Dîrokek şikestîxwar, Tevgera Goran!
Piştî 2003yan Başûrê Kurdistanê di sê pêvajokên girîng ra derbas bû. Yek; ji van pêvajokan; “avakirina bingeha aştîyek netewî” bû.
Di vê pêvajokê da Mam Celal Talabanî, wek serokê rêbazî yê YNKê û Kek Mesud Barzanî jî wek rêbazê PDKê rolekî girîng lîstin. Ew bingeh hat avakirin û hin di nav avakirina "dewletek Federal a Iraqê” da û hin di amadekirina makezagona vê dewleta federal da role xwe lîstin. Postên ku para Başûrê Kurdistanê diketin, di navbera van hêzan da hat parvekirin. Birêz Celal Talabanî wek “serokkomarê Iraqê”û birêz Mesud Barzanî jî wek serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê hatin diyar kirin. Ev lihevhatinek stratejîk û netewî bû.
Helbet di vê lihevhatina stratejîk da him kêmasîyên YNK him jî PDK pir bûn: Ji dêlva ku îradeyek netewî derkeve hole û li ser vê îradeyê bingehek netewî bêt avakirin; riya lihevhatinên hizbî û li ser van berjewendîyên hizbî, avakirina bingehek netewî kirin esas. Her partî berjewendîyên xwe derxistin pêş. Ev her bû sebebê zîndehiştina nexweşîyên dîrokî, hizbî û îdeolojî.
Ev jî bûn astengên sereke li hember avakirina dewletek navendî: Hêla hizbî, hêla îdeolojî û hêla berjewendîyên şexsî - malbatî ku li ser van esasan zînde man û bi van nexweşîyan hatin xwedî kirin; yek bi yek derketin pêşberî nirxên dewletbûnê. Van nexweşîyan mildan hev ku pêşî li sîstemek dewleta navendî bêt girtin. Di nav herdû hêzên sereke yên Başûrê Kurdistan (YNK-PDK) de jî ev, bi hawayekî balkêş derket ber me.
Di rojevê de çend xalên netewî û bingehîn hebûn: yek ji van amadekirina makezagonek sivîl, demokratîk bû ji Kurdistanê ra.
Xala din jî; avakirina artêşek netewî-Kurdistanî bû: Divê roj berî roj hêzên çekdar ji bin bandora hizb û nexweşîyên dîrokî derketina û li gor pîlanek netewî-navendî bihatana bi rêkûpêk kirin. Ev gav her di rojevê da ma, mixabin bê ku di vî warî da serkevtin bidest kevin. Biryarên ku li parlementoyê dihatin girtin, li dîwarê siyaseta herêmî a Hevlêr û Silêmanî diketin û bêwate diman. Duserî siyasetek derdiket ber nirxên netewî û nedihişt ku ramanên avakirina siyasetek netewî-navendî bibandor bibe.
Ev mejîyekî hizbî bû û ji “lihevhatina stratejîk a PDK û YNKê” xwîn digirt(!) Ji berjewendîyên şexsî, malbatî û hizbî re mertalek çêdikir ku bandora xwe bimeşînin.
Di avakirina dewletek federal, an jî serbixwe da ev astengên mezin bûn ku roj bi roj bandor û rola Parlementoya Kurdistanê kêm dikir û zeîf dixist.
Hebûna Parlementoyê bêwate dikir!
Di hilbijartinên Parlementoyê yên 2009an da ev rewş hîn xerabtir derket ber me. Ji ber sebebên nexweşîyê, bandora Mam Celal li ser YNK kêm bibû û Newşîrvan Mistefa, YNK dabû ber neşterê. Perçekir, jê Tevgera Goran derixist û bi serê xwe ket hilbijartinan. Tevgera Goran bû hêza duyem di Parlementoyê da. Bi siloganê “tevgerek medenî û goranên siyasî” derket mezatê. Lê nêzî hevkarîyê nedibû û ev postê xwe jî, ji bona avakirina hikûmetek nû bi helwestek xerab bikar anî. Bû sebebê bêbandorkirina Parlementoya Kurdistanê.
Tevgera Goran, di damezirandina Hikûmeta Kurdistanê da xwe giran kir û xwest vê rola xwe jî tenê ji bona berjewendîyên hizbî bikar bîne. Ev hewlên Tevgera Goran di parlementoya Kurdistan da bû sebebê ku di demek xerab da 7 mehan Kurdistan bê hikûmet bimîne. Rewşa herêmê tevlihev bû û îşareta alozîyan ji nêz ve xuya dikir.
Newşîrvan Mistefa; di milîtanîya illegal a hizbî û rêxistinî da kesatîyek lipêş bû. Lê di siyaseta sivîl û avakirina dewletê da bê tecrûbe û xavik bû. Muxalefet û milîtanîya kolanan û avakirina dewletekê ji hev cûda bûn. Rastîya Newşîrvan Mistefa û rewşa Rojhilata Naverast û mercên ku Kurdistan tê da, hevûdû temam nedikirin. Kêmasîyên Newşîrvan Mistefa derketin pêşîya wî û bûn sebebê ku xetayên mezin bike û di warê netewî da zerarê bide siyaseta netewî û Kurdistanî. Îro ev siyaset bûye sebeb ku dijminên Kurd û Kurdistanê dest dirêjî siyaseta nav Kurdistanê bikin.
