Ermenî û Kurd,ermenî,û,kurd

Ermenî û Kurd

A+ A-

Ji Hrant Dinkî saziyên pir girîng û birûmet man. Ev sazî dijîn, têne jiyandin. Rojnameya Agosê ku di 5ê Nîsana 1996an de, hatibû sazkirin weşana xwe didomîne. Di 13ê Çileya 2017an de, jimara 1076. hat weşandin. Dîsa Weşangerîya Arasê ku di 1990an de, hatibû sazkirin weşangerî didomîne. Bi awayek bi biryar li Kamp Armenê xwedî tê derketin.

Weqfa Hrant Dinkî, hema piştî qetlî’amê hat damezrandin. Di çarçoveya Weqfa Hrant Dinkî de, konferans, panel, sempozyum têne li dar xistin. Di van konferans, panel, sempozyuman da, kêşeya ermenî, bi kêşeyên rûm, pontûs, suryanî, kurd, kurdên Êzîdî, Elewîyan… re tê rojevê. Di nava Weqfa Hrant Dinkî de, bernameyên li ser ziman û kultura ermenî jî têne meşandin. Weşanên Weqfa Hrant Dinkî jî hene. Kitêp têne weşandin. Bursa Seyaheta Ermenistanê jî di çarçoveya Weqfa Hrant Dinkî de tê dayîn.

Ji 2009an bi şûn de, Xelatên Hrant Dinkî yên nav netewî têne dayîn. Di heyeta jurî de ronakbîr, nivîskarên welatî û bîyanî yên birûmet cih digirin. Dê di 15ê Îlona 2017an de, xelata nehem bê dayîn… Ji derveyê vana, Her sal di 19ê Çile de Hrant Dink, li Stenbolê, Enqereyê, Îzmîrê û gelek bajaran, bi awayek bibiryar tê bibîranîn.

Encamek pir girîng a van hemû çalakîyan pêk hat. Ermenîyên ku piştî 1980yan hatine dinê, zarokên ermenî êdî, dest bi axaftina rabirdûyê kirin.

Weşangerîya Arasê, heta roja me, Gelek kitêb li ser ermenîyan weşand. Divê bal bo Weşanên Belge, Weşanên Perî, Weşanên Utopya, Weşanên Toplumsal Tarih Vakfi, Weşanên Îletişim, Weşanên Avesta, Weşanên ÎBV, Weşanên Everest, Weşanên Îmge bê kişandin. Bêguman, weşanxaneyên dî ku li ser van mijaran kitêb diweşînin jî hene.

Divê sempozyuma ku di rojên 23-25ê Îlona 2005an de, li Stenbolê, li Zanîngeha Bilgiyê bi mijara Di Serdema Têkçûna Împaratorîyê de, Ermenîyên Osmanî, Berpirsîyarîya Zanistî û Kêşeyên Demokrasîyê, hatibû li dar xistin neyê jibîrkirin. Danezanên ku bo vê sempozyumê hatin pêşkêş kirin, di Adara 2011an de, di nava weşanên Zanîngeha Bilgiyê de, wek kitêb derket. (XXXIV û 614 r.) Di vê sempozyumê de bi qasî 50 danezan hatin gengeşe kirin. Amadekirin û pêk anîna vê sempozyumunê jî pêvajoyek bi serê xwe ye ku divê bê lêkolînkirin. Bo amadekarîyên vê sempozyumê bi Zanîngeha Bilgiyê re, Zanîngeha Bogaziçi û Zanîngeha Sabanciyê jî beşdarî kirîye. Qedexekirina sempozyumê ji layê hikûmetê ve, biryargirtina dadgeha îdareyê ku vê qedexeyê radike û hwd. pêvajoyeke ku divê bi hûrgilî bê lêkolîn kirin.

Pirtûka Zanîngeha Bilgiyê, “Tehcîr û Taktîl, Zebitên Dîwanê Harbî î Orfî 1919-1920, û Dadgehkirina Îtîhad û Terakî”, 2009, jî ku ji layê Taner Akçam û Vahakn N.Dadrian ve, hatibû amadekirin balkêş e. (732 r.)

Di vê navê de, divê behsa du sempozyumên ku Însîyatîfa Azadî bo Ramanê ya Enqereyê li dar xistibû jî bê kirin. Di rojên 24-25ê Mijdara 2010an, “Sempozyuma bi Berî û Piştê xwe re1915 Înkar û Rûbirûbûn” ku hatibû li dar xistin de, bi qasî 30 danezanên welatî û bîyanîyan bo sempozyumê hatibûn pêşkêş kirin. Danezanên ku bo sempozyumê hatibûn pêşkêşkirin, di Nîsana 2013an de ji layê Weşanxaneya Utopyayê ve wek kitêb hatibû weşandin. Edîtor Sait Çetinoglu û Mahmut Konuk, 448 r.

