Gelo Mêr çi Qasî Karin Romana Jinê binivîsin?
Ev demeke dûr û dirêj bû ku em wek Koma Xwendinê ya Amedê, romanên bi temaya dîrokî dixwînin. Lê me di 8ê Adarê da biryar dabû ku em ê romanên temaya jinê bixwînin. Derfeta me bi komî çênebû. Min bi serê xwe biryar da û romana Toqa Lanetê ya Aram Gernas xwend.
Ew pirsa ku min di sernivîsê da nivîsî gelek caran di nav rexnegirên kurdî da bûye cihê gengeşîyan. Rexnya herî balkêş di hejmara 3. a Kovara Wêje û Rexneyê da derketibû. Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydoganî bûbû mêvanê me. Di sihbeta xwe ya herêkbar da behsa rexneya xwe ya bi navê “Çend Romanên Beredayî/Wêjeya Beredayî” kir. Vê nivîsa wî, rexneya romana Lokman Polat a bi navê “Kewa Marî” bû. Di nivîsê da behsa tecawiza jinekê ku ji sehneyên erotîk bêtir wek sehneyên pornografî hatine pêşkêş kirin, hestên êşa jinê bi hestê mêranî nekariye wê êşê pêşkêş bike.
Min duh li ser feysbûka xwe nivîsî ku ez niha romana Aram Gernas a bi navê “Toqa Lanetê” dixwînim. Îbrahîm Seydo Aydogan şîroveyek wiha nivîsî. “Romaneke ne xirab e. Bala xwe bide meseleya kurkê jinikê. Hevnasînên Edeneyê piçekî nayîf û lezgînin, lê destpêka bûyeran sereke û sahneya dawîn baş in. Karibû sahneya dawîn bi bêhnfirehî binivîsandaya, hingê dê baştir bûya.” Birastî dema min vê şîroveyê xwend, ez li ser bîra wî ya xurt heyrmam. Ji ber ku ez dizanim wî, ev roman ji zû va (di 2007î da derketiye) xwendîye û hê jî van detayên romanê di bîra wî da mane.
Di van demên dawî da li ser edebiyata jinê xebatên hêja hatine kirin. Wek mînak tezên masterê li zanîngeha Mêrdînê hatine nivîsîn. Yek jê teza Hacîre TAŞ a bi navê “Bi Nêrîneke Femînîst Analîza Romanên Nivîskarên Mêr ên Kurd”, ya din jî teza Songul Dogan a bi navê “Bi Rêbaza Rexneya Femînîst Lênerînek li Romanên Jinên Kurd” e.
Kurteya romanê wiha ye, li gundekî çiyayî yê Silîva serleheng û vegêra romanê Gulîzer, bi jintîya xwe ra diçe navçeyê. Ji ber derengîya rojê nikarin vegerin mala xwe. Li mala gundiyek xwe dimînin. Ew jî xeberê ji gund ra dişîne ku Jendirmeya tecawizê Gulîzerê û jintiya wê kirine. Ev tomet dibe sedem ku poz û lêvên jintiya wê jêkin û hewla kuştina wê bidin. Bi rêliberxistina meta wê ew direve Amedê. Li wirê jî hewla kuştina wê tê dayîn. Paşê direve Edeneyê, li wirê dizewice dibe xwedî zarok. Xwe ji kurdîtîya xwe dûr dixe. Bi helwestên kurê xwe li xwe hay dibe.
Li gor dîtina min jî ev romanek realîst e. Têgeha namûsê ya çewt ku di dema feodalîyê da wek çek li hember mafê jinan dihat bikaranîn baş pêşkêş kiriye.