Ewlehî…
Daxwazên netewî yên kurdan, tekoşînên wan ên di vê rê da, li Başûrê Kurdistanê, her dem, kêşeya ewlehîya Iraqê, metirsîyên ku li dora vê kêşeyê der tên pêş, tên rojevê. Ev daxwaz, ev tekoşînên kurdan ne bi tenê kêşeya ewlehîya netewîya Iraqê, kêşeyên ewlehîya Îran, Tirkiye, Sûriyê jî metirsîyên ku li dora van kêşeyan der tên pêş jî tên rojevê.
Daxuyanîya kurdan a ku dê li perçeyek Kurdistanê daxwazên netewî derbixe pêş, di vê rê da xwe birêxistin û tekoşînek bike, her gav kêşeyên ewlehîya netewî, metirsîyên ewlehîya netewî ya van dewletan derdixe holê. Hewildanên kurdan ên bi vî awayî, ne bes dewletên wek Iraq, Îran, Tirkiye, Sûriyê, sazîyên navnetewî yên wek Netewên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Konferansa Îslamê, Yekîtîya Ereban û dewletên wek DYA, Yekîtîya Sovyetan/Federasyona Rûsya, Îngîltere, Fransa, Almanyayê jî bi heman awayî dinirxînin. Sazîyên navnetewî û ev dewlet jî ji hêla ewlehîya netewîya Iraq, Sûriye, Îran, Tirkiyê ve li kêşeyê dinêrin.
Hewildanên netewî yên kurdan ên li perçeyek Kurdistanê, li van sazîyên navnetewî û li van dewletan, metirsîyên wek dê ewlehîya Iraqê çawa pêk bê, dê ev hewildan çawa bandor li ewlehîya Tirkiyê bikin, dê ev hewildan çawa bêne sînorkirin… derdixe holê.
Cemiyeta Miletan û Netewên Yekbûyê pêwendîyên wiha afirandine. Hâl ev e ku asas pêwîstîya kurdan bi ewlehîya netewî heye. Polîtîkayên netewî yên sazîyên navnetewî û van dewletan, di mijara ewlehîya netewî ya kurdan da hereşeya mezin pêk tînin. Ev hereşe mayînde ne. Bi operasyonên di asta jenosaydê da li ser hev tê jîyîn. Dema ku bo ewlehîya netewî ya Iraqê, bo ewlehîya netewî ya Îranê, bo ewlehîya netewî ya Sûriyê, bo ewlehîya netewî ya Tirkiyê kirpandin tê kirin, bo ewlehîya netewî ya kurdan hîç bal nayê kişandin. Dabeşbûn, parçebûn, parvebûn û bêstatuhiştina kurdan, Kurdistanê di serdema Cemîyeta Miletan, 1920an da, encamek wiha derxistîye holê. Kurd, wek tiştek ku daxwaz û vîna wê tuneye, hema wek kerîyek pez tên nirxandin.
Xebateke Derya Bayira Mamosteya Fakulteya Hiqûqê ya Universiteya London Queen Maryê, bi navê “Di Hiqûqa Tirkan da Kêmjimar û neteweperestî” ( Wer. Ulku Sagir, weşana İstanbul Bilgi Üniversitesi, Adar 2017) heye. Di vê xebatê da, hemû dokumentên bi vê mijarê ra eleqedar ên sazîyên navnetewî yên wek Netewên Yekbûyî, Konseya Ewropayê têne nirxandin. Di van dokumentan da, her hikumên ku ewlehîya netewî ya dewletan derdixin pêş hene. Nirxên gerdûnî yên ku di van dokumentan da cih digirin jî bi gotina ‘lê belê… paraztina temamîya axa dewletan bingeh e…’ bêhikum tên hiştin. An dewlet di parlamentoyên xwe yên netewî da, van dokumentan bi hin îhtîrazan qebûl dikin. Tevgerên netewî yên ku li hember van dewletan derdikevin, her dem dibin navê parastina temamîya axa dewletan da, wek hereketên ku her divê bêne tepeserkirin têne nirxandin. Nirxandina ‘Deklerasyona Mafdana Serxwebûnê bo Welat û Gelên Mêtingeh’ ya civîna giştî ya Netewên Yekbûyî, roja 14ê Kanûna 1960an û jimara 1514an, ji hêla kurdan û Kurdistanê ve, agahîyên me yên vê mijarê pir dewlemend dike.
Di van dokumentan da, peydakirina hikumên ku dê kurdan, Kurdistanê biparêzin pir zehmet e. Divê ji vê hêlê ve nirxandina kêşeyan berî her tiştî ji hêla civakî ve, hikumên eleqedar ên di van dokumentan da ji vê hêlê ve, ji nû ve nivîsandin girîng be.