Sempozyuma duyem, bi sernavê “Ji Perspektîfa 2015an Li Kuştina Hrant Dinkî Nihêrîn” bû. ‘Teblîxên Civîna Maseya Gilover’ di 18ê Çilaya 2014an de, hatibûn pêşkêş kirin. Vê sempozyumê, Însîyatîfa Azadî bo Ramanê ya Enqereyê bi Kongreya Netewî ya Ermenîyên Rojava re li dar xisti bû. Di vê civînê de jî 26 danezan hatibûn pêşkêş kirin. Danezanên vê sempozyumê jî di Nîsana 2014an de, ji layê Weşanxaneya Utopyayê ve wek kitêb hat weşandin. Edîtor, Ramazan Gezgin, Serdar Koçman, Mahmut Konuk, 311 r.

***

Ez ê hewil bidim ku di vê nivîsê de, pêwendîyên rûm, pontûs, ermenî, kurd, suryanî, kurdên Êzîdî, Elewîyan û hwd. bi hev re bigirim dest, pêwendîyên van gelan, bi rêveberîya Osmanî re, bi Îtîhad û Terakî re, bi vî awayî bi tirkan re binirxînim.

Sê dîyardeyên girîng ên ku van pêwendîyan dîyar dikin, araste dikin hene. Yek ji van dîyardeyan, Fermana Tanzîmata 1839an, Fermana Islahata 1856an e. Ya duyem, Bernameya Islahata Ermenîyan ku piştî Şerê Osmanî-Rûs ê 1877-1878an hatibû rojevê ye. Xebatên ku di çarçoveya vê bernameya Islahatê de hatibûn meşandin in. Ya sêyem Alayên Hemîdîye yên Siwarîyên Sivik ku di sala 1891î de hatibûn avakirin e. Divê ev ne yek bi yek, bi hev re bêne nirxandin. Divê ev dîyarde, pêwendîyên dîyardeyî di pêvajoya li hev tesîrkirinê, ji hev bandor girtinê de bêne nirxandin. Ji hêla bi tevayî têgihîştinê ve, analîzek wiha pirtir sûdwer e.

1. Fermana Tanzîmatê, Fermana Islahatê

Fermana Tanzîmatê 1839 û Fermana Islahatê 1856, Xristiyanan bi Misilmanan re dikir wek hev. Dê Xristiyan û Misilman li pêşberî qanûn û saziyên dewletê bêyî li ber çav girtina cêwazîya dîn, ziman, nejat wekhev bibûna. Rêveberîya Osmanî ev reforman li ser daxwaza heta li ser sepandina Rojavayê bi cih dianî. Li gor Rojavayê di wê serdemê de, yên xeyrêmislim, rûm, ermenî, cihû, suryanî bûn. Balkêş e ku 1839, dîrokek e ku kapîtulasyon jî di merîyetê de hatine bi cih anîn. Lê Misilmanan, çi tirk be, çi kurd be, vê têgihîştina wekhevîyê hezim nekir. Helwesta xwe ya hegemonhez a li hember Xristiyanan domandin. Fermana Tanzîmatê ya 1839an têgihîştinek wekhevîyê ya wiha dianî zimên. Fermana Islahatê ya 1856an tekstek e ku vê têgihîştinê hinek bihêztir dike.

Berteka Misilmanan li hember vê têgihîştina wekhevîyê roj bi roj belav dibû, bihêz dibû. Bi tevî prensîbên ku Fermana Tanzîmatê, Fermana Islahatê anîbû jî sazîyên dewletê, rêveberên dewletê berteka Misilmanan ku roj bi roj zêde dibû li ber çavan digirt. Bi piştguhkirina van reforman hewil dida ku Misilmanan aram bike. Bo ku bêtir mezinbûna van bertekan asteng bike fermanan, prensîbên ku di fermanan de hebûn bi cih nedianî.

