Ez Kenan Ewren im Ûlan!
Çend meh piştî 12ê îlonê bû. Li Navçeya Erxenî, polîs derketine kontrolkirina nasnameyên gel. Li ser rê ya Xarpêtê, nêzî Gola Papaz Sîyahmedê navdar didin sekinandin û ferman didin:
“Hey, bisekine! Xwe ne leqîne! Xwe li ser zik dirêj bike û nasnameya xwe nîşanê me bide.”
Sîyahmed, çavê xwe li leşkeran çik dike û ji fermandarên wan re wiha dibêje:
“De herrin rê ya xwe! Hun çawa leşkerin ûlan? Hun hîn serfermandarê xwe nas nakin? Ez serfermandarê we Kenan Ewren im, Kenan Ewren!”
Fermandar Serçawîş dinihêre ku ev mirov dîn e. Dikene û wiha dibêje:
“Kêmasîya min bibexşîne Serfermandarê min! Min tu nasnekir. Here, bi rê ya xwe ve here.”
Çend meh dûv re leşker diçin gundê Sîyahmed ferman derdixin û bang didin:
“Li gundê Gisto Ji heft salî heta heftê salî çiqas mêr hene, bila bên li qada gund kom bibin.”
Keyayê Gisto fermana serçawîş bi cîh tîne û mêran hemûyan li qada gund dicivîne. Serçawîş li koma mêran dinihêre ku Kenan Ewren (Sîyahmed) jî di nav wan de ye.
Wiha qêrîn dike:
“Birêz Kenan Ewren, me bibexşîne û ji nav van terorîstan derkeve, biçe mala xwe.”
Sitvan tiştekî fêm nake û bi çavekî şeqizî li serçawîş dipirse:
“Serçawîş, Serçawîş! Ma te aqilê xwe avêtîye kuro? Tu çawa bi serfermandarê hemû Tirkîyeyê re tewzîn dikî? Tu çawa ji gundî re dibêjî Kenan Ewren? Qey mirina te hatiye?
Serçawîş silavê dide Sitvan û di guhê wî de rewşa Sîyahmed tîne ziman.
Resûl SERGEWRE
(Pêkenokên Amedî) 28.05.2017