Pêvajoka girîng a duyem:
Bi destpêkirina giftûgoyên li ser serxwebûna Kurdistanê û çûna referandûmê û êrîşên DAIŞê ser Kurdistanê ve; Tevgera Goran, Rêka bêîstiqrarkirina başûrê Kurdistanê da ber xwe û bû sebebê pir alozîyan. Li gor lihevhatinên avakirina hikûmetê çar postên sereke bidestxistibû û şirîkê hikûmetê bû(!) Lê berê wan li kolanan û muxalefet dikir. Berpirsiyarî ya şirîkatîya hikûmetê negirt ser xwe. Xwest ku wan postên didest de jî li hember raqîbên xwe bikar bîne. Di van hewldanan de Newşîrvan Mistefa; di bin bandora “Bihara Ereban", hilweşandinên welatên ereban da ma û bi navê “Bihara Kurd" xwest ku tevgerek sivîl damezirîne. Di vî warî da her têkilî ji xwe re meşrû dît û bi bawerîyek ku “her dijminê Barzanîyan dostên me ne“(!) tevgerîya. Ev helwest kir karesat ji xwe re ku li hember dijraberên xwe yên siyasî bikar bîne û Tevgera Goran bihêztir bike. Di virê da hesabên Newşîrvan Mistefa hizbî bûn û ji nirxên netewî, niştimanperwerî dûr bûn.
Tevgera Goran, alozî û hesabên herêmê, hewldanên dijminên Kurdistanê ne tanî ber çavan û ji nirxandina van hesaban dûr bû. Ji realîta Kurdistanê dûr bû. Ji ber ku dijminên Kurdistanê (Îran, Tirkîye û Iraqa Nûrî El-Malikî) di nav amadeyên têkbirina Kurdistanê da bûn û yek ji van hêzan jî DAIŞ bû.
Pêvajoka sêm:
Piştî ku Parlementoyê dest bi karê xwe kir, projeyên mezin li hêvîya biryaran bûn. Wek; Ji bona serxwebûnê û deverên Madeya 140î, referandûma Kurdistanê, avakirina Artêşa hêza netewî, Pirsgirêka mûçe û milîkirina petrola Kurdistanê, amadekirina Makezagona Kurdistanê. Dirêjkirina postê serokatîya Kurdistanê û usûla vê hilbijartinê.
Mixabin di virê da jî Tevgera Goran rolekî ne erênî bikar anî. Ev helwesta Goran jî bû sebebê ku parlemento nikaribe karên xwe bike. Her ku diçû parlemento ber bi bêîstîqrarîyê ve digindirî.
Tam di vê demê da Kurdistan raserî êrîşên tevgerek terorê ya DAIŞê hat. Di 24 kathejmêran da DAIŞ 40 Km. nêzî Hevlêrê bû. Xaka herêma Kurdistanê ket bin tehdîdek mezin. Hemû bar ket ser milê serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî. Tam di vê demê da Tevgera Goran got “Postê Serokatîya Kurdistanê Ne Meşrû ye"(!) û rola Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî anî giftûgoyê.
Nûrî El-Malikî Serokwezîrê Iraqê bû: Nûrî El Malitî bi yek hewlê, Şingal, Deşta Nînowa, Başîk, Musil, derdorên Kerkuk heta Felûce bê ku şer bike teslîmî DAIŞê kir. Ev herêm piranîyên wan li gor madeya 140î li hêvîya referandûmê bûn. Bi rêbazîya Nûrî El malikî; bi miliyaran dolar û çekên modern teslîmî DAIŞê bûn. Mûçe û dahatên herêmê bi destê Nûrî El Malikî hatibûn qutkirin. Malikî dixwest ku “bi qutkirina nifaqê kurdan û bi birçîbûnê kurdan terbîye”(!) bike.
Tevgera Goran, di van şertan da serokê Partîya El dawa Nûrî Malikî vexwend Kurdistanê û bi vî dijminê kurdan ra li ser sifrê xwarin xwarin(!)
Herêm di bin êrîşên DAIŞ û qeyranên aborî de; divêtîya hêzên çekdar bi çekên giran û ji nû ve reorganîzekirina hêzên Pêşmergeyan hebûn. Tam di vê demê de Tevgera Goran dest bi çalakîyên kolanan kir û êrîş bir ser ofîsên PDK û bingeh ji provakasyonên mezin ra amade kir(!) Ala Kurdistanê binpê bû, kargehên PDKê hatin şewitandin, û kujtin û birîndarî çêbû. Lê Tevgera Goran ev bi navê “çalakîyên medenî" binav dikir. Bû sebebê hilweşandina “tifaqa avakirina hikûmetê”!
Tevgera Goran; di hamû hewldanên xwe da xwest ku YNKê jî bigire cem xwe û Serokê herêma Kurdistanê di qada êrîşan da tenê bihêle û Kurdistan têk here.
Lê hest û ramanên Kurdistanî, xwebexşerên doza Kurdistanê, şervanên çeperên berxwedanê, rê nedan ku ev daxwaza Tevgera Goran biçe serî û ew pîlan hilweşandin. Di vî warî da rola hêza çekdar a YNKê jî hêjayê pesindanê ye. Ev hêz bê ku berjewendîyên hizbî derxin pêş, ketin bin rêbazîya serokê Kurdistanê û di qada şer da serkevtin tomar kirin. Hemû herêmên ku li gor madeya 140î ku li hêvîya referandûmê bûn ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin û bûn beşek ji axa Hikûmeta Kurdistanê. Ketin bin parêzgerîya Pêşmergeyên Qahreman.
Piştî koça dawî a Newşîrvan Mistefa; li dewsa Newşîrvan Mistefa Omer Seyid Elî hat hilbijartin. Bi hêvîya ku Omer Seyîd Elî bi qedroyên xwe ra vê pêvajokê rast û li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistanê binirxîne û were ser xetek Kurd û Kurdistanî.
Di rojhilata Naverast da avakirina Dewletek Kurd, karekî giran û pîroz e. Bi hêvîya ku her kes xwe ji vê gava pîroz ra amade û berpirsîyar bibînin.
26.07.2017