Dîmenên xezebê
A+
A-
1
Strana " Xezal Xezal " ji cizîrî û Șivan xwest ku rawestînin navê wê
Çiko denê vê stranê
Gelek gur li xwe jivandine
Û berxwedana pêwîst peyda nebûye
2
Bilûra resen
Xwe şikand
Dema pez nema xwe lê girt
Û şivan gelek caran di xwere diçû
Pez diterqiya
3
Çiyayê kurdan yê bilind
Ji dirêjaya xwe
Ji panaya xwe
Hate xwarê
Tore bû:
Ev wiha çiye?
Ev kesên ku şûşê meyê
Bi serê min de şikandin
Û şeva dijiminan xwe li min pêça!
4
Yeka kurdan nabe du!
Ta jimar jî rastiyê dizane
Ku yek bi xwe jî ji berhev çûye
Ûûûûû derdora kurdan çiqas mij û moran e?
5
Min di serdanên xweyî ji derva
Ehmedê Xanî gelek caran didît
Dînekî beradayî
Min xwest gazî wî bikim
Bi hêrs li min vegerand:
Carekî dî min bi nav neke
Ne tu û ne bilî te
Ma we çi di min de hêlay kuro?
Gotinên miftehî : dîmenên,xezebê