1. Tekst

  2. #KURDÎ

  3. Ahmed Kanî
  4. Ez û Sala 2022yan
Ez û Sala 2022yan,ez,û,sala,2022yan

Ez û Sala 2022yan

A+ A-

Dem di jîyana merivan da gelek girîng e. Ji bo merivên ku dizanin dema wan bi sînor e û dê rojek ew dem bi dawî bibe, girîntir e.

Di destpêka sala 2022yan da, ez li zanîngeha Dicleyê, xwendekarê doktoraya Kurdnasîyê bûm.

Di 13ê Sibatê da nevîyê min ê duyem, ARDEN, 8 meh (08.04.2021) piştî nevîyê min yekem ROBÎN, hat dunyayê. Di 29ê Hezîrana îsal da nevîya min LÎZA jî hat dunyayê.

Ez xwe wek evîndarê xwendina kurdî pênase dikim. Pêşewa Qazî Muhemmed ji bo xwendinê gotîye: “Xwendin li hember dijmin çeka herî bi bandor e.

” Di payîza îsal da ji bo xurtkirina bingeha xebatên xwe yên li ser medyaya nû ya kurdî min dest bi xwendina lisansa dîrektorîya medyaya civakî kir.

Di dawîya vê salê da, di azmûna têrdarîya doktorayê da em bi ser ketin.

Oxir be ji te ra sala 2022yan.


Gotinên miftehî :