Di pergala Osmanî de Misilman wek Miletê Serwer, Xeyrimislim Hristiyan jî wek Miletê Mehkûme dihêne binav kirin. Kesên ji Miletê Serwer nedixwestin ku wekhevîya Miletê Mehkûme bi xwe re bipejirînin. Nivîsa Prof. Dr. Baskin Oranî ‘Pêvajoya ku ji 1839an digihîje 1915an’ analîzeke balkêş e. Di nava pirtûka navborî ‘Bi Berî û Piştê Xwe re 1915, Înkar û Rûbirûbûn’ de (r. 36-39)

Serdema ku Fermana Tanzîmatê hat îlankirin, serdemek bû ku mîrektîyên kurd jî hatibûn hilweşandin, dest bi entegrekirina Kurdistanê bi îdareya navendî ve, hatibû kirin. Di serdema mîrektîyan de, di serma ku mîran li ser civata kurd otorîte saz kiribû de, ermenî rehettir bûn. Bi tevî ku bacê him didan dewletê him jî didan mîran rehettir bûn. Tîcaret, zen’at di destê ermenîyan de bûn. Ermenî, bi dana bacê bo mîran jî bi awayek rehet tîcaret û zen’atê dimeşandin. Karê çotkarîyê jî bi piranî ermenîyan dimeşand. Kurd bêtir bi ajelvanîyê meşxûlbûn. Dema ku mîrektî hilweşîyan, mîr hatin sirgûnkirin, di civatê de alozîyek dest pê kir. Sazîyên nû î ku dê otorîteya mîran hilgirtana nikaribû pêk bên. Li der û dor axayên nû nû derketin. Ev serdemeke ku şêx li Kurdistanê bi rûmet bûne. Di vê serdemê de hêrîşên li hember ermenîyan zêde bûn. Bûyerên xesbkirina hasilata ermenîyan, desteserkirina axa ermenîyan zêdebûn. Vê bi gelemperî jarbûna ermenîyan bi xwe re anî. Lê, ev ne pêvajoyek bû ku bi gelemperî dewlemendbûna kurdan dabîn bike.

2.Şerê Osmanî-Rûsan ê 1877-1878an

Di vê şerê de, Dewleta Osmanî, li hember Rûsyayê, him li bereya Kafkasê, him jî li bereya Balkanan têkçûnek mezin xwar. Piştî vê têkçûnê, di navbera Çarîtîya Rûsyayê û Împaratorîya Osmanî de, Peymana Ayestefanosê hat îmzekirin. Di Benda 16. a vê peymanê de, dihat xwestin ku Dewleta Osmanî gelê ermenî ji hêrîşên çeteyên kurd û çeteyên çerkezan biparêze. Garantorê vê peymanê Çarîtîya Rûsyayê bû. Destwerdana Çarîtîya Rûsyayê bi awayek ew qasî karîger di karên Osmanî de, Brîtanyaya Mezin û Fransayê jî pir nerhet kir. Rûsya Dewleta Osmanî wek ‘Mêrê Nexweş’ bi nav dikir. Midaxeleya Brîtanyaya Mezin û Fransayê, hewildana wan a bo dabînkirina balansê jî dihat wateya dirêjkirina temenê ‘Mêrê Nexweş’, derengxistina mirina wî.

Bi navbeynkarîya Brîtanyaya Mezin û Fransayê, peymanek nû hat çêkirin. Peymana Berlîn. Lê, benda 61. a Peymana Berlînê jî benda16. a peymana Ayestefanosê dubare dikir. Dihat xwestin ku Dewleta Osmanî ermenîyan li hember hêrîşên kurd û çerkezan biparêze. Wekî dî, bernameyek Islahatê pêşniyaz dikir. Bi Çarîtîya Rûsyayê re Brîtanyaya Mezin û Fransa jî dibûn garantorên vê peymanê.

Rûsya, Brîtanyaya Mezin û Fransa, bo ermenîyan bernameyek Islahatê amade kirin. Di vê bernameya ku ji layê Rojavayê ve hat amadekirin de, şeş bajar, wek bajarên ermenîyan dihatin nîşandan. Ev, Sêwas, Erzirom, Xarpêt (Ma’mûret-ul Ezîz), Diyarbekir, Bedlîs û Wan bûn. Wê demê ev bajar wek eyalet dihatin dîtin. Wekmînak eyaleta Bedlîsê senceqên Mûş û Sêrtê jî digirt nava xwe. Hekarî, di nava eyaleta Wanê de bû. Bazîd û Erzingan di nava sînorên eyaleta Erziromê de cih digirtin. Samsun di nava eyaleta Sêwasê, Dîloka îro di nava eyaleta Xarpêtê de bûn. Ev şeş bajarên ku bi pir bûna nifûsa ermenîyan dihatin pêşkêş kirin, bi ser eyaleta Xarpêtê ve, bi Klîkya (Çukurova)yê re dibûn yek.

Mosil jî yek ji eyaletên wê demê ya Împaratorîya Osmanî bû. Mosil, jî bajarên Hewlêr, Duhok, Silêmanîye, Kerkûka îro û deverên Helebce, Şengal. Xaneqîn digirte nava xwe. Wê demê, Iraq ji sê eyaletên bi navê Bexda, Besra, Mosil pêk dihat.