Di vê navê da, di îşaretkirina du dokumentên Netewên Yekbûyî ku ji wan ra ‘Peymanên Cêwik’ tê gotin, da jî sûd heye. Ev du peyman di Lijneya Giştî ya NYê da, di 16.12 1966 da hatin qebûl kirin. Peymanên Cêwik wek ‘Peymana Navnetewî ya Mafên Takekesî û Sîyasî’ û ‘Peymana Navnetewî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî’ tê zanîn. Ev peyman di dîrokên 3.1.1976 û 23.3.1976an da ketine meriyetê. Tirkiyê peymanên cêwik 37 sal piştî pejirandina NYê, bi qanûnên jimar 4867 û 4868, di 4.6.2003yan da, bi hin îhtîrazan pesend kiriye. Bendên yekem ên her du peymanan wiha ne: Mafê dîyarkirina dahatûya xwe ya hemû gelan heye. Bi saya vê mafê dikarin bi azadî statuyên xwe yên sîyasî dîyar bikin û bi azadî geşedanên aborî, civakî û çandî bişopînin. Di nava bendên ku Tirkiyê îhtîraz kiriye da ev bend tune ye. Mijarên wek li ber çavan girtina mercên 2003yan, nirxandina pêwendîyên YE-Tirkiyê, hevkarîya beşdariyê, xwesteka sûdgirtina ji fonên YEyê girîng e… Dîyar e ku ev rewş berevajiyê nirxandinên li jorê ye.
Dê kî van hemûyan vebêje? Di salên dawî da, çi li Tirkiyê be, çi çapemenîya bîyanî be, kêşeyên kurd/Kurdistanê bi awayek mezin tînin rojevê û gengeşe dikin. Lê ev gengeşe, her li ser xala ewlehîya netewî ya dewletan tînin rojevê. Hema bêje gengeşeyên ku ewlehîya netewî ya kurdan, Kurdistanê digirin navendê tune ne. Wek mînak, li Tirkiyê, gengeşeyên çi di çapemenîya çepgir da be, çi di ya mihafiz da be, çi di ya lîberal da be her hesasîyeta ewlehîya netewî ya dewletan tê kirpandin. Di pêvajoya çareserîyê ya di nava 2013-2015an da jî her bo van hesasîyetan, bo parastina wan bal hatîye kişandin.
Helbet kesên ku dê ewlehîya netewî ya kurdan bînin rojevê, kesên ku dê vê bikirpînin kurd in. Nirxandina Serokwezîr Neçirvan Barzanî ya bi awayê ‘Iraqê nikarî me biparêze, neparast…’, kirpandina ‘li Iraqê ji yekîtîya kurd-ereban her jenosayd ji me ra ket…’ ya Serok Mesûd Barzanî pir di cih da ye. Divê dîplomasîya kurdan çi li sazîyên navnetewî be, çi di hevdîtinên bi dewletan ra têne kirin da be, her dem li nîk ewlehîya netewî ya van dewletan, ewlehîya netewî ya kurdan, Kurdistanê jî deynin holê.
Katalan, Îskoç, Erebên Filistînî
Li Spanyayê Katalan û Baskîyan bi qasî kurdan zilm û zorê nedîtine. Qetlî’am, jenosayd nejîyane. Li herêmên xwe, xwedî mafê xwe birêvebirinê û ji bexçê zarûkan ta zanîngehê perwerdeya bi zimanê xwe dîtinê, ne. Ev maf û azadî wek defacto jî tên jîyîn. Lê katalan di mijara serxwebûnê da bi îsrar in. Ev berî her tiştî, bi ewlehîya netewî ra eleqedar e, bi xwesteka beşdarîya bo malbata netewên dinyayê, bûna endamek yeksan ê malbata netewên dinyayê ra eleqedar e. Dikare di îsrara mijara serxwebûnê da ya Îskoçyayê li Birîtanyayê jî ev bêne gotin. Li hember van kêşeyan, ramana serxwebûnê ya kurdên ku her dem ewlehîya wan a netewî di binê hereşeyê da ye, pir normal e.
Bo erebên Filistînî jî rewş wiha ye. Dîyar e ku Filistînî ji destê Îsraîlê zilm û zorê dibînin. Lê ti carî ev zil û zor bi qasî ya ku kurdan dîtîye nebûye. Wek mînak nikare behsa jenosaydek bê kirin. Ji 1948an yanî ji piştî ku Îsraîlê serxwebûna xwe îlan kir bi şûn de, di şerên navbera ereb-îsraîl da, erebên di şerên 1948, 1956, 1967, 1973, 1982yan da mirine, ji Misilmanên ku di şerê nava Misilmanan da hatine kuştin pir pir kêmtir in. Jimara ereb û Misilmanên ku di hemû van şeran da hatine kuştin nêzî 40-50 hezarî ne. Lê belê tenê di şerê 1980-1988an ê Îran-Iraqê da, ji her du alîyan milyonek zêde meriv hatin kuştin. Di hêrîşên rêveberîya Sedam Husên ên Enfalê li ser kurdan da ji 200 hezarî zêdetir kurd bi qetlî’am, gazên jehrê hatine kuştin. Piştî 2003yan, miltanên ku bomba bi xwe ve girêdane yên Misilmanên Şi’î û Sunî li cihên wek Bexda û Kerbelayê, dikevin mizgeftên hev û bi teqandina xwe di nava merivên li ser nimêjê da, bi hezaran kes hatine kuştin.
Erebên Filistînî jî serxwebûnê dixwazin. Ev daxwaz ji alîyê dewletên ereban, dewletên Îslamê, beşek pir mezin ya dinyayê ve tê piştgirîkirin. Di tora van pêwendîyan da, hewildana serxwebûnê ya kurdan, helbet pêvajoyek pir di cih da ye. Divê dîplomasîya kurdan kirpandina ewlehîya netewî ya kurdan, Kurdistanê bêyî navber bidomînin.
Werger: Ahmed KANÎ