1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Gaumada Kî ye, Rêberek Dînî an Civakî ye?
Gaumada Kî ye, Rêberek Dînî an Civakî ye?,gaumada,kî,ye,rêberek,dînî,an,civakî,ye

Gaumada Kî ye, Rêberek Dînî an Civakî ye?

A+ A-

Zimaanê kurdî ji xeynê Başûrê Kurdistanê û hinek deverên Rojavayê Kurdistanê hê nebûye zimanê perwedehiya fermî. Em kurdên Bakurê Kurdistanê hewl didin ku xwebixwe li ser ziman û wêjeya kurdî xwe serwext bikin. Ji hinek derfetên wek Komên xwendinê, dersên bijarte, kursên ziman bigire heta master û doktorayên kurdî di her qadên civakî da gelek kar û xebat têne kirin.

Em wek Koma Xwendinê ya Amedê, nêzîkê meh û nîvekî ye ku bi temaya romanên dîrokî yên kurmancî gotûbêjên xwe pêk tînin. Yekşema çûyî (09.02.2020), li Şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî, me gotûbêja xwe li ser romana Fêrgîn Melîk Aykoçî ya bi navê “Nevîyê Aştiyago GAUMADA” li dar xist. Min deh roj berî şêwrê li ser feysbûka xwe wiha nivîsîbû:

“Romana GAUMADA ya Fergin Melik Aykocî şerê Med û Persan bi honakeke qewî, bêyî ku pirsa gelo anakronîzma (Nelihevkirina bûyer û serdemê) di vê berhemê da heye an na bîne bîra meriv, bi dema me va girêdaye. Kesek bi navê mamoste (em ji xwendina romanê têdigihîjin ku ew nivîskar bi xwe ye), bi vegêranê bi navê Demhatî ra wiha dikeve nava guftûgoyan (diyalogan):

‘Birazî ev xewna te, xewna ji nû ve damezrandina serweriya Med û sertackirina Gaumada bû? Yan roja pîrozkirina serxwebûna Kurdistana me ya vê demê bû?’

‘Bi rastî ez bi hemû giyana xwe ve di nava kelecana pîrozbahiya ji nû ve damezrandina serweriya Med de bûm. Ez bi Gaumada, Fravartîş, Rûzpaye û keçên hevalê wê re rabûbûm dîlanê. Bi min, ez heman demê jî, di nava pîrozbahiya ragihandina Kurdistana mezin a vê demjiyana me de bûm. Min bi ciwanên hemsalên xwe re bablekan dilîst. Carna dengê surneya wê demê û carna jî dengê dahol û zurneya vê dema me hebû! Her kes rabûbû dîlanê! Her dixwar û vedixwar û bi awayê xwe heldiperikî! Dîlan bû, seyran bû, min hîç nedixwast ku ew xewn biqede!..." GAUMADA (r. 194)

Me bi rêya înternetê pirsên xwe ji nivîskarê romanê kirin. Endamên komê dixwestin gelek pirsan bikin. Lê ji ber dema me têr nekir, me li ser çar pirsan li hev kir. Pirsa yekem li ser baweriyên Mîthrayî, Zerdeştî, û Êzdayetî bûn. Nivîskar bi awayek berfireh pirsê bersivand. Evê pirsê û pirsa li dû jî ser nava nivîsa me dîyar kir. Ji xwe pirsa duyem jî “Gelo çima karekterê Gaumada wek rêberek civakî lewaz maye?” bû. Me jî di ser nivîsa xwe da ev her du pirs anî ba hev û got: “Gaumada Kî ye, Rêberek Dînî an Civakî ye?” Pirsek jî li ser Têkiliyên Med û Ermeniyan bû. Di romanê da ev têkiliya qedîm cihê xwe girtibû. Nivîskar jî di bersiva xwe da balê kişand ser têkiliyên baş ên qedîm di navbera Kurd û Ermeniyan da. Pirsa çara jî li ser awayê çîrokên revandina Brahîm û Gaumadayî bû. Nivîskar jî got ku piraniya efsaneyên berî zayînê dişibin hev.

Di dawîyê da em karin bibêjin bi tevî ew qasî bêderfetbûnê jî kurdan êdî girîngiya rola edebiyatê di hezkirin û têgihîştina dîrokê da fam kiriye. Kesên ku bala wan li ser romanên dîrokî ye dikarin sûdê ji teza masterê ya Fahriye Adsayê bigirin. Ew tez bi navê “Romana Kurdî (Kurmancî) ya Dîrokî: Bîra Civakî û Nasname” ye. Di sala 2013ê da li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê hatiye pêşkêş kirin.

Nivîskar di pêşiya romana xwe da ji çend navdarên cîhanî wek Wilhelm Von Humboldt: “Kî rabirdûya xwe bizane, ew xwedanê siberoja xwe ye!”, Hans Von Keler: “Dîrok ne tenê pêkhatinekê ye, dijî wê ew, ew zemîna ku em lê rawestiyane û li ser ava dikin bi xwe ye.”, George Hegel: “Yên ku fêrî dîroka xwe nebin, cardin heman tiştî dijîn.”, Omer Heyam: “Gelên ku domdariya dîroka xwe wenda kiribe, her tiştê xwe wenda dike. Bîra wî parçe parçe jê dikeve. Dibe wek nexweşek ku hişwendakirî ye. Têkiliya wî ji hemû kesayetîya wî jî qut dibe.” GAUMADA (r. 13)

Nivîskar jî li ser romana xwe û têkilya wê bi dîrokê ra wiha nivîsîye:

“Bingeha tevlihevîya mejiyê me, parçebûna me, kêmasîyên me, pêşîya xwe zelalnedîtina me di ezberên dîrokê yên ku dagirkeran wek rastiya me bin, dane ber me da veşartîne!
Eger me nivîsên mîxî yên Bêstûnê (Bêhistûnê) baş şîrove kiriba û baş derxistiba hişmendîyê, me dê bikariba fend û fûtên dagirkerên vê demjiyana me jî baştir bidîta. Ez bi vê romanê hewl didim ku vê rastiyê li ber çavan raxînim.” GAUMADA (r. 13)

Ji ber pêwendîya vê romanê û ya AŞTIYAGO, ev jî linka nivîsa me ya li ser wê ye:

http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/makale/A%C5%9Ftiyago_%C3%BB_D%C3%AErok