Ji van şeş başaran re Wîlayatên Sitte dihat gotin. Baskin Xoce, di nivîsa xwe ya nav borî de îşaret dike ku di tekstên îngilîzî û fransizî yên Mitarekeya Mondros a 30ê Çotmeha 1918an de, ev şeş bajar wek bajarên ermenîyan hatine nîşandan. (r. 38)

Ev bernameya Islahatê di demeke kurt de, di çapemenîyê de jî cih girt. Kurdan, berteka pir mezin li hember nîşandana ev şeş bajarên ku kurd jî lê dijîyan, wek bajarên ermenîyan, nîşan da. Ev bernameya Islahata Ermeniyan ku ji layê dewletên Rojava û Rûsyayê ve hatibû amadekirin bo sedemê dilmayîna kurd û ermenîyan ji hev du. Di vê pêvajoyê de, di hêrîşê kurdan ê bo gundê ermenîyan de, di xesbkirina hasilat, ajelên ermenîyan de zêdebûn çêbû. Li hember van hêrîşan şîkayetê ermenîyan jî zêde dibûn. Ev şîkayet, ji layê Dêra Ermenîyan a li Stenbolê ve, dihat gihîştandin bo rêveberîya Osmanî. Di heman demê de bo çapemenîya Rojava, hikûmetên Rojava jî dihat gihîştin.

Helwesta rêveberîya Osmanî ya li hemberê Islahata Ermenîyan pir zelal e. Ne sepandina vê bernameyê… Di navbera dewletên wek Brîtanyaya Mezin, Fransa, Rûsyayê û rêveberên dewlet û hikûmeta Osmanî de, li ser vê mijarê bênavber hevdîtin pêk dihatin. Di van hevdîtinan de, nûnerên dewletên Rojavayê, bo sepandina vê bernameyê li rêveberên Osmanî, fişar dikir. Rêveberên Osmanî hin caran digotin ‘em ê bisepînin’ lê bo sepandinê gav nediavêtin.

Bawerîyek rêvebrên dewlet û hikûmeta Osmanî li ser zixtkirina kêşeya ermenîyan ji layê Çarîtîya Rûsyayê ve hebû. Ev bawerî, ev dîtin, di pêvajoya gengeşekirina vê bernameyê û ferzkirina wê li ser Osmanî de, xurttir bû. Di vê serdemê de, dabeşbûna Ermenistan û ermenîyan bi awayê, Ermenistana Osmanî, Ermenistana Rûsan, li gor qen’eta min dîyardeyek girîng e ku bandor li kêşeya ermenîyan, li jenosayda ermenîyan kiriye. Divê pêwendîyên dîyardeyî yên di vê mijarê de, bi baldarîya li ser dîyardeyên pir dewlemend bêne lêkolînkirin.

Di sed sala 17. de, ta 1639an, Ermenistan di nava sînorên Împaratorîya Osmanî de cih digire. Bi Peymana Qesra Şîrîn a 1639an wek Kurdistanê Ermenistan jî hat dabeşkirin, parvekirinê. Rojhilatê Ermenistanê, ket kontrola Îranê. Piştî şerê Rûs-Îranê ê 1812-1813an, Bakû, Karabag, Şîrvan, bakurê Azerbaycanê ketin binê kontrola Rûsyayê. Bi Peymana Tirkmençayê ya 1828an a ku piştî şerê Rûs-Îranê hatibû îmzekirinê, bi beşa Ermenistana li Îranê re nifûsek mezin a kurdan ketin bin desthilatdarîya Împaratorîya Rûsan. Ev serdemek e ku Împaratorîya Rûsan li Kafkasyayê dest bi firehbûnê kiriye. Piştî vê, nirxandinên bi awayê Ermenistana Rûsan Ermenistana Osmanîyan hatine rojevê. Kurdistana Sor a ku di nava salên 1923-1929an de, di navbera Ermenistan û Karabagê de hatibû avakirin, beşek ji Kurdistana li Kafkasan e.

Di vê demê de, ciwanên Ermenîyan, li qadên cuda yên wek Paris, London, Cenova, Cenêv, Moskovayê tehsîl didîtin. Piştê tehsîlê ew vedigerîyan Ermenistanê, dikevin nava pêvajoya destpêkirina hereketek netewî. Armenekan di 1885an de di nava sînorên dewleta Osmanî de hatiye damezrandin. Hinçak di 1887an de li Cenêvê hatîye damezrandin. Lê xebatên ku şeş bajaran kiriye hedef dike. Taşnak di 1890an de di nava pêvajoyek wiha de hatîye damezrandin.

