
Ez hevwelatî me- Mazin Șerîf *

Werger ji erebî: Brahîm Mehmûd
Ez hevwelatî me
Û alozim benda bersivekê ji we
Mala min li her kolanê ye. Her quncik… Her deriyeki ye
Û bi saman û bê dengiya xwe dimînim
Dolmendiya min kulmek ax e
Ji perîşaniyê natirsim lê
Hemî tirsa min ji mijê ye
Û ji nediyariya hiş ji we
Serokên min û we fermankirine
Fermana we fermana duristiyê ye
Û şoreşa min talanikbû
Têra hezreta cenab dike
Ne girîng e ez mijûlî cîhanê nabim
Min bi xwe pêlê kiriye
Lê welatê min ji min re bihêlin
Lê welatê min ji min re bihêlin
Û tiştê ku we got li ser serê min
Bijî ew ê ku wek min
Ne pêwîst jê re kî û kî
Hûn xwedanên mezinkir û pêşwayê
Û ez dizanim ku ez
Nabim rojekê ji we
Xwedê dîtkare û dem
Ez xewna min gotinek tenha ye
Ku welatek ji min re bimîne
Ne şer û wêran ne bobelat…Ne berbelan
Bibin şûnakar û destkeftinan
Lê welatê min ji min re bihêlin
Ey welatê min û tu dilberê min e
Û tu peybûna min e û taca serê min e…
Tu yê srbilindiya hevwelatî û tekşer û siyasî
Tu ciwantir e û tu bihatir e û tu hêjayîtir e ji kursiyan
Xwedê dîtkar e û dem
Ez xewna min gotinek tenha ye
Ku welatek ji min re bimîne
*- Ev helbest ya hozanvanê Tûnisî: Mazin Șerîf e, ew straniyê bi dengê hunermendê Tûnisî Lutfî Bûşinaq, gelek deng da di welatê ereban, û ta ji der ve. Bi wateya xwe xurt e, û bi awaz û peyvên xwe jî xurt e. Ji ber hindê min xwest wê wergerînim zimanê kurdî.