1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Divê Kurd Peyvên Malikî Navêjin Piştguhê xwe!
Divê Kurd Peyvên Malikî Navêjin Piştguhê xwe!,divê,kurd,peyvên,malikî,navêjin,piştguhê,xwe

Divê Kurd Peyvên Malikî Navêjin Piştguhê xwe!

A+ A-

Li Başûrê Kurdistanê hewlên amadekarîyên referandûm û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin, gav bi gav bipêş de diçin. Hikumeta Kurdistanê, di bin serokatî û Serokwezîrê Hikumeta Herêmê de, bi heyetên payebilind, têkilîyên navdewletî, di erkekî serkevtî de dimeşînin. Ji Urdun, dewletên Kendavên Ereban bigire, heta Bulgarîstan, Rusya û USA ev têkilî dimeşin.
Ji hêlekê de ev têkilî û amadekarîyên Kurdistanê dom dikin.
Ji hêla din de jî dijminên Kurd û Kurdistanê jî, ji bona pêşî lêgirtina referandûm û serxwebûnê, di tehdîdên hevpar de ne. Bi daxuyanîyên xwe, bi peydakirina nîfaqên nav kurdan û bikaranîna cûdatî yên nav siyaseta Kurd, bi hewldanên balkêş derdikevin pêşberî kurdan.
Armanca van hêz û grûban, yek bi yek li ser yek meramê hevûdû temam dikin:
“Divê Kurd li ser axa Kurdistanê nebin xwedî dewlet“(!)
Serokwezîrê İraqê yê berê û serokê “Hizb El-Dawa û bi dijminatîya kurdan namdar, Nûrî El-Malikî, daxuyanîyek da “Rojnameya Exbar“ ya Lûbnanî û di daxuyanîya xwe de bi şîweyek eşkere gazî dijraberên kurdan kir û dibêje:
“Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dixwaze Kurdistana mezin ava bike û Iraq, Îran, Sûriya û Tirkiya parçe bike. Lewra pêwîste bi şîweyek tûnd, her 4 dewlet, li dijî gavên Barzanî rawestin û rê nedin siyasetên Barzanî yên tak alîyane û pêşî lê bigrin.“(!)

Helbet bingeha vê daxuyanîyê, xwedî bingehek dîrokî ye. Her dem van herçar dewletên neyar, bi yek hewlê û bi şêweyek hevpar li henber Kurd û Kurdistanê helwest girtine. Her dema ku Tevgera Kurd gihîştîye encamek serkevtî; van dewletan dev ji nakokîyên navxwe berdane û bi yek helwestê, di warê siyasî û leşkerî de, li henber kurdan sef girtine. Ev helwest, bi perçekirin û dabeşkirina Kurdistanê re bûye siyasetek hevpar a van herçar dewletan. Serê kîjan dewletê bi Tevgera Kurd re ketibe “tengasî“yê, ji hersê dewletê din alîkarî xwestîye!

Ew Nûrî El Malikî yê ku dixwest kurdan bi birçîbûnê terbîye bike(!), dixwaze vê qerta xwe bikar bîne. Vê carê bi vê qertê kurdan tehdît dike. Helbet bingeha vê tehdîdê heye û divê Kurd vê tehdîda Nûrî El-Malikî piştguh nekin.

Nûrî El Malikî kuçikê ber derîyê siyaseta Îran a Şîe ye di herêmê de. Li gor stratejîya Îran tevdigere. Hewlên Nûrî El-Malikî, divê wek hewlên Îran bên xwendîn.

Di çapemenîyê de sernivîsa nûçeyekê di vî warî de pir tiştan eşkere dike:

“PKK, Îran, Sûriye û Heşda Şeibî li Hesekê civiyan“(!) (Rûdaw,31.05.2017)
Wek ku em dizanin, ev demeke Haşdî Şeîbî li derdorê Çiyayên Şingal di tevgerên leşkerî de ye. Hewlan dide xwe ku, derîyekî di navbera axa İraq û Sûrîye de veke ku, xwe bi hêsanî bigihîne hêzên BAAS a Sûrîye. Di vî warî de kî û Kijan hêz ji vê hewla Îran re alîkarin? Navê kîjan hêzan derbas dibe?

Haşdî Şeîbî, hêzek Şîe ye û bi destê Îran perwerde û pirçek dibe. Li ser armancên stratejîya Şîe xwedî erk e. Li Iraq piştgirê vê hêzê û fînansorê vê hêzê Îran bi desthilatdarîya Nûrî El Malikî û Hizb El-Dawa têt meşandin. Malikî hêza xwe ji vir digire.

Hêza din PKK ye. Hebûna PKK li Şingalê û armancên PKK di warê leşkerî de li Şingalê; xizmetê ji vê xeta Şîe re dike û li gor stratejîya Îran li herêma Şingal bicîh bûye. PKK bi alîkariya Tehran û Bexdayê dixwaze Şingalê ji Başûrê Kurdistanê veqetîne û li gor stratejîya Şîe bikar bîne. Armanca damezirandina “Encumena Xweseriya Demokratîk“ ku di armanca doza Kurd û Kurdistan de bêwateye, xizmetê ji vê stratejîyê re dike.
Di nûçeyê de eşkere dibe ku di vî warî de, di navbera van hêzan de, dan û stendinek heye li ser esasên vê stratejîya Îran û Sûrîyeyê.

Di nûçeyê de tê gotin ku:

“Artêşa Sûriyê, fermandarên Heşda Şeibî, Pasdaranên Îranê û berpirsên PKKê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li hev civiyane.“(!)
PKK li Şingal bicîh bû. Haşdî Şeîbî jî hat û li Şingal ket sînorê Sûrîye û Iraqê. Bi hev re tevgerîyan û li Bajarê Hesekê di bin serokatîya fermandarên Îranê de civîn lidar xistin(!)
Ev eşkere dorpêçkirina hewlên çûna referandûmê û serxwebûna Kurdistanê ye. Dema ku em li dîroka daxuyanîya Nûrî El-Malikî û a vê civînê tînin ber hev, em dibînin ku di yek demê de ev bi şiklekî organîzekirî dimeşe li henber serxwebûna Kurdistanê.
Tehdîda Nûrî El-Malikî; tehdîda Îran, tehdîda Tirkîyê, tehdîda Sûrîyê û tehdîda Iraqê bi xwe ye. Hêzên ku di nav vê tehdîdê de cîh girtine di yek armanc û yek hewlê de hevpar in. Divê Kurd van tehdîdan piştguh nekin û wek “propaganda hilbijartinan a Malikî“(!) nenirxînin.
31.05.2017