Piştî pevçûnên Sasonê ên 1894-1895an û cerdeya 1896an a Banka Osmanî ya Stenbolê daxwazên reformê, Bernameya Islahata Ermenîyan bi awayek zêdetir jî hatin rojevê. Rojavayî, Rûsya, daxwazên reformê, Bernameya Islahata Ermenî qet ji rojevê dernedixistin. Piştî pevçûnên 1909an ku li Klîkyayê pêk hatibûn, reform û programa Islahatê, ji layê rojavayîyan û Rûsyayê ve bêtir hat axaftin, ji rêveberîya Osmanî re li ser hev hat gotin.

Di tora van pêwendîyan de, di nava Îtîhadxwezan de bizava tirkîtî xurt dibû. Pêşnumayek Îtîhadxwezan hebû wek ku ji nû ve Împaratorîya Osmanî li dora netewa tirk organîze bike. Dê Împaratorîya Osmanî veguhere bo împaratorîyek tirk û dê di nava sînorên vê împaratorîyê de bi tevayî tirk bijîyana. Di çarçoveya pêşnumaya vê dewlet û civakê de, dê Xristîyan, yanî, rûm, pontûs, ermenî, suryanî, cihû, kurdên Êzîdî bêne sirgûn kirin, an bi jenosaydê nifûsa wan bête pûçkirin. Dê kurd bo tirkîtîyê, Elewî bo Misilmantîyê bêne asîmîlekirin. Bi vî awayî, dê her kesê ku li împaratorîyê dijîya bibûya tirk. Di encama sepandina van polîtîkayan de, dê malûmilk, her cure dewlemendî, hesabên bankayan, prîmên sîgortayê û hwd. ku ji rûman, pontûsan û ermenan, suryanîyan mane bêne desteserkirin, bo kontrola bazirganên tirk û Misilman bêne dayîn, bi vî awayî dê ekonomîya Osmanî bibûya ekonomîyek ku hatiye netewîbûyîkirin.

Piştî têkçûna 1911an a Trablûs, 1912an a Balkanan, li hember rûm û pontûsên ku wek dijminên hundir dihatin dîtin, ji têkçûnê berpirsîyar dihatin girtin, ji wan re hevalên dijmin ên di nava me de dihat gotin, tacîzên sîstematîk dest pê kir. Dewlet, Îtîhad û Terakîyê van tacîzan teşwîq dikir, destek dikir. Bi tacîzan re sirgûn jî dihatin. Malûmilk, micewherat û pereyên li bankayê û hwd. yên rûm, pontûsên bi tacîzan hatine dûr xistin, sirgûn kirin, dihatin desteserkirin. Bo talana bazirganên Misilman tirk, rê dihat vekirin. Di nava hemû vê pêvajoyê de, îsrara Rojava û Rûsyayê ya li ser reform û Programa Islahata Ermenîyan jî diajot. Siltanê Osmanî nîhayet, 8ê Sibata 1914an, mecbûr ma ku reform û Programê Islahata Ermenîyan îmze bike.

Naveroka vî programî ev bû: Dê du mifetîşên giştî ku ji layê Rojavayîyan ve hatine hilbijartin û ji layê Padîşah ve hatine te’yînkirin deh sal li ser hev li Wîlayatê Sitte wezîfe bikirana. Ev mifetîşên giştî dê xwedî erka ji kar derxistin, te’yînkirina hemû karmendan bûna û wekî dî, dê karibîya îdareyê, adliyeyê polîs û cendirmeyan kontrol bikira. Dê di meclîsên wîlayetan de, li gor rêjeya nifûsa xwe xeyrêmislim beşdar bibûna. Alîyên vê peymanê Dewleta Osmanî û Çarîtîya Rûsyayê bûn. Garantor Rûsya bû. Yanî bi benda 61ê ya Peymana Berlînê, benda16ê ya Peymana Ayastefanosê paş ve hatibû. Sozên ku di mijra sepandina Programa Islahata Ermenî de hatibûn dayîn jî mixateb êdî Rûsya bû.

Gelo çima Brîtanya Mezin li hember rola Rûsyayê ya bi awayek ew qas karîger der neket? Çunku Brîtanya Mezin difikirî ku hêza yekem a li hember Almanyaya roj bi roj ber bi Rojhilat û Başûrê ve nifûz dike karibe raweste, bes Çarîtîya Rûsyayê ye. Çima Almanya piştgirîya hereketa Îtîhad û Terakîyê ya ber bi nava Asyaya Navîn ve, hêrîşa wan bi ser ermenîyan ve, dikir? Çunku Almanya, dikaribû di ser Asya Navîn re, bi sazkirina fişarê li ser Hindistana ku kolonîya Brîtanyaya Mezin bû, berjewendîyên îngilîzan, asteng bikira. Tê zanîn ku di wê serdemê de, Hindistana ku Pakistan, Bengladeş û Afganistana îroyîn digirt nava xwe bin-parzemînek mezin bû.

