolonîst bo ku li kolonîyên xwe zimanê xwe, çanda xwe serwer bikin, dixebitin bo ku gelên kolonîya wan ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji axaftina xwe, ji rabûnûrûniştina xwe… fedî bikin. Hemû sazîyên wek dibistan, qişle, leşkerî, çapemenî, darêzê di vî alîyê da tekoşîn dimeşînin.

Aha di vê xalê da, divîya gerîla, PKK, ta ji 1980yan da, bi kirpandina kurdî, bi fêrkirina kurdî, bi teşwîqkirina fêrbûna kurdî bixebitîya da ku bawerî bidana kurdên ku hatine rewşa ji kurdbûnê, ji kurdî axaftinê, ji wek kurd ramînê, ji reftara wek kurdan fedî dikin. Divîya bi kurdan bida qebûlkirin ku sazîyên wan jî zimanê wan, zimanê kurdî jî birûmet e. Çimkî di pêvajoya asîmîlasyonê da, tirkî ne bes navgînek ragihandinê ye, di heman demê da pêvajoya birêvebirina zîhnê ye. Tê hesibandin dema ku bi tirkî bê axaftin dê wek tirk bê hereketkirin.

Ti girîngî nedana bo kurdî, her kirpandina bo tirkî jî meşrûtî daye polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê, di heman demê da ev helwest xwedî çawanîyek teşwîqkarê asîmîlasyonê ye. Hâl ew e ku di mijara kurd/Kurdistanê da polîtîkaya bingehîn a dewletê asîmîlasyon e. Ji vê hêlê va kurdî axaftin, nivîsandin girîng e. Em bibêjin, dewletek kurd ava bûye, lê bi kurdî naaxive, bi ‘erebî, tirkî, farisî û hwd. diaxive… Dewletek kurd ku bi kurdî naaxive… Jixwe ew ne dewletek kurd filan e… Ji vê hêlê ve parastin, teşwîqkirina kurdî pir girîng e.

Pêşgotina Bariş Unluyî ya bo tirkîya pirtûka Eugen Weberî (1925-2007), Ji Gundîyan bo Fransizan, Modernbûna Çoltara Fransa 1870-1914, ji vê hêlê va pir girîng e. Eugen Weber, Köylülerden Fransızlara, Fransız Kırsalının Modernleşmesi 1870-1914, Heretik Yayinlari, Turkçe soyleyen, Çagdaş Sumer, Adar 2017 Ankara, (r.13-19)

Kurdên Rojhilat

Di 1970yan da, 1980yan da û piştê wê da, dema ku kurd dihatin rojevê, dihat gotin ku Başûrrojavayê Kurdistanê bêkes, bêparastin e. Îro li Başûrrojavayê Kurdistanê yanî li Rojava, behsa xweserî, federasyon, kantonan tê kirin. Lê rastîyek zelal e ku kurdên Rojhilat, tekoşîna ku li virê heye pir bêkes, bêpişgirî maye. Tê dîtin ku xortên bo kurdîtî, bo Kurdistanê tekoşîn dikin, her roj sê sê pênc pênc têne ‘îdam kirin, bi vînçên înşaatê, rêz-birêz têne dardakirin û pêvajo nayê astengkirin, didome. Di vê mijarê da, bi kurtî li ser têgihîştina rêveberîyên Îran û Iraqê rawestin bisûd e.

Rejîma Sedam Husên, li hember kurdan operasyonên di asta jenosaydê da kirin. Enfal jenosaydek bû. Lê Sedam Husên vê polîtîkaya ku li ser kurdan sepandibû, vê Enfalê ti car înkar nekir. Heta, got ku ez fersendê bibînim, ez ê dîsa bikim.

Polîtîkaya Îranê ya di van mijaran da vatişa wê pir cuda ye. Zêdekirina terora dewletê li hember kurdan li Îranê heye. Lê Îran bi gotina “Kurd birayê me ne, kurd dewleta ku bi awayek herî aram, herî rihet lê dijîn Îran e…” her dem terora dewletê înkar dike. Her çi qas car caran Sedam Husên jî behsa biratîya ‘ereb-kurdan kiribe. Lê Îran vatişa biratîyê, vatişa Îslamê, vatişa umetê bo veşartina terora dewletê bi awayek sîstematîk bikar anîye.

Îro, kurdên Rojhilat neyînîyek girîng dijîn. Tevgerên wek Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê, Goran ku hakimê qadên sînorê Îranê ne, bi Îranê ra kar dikin. Ev tevgerên sîyasî nêzîkê rêveberîya Îranê ne lê ji kurdên Rojhilat, ji tekoşîna kurdên Rojhilat dûr in. PKK/KCKa li Bakur nêzîkê Îranê ye lê li hember tekoşîna kurdên Rojhilat e. PYDa li Başûrrojavayê Kurdistanê, li Rojava jî wisa…

Bi vê ra, kurdên ku xwe ji Rojhilat, avêtine qadên wek Silêmanîyê, Hewlêrê, Duhokê bêkesî, fişar û bêçaretî dijîn. Sazîyên wek YNK, Goran, PDK, PKK/KCK, Partîyên Îslamî… ji rewşenbîrên kurd ên Rojhilatî ra wiha dibêjin. ‘… Eger tu sîyaseta min qebûl bikî, di nava sîyaseta min da cih bigirî, ez ê ji te ra her cure alîkarî bikim. An na ez nikarim bo te bibim alîkar. Ji min dûr be…’ Belbî vê ji bo her rewşenbîrê kurd, bo her penaber nabêjin lê tê zanîn ku bi giştî helwest wiha ye. Li Stenbolê bi rewşenbîrekî kurd ê Rojhilatî yê ku xwe avêtibû Tirkiyê ra sihbeta min pêk hatibû. Wî, vê pêvajoyê bi hûrgilî vegotibû.

Hâl ew e ku divê bo eleqedîtina rewşenbîrek kurd ê ku ji Rojhilat xwe avêtîye Başûr, pêbestîya wî ya bi kurdan ra, bi Kurdistanê ra têr bike. Helbet ji dervayê vê, bicidî kirina karê xwe yê ku ew dike, li gorî pêwîstiyan karkirina wî girîng e.

25ê Îlona 2017an bo kurdan, bo Kurdistanê dîrokek pir girîng e. Pêkanîna giştpirsîyê di dema ku hatîye dîyarkirin da girîng e. Dê giştpirsî rêya serxwebûnê veke. Ez di wê qen’etê da me ku dê Kurdistana serbixwe, bi xwe ve hatina kurdan dabîn bike, dê kurdan ji helwestên neyînî paqij bike. Ez di wê qen’etê da me ku dê Kurdstana serbixwe, bîra zimanê kurd, bîra netewa kurd, bîra Kurdistanê bipêş bixe…

Werger: Ahmed KANÎ