EVÎN Û JIYAN
Ev roman bi serê xwe romanek trajedîk e. Roman û bûyer serî heta dawîyê bi devê karektera sereke tê vegotin. Sylvîa bi qelema mêrekî dibe qurban û her tim di nav qirêja mêran de avjenî dike. Karektera me qîza bavekî birokrat e û çîroka bavê wê jî ji a wê ne cudatir e. Nivîskar 3 mijaran kirîye mijar li ser laşê mêran, homoseksûel, li ser navê jinan lezbîyenî û li ser navê rêxistinê jî navên ku mexles tên bi kar anîn yanî dibêje ên ku di partîyê de dixebitin navê wan dido ne.
Gelo nivîskarê me li vir xwestîye ji xwînerên xwe re çi bibêje? Dibêje min jiyana mirovan wek rêzefîlmeke anî li ber çavên we, mirov gava ku dest bi xwendina pirtûkê dike di serî de bala mirov diçe li ser Sylvîayê lawazîya wê û têk çûyîna wê. Gava ku mirov hinek jî diçe fahm dike pirtûk ne li ser jinê ye li ser lawazîya hest û zayendîya mêran e. Di dîtina yekemîn de nivîskar lawazîya hestê mêran dixe holê, li pirtûkxaneyê hev û du dibînin. Li wirê jî bi çavên mêrane lê dinêre û dibêje jineke sipahî ye niha mêrê wê li ser kêfa xwe dike, yanî li virê em fahm dikin ku hestên mêran bi dîtina yekem de xwe didin dest. Romana ku ji 152 rûpelan pêk hatîye çima çîroka bavê Sylvîa na, çima li ser laşê mêran na û çima evîneke bi rêk û pêk na tenê li ser zayendîyê hatîye nivîsin? Dubare bi dubare peyv hatine nivîsîn, minak: min ewk kir em bi hev re şaduman bûn me seks kir hwd... Gelo nivîskar çima zayendîyê dixe çavên me wek ku xwînêr fam nekiriye ji dewsa peyvek sê car peyvên heman wate bi kar anîye. Xwezî di nav ew qas rûpelan de hinek tehma wêjê û ristên edebî jî hebûna. Sê Karekterên mêr an jî tîp Vîktor jinfiroşek, Andersson jinparêz û Jîkov jî evîndarê jinekê ye. Em analîza van hersîyan bikin heke bi qelema mêrekî bê nivisîn gerek mirov bide fikrandin gelo nivîskar li vir laşê mêran û laşê jinan dide berhev? Hemoseksuel û Lezbîyenî her du jî laş firoş in.
1- Bûyer li Polonyayê dest pê dike û me bi xwe re dibe Siwêdê. Em li wirê dibin şahidê jiyana rasteqînek ku her netewek tê li welatê xwe vedigere.
2- Vebêj karektera yekem Sylvîa û bi devê nivîskar tê qalkirin
3- Karekter an jî tîp di rol û misyona xwe de hinek lawaz û hinek jê jî serkeftî bûn.
4- Bûyer li Polonya û Swêdê hatibû qewimîn.
Berga pêşîn jineke bê çare û lawaz tîne li ber çavên me
Berga dawî jineke bi xwe bawer û azad tîne li ber çavên me
Encam
Pirtûka Lokman Polat Sylvîa pirtûkek postmodern e û paşîya pirtûkê tê pêşîya pirtûkê. Qedandina pirtûkê dide fikrandin Sylvîa ji bo zewacê tê Polonyayê lê ji ber ku evîndarê wê yê evîna platonîk wê li erdê dihêle ew jî tê welatê xwe ku Jîkov re bizewice. Gelo nivîskar gava ku diqedîne çima wê bi Vîktor re da zewicandin? Ew jî dide fikrandin
Bi min pirtûk ne serkeftî bû, pesn dayin pirr bû û edebî nebû.
"Nav: SYLVÎA
KOLEYA BAZIRGANÊ JINFIROŞ
Nivîskar: LOKMAN POLAT"