Ev peyman Îtîhad û Terakîyê pir nerhet kir. Îtîhad û Terakîya ku hikûmeta Osmanî pêk dihanî, di nîyeta sepandina vê programê de nebû. Ti carî nîyetek wiha ya Îtîhadxwezan nebû. Îtîhadxwezan di vê rewşê de, dest bi ramîna ku ti rê ji ketina şer pê ve tune ye, bo rizgarbûna di dema kurt de ji mifetîşên giştî, di dema navîn de ji Kêşeya Ermenî, di dema dirêj de jî ji Kêşeya Şerqê.

Dîroka tayîna Mifetîşên Giştî 1ê Tîrmeha 1914an e. Beşdarîya Dewleta Osmanî ya Şerê Yekem ê Dinyayê 1ê Mijdara 1914an e. 31ê Kanûna 1914an jî, dawî li karê mifetîşên giştî tê anîn. Operasyonên dawîanîna kêşeya ermenîyan jî, di 24ê Nîsana 1915an de dest pê kiribûn. Tê zanîn ku piştî van dîrokan jenosaydek pêk hatibû. Zelal e ku bo vê ji 1910an pê ve, amadekarîyek cidî tê kirin, plan, proje têne amadekirin. Wek ku Baskin Oran Xoce gotîye, “bi artêşa bêçarox ketina şer, ji çêkirina reforman hêsantir” hatîye.

3. Alayên Hemîdîye yên Siwarîyên sivik

Alayên Hemîdîye yên Siwarîyên Sivik di sala 1891an de hatine sazkirin. Sedemê bingehîn î vê sazkirinê bo berterefkirina xetereya ermenî ya ku roj bi roj bipêş diket, bû. Sazkirina Alayên Hemîdîye li şeş bajarên ku di Programa Islahata Ermenîyan de, wek Wîlayatê Sitte hatibûn diyarkirin balkêş e. Zelal e ku vana bajarên li ser sînorên Împaratorîya Rûs in an bajarên nêzîkî sînora ne. Aha di vê xalê de, divê du dîyardeyên ku li jorê derbas bûn, pêwendîyên dîyardeyî bi vîya sêyemîn yanî bi dîyardeya Alaylayên Hemîdîye re bêne nirxandin. Ji hêla têgihîştina binyada civakî ya li ser vê serdemê û pêwendîyên sîyasî bi awayek tevayî ve, pir sûdwer e. Sedemek girîng ê sazkirina Alayên Hemîdîye yên Siwarîyên sivik jî hewildana astengkirina neteweperwerîya Kurd a muhtemel e. Dabînkirina dilsozîya kurdan bi gelemperî, serokên eşîra kurd bo Dewleta Osmanî, Siltan Evdilhemîdê II. girîng dibe. Rêlibergirtina hêrîşên muhtemel ên Rûs jî sedemek sazkirina Alayên Hemîdîye ye. Wekmînak, dibe jiber ku eyaleta Mosilê ji sînorên Împaratorîya Rûs dûr bû, li wirê bo pêkanîna Alaya Hemîdîye hewildanek nehatîye kirin.

Karîgerîyek pir mezin a sepandina Alayên Hemîdîye li ser jiyana civakî ev e: Eşîrên ku beşdarî bo Alayên Hemîdîye dikirin bi piştgirîya dewletê dest bi hêrîşa derdora xwe jî kiribûn. Ev hêrîş di serî de li hember ermenîyan, gundên ermenîyan hatine kirin. Li hember kurdên ku parastina wan, eşîreta wan tune bû jî ev hêrîş hatine kirin lê tê dîtin ku bêtir li hember ermenîyan hatine kirin. Beşdarîya van alayan, bo eşîretên ku beşdar bûne prestîj anîye. Kurdên ku beşdarê Alayên Hemîdîye yên Siwarîyê Sivik nebûne jî bo ku di nava gel de forsê bikin bi unîformayên fermî dest bi gerê kiribûn. Bi tevî ku bikaranîna van unîformayên fermî ji layê kesên ne Hemîdîyeyî ve hatibû astengkirin, qedexekirin jî ji vê rewşê re nebûye çare.

Alayên Hemîdîye yên Siwarîyê Sivik wek 64 alay hatin sazkirin. Di serdema sazkirinê de, serokên eşîran bo ku xwe bihêz nîşan bidin tomara pir leşkeran çêkirin. Lê di teftêşan de hat dîtin ku bi qasî leşker hatine tomarkirin tune ne. Her alayek dê ji 800-1000 leşkerî pêk bihata. Lê ew qas nebûn. Alay, di 1891î de 40, di 1893yan de 56, di 1899an de bûn 64. Hesp, hefsar û serhefsar ji layê eşîran ve dihatin dabînkirin. Dewletê, çek û uniforma didan.

Dema ku Alayên Hemîdîye yên Siwarîyê Sivik dihat gotin, sê eşîr û serokê van sê eşîran di cih de derdiketin pêş. Eşîra Mîran û Serokê wê Mistefa Paşa, Eşîra Milan û Serokê wê Îbrahîm Paşa, Eşîra Hayderan û Serokê wê Kor Husên Paşa. Eşîra Mîran li Cizîrê, Konfederasyona Milan li Wêranşarê, Eşîra Hayderan li dora Patnosê bû. Nîşanên paşatîyê, Evdilhemîdê II. di dema zîyareta wan a Stenbolê de, dabû wan. Tê kirpandin ku paşatî ne payeya generalîyê ye, nîşaneke ku statuya civakî dabîn dike. Tê gotin ku bi gelemperî ev serokên eşîran xwendin-nivîsînê jî nizanin. Katibên wan bi piranî ermenî bûn. Taybetmendîyek girîng a van sê eşîr û serokê eşîran hêrîşkarbûna wan a li ser derdora wan bû. Bi taybetî li hember ermenîyan hêrîşên pir mezin dikirin, erdê gundên ermenî xesb dikirin. Li gora qen’eta min sedemê bingehîn ê bo wan payedayîna Siltan jî ev bû.

Di nava Alayên Hemîdîye yên Siwarîyên Sivik de, ji xeynê eşîrên Milan, Mîran û Hayderan, alayên eşîrên dî jî hebûn. Wekmînak, alayên eşîrên Cibran, Hasenan, Zirkan, Sipkan, Berazî, Adaman, Takoriyan, Karakeçî, Celalî, Tayan, Mehmedyan, Dawidiyan jî hebûn. Lê Siltan Evdilhemîdê II. nîşana paşatîyê bes dabû serokê sê eşîran. Eşîra Sipkan li devera Gimgim, Kanîreş, Kopê; Eşîra Hasenan li Milazgirê, Eşîra Zirkan li Xinûs/Kela, Tekmanê, Eşîra Sipkan li dora Eleşgirê jî bicih bûbû. Ademan li Takoriyenê, Eşîrên Celalî li alîyên Agirî, Bazîdê bûn.

Ji eşîrên Elewî, eşîra Hormekîyan jî dixwest alayê saz bike, lê Alaya Hemîdîye ya Hormekîyan tunebû. Ji Eşîra Reşkotan a ku bi ermenîyên derdora xwe re di nava pêwendîyên germtir de bû, Alaya Hemîdîye tune bû. Ji Pencînarîyan jî tune bû. Li gor qen’eta min taybetmendîya ku dihat xwestin, li hember ermenîyan xwedîbûna bertekek mezintir bû. Wekmînak, fermandarê artêşa 4. û posta ku Alayên Hemîdîye yên Siwarîyên Sivik li serê bû, bi taybetî dixwest ku wiha be. Di nava Konfederasyona Milanê de alayek ku ji kurdên Êzîdî pêk dihat jî saz bûbû.

Alayyên Hemîdîye yên Siwarîyên Sivik bi ser artêşa 4. ve bûn. Navenda artêşa 4. Erzingan bû. fermandar Zekî Paşa bû. Zekî Paşa zavê Sarayê bû, Pir nêzîkî Evdilhemîd bû. Çavê xwe ji hemû bêqanûnîyên ku ev sê paşa dikirin re digirt. Şîkayetên ermenîyan û kurdên jar ên bêparastin di heqê van paşayan de dihatin veşartin. Ger ev şîkayet biçûna dadgehê jî bêbandor bû.

Di mijara alayên Hemîdîye de xebatek pir birûmet hatîye kirin. Xebata Janet Klein. Alayên Hemîdîye, Li Ser Sînorên Împaratorîyê û Eşîrên Kurdan Weşanên İletişim, 2. Çap. Stenbol, 2014

Janet Klein di vê xebata xwe de, di heqê sazbûna Alayên Hemîdîye yên Siwarîyên Sivik, çalakîyên wan, pêwendîyên wan bi Evdilhemîdê II. re bi Zekî Paşayê Fermandarê Artêşa 4. re, de agahîyên girîng dide.

Di pirtûka Adnan Çelik û Namik Kemal Dinç, Axa Sed salî! Li Şopa Bîra Civakî/Yüz Yıllık Ah! Toplumsal Hafızanın İzinde 1915 Diyarbekir (ÎBV, Çile 2015, Stenbol) û Muslum Uzulmez, Erxenî Rûpela Veşarî ya Tarîxê Ermenî (ÎBV, 2016, Stenbol) de him li ser Alayên Hemîdîye, him li ser ermenîyan agahîyên birûmet hene. Divê behsa pirtûka Nusret Aydinî jî Di 100. salîya Tehcîra ermenîyan de, Ji Dîroka Devkî ber bi heqîqetê ve. Diyarbekir (Weşangerîya Roşna, 2016, Diyarbekir) bê kirin.

Xebatek pir girîng a di van mijaran de ku divê bê gotin jî weşanek Universîteya Bilgiyê ye. Li Diyarbekirê Pêwendîyên Civakî (1870-1915) Vê xebatê berheva Joost Jongorden û Jellej e. (Kanûn 2015, Stenbol)

Bi tevî van, pirtûkên pir birûmet ên Weşanên Belge, Weşanên Perî, Weşanên İletişim, Weşanên Toplumsal Tarih Vakfi, Weşanên Everestê di van mijaran de ku hatine weşandin. Divê ev bibin mijrara nivîsek cuda.

Gengeşeyên li ser Wîlayatê Sitte Di Nava Ermenî û Kurdan de,

Îroj Ermenî, ji bajarên wek Sêwas, Erzingan, Dêrsim, Çewlîg, Xarpêt, Erzirom, Mûş, Bedlîs, Agirî, Qers Diryarbekir, Wan, Sêrt, Semsûrê re Rojavayê Ermenistanê dibêjin. Ji heman devera re Kurd jî Bakurê Kurdistanê dibêjin. Di vê mijarê de gengeşeyek heye.

Di heqîqetê de wiha ramîn rasttir e. Tê dîtin ku kurd û ermenî ji berê de di nava hev de jiyane. Ermenî bêtir li bajaran, bi tîcaret û zenaetê re meşxûl in, kurd jî li gundan bi ajelvanîyê re meşxûlbûne. Ji her du beşan jî cotkar hebûne. Çotkarîya ermenîyan bihêztir, berhemdartir bûye.

Meriv kare bibêje ku Gola Wanê navend bê girtin û ber bi jor ve biçe dê nifûsa ermenîyan zêde bibe. Li virê jî ermenî û kurd di nava hev de dijîn. Dema ji Gola Wanê ber bi jêr dakevî nifûsa kurdan zêde dibe. Dikare bê gotin ku ermenî û kurd li virê jî di nava hev de ne, lê li virê kurd pir in. Tê dîtin ku li van deran ermenî û kurd Asûrî-Suryanî, kurdên Êzîdî bi hev re dijîn.

Ev rewş ya berî 1915an yanî berî jenosaydê ye. Dikare bê gotin ku ev pêşnumayek qeba ye. Piştî 1915an yanî piştî jenosaydê dikare behsa koçeka kurdan ji başûr bi bal bakur ve, ji gundan bi bal bajaran ve bête kirin. Ev tê wê wateyê ku piştî tehcîr û jenosaydê erd û xaniyên ermenîyan yên vala mabûn hatine îşgal kirin û ji wan sûd hatîye wergirtin. Dikare bê gotin ku dewletê ev teşwîq kiriye, Piştî Îtîhad û Terakîyê, rêveberîya Komarê jî di ramanek wiha de bû.

Ev mijar hemû dikare di nava rûm, pontûs, ermenî, kurd, suryanî, Kurdên Êzîdî, Elewîyan û hwd. de bê axaftin. Helbet tirk, ereb, faris alîyên girîng ên vê mijarê ne. Bo vê dikarin civîn bêne kirin. Divê armanca van axaftinan, civînan ne îqnakirina hev du be, bo bi azadî her kes raman û hestên xwe derbibirîne be. Di her mercî de, parastina azadîya derbirînê girîng e.

Divê îro tiştê herî girîng ê ku dê pêwîstiya rûman jî pontûsan jî ermenîyan jî kurdan jî suryanîyan jî Kurdên Êzîdî jî Elewîyan jî pê hebe, rexne be. Ev bo tirk, ereb, farisan jî wiha ye. Divê axaftvan, beşdar, bêyî ku hev tehqîr bikin, piçûk bixînin; hewil bidin ku bi têgehên zanistê, rexneyê û sîyasetê ramanên xwe, hestên xwe der bibirînin. Divê di vê çarçoveyê de dem dem civîn, hevdîtin bêne kirin.



Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :